Jînenîgarî - Halim Youssef

Jînenîgarî

Helîm Yûsiv

Li Amûdê (rojavayê Kurdistanê) – Sûriyê jidayikbû ye. Fakulta mafnasiyê, hiqûq, li zanîngeha Helebê qedandiye. Ji sala 2000 î ve li Elmanyayê dijî. Xelata romana kurdî di sala 2015 an de wergirt. Xelat ji hêla weşanxana Endêşe ve li Silêmaniyê – Kurdistana iraqê hate dayîn. Pirtûkên wî ev in:

Roman

  • Sobarto 1999 – Tirsa bê diran 2006 – Gava ku masî tî dibin 2008 – 99 morîkên belavbûyî 2015 – Wehşê di hundirê min de 2018 – Firîna bi baskên şikestî 2019

Çîrok

  • Mêrê avis 1991 – Jinên qatên bilind 1995 – Mirî ranazin 1996 – Memê bê Zîn 2003 – Auslander beg 2011 – Mêrê ku li teriya xwe digere-Serdema Qazîmazî 2021.

Lêkolîn

  • Romana kurdî – kurmancî û zazakî- panoramayeke giştî. Ji 1930 heta 2010 – sala 2011 hatiye weşandin

Gotar

  • Agirê ku bi mala me ketiye – gotar û nivîs – 2023

Hevpeyvîn

  • Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me – 40 hevpeyvîn – 2023

Şano

  • Komara dînan – 6 lîstikên şano – 2022

Şanogeriyên wî ku hatine lîztin :

  • Komara dînan (Şermola) 1998: Ev şano ji çîroka komara dînan ji pirtûka Mirî ranazin hatiye girtin. Li Stenbolê ji hêla “Teyatra jiyana nû” ve hate lîstin. Li gelek bajarên Kurdistanê, Turkiyê û Ewrupayê hate pêşkêşkirin. Şano di gelek televizyonên kurdan de derket û wekî DVD hate belavkirin.
  • Bidarvekirina pozekî – Monodrama 2001: Ev şano ji çîrokeke bi heman navî ji pirtûka “Jinên qatên bilind” hatiye girtin. Yekem car di mihrecana şanoya kurdî de, li Berlînê sala 2001, hat pêşkêşkirin.
  • Sol û serî – komedya civakî 2007: Ev şano ji çîrokeke bi heman navî ji pirtûka “ Memê bê Zîn” hatiye girtin. Ji hêla koma Avesta ya şanogeriyê ve li Amedê sala 2007 an hate pêşkêşkirin.
  • Mezintirîn rawestgeha tirênan ya cîhanê 2018: Ev şano ji hêla koma şanogeriyê ya bajarê Wuppertal “Wupperspuren” ve sala 2018, bi zimanê elmanî, hat pêşkêşkirin.

Werger

Bi lihevkirina bi Gothe institut-Istanbul re, sê pirtûkên zarokan ji elmanî bo kurdî wergerandin. Her sê pirtûk ji nav weşanên illetişim li Turkiyê derketin:

  • Xiltê biçûk – Werder Holzwarth 2011
  • Werdek, mirin û kulîka nîsanê – Wolf Elbruch 2011
  • Hemû werdekên wî – Christian Duda 2012

Rojname û Kovar

Edîtoriya kovara „Dîwar“ ya çandî, wêjeyî kir ku bi kurdî li Elmanyayê di sala 2013 de derket. Herweha di birêveberiya gelek kovarên kurdî û erebî de cih girt, ji wan „Pêl“, „Orkêş“ û „Ewraq“. Bi salan di rojnameyên kurdî re qunciknivîsî kir, ji wan „Rûdaw“ ku li Hewlêrê derdiket, “Pîne” û „Azadiya welat“ ku li Amedê dediket û ji „Kurdistanî nûy“ re ku li Silêmaniyê derdiket. Herweha hîn di „diyarnamê“ de ku di internetê de weşanan xwe dike, berdewam dike.

Televizyon

Di televizyonên kurdî yên satelît de, ku li Ewrupayê weşana xwe dikirin, yên mîna MezopotamyaTV, MedyaTV, RojTV, ji sala 2000 î heta 2011 bernameyeke wêjeyî bi navê „Gava sêyemîn“ ji bo danasîn û nirxandina berhemên wêjeya kurdî amade û pêşkêşkir. Ji sala 2011 an heta 2020 heman bername bi navê „Deriyê din“ berdewamkir.

Lêkolînên li ser berhemên wî:

Pirtûk bi zimanê erebî:

  • Tecrubeyên nû di çîroka sûrî de, cîhana Helîm Yûsiv ya Expressionist. Rexnegir Muhamad Muhyedîn Mîno. Ji nav weşanên Mulhim, Hums- Sûriyê 2004
  • Jînanîgariya cihekî talankirî, lêkolîneke şîroveyî, rexneyî li ser romana Sobarto. Rexnegir Mesûd Hasan, Dimeşq – Sûriyê 2006
  • Ravekirina sembolan di romanên Helîm Yûsiv de – Rêber Hebûn , çapa Ewrupayê-Elmanya 2021.

 Bi zimanê kurdî:

  • Sûretê piştê – barê mêtingeriyê di anatemîya edebî ya Helîm Yûsiv de- , Lêkolîn, Ferzan Şêr e. 2021 ji nav weşanên Peywend derket.

Lêkolîn bi zimanê erebî:

Vebêjî ya destpêkirinê di çîroka kurdî ya nûjen de, bikaranîna bi metirsî ya xeyalkirinê, ya lêkolîner Ibrahîm Mehmûd 2010.

Dosye kovara Wyê ku li Amedê derdiket. Hejmar 7, sal 2005. Hejmareke berbiçav ji nivîskarên kurd li ser berhemên Helîm Yûsiv nîvisandin. Dosye bi vê manşêtê belav bû:“Helîm Yûsiv, nivîskarê ku qonaxan dişewitîne“.

Wergerandina zimanan

Heta niha pirtûkên wî ji bilî kurdî bi erebî, tirkî, farisî, elmanî, ingilîzî û îtalî derketine.