halimyoussef - Halim Youssef - Page 3

Helîm Yûsiv wek spasdarî du romanên xwe diyarî navenda Katalonyayê kirin

24 Kewçer 2021, Yekşem 

Nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv bi rêbazê xwe spasiya biryara parlamentoya Katalonyayê ya naskirina Rêveberiya Xweser kir û spasiya gelê Katalonyayê kir.Nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv bi rêbazê xwe spasiya biryara parlamentoya Katalonyayê ya naskirina Rêveberiya Xweser kir û spasiya gelê Katalonyayê kir.

Di twitteke xwe de nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv ragihand, ku wî di çarçova beşdariya xwe ya pêşangeha pirtûkan ya Frankfurta Almanyayê de serdana navenda Katalonyayê kiriye û du romanên xwe”Firîna bi baskên şikestî“ bi kurdî û romana”Gava ku masî tî dibin“ bi ingilîzî diyarî nûnertiya Katalonyayê ya ku li Frankfurtê beşdarî vê pêşangeha navneteweyî bûbûn, kiriye.

 Di diyariya xwe de, Helîm yûsiv bi zimanê katalanî spasiya gelê Katalonyayê kiriye.

Di twitta xwe de Yûsiv ragihand ku nûnerê Katalonyayê Ismael Sahun soz daye wî ku ew diyariya wî bigihîne parlamentoya welatê xwe.

Hêjayî gotinê ye ku di 20`ê Cotmehê de di roja destpêkirina pêşangeha pirtûkan ya navneteweyî ya li Frankfurtê de, Parlamentoya Katalonyayê bi awayekî fermî  Rêveberiya Xweser  Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas kir.

Helîm Yûsiv wêjevanekî Kurd ê ji Amûdê ye, sala 1967`an hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê beşa qanûnnasiyê (hiqûqê) qedandiye û ji sala 2000`î û vir ve li almanyayê dijî. Berhemên wî bi zimanên erebî û kurdî ne. Gelek berhemên wî yên wêjeyî wekî kurteçîro û roman hene, her wiha di gelek malper û rojnameyên kurdî de behemên wî hatine belavkirin. Ji berhemên wî yên li Sûriyê û Stenbolê hatine belavkirin; Gava ku Masî tî dibin, Sobarto, Tirsa bê diran, Mêrê Avis, Jinên Qatê Bilind, Memê bê Zîn û Mirî Ranazin.

Piraniya berhemên wî bo zimanên erebî, kurdî, tirkî, farisî, almanî û îngilîzî hatine wergerandin. Her wiha salên dirêj xebatên çapemeniyê kiriye, 11 salan di kenala Roj TV de kar kiriye. Wekî din çend çîrokên Helîm Yûsiv bûne şano û wî herweha li sûriyê di antolojiyeke çîrokên Sûriyê de jî cih girtiye. ji şanoyên ku ji nivîsên wî hatine girtin: Komara Dînan, Bidarvekirina Pozekî, Sol û serî.

ANHA

Helîm Yûsiv li Hamburgê ye /12.09.2021

Bi birêvebirina weşanxaneya AVAyê, wê roja yekşemê,12.09.2021 li bajarê Hamburg ê Elmanyayê pêşangeheke pirtûkan bê dirustkirin. Demjimêr 15.00 dê semînera Helîm Yûsiv bi sernavê “Rola wergerê di danasîna romana kurdî de li cîhanê” destpêdike. Piştê semînarê dê nivîskar pirtûka xwe nû ji hezkiriyên wêjeyê re imze bike.

Navnîşan:

Valentinskamp 34A

Hamburg 20355

Livestream: Li sirgûnê wêje, li malê berxwedan / Literatur im Exil, Widerstand zu Hause« mit Yildiz Çakar, Hesen Ildiz, Fatma Savci, Karosh Taha und Helîm Yûsiv

Berlin: Samstag, 24. Juli 2021, 17:00 Uhr – 19:00 Uhr

https://www.youtube.com/watch?v=E8FFj4-DHzA

Moderation: Bilal Ata Aktaş

Wêjeya kurdî ber bi dawiya sedsala 20an ve li sirgûnê vejiya. Zimanê kurdî bi xwe ji perwerdeyeke sazumanî bêpar bû. Pêşvebirin, bikaranîn û belavkirina zimên hate astengkirin û carina qedexekirin jî. Ji bo Kurdan, yek ji sedemên sereke yên şerê dij-mêtingeh jî ev bû. Zimanê kurdî serdema xwe ya vejînê li diyasporayê bi komek mirovên di siyasetê de têkçûyî lê berxwedêr re da destpêkirin. Lêbelê nasnameya xwe ya newekhev lê hertim mayînde hîn jî diparêzê. Weke zimanekî wêjeyî li diyasporayê berhemdar û hîn “rehettir“, li Kurdistanê, li welatê xwe hîn jî tê marjînalkirin. Ji ber vê yekê siya berxwedanê, li ser wêjeya kurdî ya ku bi çavekî dij-mêtinger li civaka xwe dinêre, weke têgehekê dimîne.

Di çarçoveya »bê welat – the unexpected storytellers« de Yildiz Çakar, Hesen Ildiz, Fatma Savci, Karosh Taha û Helim Yûsiv – hemû nivîskarên ji nifş û paşxaneyên cûda – dê li hev bicivin, beşên ji xebatên xwe bixwînin û li ser rûyê başbûn, veguherîner lê di heman demê de bêserûber ê wêjeyê jî danûstendinan bikin. Axaftina bi Kurdî-Kurmancî dê bi awayekî zindî were weşandin.

Helîm Yûsiv beşdarî pêşangeha pirtûkên kurdî ya Avayê li Holenda û Elmanyayê dibe û pirtûkên xwe imze dike.

Yekemîn pêşangeha pirtûkên weşanxaneya AVAyê, li Holenda li bajarê Arnhem, roja şemiyê 10.07.2021 destpêdike.

Herwisa li bajarê Saarbrücken ê Elmanyayê, roja yekşemê 11.07.2021 berdewam dike.

Helîm Yûsiv û Can Bapîr li Holenda bûn

Di 10.07.2021, li Holanda bajarê Arnhem, li Komela Çanda Karkerên Kurdistan (KOÇ-KAK), nivîskar û rewşembîrên Kurd Helîm Yûsiv û Can Bapîr bi xwendevan û hezkîrêyên xwe re, li ser wêjeya Kurdî û berhemên xwe sohbetek li darxistin û pirtûkên xwe îmze kirin!Ev xebat bi pêşkêşî û hevkarîya weşanxaneya AVA hat li darxistin. Lema weşanxana AVA bi vê egerê, pirtûkên li weşanxana wan çapkiribû yên nivîskarên Mîna Şahîn Bekir Soreklî, Vejîna Kurd, Merwan Berekat, Baran Bîrdoz û yên din jî pêşkêşî xwendevanê Kurd kir.Nivîskarên hêja Can Bapîr û Helîm Yûsiv û moderatorê rêvebirê weşanxana AVA Şêrzat Besrawî, ji xwendevanên xwe yên Kurd re, di derbarê wêjeya Kurdî û berhemên xwe de, daxuyanî û peyvînek germ pêşkêş kirin.Her du nivîskar, behsa rewşa aloz ya ku neteweya Kurd tê re derbas dibe û bi taybetî pirsgirêkên zimanê Kurdî kirin. Gotin: “ji bo nivîskarekî Kurd bi Kurdî nivîsandin, ne tenê jîyandin û pêşdexistina zimanê Kurdî ye; berpirsîyarîyek netewî û ehlaqî ye jî!”Piştre jî dor hat pirsên xwendevanan û bersîvên nivîskaran. Di warê wêjeya Kurdî de, girîngîya nivîsandina bi Kurdî û bi giştî dîrok û rewşa wêjeya Kurdî, gelek pirs û nîrxandinên watedar hatin kirin. Bersîvên herdu nivîskaran watedar, perwerdekar, dewlemend û hêja bûn!Ji kar û xebeta rewşenbîrîya bi zaravên Kurdî re em serfirazîyê dixwazin! Xizmeta ji zimanê Kurdî re, xizmeta ji huner û çanda gelê Kurd re ye. Loma çalakîyên bi vî rengî gelek girîng in û divê her Kurdek ji alî xwe de alkarîya van xebat û çalakîyan bikin.

Netewe.com