Author: halimyoussef
Li Gießenê rojeke wêjeyî pêkhat
21.09.2025

Helîm Yûsiv behsa romana xwe ya nû û serboreya xwe ya wêjeyî kir.
Yehya Silo behsa serboreya xwe ya şervaniyê û romana xwe ya li ser vê mijarê nîvisandibû kir.
Mehmûd Hesen berazî birêveberiya çalakiyê kir.
Roj bi beşdariya hejmareke baş ji kurdên bajarê gießenê û derûdorê birêveçû. Herweha bi awaz û stiranên hunermend Beyan Ehmed bi dawî bû.

Şahiya danasîna pirtûkan, li bajarê Gießen ê Elmanyayê
21.09.2025

Vexwendin: Roja yekşemê 21.09.2025, demjimêr: 16:00 ez ê ligel şêwekar û nivîskar Yehya Silo em ê behsa berhemên xwe yên wêjeyî bikin û pirtûkên xwe ji hezkiriyên wêjeyê re imze bikin.
Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye
Fîraz Baran: Frankfurter Buchmesse 18+19.10.2025

Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê li qada xwe fûara herî mezin a cîhanê ye. Dilê cîhana pirtûkan wê pênc rojan li Frankfûrtê lê bide. Di dema fûarê de wê Xelata Pirtûkan a Elman, Xelata Aştiyê ya Bazirganiya Pirtûkan a Elman û Xelata Wêjeyê ya Ciwan a Elman bêne dayin. Yaşar Kemal di sala 1997’an de hêjayî Xelata Aştiyê ya Bazirganiya Pirtûkan a Elman hatibû dîtin.
WELATÊ MÊVAN: FÎLÎPÎN
Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê yekemcar sala 1949’an destpê kir. Ji sala 1988’an û vir ve her sal çand û wêjeya welatekî bi rengekî taybet tê nasandin. Îsal jî welatê “Mêvanê Rûmetê” yê Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê Fîlîpîn e.
Li Fîlîpînê ku nifûsa xwe 109 mîlyon mirov e bi 135 zimanan axaftin lê tê kirin. Li fûarê wê Fîlîpîn a ji 7.641 giravan pêk tê ji aliyê wêje, dîrok û civakên xwe yên xwecihî ve bê vegotin. Bi vê armancê 100 nivîskar û afirîner ji Fîlîpînê ji bo fûarê hatin vexwendin.
Ji bo fîgurê navendî yê wêjeya Fîlîpînê Jose Rizal wê çalakiyeke taybet bê lidarxistin. Rizal (1861-1896) nivîskar, doktor, rexnegirê mêtingeriyê û qehremanê neteweyî yê Fîlîpînê ye. Hikumeta mêtinger a Spanyayê di 30’ê Kanûna 1896’an de Rizal darve kir.
HELÎM YÛSIV WÊ PIRTÛKA XWE YA NÛ ÎMZE BIKE
Romana bi navê “Firîna bi baskên şikestî” ya Helîm Yûsiv ku sala 2019’an hate weşandin, bi zimanê Elmanî hate wergerandin. Pirtûka ku ji aliyê Elisabeth Ruetz ve hate wergerandin di 15’ê Îlona 2025’an de ji aliyê Weşanxaneya Sujetê ve hate çapkirin.
Weşanxaneya Sujet li gel Weşanxaneya Neqsê ya ji Rojava tevlî dibe, li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ji bo Helîm Yûsiv roja îmzeyan û semînerê lidar dixe. Çalakî wê 18 û 19’ê Cotmehê saet di navbera 12:00-14:00 de pêk were.
Ev romana Helîm Yûsiv bi Elmanî bi navekî cuda hate weşandin. Navê Elmanî yê romanê “Liebe im Schatten der dunklen Flaggen” ye ku tê wateya “Eşqa li bin siya alên tarî”.
NAVEROKA PIRTÛKÊ
Di vê romana Helîm Yûsiv de warê bingehîn Kobanê ye. Nivîskar qala çîroka evînê ya Rodî û Perwîn dike ku sala 2014’an di dema têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de qewimî bû. Ev herdu sînamegerên ciwan diwazin li Kobanê ya ku mirin lê hebû, bûyeran nîşan bidin û dengê wê derê bide bihîstin. Di romanê de zilma Îslamiyên tundrew, mirovên hatin qetilkirin û malbatên hatin parçekirin hatin vegotin. Her wiha qala hêviya bi wêrekî û hezkirinê jî tê kirin.
“Eşqa li bin siya alên tarî” nêrîneke xurt li ser hovîtiya şer pêşkêş dike. Di heman demê de qala şervanên jin ên Kurd dike ku di dema bêhêvîtiyê de bi hêza xwe bûn sembola hêviyê.
Halim Youssef tê bajarê Dresden: Ji romana xwe “99 morîkên belavbûyî” dixwîne.
21.06.2024, Demjimêr: 15:00 Volkshochschule: Annenstraße 10, 01067 Dresden ,4G
Birêveberî. Komela IBLA (IBLA.e.V)IBLA FÜR KULTUR UND ENTWICKLUNG IN DRESDEN
Bi hevkariya Volkshochschule-Dresden.

Vexwendin
komela IBLA ya çand û geşedanê li bajarê Dresden ê Almanyayê we vedixwîne roja xwendinê ya
nivîskarê kurd Halim Youssef, ku wê romana xwe ya nû bo almanî hatiye wergerandin”99 morîkên belavbûyî” bide nasandin û wê hin beşan jê bixwîne.
Dem: 21.09.2024, demjimêr: 15:00
Navnîşan: Volkshochschule:Annenstraße 10, 01067 Dresden ,4G
Rojeke xweş li bajarê Giessen ê Almanyayê: Danasîna çapa almanî ya “99 morîkên belavbûyî”
21.06.2024 Demjimêr: 19:00 Birêxistin: Kurdische Gemeinde Deutschland

Hejmara roja mina xwendinê, ya duh 21.06.2024 li bajarê Giessenê çêbû, di rêze-rojên ku piştî derketina çapa almanî ya romana min “99 morîkên belavbûyî” çêdibin de, ya 15ê bû.
Zekî Ozmen birêvebir û xanim Drosia Tanriverdi çend beş ji romanê xwendin.
Ji nav kûrahiya dil spasiya Kurdische Gemeinde Deutschland e.V. dikim ku ev roj organîzekir, herwisa spasiyên ji dil ji bo hemû kesên ku amadebûn pêşkêş dikim.

Diyarname: 21.06.2024 “Nivîskarî jiyanê bi min dide hezkirin”
Diyarname
Nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv li Giessena Almanyayê bi xwendevanên alman û kurd re hat ba hev. Yûsiv got, “Nivîskarî ji bo min wekî oksîjenekê ye. Nivîskarî jiyanê bimin dide hezkirin.”
Romana Helîm Yûsiv “99 morîkên belavbûyî” ji bo almanî hat wergerandin. Ji bo vê li Giessena Almanyayê şeva xwendinê hat li dar xistin. Şeva ku ji aliyê Komeleya Civaka Kurd-Alman (Deutsch-Kurdische Gesellschaft Gießen e.V) ve hat organîzekirin, edîtorê Diyarnameyê Zekî Ozmen moderatoriya wê kir.
Nivîskar Helîm Yûsîv bi zimanê almanî, li ser nivîskariya xwe û serpêhatiya wergera pirtûka xwe axivî.
Ji aliyê din ve mamosteya almanî Drosia Tanriverdi çend beşen romanê bi dengî hatin xwendin. Paşê, xwendevanên wî yên alman û kurd pirsên xwe jê re kirin.
Helîm Yûsiv, li ser karakterên romana xwe ya ku hatiye wergerandin analîzên xwe vegotin. Yûsiv ji bo qîmeta nivîskarî bo wî jî wisa got, “Nivîskarî ji bo min wekî oksîjenê ye. Nivîskarî jiyanê bi min dide hezkirin. Ne ji nivîskariyê bûya wê ji bo min wateya jiyanê kêm bûya. Lê carinan jî nivîskarî meriv di nava xwe de asê dike.”
Piştî axaftinan Yûsiv pirtûk ji bo xwendevanên xwe yên kurd û pirtûka xwe ya wergera almanî jî ji bo xwendevanên xwe yên alman îmze kir.
Hannover – Stadtbibliothek: rojeke wêjeyî ya Halim Youssef ligel Dr.Herbert Schmastieg û Tengezarê Marînî
12.06.2024, Demjimêr: 17:30 Birêvebirin: Prof. Dr.Tom Becker

Li pirtûkxaneya navendî ya bajarê Hannoverê romannivîsê kurd Helîm Yûsiv hin beş ji romana xwe ya ku nû bo almanî hatiye wergerandin”99 morîkên belavbûyî” xwendin.
Dr. Herbert Schmalstieg, serokê şaredariya bajarê Hannover ê berê û helbestvan û wergêrê kurd Tengezar Marînî li ser giringiya derketina hejmareke taybet ji kovara “die Horen” li ser wêjeya kurdî. Die Horen yek ji kovarên wêjeyî yên herî naskirî ye li Almanyayê.

Herwisa Dr.Faraj Remmo bi navê dezgeha xwe ya zanistî – sculpture – her sê beşdarên rojê xelatkirin. Xelat, ligor gotina wî, ji bo keda van kesane ya ku di warê pêşdebirina çand û wêjeya kurdî de, hatiye dan.
Piştî xwendina çend beşên romana “99 morîkên belavbûyî” ligel prof.Dr. Tom Becker gengeşiyeke germ li ser mijarên rojê destpêkir.

Êvareke”Xwendina wêjeyî” li Literaturhaus Wuppertal: Halim Youssef ligel herdu nivîskaran Daniela Schwaner û Wolf von Wedel
10.06.2024 Moderation: Stefan Mettler

Êvara mina “Xwendina wêjeyî”, îro li “mala wêjeyê”Literaturhaus ya bajarê Wuppertal ê Almanyayê, ligel herdu nivîskaran Daniela Schwaner û Wolf von Wedel baş derbas bû.
Stefan Mettler birêveberiya êvarê kir.
Gelek spas ji bo hemû kesên ku amade bûn.
ZDF Kultur: Kurdische Exil-Literatur (Wêjeya kurdî li derbideriyê). Berlin-Literaturhaus
07.06.2024 – Video 15 xulek

https://www.zdf.de/kultur/forum-am-freitag

https://www.facebook.com/100006458613713/videos/798466992313227
Ez çarşemê li Hannoverê me û li ser romana xwe “99 morîkên belavbûyî” diaxivim. Ligel Tengezar Marînî û Herbert Schmalstieg.
12.Juni 2024 um 17:30 – 19:30 Stadtbibliothek – Hannover

Veranstaltung: Lebendig – durch alle Verbote hindurch
Kurdische Literatur heute – Tengezar Marînî und Herbert Schmalstieg stellen in der Zentralbibliothek die neue Publikation vor und sprechen über die kurdische Literatur. Im Anschluss liest der kurdische Autor Halim Youssef aus seinem neuen Buch: „99 zerstreute Perlen“
Kurdische Literatur – was wissen wir in Deutschland darüber, was wissen wir über die mehr als 1,5 Millionen Kurdinnen und Kurden, die hier leben?
Nach dem Ersten Weltkrieg wurde ihre Region durch willkürlich gezogene Grenzen aufgeteilt; seitdem leben sie im Irak, Iran, in der Türkei, in Syrien und Armenien. Es handelt sich um ein Volk mit 40 bis 50 Millionen Menschen, ein Volk ohne eigenen Staat, ein Volk ohne einheitliche, mündliche und schriftliche Sprache. Ihre Sprache ist vielerorts verboten, und sie werden von den Machthabern in der Türkei, in Syrien und anderswo ausgegrenzt, verfolgt, verhaftet, gefoltert und ermordet.
Oftmals sind Kulturschaffende von Diskriminierung und Gewalt besonders betroffen und werden ins Exil gezwungen. Aber auch fern ihrer Heimat schreiben und veröffentlichen sie weiter in ihren kurdischen Dialekten. Kurdische Literatur überlebt, trotz aller Widrigkeiten ist sie auch heute nach wie vor präsent. Diese Ausgabe der horen soll dazu beitragen, dass es so bleibt.
Mit Beiträgen von: Kejal Ahmed, Shamis Anter, Rojen Barnas, Esker Boyik, Yildiz Cakar, I. Çomak, Jan Dost, Gulnar Elî, Gewhar Fettah, Zaradachet Hajo, Jafer Joqy, Tengezar Marînî, Inana Othman, Ronya Othmann, Karosh Taha, Moayed Teyib, Yaqob Tilermanî, Yusuf Yeşilöz, Halim Youssef u. a.; zudem mit Kunst- und Fotoarbeiten von Bahram Hajou, Tengezar Marini, Heidi Merk und Herbert Schmalstieg.
Termine
12.06.2024 ab 17:30 bis 19:30 Uhr
Ort
Stadtbibliothek
Hildesheimer Straße 12
30169 Hannover
Literaturhaus Wuppertal: Daniela Schwaner, Halim Youssef û Wolf von Wedel
10.06.2024, demjimêr: 19:30 – Birêveberiya şevê: Stefan Mettler

Roja 10.06.2024, demjimêr 19:30 ezê li Literaturhaus a bajarê Wuppertal ê Almanyayê, bi Daniela Schwaner û Wolf von Wedel re beşdarî şevbuhêrkeke wêjeyî bibim. Birêveberiya şevê: Stefan Mettler
Agahiyên berfirehtir bi almanî:
