Author: halimyoussef
Hevpeyvînek li ser romana “Tirsa bê diran”
Cemîl oguz
1-Tirs ji bo te çi ye? Tu çima ew qas li ser tirsê disekinî?
Tirs roleke mezin di jiyana me de dilîze.Ev rol ji zarotiyê de destpêdike û bi mirinê bidawî dibe.Tirsa ji bav,ji xwedê,ji civakê,ji polîs û girtîgehan,ji bobelatên ku weke qanûn hatine bicihkirin,ji nexweşî û tenêtiyê,ji evînê,ji pêşeroja nediyar,ji kalbûn û pîrbûnê,û berî hemûyan tirsa ji mirinê.Ev hemû dikevin nav hev û mîna mişkê ku di xew de têkeve paşila mirov,bêyî ku hayê mirov jê hebe veciniqandin û bêhna xapandinê li pey xwe dihêle.Taybetiya rewşa me,weke Kurd,hiştiye ku tirs di havînan de bibe siya mirov û di zivistanan de bibe ewrê ku her kêlîkê bibe zîpikên kevirî,û giyanê mirov birîn bikin.Min bala xwe dayê ku di jiyana her kesekî ji me de tirseke weha heye,veşartî ye,nayê dîtin,û li ser nayê axavtin jî.Di hundirê her mirovekî ji me de termê miriyekî heye,min xwest ez bela xwe di wî termî bidim û wî şiyar bikim.Min xwest ez balê bikşînim ser vî niştecihê xwîngiran yê ku mohra xwe di kûraniya dilê welatê me yê perçebûyî de kolaye.Her kes wî nas dike lê kesek bi ser de nayê.Di vê romanê de min xwest ez navnîşana tirsê destnîşan bikim.Dê û bavên wê nasbikim.Tirs dijminekî xedar yê jiyanê ye,jiyanê xeradike,mirovan bê şeref û bê heysiyet dike,wan pûç û bê rol dike.Min xwest ku ez vî dijminê çermqalind weha tazîbikim û bê kiras û perde wî deynim ber neynikan.Dîsa jî ez ditirsim ku li vê navnîşanê neyê zeftkirin û hewildana min bi avê de here.
2- Ma kurd bi rastî jî ditirsin… Ger ditirsin çima û çawa her gav serî hildidin?
Divê mirov vê meselê hinekî ji nav hev derxîne.Tirs li her deverê heye.Cihê ku mirov lê heye tirs jî heye.Cudayiya me ji kesên din ewe ku tirsê,li welatê me, konin berfireh vegirtine.Di hundirê me de cih girtiye bi awayekî ku rabûn û rûniştina me,çûn û hatina me, helwest û tevgerên me li gora wê têne destnîşankirin.Du faktorên sereke hene, yek bindestiya demdirêj û ya din jî dûrbûna desthilatdarên welatê me ji şaristanî û medeniyetê.Van her du faktoran hiştine ku li ber deriyê her malbatekê, her kesekî-ê ji me,begçiyekî porgijik,xwîntal,devbixwîn û hov bê danîn.Ev begçiyê ku jiyana malbatê serobinoyî hev dike û di hundir her yekî-ê ji me de şikefteke tije gumgumok vedike, tirse.Tirseke wehaye ku bi mirov re diçe herderê û tenê mirin dikare bêhna wê ji bin çermê mirov derxîne.Di dîrokê de qonaxin hene ku pêwîstiya herifandina van şikeftên hundirê mirovan tê holê.Di nav her miletî de,Kurd jî di nav de, yên ku dijî berfirehkirina wan şikeftan bi wêrekî li ber xwe didin hene.Dem tê û hêza hemû berxwedêran digihêje ser hev û dibe serhildan.Ji ber ku tirsê şaxên xwe di xaka Kurdistanê de kûr avêtine, serhildanên kurdan jî yan bi sînorin û yan jî temenkinin.Li hêla din jî,li hember serhildêrekî deh xwefiroş û xayîn û (itirafçî) derdikevin.Dema tu bingeha xwefiroşî û xiyanetê bikole,dê tirs derkeve holê.
3- Karakterên te balkêş in. Yek ji wan jî Tûtino ye. Tûtino, gelo anarşîst e?
Tûtino mirovekî xwedî felsefeye,gihijtye wê baweriyê ku êdî hêz tenê dikare rewşa mirovan biguhere.Hêz bi wateya xwe ya aborî her tişte,weha jî dibe jêdera hêzeke leşkerî ku dengê wê ji hemû dengan bilindtire.Li hember rola hêza aborî, ji ber ku perê wî tunene, siloganên felsefeya xwe bilind dike û li hember guregura hêzên leşkerî jî şûrê xwe yê textikî.Ev aliyekî wî ye.Ji aliyên din de,dibe ku hinek anarşîstî li cem Tûtino hebe,lê ew bixwe ne anarşîste.
4- Cihê “Kalo” taybet e di romanê de. Kî ye Kalo?
Kalo pireke di navbera duh û îro de.Di navbera bûyerên dîrokî yên jibîrbûyî û yên dema me de.Xwediyê çîroka serhildana Şêx Ubêdulahê Nehrî dijî herdu rêjîmên Îran û Turkiyê( Osmaniyên wê demê)ye ku doza welatekî serbixwe û azad dikir.Kalo çîrokên xwe berdewam dike hetanî ku li ber çavên wî û bi destê zilamên rêjîma Sûryê xwîn dirije,ji wê kêlîkê de gotina çîrokan radiwestîne, ji ber ku dengê serhildana Adarê ya kurdên îro bilind dibe.Kalo dizane ku xwîn dawiya gotinan tîne.Her dem dengê çekan û yê kuştinê li welatê wî ji yê xeberdan û axavtinê bilindtire.Kalo nîşana wî tayî ye,ewê ku dîrokê mîna çîrokeke dubarebûyî dirêse.Kalo xwediyê xewnên mezin yên şikestî ye.Dixwaze bi wê turumpe ya xwe ba bide nexşeya cîhanê û wê binepixîne û wê mîna wê li xwezayiya wê girover vegerîne,lê binê cîhanê bi qule û girover û mezin nabe.
Li Amûdê,dema ez zarokbûm,kalekî rihsipî ku herdem çîrokên xwe û sultan Evdilhemîd digotin hebû.Navê wî Osê Şaro bû.Her gav,li ser riya çûn û hatina dibistanê,em zarok lê diciviyan. Wî geh li bilûrê dixist û geh jî qala sultan Evdilhemîd dikir, yê ku – li gor gotina wî – ew welat hemû dabû bi jinekê bi navê Fatima Muxrubî.
Di romanê de her ku ez li Kalo rast dihatim,ew dîmenên Osê Şaro dihatin ber çavên min.
5- Di gelek çîrokên te de dîn hene. Kî ne dîn ku tu her bikar tînî?
Dînbûna ku bala min dikişîne ew dînbûna felsefîke.Di vê romanê de dîn bi vî awayê ku her kes nasdike,tunene.Dibe ku mirov li Kalo yan li Tûtino weke dînan binêre,lê her yek ji wan felsefeyeke wî ya jiyanê heye.Bi nerîneke kûr,rewşa me çawa tê dîtin gelo?.Têgeh hemû hatine berevajîkirin.Ango kî dîne,kî bi aqile,ev pirs bixwe cihê danûstendinê ye.Di civaka me de rola aqil qelse.Paşdemayîna me li hember cîhana rojava,weke mînak,hiştiye ku cih li bikaranîna aqil teng bibe û rê ji afirandinê re nemîne.Li şûna wê cûtin serî hildide.Tiştê ku aqilê xelkê afirandiye li cem me dibe benîşt û em wî tiştî hazir û bi derengî dicûn.Tiştekî din jî heye,yan bi paş de yan bi pêş de,em direvin.Yan çavên me li duh in yan jî li sibe ne.Em nikarin di roja xwe de bijîn.Ev rewş me dajo ber baweriyeke weha ku êdî welatê me ji her tiştî bêtir dişibe nexweşxana dînan û em jî mîna nexweşên ku dermanê wan di destê xelkê de be.Weha li me hatiye.Ji lew re,di civaka me de, mirov çiqasî xwezayiya xwe biparêze,ewqasî tê tawanbarkirin.Ez dixwazim çend mînakan bidim.Mirovek dema ji xwendinê hezdike – xwendina pirtûk,kovar û rojnameyan – dibe cihê tinaziyan û jê tê xwestin ku here karekî ji xwe re bike û dev ji vî karê dînan berde.Mirovek gava,vekirî, li hember zordaran serî hilde û bi wêrekî xwedî li rastiya xwe derkeve.Bê guman, dê mîna dînekî lê binerin.Mirovê bi xwe û rastiya xwe re dirust, di rewşeke çewt û şaş de, mîna kesekî bê aqil,ehmeq û dîn tê nirxandin.Di vê çarçovê de ez li bînbûnê dinerim.Dînên ku li hember vê rewşa ku biaqilan em tê de hiştine,dengê xwe bilind dikin,hêjayîne ku bibin mijara roman û çîrokên me.
6- Lehengê te dibêje, “Bi destxistina dilê keçikekê li zanîngehê, ji bidestxistina serxwebûna Kurdistanê zehmetir e” Ma bidestxistina dilê keçikekê ew qas zehmet e?
Di nav vê tevlihevî û wêraniyê de ya ku tirs wê li pey xwe dihêle,ben li qirika evînê jî tê hev.Mirovê tirsiyayî mirovekî têkçûyî,qels,xapînok û durû ye.Dema ku pêla evînê tê û mirovên weha dide ber xwe,kelem li pey kelem di riya wan de derdikevin.Mirovê tirsiyayî nikare evîndarekî serkeftî be, ji ber ku evîn,di civakeke qatil wek civaka me de,bi hewceyî wêrekiyeke mezine.Tirsê,derba xwe ya xedar, ji mêr-xort bêtir li jinê-keçê dixîne, ji ber ku zora li ser wê dijwartir û girantire.Weha jî şikeftên tirsê di hundirê wê de kûrtir û firehtirin.Deriyê dilê wê jî bi ser de tê girtin.Di civaka mêran de,kilîtên derî di destên mêran de ne.Îca dema ku evîn tê mêrekî tîne hember mêrekî din.Ev rewşeke pir aloz bi xwe re tîne û bi sedan çîrokên evînê têne binaxkirin.Îca di hundir serdestiya van bend û rêdanên ku me gotin de,dibe ku rewşeke awarte rû bide û mêrê evîndar li jineke evîndar, ne ku li mêrekî din, rast bê.Tenê wê gavê dibe ku evîn bi zewacê encam bide.
Evîn tiştekî wehaye ku ne tenê dema di dil de be zore,belê dema li ser zimên be jî axavtina li ser dîsa zore.
7- Lehengê te dibêje “Li vî welatê hezkirin naçe serî” Ma ev çi hezkirin e ku naçe serî?
Di romanê de, hezkirina Leyla û Mûsa heye.Leyla di hezkirina xwe de ji Mûsa reyalîstire.Dizane ku lawê apê wê di devê riya wê de ye,dizane ku rewşa Mûsa li gor şert û mercên zewacê ne amade ye,dizane ku ew tevliheviya siyasî ya kambax ya ku tê de dijîn êdî ne zemîneke pake ji bo berdewamiya hezkirinê.Leyla zanîbû ku wê hezkirina wê di pêçekê de bimre,ji lew re xwe heta dawî nedida dest evîndarê xwe.Çawa ku şer tê û diqewime,agir gur dibe, û her aliyekî şer dixwaze bi kêmtirîn zirar ji wî şerî derkeve, hezkirin jî wehaye.Destpêkirin ne bi destê mirove lê gava tê û diqewime mirov nema dizane xwe çawa ji nav derxîne.Leyla dikarîbê rêzên pêşerojê yên hezkirina xwe bixwenda û li gor wê bi Mûsa re ketibû têkiliyê.Encam jî ew bû ku hezkirin li welatekî weha naçe serî.Eger bav û ap û pismam bihêlin,feqîrî nahêle.Eger feqîrî bihêle,hebs û zindanên dewletê nahêle,eger zordar bihêlin xwedê nahêle.Li xakeke weha ku dengê kuştin û qedexekirinê lê bilinde,hezkirin serîşikestî ji meydanê paş de vedikişe.Hezkirin dikare her gav û her kêlîk çê bibe,lê dikare her gav û her kêlîk bê kuştin jî.
8- Pirtûk li ser tirsê ye, lê her mirovan dide kenandin. Tirs û ken… Ma ev ne nakokî ye?
Jiyan li ser van nakokiyan avabûye.Li her cihê ku zordarî lê serdeste û diktator desthilatdarin bejna ken jî bilind e.Mirov dikare ji pirbûna pêkenokan û pêşketina wêjeya qerfî û hunera karîkatur vê yekê nasbike.Di nav van tirajediyan de yên ku tirs li pey xwe dihêle, hinek bûyer û rûdan hene ku kenê guran – weke ku dibêjin – bi wan tê.Dema tu şûrê Tûtino yê textikî û silogana wî ya dijî cîhanê deyne ber tang û top û çekên giran yên generalên ku êrîşan dibin ser xelkên me li welêt û zarokên me dikujin,bê guman dîmeneke karîkaturîk tê resimkirin û dibe mirov ji dil bikene,lê kenekî çawa?.Hetanî bi rengê ken tê guhertin.Ev kenekî reşe,weha wî bi navdikin.Ji hêla din de jî ji bilî ku temenê mirovan dirêj dike, ken bixwe metodeke berxwedana li hember çewtiyên mezin û mirinê ye.Ew serobinoyîbûna ku me qalkir,ew berevajîbûna têgehan hemû mijarên ken in.Yek ji sedemên ku kurd heta niha neqeliyane,tev ku ji her miletî bêtir têne kuştin, ewe ku heta vê gavê dikarin bi dengekî bilind û ji dil bikenin.Di zimanê me yê gelêrî de jî cêwîtiya ken û girî,ken û mirinê bala mirov dikşîne.( Ez ji kena fetisîm).(Ez keniyam û keniyam heta ku ez mirim..Ez mirim hingî ez keniyam).Bala xwe bidê, çawa ken bi fetisandin û mirinê bi dawî dibe.
Naxwe di dara jiyanê de xemgînî qurme,koke,û ken şaxekî darê ye.
9- Axaftineke di navbera Sykes û lehengê te de tê gotin, “Kurd hêjî mehkûmê duh ne”. Gelo hê jî wisa ne? Ev dibe sedema çi?
Têkçûn bi dû de ye. Ji bo miletekî têkçûyî du nîşanên berz hene.Yek jê çavên wî ber bi paş de zîvirî mane.Bi şev û roj serê xwe bi qehremanên berê re, bi imperatorî û mîrnişînên berê re,bi dîrok û bermayiyên berê re,çi rast, çi derew û herwisa.Ya din jî çêkirina sembolên pîroz û gera li xweda û pêxemberane.Kesekî ji nav xwe bi awayekî seyr wî bilind û mezin dikin ku ji çermê mirovan derdixînin.Bi mezinbûna wî kesî re,girse û herkes pêre biçûk dibe.Ango kes dikeve şûna xweda yê ku xelasî ya her kesî li ser destê wî ye û kilîta bihuşta gel jî di bêrîka wî de ye.Ev yek jî encameke sereke ye ji encamên têkçûnê û xeyalên şikestî ku di riya girêdana hêviyan bi kesekî re xeylaên xwe dicebirînin.Ji xwe re li serokekî dewleteke Ewrupa ya rojava binere,ku mîna karmendekî ji karmendên wê dewletê ye,bi hesanî di riya qanûn û hilbijartina re tê guhertin.Ez li Elmanyayê dijîm û li seranserê vî welatî posterekî serokê Elmanyayê daleqandî nîne.Pêşniyara çêkirina peykerekî jê re wê li Elmanyayê mîna pêkenokekê be ku kesek pê nekene.Vê rewşê bide ber rewşa dewleteke rojhilata navîn.Yan jî mirov gava hejmara peykerên Ataturkê mirî li Turkiyê û peykerên Hafiz Esedê mirî li Sûryê bîne bîra xwe û li çûn û hatina serokan ser desthilatdariyê li Ewrupayê binere mirov dikare wê cudayiya di navbera miletên têkçûyî û miletên jîndar de nasbike.Eger rewşa milet û dewletên ku li welatê kurdan serdestin wehabe,dê rewşa kurdên bindest çawabe?.Nexasim ku mirovê bindest herdem serdestê xwe ji xwe re weke (îdol)mînak dibîne.
Ev nayê wê wateyê ku mirov xwe ji dîrok û bermayiyên xwe qut bike,yan jî wan paşguh bike.Xwestek ewe ku mirov karibe bi awayekî zanistî bi paşeroj û pêşeroja xwe re têkeve têkiliyê,da ku karibe serdestê roja xwe ya îrobe.Mîdiyan,horiyan,kotiyan,sobariyan çi kirin,çi nekirin ew ji min re nabin cihê serbilindiyê.Cihê min îro ro li cîhanê li kuye.Ez kîme û çi dikim,giringtirîn pirs eve.Bersiva vê pirsê dibe ku bibe cihê serbilindiya min an bibe cihê xemgîniya min.
…………………………………………………………………………………………………………………
Romana „Tirsa bê diran“ yekem car di sala 2006 an de derket.
Gera li Turkiyê û li bakurê Kurdistanê
Piştî 25 sal ji nivîskariyê
Helîm Yûsiv
Di 24.03.1988, hejmar 109, ji rojnameya -Elusbû eledebî- “hefteya wêjeyî” de, ku yekîtiya nivîskarên Sûriyê derdixist, yekem çîroka min hate weşandin. çîrok bi sernavê “Tîsikên kerê sipî”bû û li bin çîrokê “Amûdê 1987” hatibû nivîsandin. Di jiyana min de, ev bûyera biçûk bû destpêka mijûliyeke rojane û bê navber bi xwendin û nivîsandina wêjeyê re. Îsal 25 sal di ser vê yekê re derbas bûne. Ev aliyekî meselê bû. Aliyê din ew bû ku çapa yekem ji hemû pirtûkên min ên bi kurdî qediyabû û weşanxaneya Peywend dest bi weşandina çapa duyem ji hemû berhemên min kiribû. Sê pirtûk derketibûn û yên din jî di dorê de ne. Gava min vexwendina xwendekarên beşê sînemayê ji navenda Aramê Tîgran li Amedê pejirand û minê berê xwe daba Amedê ji bo atolyeya çîrokê ku wê hefteyekê berdewam bike, pêşniyaza lidarxistina çend panelan ji hêla birêveberên weşanxaneya Peywendê, ji wan Dawud Rêbiwar û Remezan Alan, hat. Bi vî awayî divabû ku destpêk 25.12.2013 Stenbol be, dû re 28.12.2013 Amed be û li dawiyê jî 02.01.2014 Mêrdînê be.
Li Stenbolê şeveke xweş:25.12.2013
Roja 24.12.2013 serê sibehê min ji bajarê Düsseldorfê ya Elmanyayê berê xwe da Stenbolê. Wê êvarê, li qehwexaneyekê min çend dost û hevalên ku ji pazde salan ve min ew nedîtibûn, dîtin. Piştî vê xirecira Sûriyê piraniya wan berê xwe dabûn Stenbolê, da ku ji wir ber bi Ewrupayê ve herin. Heysem Hisên û Ehmed Umer, herdu nivîskarên kurd ên erebînivîs, ligel helbestvan Fêsel elqadirî. Wisa jî rojnamevan Hisên Cimmo ku ji Îmarat hatibû û li wir mêvan bû. Axavtineke germ li ser Amûdê, rewşa Rojava, Sûriyê û jiyana li Ewrupayê bû. Bi hev re me berê xwe da “heca” nivîskarên kurd li Stenbolê, mebesta min jê “Medyakitabevi” ye pirtûkxana nivîskarê kurd Selahedîn Bulut ku li kolana Istiqlalê mîna heca her kurdekî hezkiriyê wêjeyê ye. çûna kesekî ya Stenbolê bêyî ku biçe pirtûkxana Selahedîn Bulut mîna çûna Siûdiyê ye, çawa ku heca mirov bêyî çûna Mekkeyê qebûl nabe, wisa jî heca her kurdî ya Stenbolê bêyî çûna Medyakitabevi qebûl nabe. Êvara roja din, weşanxaneya Peywend, bi alîkariya koma şêwra xwendina wêjeya kurdî ya Stenbolê û diyarname.com li weqfa Ismaîl Beşikçî amadekariyên yekem panelê ji bo bîstûpêncsaliya nivîskariya min kiribûn.
Li weqfa Isaîl Beşikçî hejmareke komeke wisa balkêş ji nivîskar, xwendevan û hezkiriyên wêjeya kurdî hatibûn cem hev, bi awayekî ku dilê mirov dibijand axavtin û danûstendinên dûdirêj li ser nivîsandina bi kurdî, êşa wê, kelemên li pêşiya wê, dorpêçkirina wê ya ji hêla paşguhkirin û nirxnedayînê ve, wisa jî kêfxweşî û serbilindiya ku nivîsandina bi vî zimanê şêrîn û qedexe bi mirov re çêdike. şevbuhêrk bi birêvebirina Miraz Ronî bû, ku berî demeke kin ji girtîgehê derketibû. Her tişt bi lez û bez, bi germahiyeke mezin û di atmosfereke wêjeyî de, ku bi dilê min bû, zû derbas bû. Divabû roja din, serê sibeha zû, xatir ji herdu dostên delal Cemîl Oguz û Dawud Rêbiwar bixwazim û berê xwe bidim Amedê.
Amed 28.12. 2014
Roja din li Amedê berf li erdê bû. Her kesî ji vê serma ku bi ser Amedê de hatibû û vê berfa ku du heftene li erdê ye, gazin dikir. Tev wilo jî min dikarîbû dostên delal bibînim û wê roja sar di nav dilgermiya wan de derbas bikim. Roja dîtir li navenda Aramê Tîgran ya çand û hunerê, bi xwendekarên beşê sînemayê ve atolyeya me ya çîrokê destpêkir. Hejmara xwendekarên ku beşdarî atolyeya çîrokê dibûn geh bilind dibû çil kesî û geh jî dadiket bîstan. Hinek ji xwendekarên navenda Cegerxwîn jî beşdarî karûbarê atolyeyê bûn. Berî ez bêm Amedê, sê çîrokên ku xwendekaran bi xwe nivîsandibûn, ji min re hatibûn şandin. Ji bilî axavtinên li ser teyoriya çîrokê, dîroka wê, çawatiya honandin û nîvisandina wê, divabû em li ser wan her sê çîrokên di nav destên me de jî bixebitin. Panel li salona şaredariya bajarê mezin ya Amedê çêbû. Min xwest ku axavtina min li ser du şaxan parve bibe. Yek jê aliyê giştî yê girêdayî rewşa nivîskariya kurdî li Sûriyê bi tevayî û li rojavayê Kurdistanê bi taybetî. Aliyê din jî, di riya pêşkêşkirina çend mînakan ji serboreya mina bi nivîskariya kurdî re, min xwest ez rewşa van sîh salên dawiyê bi çend serpêhatiyên min bi qaçaxçiyên ser sînorên Turkiyê û Libnanê re, ji bo derbaskirina pirtûkên xwe bo Sûriyê, li ber çavan raxînim.
Mêrdîn 02.01. 2014
Sibeha sersalê li Mêrdînê bûm. Piştî gera li Mêrdîna kevin, ligel nivîskarê kurd Remezan Alan, ku li zanîngeha Mêrdînê, beşê zimanên zindî, mamostetiya bi dehan xwendevanên ziman û wêjeya kurdî dike, me berê xwe da kafêya Leylan, ku hem kafê û hem pirtûkxane ye. Lihevrasthatineke xweş bû gava xwediyê Leylanê ji me re got; ku lêkolînerê kurd Abas Welî jî li wire. Ew jî ji Stenbolê bi mêvandarî hatibû wir. Hêdî hêdî şev herikî ber bi kuçe û kolanên Mêrdîna kevin ve û rojeke din daqurtand. Li zanîngeha “Artuklu”yê, berî panelê min gelek ji mamosteyên û xwendekarên zimanê kurdî dîtin. Tevgereke germ û çûnûhatineke bi kelecan hebû. Mamoste bi karê xwe yê di xizmeta kurdî de serbilindin, wisa jî xwendekar bi xwendina xwe ya bi kurdî kêfxweş in. Her çendî çarçoveyeke teng be, lê dîsa jî ne tenê rûyê Mêrdînê, belê yê Bakur î kurdewar bi temamî di wan kêlîkan de diçirisî. Ji axavtinên bi Prof.Dr.Kadrî Yildirim, serokê beşê kurdî,re hetanî bi mamoste Serdar Şengül û Remezan Alan û yên din re eşkere bû, ku zemîneke baş ji bo pêşdeçûna karûbarê bi zimanê kurdî li vê zanîngehê hatiye holê. Cihê mixabiniyê ye ku ev kar di çarçoveya vê zanîngehê tenê de bi sînor maye. Dema axavtina di panelê de ji bo xwendekar û xwendevanên zanîngehê ji bo min demeke pir taybet û xwedî çêjeke cihê bû. Ji ber ku xweştirîn salên jiyana xwe min di dema xwendevaniyê de û li zanîngeha Helebê derbaskirine. Panelê ez vegerandim dema ciwaniyê û bi germayî û danûstendina li ser wêjeya kurdî re ji hêla xort û keçên ciwan ve hêzeke din da dilê min î ku ji roja roj ve ye ji bo hezkirina peyva kurdî ya resen û xweşik lêdide.
Herdu rojên li Mêrdînê mîna birûskekê bilez derbasbûn. Divabû vegerim Amedê, da ku em karê xwe yê li ser çîrokê nîvcomayî bidawî bikin. Xatirxwestineke giran bû ji xweşiktirîn keçik û xortên kurd ên ku bi guhê wê xewna me ya kevin ya salên ciwaniyê girtine û dixwazin lingên wê xewnê bigihînin erda welêt û şaxên dara rihê me yê ku qedexekirinê ew zuha kiribû hinekî bişkivînin. Wisa jî xwendekarên ciwan yên beşê sînemayê, ku ji bo pêkanîna xewnên me yên hevbeş û xweşikkirina jiyana me ketine rêzê.
Di encama wan hevdîtinên germ yên li weqfa Ismaîl Beşikçî li Stenbolê, li salona şaredariya Amedê û li salona zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê de, hestên xweşik û nû di hundirê min de peyda bûn û baweriyeke wisa xurt bi serkeftina wêjeya kurdî di dilê min de meya. Ne jixwebere bav û kalan gotine”giha di bin keviran de namîne”. Ev giha zimanê me ye, peyva kurdî ya resen e û kevir jî kevirên qedexekirin û zordariyê ne, ev zordariya ku niha bi kela dilê ciwanên me, destpêkiriye serê xwe dixwe û diherife. Sipas ji bo her kesê ku keda wî di biserkeftina vê gerê de hebû û bi taybetî ji bo birêveberên beşê sînemayê li navenda Aramê Tîgran li Amedê û ji bo xwediyên weşanxana Peywendê, koma şêwra xwendinê ya Stenbolê û ya Amedê û wisa jî ji bo her kesê ku zehmetî kişand û deriyê dilê xwe, li ber xirecira rêwîtiya vî giyanê tî, vekir.