halimyoussef - Halim Youssef - Page 5

Helîm Yûsiv ji Kurdistani Nwe re: Ti sînor di navbera min û karekterên min de tune ne.

18.10.2019 – Ferhad Çomanî

1- Di serî de em weke xwendevanên Kurmanciya jêrîn, me Helîm Yûsiv bi saya wergerandina romana “Gava ku masî tî dibin” naskir. piştî wê çîrok û romanên din li pey hatin. ez dixwazim wê bêjim vê yekê çi delîve li ber berhemên te yên nivîskî vekir?


Veguheztina “Gava ku masî tî dibin” û dû re jî pirtûkên min ên din bo kurmancîya jêrîn, ya wekî soranî di nav kurmancan de tê binavkirin, rê li ber wê yekê vekir ku şaşitiyeke dîrokî bê sererastkirin. Ti şek û guman bi min re tuneye ku em yek milet in û zarokên yek welatî ne ku navê wî Kurdistane, lê zaravayên me cuda ne. Tunebûna dewleteke neteweyî bû sedem ku miletê me hem di hundir perçeyên cografîk de û hem jî di hundir zarava û alfabêyên cuda de asê bimîne û hayê her beşekî ji beşê din tune be. Ev neheqiyeke dîrokî mezine ku li Kurdan hatiye. Baca vê yekê nivîskarê kurd jî dide, ku xwe nikare bigihîne hemû beşên civaka kurd, li her çar perçeyên Kurdistanê. Bi veguheztina zaravayan re rê li ber nivîskarê kurd vedibe ku xwe bigihîne hemû beşên civaka xwe û li seranserê welatê xwe yê perçekirî bê xwendin. Ji bo min jî vebûna vê delîveyê derfeteke cihê şanazî û kêfxweşiyê bû ku berhemên min van sînorên asê yên vê qedera me ya dîrokî ya reş derbasbikin û bigihên xwendevanên wêjeyê li başûrê Kurdistanê. Ez her gav û her dem pesindarê keda wan kesa me yên ku vê rêyê li ber berhemên kurdî vedikin ku bigihêjin hemû kurdan, bi hemû zaravayên xwe.

2-Nivîsandina romanê an çîrokê an jî pirtûkekê bi awayeke sûryalî ji xwe ne rîskeke ji bo nivîskarî?

Ji bo vê pirsê ez dixwazim bi kurtayî behsa sê xalan bikim. Yek jê ew e ku“Surrealism” perçeyeke ji jiyana me ya rojane ye. Dibe ku li hinek deverên cîhanê bûyer û rûdanên ku hene xwe bispêrin aqil û mentiq, lê li welatê me mentiq tuneye. Her tişt serobinoyî heve, mirovê herî sextekar û ketî li jore, yê herî têgihiştî li jêre. Qedir û qîmetê soleke kevin ji yê pirtûkeke herî bi nirx bêhtir heye û herweha..Ev hemû ne rewşeke surreale gelo?

Xala din, aliyê me yê rûhî, giyanî, yê veşartî. Xewn û xeyal û binhişê me. Ev hemû perçeyekin ji tevgera me ya rojane. Rojê bi kêmanî em pênc demjimêran di xewê de diqedînin. Ew bûyerên şevê ku di xew de diqewimin, gelek caran rastiya me bi awayekî hunerî tînin holê. Ew kêlîkên ku mirov di xew û xewnan û xeyalan de dibîne, divê cihê xwe di berhemên me yên wêjeyî de bibînin. Yana emê xiyanetê bi rastiya xwe re bikin û bi çavekî li jiyanê binerin ne bi dudiyan.

Xala sisiyan û ya dawî ez ê behsa çavê sêyem bikim, ku ew bixwe çavê yê nivîskare. Ev rewşa heyî her kes bi herdu çavên xwe dibîne. Bi ya min yê nivîskar hetanî ku karibe kûrahiya rewşê derxîne holê divê bi çavekî sêyem li jiyanê binere û binîvisîne. Wan tiştan binîvisîne ewên ku li ber çavane, kesek bala xwe nade wan, lê ew tenê dikare bibîne. Dibe mebesta Salvador Dalî jî ev be, dema digot: “ Gava ez herdu çavên xwe digrim, ez bêhtir dikarim cîhanê bibînim”.

3- Di çîrokan de Helîm wisa xûyaye gelek digel êş û elemên xwe yên taybet û veşartî de ye. ne wek romanan ku dikarim bêjim piranî eş û serpêhatiyên dilbijok yên milletek an her mirovekî ne, ev çawa ye?


Dibe ji te ve wisa xuya bike, lê li cem min ne di çîrokan û ne jî di romanan de ti sînor di navbera min û karekterên min de tune ne. Her karektereke min yê çîrokê be yan yê romanê be perçeyek ji rihê min di bedena wî de diçe û tê. Her karekterek tiştek ji min tê de heye, lê di heman demê de ti têkiliya çîrok û romanên min rasterast bi jînanîgariya min tune ye. Sînorê min li cem taybetiyên wan karekteran diqede. Erê, hinek ji xwîna min di damarên wan de diçe û tê, lê dawiya dawî ew ew in û ez ez im. Ev mijareke gelekî tirsnak û xetere. Eger nivîskar wî sînorê destnîşankirî derbas bike, zirareke mezin digihîne hunera honandina berhema xwe. Heta ji min tê ez di vê yekê de balder û hestiyar im û ji mafê karekterê mine ku wekî xwe tevbigere û bifikire û rabe û rune, ne wekî min.

4- Di nava romanên te de karakterek ji hemiya heye wekî reşiyê xûya nabe lê hertim heye. di her romanekê de bi awayekî, lê bi giştî weke destekî ezmanî carna tê û di tengasiyê de bi destê karakterê belengaz û bêçare digre.. ev bangeke mîtafîzîkiye an jî di jiyana te de hertim keseke/î wisa heye?

Hebûna wî karekterê nediyar xwe dispêre mijokî û nezelaliya jiyana me. Gelek tişt di jiyanê de hene bi awayekî ji awayan dişibihin wî karekterê wekî reşiyê. Ezê wî wekî hêza veşartî binavbikim. Mirov nizane ji sedî sed ev yek çiye, lê mirov dizane ku heye. Gelek caran bûyerin diqewimin, te dît yê li hember te, eger bawermend be, dibêje: Te dît çawa Xwedê jê re nehişt. Yê bawermend wê hêza veşartî vedigerîne qudreta Xwedê. Yê nebawermend be, şîroveyeke din dide wê rûdana ne zelal. Ji bo min bicihkirina wê hêza veşartî di wêjeyê de alaveke hunerî û wêjeyî ye û dûrî şîroveyên mîtafîzîqî ye. Çawa di jiyanê de hin tiştên ku tu wan dibînî, lê baş nayên fêmkirin hene, wisa dixwazim di tekstên min de jî hebin. Hebûna vê hêza veşartî ezmûneke baş e ji xwendevanan re jî, da ku bêhtir bifikirin û bipirsin ka ev çiye. Li vir rê li ber pirrengiya xwendinê û şîrovekirinê jî vedibe û bêhtir xwendevan didehfîne ber bi hewildanên naskirin û têgihiştinê de. Ji ber vê xwendevanên min bêhtir ewên jîr û mejîçalak û tî yên zanînê ne. Xwendevanên mejîvêl yên li tiştên sivik û tenê li dagirtina dema xwe digerin nikarin dakevin nav kûrahiya berhemên min. 

5- kak Helîm asta edebiyata kurdî, li her parçeyekê an derve be çawa dibînî? em dikarin bi edebiyatê şer ji bo doza milletê xwe bikin?

Şervanê herî baş yê di qada edebiyatê de ew e, yê ku berhemên xweşik dinîvisîne. Yek ji stûnên sereke yên hebûna miletan û asta şaristaniya wan, berî ku partiyên wan ên siyasî bin, berî ku artêş û hêza wan ya leşkerî be, çand û kultûra wane. Ez nivîsandina bi kurdî bi serê xwe wekî berxwedaneke mezin li dijî hewildanên dijminan yên qirkirin û jiholêrakirinê dibînim.

Di derbarê asta edebiyata kurdî bi giştî de, ez ne xwedî agahdariyên berfireh im, ji ber ku dema peyva edebiyata kurdî tê gotin, edebiyata bi hemû zaravayên kurdî tê bîra mirov. Bi giştî û di çarçova agahdariyên min de edebiyata kurdî di van bîst salên dawiyê de li ser asta berhemdariya nivîskaran pir gavin baş avêtine û berhemên serkeftî derdikevin. Lê cihê mixabiniyê ye, di asta siyasî, aborî û civakî de kurd heta niha nebûne xwedî statuyeke sazkar ku bibe bingeha geşkirin û pêşveçûna ziman û edebiyatê. Li her çar perçeyên kurdistanê û li derve jî, ji ber tunebûna dewleta kurdan hemû imkanên aborî yên hene di destên siyasetê de ne û siyaseta kurdan jî bi hemû reng û aliyên xwe ve li hember pirsa ziman û edebiyata kurdî xemsar û bêkêre. Li ser asta takekesane xweşbînim, lê li ser asta giştî reşbînim.

6- Helîm yûsiv bi gelek zimanan tê xwendin, kîjan ji wan xewna te bû?


Xewna mina yekem hêdî hêdî pêk tê, ku berhemên min hemû ji kurmancî bo zaravayên kurdî yên din bêne veguheztin. Ji ber ku berî her kesî ez xwe li vir dibînim. Ev qada mina bingehîn û ya sereke ye. Heta niha berhemên min bi erebî, farisî û heta radeyekê bi tirkî jî derketine. Tevî ku heta niha berhemeke min bi ingilîzî û yek jî bi elmanî derketiye, lê ji weşanxaneyên biçûk derketine. Hewildan hene ku di demeke nêzîk de ev rewş bê guhertin û rê bi berfirehî li ber berhemên min bi zimanê ewrupayî jî vebe.

7- Nivîsandin bi Kurdî wekiriye ku nivîskarên Kurd hetanî astekî bi pêş de herin û bisekinin, an heke şiyan hebe ziman nabe pirsgirêk li hember wê çendê nivîsarên Kurdan li dunyayê bên naskirin?


Ev mijareke dirêj û piralî ye. Di çarçova mijara wergerandin û belavkirin û naskirina li dinyayê de ji bo nivîskarekî, kurdbûn barekî girane û vê meselê zehmettir dike, wisa jî rêya wî dirêjtir dike. Ez ê hinekî bilez behsa hin aliyan bikim. Statuya kurdan ya siyasî çiye, li cîhanê jî wisa li nivîskarê kurd tê nerîn. Li vir, ji ber tunebûna dewleta kurdan, nivîskarê kurd ji hemû derfetên têkiliyên di navbera sazî û dezgehên dewletan de çêdibin bêpare. Li ziman û çandeke qedexekirî û birîndar ya miletekî perçebûyî û bê statu, bi çavekî ciddî nayê nerîn. Tunebûna dezgehên wergerê yên pispor û pêre jî tunebûna çavkaniyên temwîl û fînansekirinê, pêre jî tunebûna wergêrên pispor vî karî nêzîkî peravên pûçbûnê dike. Ji ber vê, di kurdî de mînakên serkeftî ku hebin hemû ji encamên keda takekesane ya nivîskaran bi xwe ye. Ev yek dihêle, ji dehên nivîskarên kurd ku hêjayî ne li cîhanê bêne naskirin, tenê çend kesên ku derfet bi dest wan dikeve biserdikevin. Di nav kurdan de gelek nivîskarên serkeftî ku hêjayîne berhemên wan li zimanên cîhanî bêne wergerandin hene, lê yên ku ev rewş ji wan re pêk tê gelekî hindik in.

8- Helîm Yûsiv ne nivîskar buya wê em ew çawa nasdikir, wê bi çi paşnavek bihata nasîn?


Kêfa min gelekî ji muzîk û stiranan re tê. Xwezî dengê min xweşbûya. Piştî edebiyatê stiranên kurdî bêhna min derdixînin.

9- kareke nû li destê te heye gelo?

Belê heye. Piştî deh salan ji derketina pirtûkeke min a çîrokan ku bi navê “Auslander beg” bû, 2011 derketibû, min destnivîsa xwe ya nû ya çîrokan berî çend rojan, şand ji weşanxaneya Peywendê re li Wanê. Ew ê di demeke nêzîk de derkeve. Pirtûka mina nû vê salê wê pirtûka çîrokan be.

Hevpeyvîn bi romannivîs Helîm Yûsiv re (Di kêlîkên nîvisandinê de, ez rê li ber binhişî û kûrahiya giyan û bîrmendiya xwe vedikim)

11.2018

WELAT- Ferîd Mîtan

 – Nivîskarîya te, encam û berhema destpêkeke çawa ye?

Ez jî baş nizanim çawa nivîskariyê jiyana min bi temamî mîna qederekê bi xwe ve girêda. Meselê pir zû û bê pilankirin destpêkir. xirecir û aloziyên vê axa ku ez li ser jidayikbûm zarotiya min dorpêçkiribûn û roj bi roj ben li qirika min teng dikir û bêhn li min diçikand. Yan divabû mirov bêdeng mirar here û xwe bispêre jiyaneke bê wate, yan jî divabû mirov li çareyekê bigere û rihê xwe ji nav pencên mirinê rizgar bike. Ji bo min nivîsandin ew oksejîn bû, ya ku ji bo berdewamkirina jiyanê pêdiviya min pê hebû. Bi gotineke din, nivîsandin alternatîvê bitenê yê mirinê bû.

– Babet û naveroka berhemên te, ji ku tên û çawa peyda dibin?

Sê jêderên sereke yên babetên berhemên min hene, yek jê jiyana mina takekesane û serboreyên min in. Ya din cîhana xewn û xeyal û fantaziyên min in û ya dîtir jî paşxaneya mina ku ji xwendina wêjeya nivîskî û ji guhdarîkirina wêjeya devkî dagirtiye. Ev hemû bi hev re naveroka berhemên min bi gewde dikin. Wisa jî çi li jiyanê hebe dikare ji berhemên min re bibe babet, ti sînor ji vê çavkaniyê re tune ne.

– Rengê derûnî di berhemên te de serdest e. Serdestîyeke wisa, bi zanebûn e yan jixweber e?

bizava nivîsandinê bixwe, li cem min, ji mejî û pilankirinê bêhtir bi hestan ve girêdayiye. Di kêlîkên nivîsandinê de ez rê li ber kaniya binhiş û kûrahiya giyan û bîrmendiya xwe vedikim. Bi mijarên xwe re heta dawî dilsoz im û agirekî ku serê tiliyên min neşewitîne, ez nikarim li ser binîvisînim. Nivîsandin dengê wan hestên kûre, ewên ku di nav tariya hiş û giyanê mirov de veşartiye. Dibe sedema ku dihêle rengê derûnî li pêş be ev be.

– Her çi qas babetên romanên te ji hev cuda bin jî, lê dîsa -heta astekê- xwî û bawerîne wekhev, lehengên te digihînin hev. Kesayeta Helîm Yûsiv, çi qasî desttêwerdanê di tevgerandina lehengan de dike?

 Carinan kêm, carinan zêde, tiştekî min di hemû kesên sereke yên çîrok û romanên min de heye. Ez beşek ji wan im û ew beşek ji giyanê min in. Bi xemgîniya wan xemgîn dibim û bi kêfxweşiya wan dilê min şa dibe. Têkiliyeke giyanî di nav min û wan de heye. Lê ev rê li ber wê yekê nagire ku ew ew in û ez ez im. Di her deqekî wêjeyî de mentiqek heye, tevneke hunerî heye, ji bo ew mentiq neyê şikenandin û ew tevin birêkûpêk bê honandin ez ne ji dûr ne ji nêzîk desttêwerdana jiyana wan û rabûn û rûniştina wan nakim. Hinek ji wan hene ku ez ji xisletên wan ên xerab û bêhişiya wan pir zivêr û acizim. Hinek jî hene ez ji taybetmendiyên wan hezdikim. Lê ji herdu cureyan jî, weku nivîskar, ez bi mesafet im. Navbereke berbiçav û pêwîst di navbera me de heye. Heta ji min tê ez karekter û kesên berhemên xwe serbest û azad dihêlim. Ew li gor xwe û li gor pêdiviya rola xwe û ne li gor daxwaza min di berhemên min de tevdigerin. 

– Di roja îroj de, tu xerîkî çi xebatê yî, çi di nav destên te de heye?

Ji dema şerê Kobanê de, ji 2014 an de romanek li ser wî şerî di nav destê min de ye. Min bi alîkariya hin kesên ku li Kobanê diman dest bi wê romanê kiribû. Gava Daiş kete Kobanê, di wê tevkujiya xedar de hin ji wan kesan bixwe şehîd ketin. Ez neçar mam ku rawestim. Berî salekê careke din li wê romana xwe ya nîvcomayî vegeriyam û ew şehîd bixwe bûn vebêjerên romanê. Min nivîsandina wê qedand û niha tê sererastkirin. Wê di sala pêşiya me de bê weşandin.

– “Çûna ber bi romanê ve ji bo min destpêkê wekî çûna bajêr bû.” Di nirxandina xwe de, te çîroknivîs bi gundîyan nimandine û romannivîs jî bi bajarîyan. Di qada wêjeyê de, nirxê romanê ji yê çîrokê bilindtir e?

Ez bawerdikim hinekî jihevnefêmkirin heye. Bajarîbûn û gundîbûna ez li vêderê behsa wan dikim girêdayî mezinbûn û biçûkbûnê ye û ti têkiliya wê bi nirxên bajarvaniyê û gundîtiyê ve tune ye. Ji hêla nirxên wêjeyî û hunerî ve ti cudayî di navbera romanê û çîrokê de nîne. Wêje nirxên xwe ji asta xwe ya hunerî digre û ne ji celebê xwe. Roman be, çîrok be, dikare wêjeyeke nirxbilind be, dibe jî bênirx û bêast be.

– Zimannas Bahoz Baran dibêje: “WEHŞÊ DI HUNDIRÊ MIN DE, 99 MORÎKÊN BELAVBÛYÎ, AUSLANDER BEG, ji gelek alîyan ve û bi taybetî ji alîyê zimanî ve pirtûkên qels in…” Ji bo rexneya Baranî, tu çi dibêjî?

Ez ti qîmetê nadim “rexneyên” weha, ji ber ku ji rexneyê bêhtir nêzîkî dijûnan û biçûkxistinê ye.

Ez dixwazim li vir behsa hin xalên girêdayî vê mijarê bikim. Heta berî demekê, li Bakur diyardeyeke weha hebû, hema kesekî pirtûkeke nû bidest xwe ve digirt, dest bi zimên dikir. Ev hevok weha, ev peyv weha û dihat jibîrkirin ku ev pirtûk romaneke çawa ye yan çîrokeke çawaye û herwisa her kesî şûrê standartê xwe li wê berhemê dikişand û dida ber derbên xedar. Ew diyarde çû, diyardeya zimanzan û zimannasan hat. Her ji demekê kesek derdikeve û xwe weku zimannas nîşan dide. Standartê wî devoka gundê wî ye û di nav gund de jî devoka pîrka wî ye û destpêdike her kesî  û her berhemê li serrada pîrka xwe dixîne û li gor wê li cem wî berhem yan qels yan jî xurt derdikeve. Niha ev diyarde jî hêdî hêdî ber bi nemanê ve diçe. Bêguman, ev hemû encamên tunebûna standartekî yekgirtî ji bo kumanciya nivîskî ne.

Ji bo min, ji ber ku li Bakur pirtûkên min tên weşandin, heta ji min tê ez bi kurmanciyeke nêzîkî vî standartê ku hêdî hêdî jixwebere ji bo kurmanciya nivîskî çêdibe, dinîvisînim. Wisa jî carekê û carinan zêdeyî carekê, berhemên min ji hêla weşanxaneyê ve têne sererastkirin.

Îca, eger ku nêta wî ji van gotinan baş be, bela birêz Bahoz Baran kerem bike wê qelsiyê destnîşan bike, da ku em di çapên bê de, van berheman bê qelsî biweşînin.

– Di kurmancîyê de hêmana ku hema hema peyda nabe, ya ku nayê pejirandin, a ku dilmayîn û dubendîyê bi xwe re tîne: Rexne ye. Vekirina evê girêkê, çawa dikare pêk were?

Di baweriya min de pirsgirêk ne di rexneyê de ye, wekî ku te di pirsa xwe de gotiye, lê di tunebûna rexneyê de ye. Bi giştî, tiştê ku heye ev e; hin nirxandinên ku xwe dispêrin pîvanên ne wêjeyî û ne jî rexneyî. Bala xwe bidê, dema berhemeke nû derdikeve, hema hema hemû nirxandinên nivîskî û yên devkî jî xwe dispêrin pîvanên siyasî yan jî civakî, ku girêdayî têkiliyên takekesane ne. Ev pîvan di navbera du rengan tenê de diçin û tên. Yan reşe yan jî sipî ye û di navbera herdu rengan de nirxandin yan pir kêm yan jî tune ne. Ev perçebûna di navbera du rengan de, di van salên dawiyê de, di civaka me de li Rojava bi dubendiya siyasî re kûrtir û xerabtir bû.

– Li Rojavayê Kurdistanê, dîyardeyeke tirsnak û birîsk xwe dide pêş; ne tenê peyrewên partî û rêxistinên sîyasî, lê “zimanhezên” ku di rojên qedexe û tirsê de dest jê zimanê xwe de bernedida, îro bi tundî şerê perwerdeya bi zimanê kurdî dikin. Li alîyê din, birêveberîya deverê (Rêveberîya Xweser) êdî biryarên radîkal ji bo sepandina branş û rêbazên dibistanan dide. Zimanê ku îroj dibe qurabnê nakokîyên sîyasî, paşerojeke çawa li bendê ye?  

Di ezmûna rojavayê Kurdistanê de, ji bo pêncî salên dawiyê dibêjim, du gavên dîrokî yên giring hatin avêtin. Yek jê avakirina hêzeke leşkerî ji bo kurdane (mebesta min jê ypk û ypj ye) û ya din perwerdekirina bi zimanê kurdî ye. Lidijderketina hin kurdan, behane çi dibe bela bibe, bo perwerda bi kurdî xwe dispêre aloziyeke kûr ya civaka kurd, ku ew jî tunebûna têgihiştina neteweyî û lawazbûna hestên neteweyî ye.

Heta niha û piştî derbasbûna zêdeyî dused salî di ser qonaxa netewîbûnê û avakirina dewletên neteweyî re, hîna jî Kurd nebûne xwedî têgihiştineke neteweyî ya hevbeş. Guherandina ku di zihniyeta kurdî de bûye ew e ku eşîre, êl bi partiyê guherandiye û banê herî jor ji girêdanê re partî ye û ne netewe ye. Ji ber vê jî herdem berjewendiyên neteweyî dikin qurbana berjewendiyên partiyên xwe. wisa jî nirxên netewa xwe dikin qurbana nirx û fermanên partiya xwe û aliyên xwe yên siyasî. Tiştê li Rojava bû ev bû û tiştê ku heta roja îro li Başûr jî dibe ev e û lihevnekirina Rojava û Başûr jî her ev e. Perwerdekirina kurdî qezenceke neteweyî ye û di xizmeta berjewendiyên netewa kurd yên stratejîk de ye. Divabû Kurd bi hemû partî û aliyên xwe yên siyasî li vî karî xwedî derkevin.

– Tu rewşa wêjeyê li Rojavayê Kurdistanê çawa dinirxînî?

Hindik maye bibe bîst sal ku ji Rojavayê Kurdistanê dûr ketime. Di derbarê berhemên ku di van salan de derketine ez ne zêde agahdar im. Ji ber vê ezê nikaribim baş rewşa wêjeyê li wêderê binirxînim. Tiştê min xemgîn dike ku heta niha serdestiya zimanê erebî li van derûdoran desthilatdare û zêde li nivîsandina bi kurdî xwedî dernakevin. Baweriya min ew e, ku pêdiviya hemû wêjekarên rojavayê Kurdistanê bi wê yekê heye ku li xwe vegerin, kumên xwe deynin ber xwe û bifikirin. Eger em tiştekî ji zimanê xwe re û ji wêjeya xwe re nekin, wê kî bike?. Nivîsandina bi erebî tiştekî li wêjeya kurdî zêde nake. Wisa jî wêjekarên ereb ne bi hewceyî me ne ku em bên û wêjeya wan ji wan re lipêşxînin. Ez doza wê yekê nakim ku dev ji nivîsandina bi erebî berdin, na. Ew jî dikare hebe, lê berî her tiştî divê em li xwe, li rastiya xwe, li zimanê dayika xwe, vegerin û pê binîvisînin.

– Di civata nivîskarên Rojavayê Kurdistanê de dengê gilî û gazinan bilind e. Ji bo nivîskarekî, tu gazinan çawa dibînî?

Her çendî nivîskar di gelek gazinên xwe de mafdar bin, lê dîsa jî ez vê diyardeyê baş nabînim. Ji ber ku gazin tenê demwindakirine. Tu yê gazinan ji kê bikî?. Ne dewlet heye. Ne saziyên wêjeyî yên xwedî imkan hene. Ne statuyeke siyasî ya rewa heye. Tenê berxwedana ji bo mana li jiyanê li wê navê heye. Welatek dema şer lê hebe, kuştin hebe, dengê çekan lê bilind be, wê dengê gazinên nivîskaran neyên bihîstin. Li şûna gilî û gazinan kar divê û li şûna mijûlbûna bi bazdana li pey rewrewkan afirandin divê.

– Ji romalkirina nûçeyên sîyasî û bûyeran biwêdetir, ragihandina kurdî di milê wêjeyê de xwe gihandiye ku derê, xebateke çawa pêşkêş dike?

Aliyê wêjeyî ji ragihandina kurdî bi giştî nayê veqetandin. Nakokiyên siyasî yên di navbera aliyan de siya xwe davêjin ser karê wêjeyî jî. Ez dikarim ji ezmûneya xwe ya dirêj di vî warî de mînakekê bidim. Ji sala 2000 î ve ku ji welêt derketime min dest bi amadekirin û pêşkêşkirina bernameyeke wêjeyî kir. Destpêkê di MadyaTV de, dû re RojTV û niha jî RonahîTV. Di van hijde salan de, ji bilî pirtûkan û mijarên çandî û wêjeyî behsa tiştekî nebûye. Lê tev wilo jî, hinek ji nivîskarên kurd, ji ber hesabên siyasî, nedihatin beşdarî vê bernama wêjeyî nedibûn, da ku bi kurdî behsa pirtûkên xwe  bikin. Ya balkêş ew bû, heman nivîskarên kurd dema TRTa kurdî vebû bi kêfxweşî diçûn bernameyên wan yên wêjeyî.

Ji viyalî de, li gor şopandina min, di ragihandina kurdî de derfeteke pir mezin ji wêjekaran re vekiriye. Her nivîskarek jî bi dehên caran dibe mêvanê van alavên ragihandinê û behsa xwe û berhemên xwe dike. Ev bernameyên wêjeyî ku hene derfeteke baş in ji bo hevnaskirina wêjekarên kurd û wisa jî ji bo danasîna berhemên wêjeya kurdî. Herweha rê yeke baş e ji bo jiholêrakirina sînorên ku siyasetê û zaravayan di nav kurdan de çêkirine.

Li Welatekî Derhişîn Pêxamberekî Melankolîk: Silêman

Ferzan Şêr

Destpêk

Carina bi hemû hêmanên xwe deqeke wêjeyî tu tişt nabêjin ji xwînerên xwe re, carinan jî bes lehengek, bes mekanek gelek tiştan dikarin vebibêjin ji xwîneran re. Di berhama Sobartoyê de em ê bibînin ku di ser Silêman re em ê têgehên mîna alegorî, quest û melankoliyê bixwînin. Di bin vê sîwan û peywendê de ez ê hewl bidim, têgehên mîtolojîk û dîrokî yên li pey vekolîna tevnsaziya romanê, bi kirdebûniya avakar a Silêmanê serekleheng û Belqîsa hezkira wê ve bê nirxandin, ev nirxandina psîkanalîtîkî a li ser kirdeyê jî di bin banê melankoliya psîkopatolojîk, ya şexsî û cemawerî de bi hev bên girêdan û pêşkêşkirin.

Sobarto

Sobarto yekemîn romana Helîm Yûsiv e. Sobarto ji epîgrifa ewil tê fahmkirin ku, di navbera salên 721-710 berî zayînê, navê welatekî di bin serweriya Asûriyan de ye, yanê navê erdnîgariya Kurdistana neha ye. Lowma bi pêşdaraz û pêşbîniyekê re rê li ber xwendinên alegorîk vedike. Ne bi tenê erdnîgarî û welat perçeyeke wê saziya alegorîk in ango navê arkaîk (û anakronik) ên lehengên romanê lê dijîn e, di heman demê de wekî kirde Silêman û wekî obje jî Belqîs bi laşên xwe tevî wê tevnsaziyê dibin.

               Berî xwendin û hûrbûnên li ser hûrguliyên Sobartoyê, pêşkêkirina kurtasiya wê dê hêmayeke giştî di serê me de çêbike, ji ber ku rêveçûna wê ya li ser hêmayên fantastîk/surreal carina şopandina wê zehmet dikin. Bi giştî serekmijara xuyakirî ya Sobarto, çîroka pevgihaneke şikestî ye, serpêhatiye pev(ne)gihana Silêman û Belqîs tê vegotin. Di navbera her du evîndaran (her çiqas em ji evîndariya Belqîs bo Silêman bi guman bin jî) bo pevgihana wan astengiyên cur be cur diqewîminin; qedexeya partiya siyasî li ser wan e, diya Belqîs dixwaze wê bi yekê dewlemend re bi mahr(mêr) bike, diya wê Sobartoyîyan kêm û biçûk dibîne, Belqîs sîng û berê xwe ji herkesî re vedike. Lowma di vê tabloyê de, negengaziya pevgihanê bo objeya arezûyê dertê holê. Bi ser de gelek çîrokên di navbera vê çîroka mezin de hatine lêkirin jî hene, di van çîrokan de bi serpêhatiya jiyana Silêman re anatomiya jiyana seksewuel a civakê tê dîtin; zoofilî (seksa bi heywanan re), homseksuwelî, însest-navmalî (bi xatiyê re), fetîşîzm, jîgolotî hwd. Dîsa çîrokine li derdorê lehenga Pîra Felekê digere; Pîra Felekê lehengekî xwedan hêzên fantastîk e, xwedan hêzên zanînê ye, xwediyê epîstemiyê ye. Xewnerojeka Silêman a “jineke spî… lingan hildide… û ji nav herdu ranên ji hev dûr çûyî petrol diherike”, leitmotîfa berhemê ye. Mîna Pîra Felekê hêmayeke fantastîk li ser Pepû tê avakirin, postevaniya di navbera Silêman û Belqîs de dike, car bi car jî vediguhere (metamorfoz) dibe zarokek. Ger em alegoriya di navbera Silêman û Belqîs bifikrin ew jî wekî pirek e di navbera kirde û objeyê de ye. Afsaneh Najmabadi di berhema xwe ya bi navê “Sevgili ve Ana Olarak Erotik Vatan: Sevmek, Sahiplenmek, Korumak [Wetan Wekî Dê û Yar: Hezkirin, Xwedîderketin û Parastin]” diyar dike ku “têgeha herî qewî jî ya di navbera mêrbûna neteweyê û jinbûna wetanê de namûs [e]” (131). Em her û her vê arezûya Silêman a bo bidestxistina Belqîsê li derdora “binamûskirina Belqîsê”, yanî ji bo ku Belqîs bibe “namûsa wî” dixwînin.

               Sobarto di nimandina Silêman de xwe saz dike, bedenek e xwe di wî bi rih û can dike; yanî çîroka şexsî ya Silêman vegotina çarenûsa Sobartoyê (Kurdistan) bi xwe ye. Vegotin ji heft beşan pêktê, wênandina her yek ji wan, bi wênegiriya ji çavê vebêjer wênandina welat bi xwe ye. Mîna ku di sernivîsên beşan de dibêje: “Deriyê yekemîn: Welatê serseriyan, welatê leqeban, navên çewt û axa hetîketiyê”, “Deriyê duyemîn: Welatê ku ji bilî lawir û xayînan tu kes nikare lê bijî” hwd. heft deriyên bi vî rengî. Me go xala sereke ya mijarê wateya xwe li ser bedena Silêman diafirîne, lê esil du xetên ji hev cuda, ber bi hev û ji hev dûr hev du temam dikin. Xeta ewil bi navê Sobarto destpê dike, bi hebûna (ontolojîk) Silêman didome, vediguhere kerxaneyeke mezin a bi navê Kurdistan, yanê xeta alegorîk e; xeta duyemîn jî li ser navê Silêman e ku Silêman ji navê şah-pêxamberê kurê Dawid e, xeteke watedar ya arkaîk-mîtîk e. Bavê Silêmanê şah-pêxember Dawid wekî bavê sereklehengê me Dawid, hezkiriya wê şahbanûya Sebeyê wekî Belqîs, û Pepûya ku tê riwayetkirin pepûyek di dîroka olî-mîtolojîk de wekî pepûya di navbera Silêmanê şah-pêxember û Belqîsa şahbanûya Sebeyê de dixebitî jî wekî pepûyeke xwediyê hêzên fantastîk cihên xwe yên anakronîk girtine. Di vê anakroniyê de Silêman, Belqîs û Pepû heta hêzên Silêmanê şah-pêxamber ku serwerê ba, heywanan bû bi riya gûstîlkekê xwe di çîrokê de dihewînin, lê Dawid wekî bav bi tenê navê xwe heye, bi rastî bi tenê Navê Bav heye. Mînak tê gotin “Silêman lawê Daw(id)ê dîn bûye” (13), hemdengiya di navber Daw û Dawid de balkêş e. Her wekî din dema Sîlva ji Silêman heml dibe, wekî bingeha hebûna xwe Silêman nefreta xwe ya ji bavê xwe diyar dike. Bi kurtî em pê dihesin ku zagona bavî ya Lacanian, yek ji serêşiya Silêman e.

               Serdema Sobartoyê û qonaxa hikimdariya Silêmanşah-pêxamber kêmzêde heman dem in. Li gor anakroniya vê hembûyînê, laşê Silêman jî wekî hilgira vê barê dîrokê, her du demên dîrokî bi bîra me dixe, vê yekê jî eşkere dike. Piştî demek dirêj ku Silêman û Belqîs hev nedîtine, ber bi dawiya romanê ve, Silêman di xweşhaleke evînî de wiha dibêje: “Ew kî dibêje, agir ez neşewitandime, li çavên min binêre, rojê biqasî salekê digrîn. Tu zarok bûyî û ev duwazde sedsal e ku min tu hilgirtiyî” (174). Bi vê gotinê re em ji “duwazde sedsal”ê wê dema ku di navbera Sobarto û Kurdistana me ye neha de borî ye fahm dikin, ji agirê ku tê qalkirin jî Amûdê tê bîra min. Lewra bi wê dema duwazde sedsalî re Silêman laşê xwe dike siya Kurdistanê ku her pê re bûye û mîratgirê wê ye. Lê belê ên mîratgirî û berpirsiyariya barê welatekî, şahidiya wê, dîrok û şewatên çarenûsa vî welatî bi hêvîşikestinên Silêman re (bidestnexistina Belqîsê) dike ku Silêman bikeve derûniyeke melankolîk. Nexwe em ji xwe bipirsîn bi rastî jî Silêman melankolîk e?

               Li gor Freud “taybetmendiyên diyarker a melankoliyê, rewşeke bed[bûn]bînî ya kûr, qûtbûna eleqeya bi dinyayê re, berzebûna feraseta hezkirinê, astengiya çalakiyan û kêmbûyîna rewşa rêzgirtina li xwe ye ku bi awaya bendewariya xwecezakirineke pêşrewî, xweşermezarkirinê û xwereşkirinê bidawî dibe.” Ev pênaseye Freud çarçoveyeke melankoliyê li ber me radixe, nexwe em dikarin li gor vê nexşerêyê vegerin amûra xwe ya sereke. Destpêka roman Sobartoyê wiha ye:

Di wê kêlîkê de, di hundirê wî de, her tişt li nav hev ket. Êşên tozgirtî yên sedên salan, kezebşewitandina windabûnê û ya nexweşiyên bê derman ên ku ew dabûn ber pêlên xwe. Di dema windabûyî de xwe bi qirşikê jiyanê digirt da ku dîsa di xelekek vala û kambax de nezîvire. Pişta xwe dabû dîwarê êşa kevnar, nema dikaribû xwe li ber dubarekirina wê xewnê bigirta Mîna derziyan wêneyên xewnê di çavên wî de diçikiyan, ew xewn bi xwe ye. (Jineke spî.. lingan hildide.. û ji nav herdu ranên ji hev dûr çûyî petrol diherike.) 13

Paragrafa ewil a soxî wek minyatura berhemê ye. Têkiliyên civakî wekî superego, Silêman wekî Ez (Ego) û Belqîs jî wekî objeya arezûyê sê seriyên vî deqî ne. “Êşên tozgirtî yên sedên salan” wekî kurdek behsa kirdeyeke dîrokî ya di navbera rûpelên dîrokî de wenda bûye/nehatiyexwendin/nayê-xwendin temsîl dike, û dema bi serde jî ev xewn wateya xwe li ser bedena jinekê ava dike, objekirina wê jinê (axê) jî dibe encama melankoliya civakî (hevpar, kolektîv). Civakî ye lewra hemû kodên têkçûnên civakî ên di derhişa civakê de hatine çandin bi xwe re tîne, bi bîr tîne, şopa wan dihundirîne. Ev têkçûn û şopên wan bi amûrên psîkanalîzê hêj nehatine “temartin”. Împaratoriya Medan di dîroka kurdan qonaxa herî bilind û ronahî ya serwerî û xwe-birêverîna kurdan bû, lewra çîroka wê hilweşindinê tevlî hêmanên xwe yên mîtolojîk bo me pêşmînakên (arkaik) leîtmotîfa “jina ku ji nav herdu ranên ji hev dûr çûyî petrol diherike” pêşkêş dikin. Li gor tê qalkirin, şahînşahê Medan Astyages (b.z.585-550) di xewna xwe de dibîne ku ji ji nav quzê keça wî darek şîn dibe, mezin dibe hemû welatê medan dipêçe. Şahînşah vê xewnê ji kahînan re vedike. Li gor kahînan dê faris welatên medan bi dest bixin û dawî li serweriya wan bînin. Astyages ji vê yekê hêrs dibe û li ser eksê, keça xwe dide farisekî hejar. Roj tê zarokek bi navê Kîros ji vê zewacê çêdibe li ber kalikê xwe radibe, împeratoriya Medê hildiweşîne. Di vê vegotinê de motîfa herî girîng “keça ku ji quzê wê dar dertê” ye. Helîm Yûsiv di berhemên xwe de van xalên dîrokî û mîtolojîk gelek bikartîne û di vegotina Sobartoyê de vê motîfê, bi xezîneya herî mezin a serdema me, bi petrolê ji nû ve nivîsandiye. Kurdistan bi peymana “Qesr-i Şîrîn” dibe du perçe, li pey wê bi peymana “Yekemîn Şerê Dabeşkirinê (Cîhanê)” re jî dibe çar perçe. Di vê perçebûnê de yek ji xala girîn ya dabeşbûnê jî petrol bi xwe ye. Di deqên Helîm Yûsiv de dijî vê helwest û bûyerên kolonyalîst hêmanên xurt hene, ev jî yek ji wan e. Her wiha di berhema xwe ya bi navê Tirsa Bêdiran de, serekleheng Mûsa mamosteya dîrokê ye, her û her wekî xewnerojk Sir Mark Sykesê di peymana Sykes-Picotî de dibîne û dikeve pey zeftkirina wî. Hûrguliyeke din a girîng jî taybetmendiyên kirdeyê me Silêman e; Silêman pişta xwe dide “dîwarê êşeke kevnar”, di “demeke windabûyî” dijî, û “duwazde sedsal” e bendewar e, kirdeyeke saznebûyî ye. Li hemberî vê kirdeya tamnebûyî ango saznebûyî, bi axa xwe ya esil (welat) û bi petrolê xwe jî bedenek bi xwîn û can Belqîs heye. Esil temsîla alegorîk a Kurdistanê, wekî organîk û erdnîgarî (wetaniye) bedena Belqîs bi xwe ye, lowma jî em bêtirî bala xwe didin Belqîs. Belqîs mê ye. Dema mirov li welatan dinêre têgeha welat bi xwe jî jin e, mê ye. Piranî welat wekî dayikê mirov têne dîtin. Di strana “Kurdistan Bûka Cîhan e” em dibînin ku Kurdistan hem bi spîbûna xwe hem ji bi qîzbûna xwe bi bûkaniyê hatiye şayesandin. Her wekî vê, di zimannasiyê de Kurdistan bi qertafa zayenda mê tê tewandin, ne şaş bim jî piraniya welatan wiha tên tewandin. Di berhema xwe ya qalkirî de Afsaneh Najmabadi diyar dike ku “neteweyên modern, piranî bi metefora malbatê tên sêwirandin” (129). Di vê sêwirandinê de li gor jêdera wê ya ji pirtûka Nationalism and Sexualities rabêja neteweperwer, welat wekî bedena jinan, netew jî wekî yekeya ji mêran pêkhatî dide pênasekirin (veguhastin Najmabadi 129). Em ê di pêş de jî bibînin ku Silêman “temsîla neteweya kurdan” e; Belqîs, yanî ew “jina spî ku lingan hildide, ji nav lingên wê petrol diherike” jî temsîla “welatê (wetan)” bi xwe ye. Di vê xwendinê de em dibînin ku her carê dubare dibe ku filan alegoriya Kurdistanê ye, li vir zelaltir dibe û ji hev cudatir dibe ku temsîla neteweyê Silêman a welat jî Belqîs e û her wekî her du jî perçeyeke Kurdistanê ne. Têkiliya di navbera her duyan de têkiliyeke balkêş e, lewra welat her wekî xwe bimîne jî dema bi niştecihên xwe ve bê rêverîn û îdarekirin encax têkiliyeke normal dikare di navbera van herdu hêmayan de pêkbê (netew û wetan). Di dawiya pêvajoya ku kirde jana avabûnê/sazbûnê dikşîne, Belqîs bi şanenavên mîna Qarlîça Belqîs, qralîça xweşiyê dikeve kerxaneyê; ew axa destpênebûyî (bûk) dibe cotgeha her kesî, ku gîsna xwe li zeviya wê dixin. “Zagonên kevn yên koxê [koxa Pîra Felek, kerxane] bûbûn zagonên welêt. Koxa kevn bûbû dergeh ji welêt re û bi xêzeke qalind ‘Sobarto’ li ser derî hatibû nivîsandin û berî gihiştina koxê, li ser rê ev peyv hatibû nivîsanfin, ‘Vir Sobarto ye.. hûn li ser çavan re hatin’” (Yûsiv 197). Di vê sêwirandinê de Kurdistan dibe kerxaneyeke mezin ku her kes lê dibe xerîdar. Ev yek êdî ewqas jî eşkereye ku ji metaforiyê derketiye, tabeyala vala hatiye dagirtin; raste rast wî kirasê veşartin û raza di metafor û alegoriyê de ji ser xwe davêje êdî. Li ser deriyê kerxaneyê Sobarto hatiye nivîsandin û ên ku tên jî bi “xêrhatinî” tên. Cihekî wiha ye ku nexşeya avahisaziyê ji hêla nêçîrvanên petrolê ve hatiye kirin, lê nobedarê deriyê desthilatên herêmê ne. Ev jî me digihîne şîreteke Žižék. Slavoj Žižék di nivîsa xwe ya bi navê “Melankolî ve Edim [Melankolî û Kiryarî]” de “dema komên etnîk dikevin pêvajoya modernbûna kapîtalîstî û meşruiyetên wan ên xweser ji hêla çanda nû ya gerdûnî ve di bin metirsiya tunekirinê de ma divê kevneşopiyên xwe bi şîngirtinê re nedin aliyekî û girêdanên xwe yên melankolî û kokên xwe yên wendayî biparêzin” (133). Ev şîret ji ber ku sedem û semptomên serêşiya Silêman li ber çavê me radixe girîng e. Lewra him behsa şîngirtinên kolevtîf ên ji sedema windakirinên kevneşopiyê pêktê, dike, him jî giringiya melankoliyê bo hêza windanekirinê vedibêje. Diyar dike ku divê mirov zû bi zû tiştên windabûyî wek di pêvajoya şîngirtinê de tê temartin, bin-ax-ne-ke.

               Her wekî din em dikarin vê veguherîna ji darê (darê di metafora xewna Astyagas de) ber bi petrolê ve wek nîşaneya “çanda nû ya gerdûnî” bixwînin. Ew petrol bixwe ye ku devên bigirês, li ber wê “jina spî” dev davêjinê û ji bo parastina “milkê” komîserên herêmê, wergêrên herêmî wekî pêdiviya yekemîn ya mêtingeran xwe nîşan dide. Di romanên û ramanên Rojavayî (ya spî û mêtinger) de dema axên mîna Efrîkayê, Emerîka Latinî hwd dagir dikin ji ber ku zimanê wan nizanin hevkariyan bi gelên herêmî re dikin. Dûre dema karên xwe yên li wir dixin nav sazûmaneke birêkûpêk û çalak jî dîsa deskeftiyên xwe, mêtiniyên xwe bi riya wan hevkarên “asîmîlebûyî” re bi rê ve dibin. Ev dem heya ku bi raperînên hundirîn ên wan gelan wekî kolonyalîzm e, piştî hilweşindan sazûmana dagirkerî û bidestxistina rêveberiyê bi destê gelan jî serdema postkolonyal dest pê dike. Ji ber ku ew kesên ku nobedariya deriyê Sobarto dikin kesên ji wê axê ne ev wekî dema siyasî, serdema kolonyalîzmê destnîşan dike.

               Dema me vegerin çîroka takekesî ya Silêman, em ê bibînin ku dûrî vê mijara mîratgirî û dîrokî jî hin wateyên jêdetir hene. Berî her tiştî Silêman ji komkujiyeke mezin bi saxî filitiye, bi awakî din em bibêjin jiyaneke “zêde/bermayî” dijî. Di sala 1960an de ji bo piştgiriya Cezayirê li sînemaya Amûdê 400 zarokên kurd tên komkirin, 283ê ji van zarokan ji hêla rejîma beesî ve di vê mekana bo mirinê sazkirî de tên şewitandin. Ev bûyer ji bo raperîn û berxwedana li dijî êşên kurdan bûye çirayek. Di gotara qalkirî de bo kirdeya melankolîk wiha dibêje Freud “bi têsîra têrbûna narsîstî ya ku ji saxmayînê peyde kiriye razî dibe ku xwe ji objeya berze [wendkirî] vebiqetîne” û vê yekê jî wekî sedema şerê li dijî şînê bikartîne. “Saxmayîn” di vê ferhenga Freud de di heman demê de ji bo wan kesê ku ji nasên xwe bûne, tê wê mahneyê ku ew li jiyanê mane û kirasê berzebûnê li nasên xwe kirine, bi kurtî dora xwe ya mirinê ji ser xwe avêtine. Silêman ji mirinê filitî, divê di serî de bimiriya lê wekî kirdeyek bi şênberî sax maye. Lê a ku Frued qal dike, ji vê şênberiyê bêtir, saxmayîneke li ser wendakirina/berzekirina objeya xwe rûniştiye. Ev her du rewşên di hundirê derûniya mirov de tim şerê hev dikin, rê li ber wê “têrbûna narsîstik” digrin, yanî rewşeke ambivalans pêktînin. Ev yek jî yek ji taybetmendiyê dîtir ên melankoliyê ye.

               Yek ji taybetmendiyên melankoliyê jî “hêvîşikestin” e. Li gor Freud “di raboriyê de objeyek hatiye bijartin, lîbîdo bi mirovekî taybet ve hatiye girêdan. Peyre, ji hêla vê kesê/a hezkir ve redkirin û hêvîşikestina bi wî/ê re bûye sedema şikestina têkiliyên objeyan”. Di berdewama vê de li gor Freud divê ev têkiliya objeyî ji nû ve li ser objeyeke din bê avakirin ku lîbîdo wek pêvajoyê şînê karibe bê belavkirin. Lê belê di vê rewşê de lîbîdoya serbest nehatiye lêkirin, ber bi hundirê Egoyê ve hatiye kişandin, hundirandin. Bi vê qewmînê re wek taybetmendiyên melankoliya li jor tê qalkirin di Egoyê de rû dide. Em ji têkiliya di navbera Silêman û Belqîs te ji sedî sed ne bawerin, lewra ew sînora ku di navbera rastî û xeyalî de ye di vê vegotinê de ji holê rabûye, sînor şîlo bûye. Ev têkiliya ku em jê nebawerin (û wekî ku hebe bi me dide qebulkirin, belkî heye jî) ji hêla partiya Silêman ve tê darizandin. Ev “gemarî” ji bo partiya siyasî mijara “şeref” û “namûsê” ye. “Yabo mesele mezin e, kwîr e, dijminên partiyê ne razayîne û ne jî hêka diqelînin, kanî exlaqê proletarî kanî?” (Yûsiv 73) tê gotin ji derdora giregirên partiyê ve û li gor diyarkirina nûnerê partiyê ve sê celeb hezkirinê hene: “henekpêkirin, ya rast (ya proleterî) û tawanbarî” (h.r). A Silêman celeba sêyemîn e, yanî tawanbarî ye. Li gor nûnerê partiyê di navbera wan cudahiya “qatê” (ya çînê) heye û li gor gotina wan Belqîs hîn zarok e (Belqîs du sal ji Silêman biçûktir e). Li hemberê vê angaşta nûnerê partiyê, Dînoyê hevalê Silêman bi mafdarî dipirse “qîza berpirsê partiya we bi du salan ji Belqîs piçûktir bû çima ew da pismamê wê?” (h.r). Retorîka klîşeyî ên mîna exlaqa partiyê filan tê rêzkirin, dûre hêvîşikestina yekemîn a Silêman rû dide. Di navbera wî û Belqîs de dîwarên siyasî hatine lêkirin. Li pey vê bûyerê dê Silêman bajarê xwe biterikîne, biçe xwe li xwendina zankoyê girêbide. Bîra wî tim li ser Belqîs e. Bi kîjan jinê re têkilî deyne tim di bîra wî de Belqîs bicîkîrî ye. Selma yek ji van qîzan e. Selma ji bo ku astengiyeke mîna Belqîs ji ber wê rabe û xwe bighîne Silêman, zewaca Belqîs û birayê xwe Savar li ser diya Belqîsê re saz dike. Savar xwediyê fallusê ye, keçel û dewlemend e. Ji ber vê sedema fallîk diya Belqîsê, her çiqas Savar temenmezin be jî qîza xwe didê. Ev hêvişikestina duyemîn e bo Silêman. Dîwara ku di navbera wan de hatibû lêkirin dibe duqatî. Peyre, Belqîs ji Savar vediqete tê mala xwe, bi pepû re xeberê dişîne Silêman. Êdî li mala bavê xwe ye. Li gor vegûhastina wê her tişt derî vîna wê qewimîne. Esil ji Silêman hezkiriye, lê çerxa felekê nexêr rê li ber girtiye. Rebeno Silêman, ji ber xêvikî helbet wê baweriya xwe pê bîne, lewra evîndariya wê ya pê, di ser têkiliya objeyî de dimeşe, bibe nebe wê meyla wî li ser baweriyê be, pê bixape. Di wê heyaman de gelek hevdîtinên telefonê pêktînin. Silêman wê rewşa di navbera wan de wiha dide zanîn: “Ji zarokekî bi diya xwe ve girêdayî bêtir ez bi telefonê ve hatibûm girêdan” (160). Em vê yekê karin wekî fetîşîzmekê bixwînin, telefon şûngira objeya arezûyê ye, diyaloga dengî nîşenaye kemilandinekê ye, yanî ji imaj û empatiya dayikê ber bi sazûmana bavî, yanî ya simgeyî, ya zimanê dibe. Baş derbas bûye nebûye, em vê yekê dikarin di nîşaneyên dîtir de şîrove dikin, lê eşkere ye ku di wê neqeba kamilbûnê de digevize. Dema mirov bêtirî xwe bide ser hêmanên vê hevokê “dayik” dema dikeva nav hevokê di navbera diyaloga wan de, û pê re behsa girêdanê dike dibêje “bêtir”, êdî em fahm dikin Belqîs, Welat û Dayik sê nîşaneyên girêka Odîpê ne. Silêman her şev diçe mala Belqîsê ku navê “neqeba evînê” lê kirine, bi bedena wê ya “spî” –wek her kesên reş Silêman jî arezûya ya spî dike- re şa dibe. Rojên şabûnê, zû derbas dibin, têrbûna lîbîdoya Silêman nîvco dimîne ango hêviya wî cardin dişikê. Belqîs rojekê jê daxwaz dike ku bibe xwediyê “dîplomayê”, debara jiyana xwe bike û vê daxwaza xwe jî wekî şerta mezin a pêşeroja hezkirinên xwe diyar dike. Silêman cardin vedigere zankoyê lê belê Belqîs nameyên xwe bi navê Qralîça Belqîs dişîne jê re. Ji çend name pê ve wê êdî ji Silêman re bibêje ku “jê heznake.” Qralîça Belqîs bûye zeviyê kerxaneyê. Ev hêvişikestina dawî ya Silêman e. Pîra Felekê xwediyê kerxaneyê ye, dibe dijmina sereke ya Silêman, lewra pê re dikeve nav şerekî fantastîk. Di berhema xwe ya navborî de “melankolî herî dawî dema ku em objeya arezûyê bidestbixin lê belê ew jî hêviya me bişkênê dertê holê” (139) dibêje Žižék. A soxî hêj di yekemîn hêvîşikestina wî de, bêhêvîbûna xwe bi me dide hestkirin; “Ey Belqîs, qîza xewnên giran! Emê çawa li welatekî ku hesin lê tê qulkirin [qesta wî, masturbasyona Hovo ya bi bîlyeyan e], hez bikin?” (Yûsiv 62). Belqîs tu carî nebûye, tu carî nehatiye bidestxistin. Melankoliya jidil jî di vê de ye. Tim “wek ku hebe” tevgeriyaye. Ger em guh bidin Žižék wê van tiştan bêje ji me re: “Ji ber ku em qet nikarin tiştê ku ne-xwediyê wan in wenda bikin, melankolîk, hingofiya xwe ya bê şert û merc a li ser vê objeya wenda, dikare bibe celebekê xwediyê wê” (135). Silêmanê ku qet nebûye xwediyê Belqîs, qet ew bi dest nexistiye, lê “bê şert û merc” girêdayiyê wê bûye. Belqîs hemû tiştên ku ji Silêman re bi evîndariyê gotine, ji her kesî gotiye, zewiciye lê xinizî bi mêrê xwe jî kiriye, a dawî jî bûye “qralîça kerxaneyê”.

               Di romana Sobartoyê de wek ku şanoyekî dukesî be, li ser dikê vegotinê Belqîs û Silêman hene lê em dizanin ku tiştê ku romanan dike roman xurtbûna şêweya hêmanên alîkar ên romanê ne. Di Sobartoyê de ên mayîn bi rastî jî perçeyê wê dekorê ne, lê wateyên wan ên girîng hene. Em dizanin ku her tiştê li ser dikê di zimanê şanoyê de ne, xwedî hin wateyan taybet in, tu tişt belaheq li ser dikê nabe. Her karakterên di romanê de, her kesên tê de, têkilî û hêmayên jiyanê giş (arke)tîpên di derhişîna civakî de hatine kodkirin. Çawa ku civaka Sobartoyî wekî kirdeyekî dîrokî nehatibe sazkirin, tevî “wendayî û têkçûyînên xwe” melankoliyeke civakî derxistibe holê, mîna wê di heman civakê de wek lehengên derhişîn jî derketine holê. Pîra Felekêî wekî jineke fantastîk, her ku diçe ciwan dibe (tam ne wek wî be jî mîna ye Benjamin Button), tu tiştê ku ew nizanibe û jê neagahdar be nîne, tiştên derasayî dike; mînak ji piya mîz dike. Bi awakî metaforîk şûngira dayika neçê, memika neçê û her wekî din sazûman ku bi goştê lawikê xwe dijî temsîl dike. Di destpêka romanê de, dema Silêman xewnerojkên ewilîn dibîne (belkî jî dawiya kronolojiya çîroka wî ye), û her kes dibêje “Silêman lawê Dawê dîn bûye” (Yûsiv 13), ew kesa li ber serê wî Pîra Felekê bi xwe ye. “Erê lawo, tenê hezkirin piştê dişkîne” (17) dibêje. Lê ev gotinên Pîra Felekê, Belqîs li wî venagerîne. Li hemberî qefeskirin û pêşkêşkirina Belqîs, Silêman jî şerê Pîra Felekê bi hêza Silêmanê pêxember ku hikma heywan û bayê dikir, dide destpêkirin. Pîra Felekê ew paşguh kiriye, pûte pê nedaye. Wekî dayika ku lawê xwe ji memikê qut kiribe. Ev ne bes in, lawikê ku objeya şûngir ji dêvla dayikê bi cî dike û bi wê objeya şûngir re têkiliyeke (ne)asayî ava dike jî bi destê Pîra Felekê tê astengkirin. Belqîs li koxa/kerxaneya Pîra Felekê ye, yanî êdî Belqîs objeya negihêj e. Rêveçûna vegotinê, nexşerêya Silêman bi xwe ye. Silêmanê bi derûniyeke melankolîk vê rêwitiyê dike. Di yekem paragrafa ku Silêman bi bi nîşaneyên deliryûmê, dixwaze petrol li Sobartoyê bike bişewitîne û di wê kêliyan de ji bo Belqîs jî dibêje “ez kuçik im û tu axurê min î” (13). Cihê ku kuçik dixwaze biçe, sînga Belqîs, koxa Pîra Felekê û bi sernavê Sobarto kerxane ye, belkî em dikarin bi awakî daxwaze veşartî a vegera malzarokê jî li vê yekê zêde bikin. Bülent Somay di gotara xwe ya bi navê “Freudo Baggins’in Mordor Yolculuğu [Rêwitiya Mordorê ya Freudo Baggins]” de têgeha quest bikartîne, li gor wê têgehê ev rêwitî wekî questek jî kare bê xwendin. Somay vê têgehê wekî paralêla ajokên mirinê dide xwendin – ev yek di Silêman de wekî melankoliyê rû dide. Li gor Somay ev rêwitî “hewlekek e ji bo rewşa berî zayînê, yanî nava malzaroka (bi kurtî mirin) ku haybûn û hişmendî tê de nîne” (109). Eugenio Borgna di berhema xwe ya bi navê Melankoli de diyar dike ku “rabêja melankoliyê […] bi mijarên dilfikarî û bêhêvîbûnê, bi beden û bêdengiya bedenê, bi peyv û bêpeyvbûnê, bi dem û mekanê, bi mirin û mirînê, bi hebûn û nebûma Xwedê re” eleqedar e (137). Di vir de piçkeya mirinê balkêş e, li gor Borgna him bi mirina pêkan (gengaz) re û bi ya ne pêkan (negengaz) re pêwendîdar e. Bi kurtî melankoliya psîkopatoljik bi awakî şênber jî dixwaze xwe bikuje, him jî carinan wekî “asmayîşeyeke ku nikare xwe bigihijînê jî” dikare bê dîtin. Ev çûna ber bi Belqîs û mirinê de wekî nîşaneya vê mirina negengaz jî dertê holê.

Encam

               Helîm Yûsiv di berhemên xwe de bi taybetî rêbaza realîzma efsûnî bikartîne, bi hêmayên surreal vegotina erdnigariya Kurdistanê dike navenda berhemên xwe. Li vê erdnîgariyê hemû saziyên “bav(salar)î” tak û takekesan tune dikin. Hemû nasvnavên mîna nijad, ol, ziman û reng bi lêkerên tepisandin, dewisandin û çewisandinê tên tewandin, li vê erdnîgariya tewandî hem bîra hevpar him jî derhişê takekesan dibe welatê deravêtiyan. Jiyan di bin siyeke rateqîniyeke dîtir de ye, rastiya bi navê heqîqet ne li kar, hatiye hilkirin. Ev rastî jî encax bi hêmayên ji wê rastiyê dîtir, derveyî wê rastiyê, bi afrindina karakrterên surreal tê derbaskirin, bi rastî jî ev hewl wek temayên giştî ên Helîm Yûsiv di cîhana zîndewaran de hebûna miriyan bi me dide tahmkirin. Mirî zîndewaran kêm û biçûk dibînin, ji ber ku mirî jiyana binê erdê dîtine, tecrûbeya cîhana miriyan kirine. Dema mirov ji vê derê lê binêre, hêmanên psîkanalîtîkî di cîhana edebî ya Helîm yûsiv de dewlenmend in, xwendinên psîkanalîtîkî zorê nadin mirov. Romana Sobartoyê , bêguman ji gelek hêlan ve ji gelek têgehan ve mirov kare vê metnê ji nêz ve bixwîne. Lê belê di vê gotarê de wateya alegorîk a bi navê Sobartoyê dest pê dikir, bi ji-nûve-nivîsandina fîgurên mîtolojîk û bi xemlên derdora temayên derhişîn re me bala xwe bêtir da ser têgeha melankoliyê, nemaze jî vê têgehê me di ser Silêman re da xwendin. Me melankolî di çarçoveya Freudian de da nasîn, em têgihiştin ku Silêman li gor taybetmendiyên Frued li ber me xistiye melankolîk e, bi ser de negihiştiye objeya xwe, a soxî xwendina me şanî me da ku objeya arezûya ji xwe qet (çê)nebûye. Di ser van re dema mirov mîratgiriya wî ya kêmketî û têkçûyî lê dike, dema mirov hêmanên wî yên dewisandî lê dike, dema mirov têr(ne)bûna wî ya narsîstîk ji ber ku di jiyanê de maye lê zêde bike, porteyeke tevlîhev, di hundirê derûniyê de ne li hev û melankolîk dertê holê. Ev jî dike ku, em bibêjin ew cihê ku wî alegoriya wê temsîl dike jî di heman demê de nav melankoliyekê de ye. Di nav taybetmendiyên melankoliya psîkopatolojîkî de ê ku di çîroka Silêman de bêtir dertê pêş mirin e. Wekî questek Silêman li pey Belqîs li mirina xwe digere ku ew jî mirina welatekî ye.

Çavkanî

Borgna, Eugenio. Melankoli. Wer. Meryem Mine Çilingiroglu. Çapa 1. Stenbol:

 Yapi Kredi Yayinlari, 2014.

Najmabadi, Afsaneh. “Sevgili ve Ana Olarak Erotik Vatan: Sevmek, Sahiplenmek,                Korumak”. Vatan, Millet, Kadınlar. Amad. Arşegül Altinay. Wer. Tansel                Güney û Elçin Gen. Çapa 4. Stenbol: Weşanên İletişim 2011, 129-65.

Sigmund, Freud. “Yas ve Melankoli”. Wer. R. Uslu û O. E. Berksun. 23yê kanûna pêşîn a 2015an. http://dergiler.ankara.edu.tr/dergiler/21/64/608.pdf

Somay, Bülent. “Freudo Baggins’in Mordor Yolculuğu”. Tarihin Bilinçdışı: Popüler Kültür Üzerine Denemeler. Çapa 2. Stenbol: Weşanên Metis, 2010. 98-119.

Yûsiv, Helîm. Sobarto. Çapa 1. Stenbol: Weşanên Avesta, 1999.

Žižék, Slavoj. “Melankoli ve Edim”. Biri Totalitarizm mi Dedi?. Wer. Halil Nalçaoğlu. Çapa 2.Enqere: Weşanên Epos, 2009. 133-75.

Şiroveyek li ser wergera farisî ya ‘Firrîna bi baskên şikestî’- Ezîz Nêmetî

Têbînî: Ezîz Nêmetî helbestvan, nivîskar û rexnegirê wêjeyê ji herêma Ûrmiyê ye. Wî ev rexne bi zimanê farisî û li ser wergera farisî ya romana ‘Helîm Yûsiv’ a bi navê ‘Firrîna bi baskên şikestî’ ji aliyê ‘Sayîme Xakpûrê’ va ku ew bixwe jî ji vê herêmê ye, nivîsiye. Kerem bikin kurmanciya vê rexneya têr û tijî ji aliyê ‘Berat Qewîendam’, wergêr û lêkolerê ziman û edebiyata kurdî ji Xorasanê bixwînin.

1 – Navê romanê

Ez destpêkê balê dikişînim ser navê Romanê. Dema min li navê Romanê fikirî, ev pirs di mejiyê min da çêbûn: Mirov çawa dikare bi baskine şikestî bifirre? Bi rastî wateya ‘Firrîn’ê di romana Helîm Yûsiv da çî ye? Lê dema ku ez gihîştim dawiya romanê, careke din li navê romanê vegeriyam û gihîştim vê qenaetê ku Helîm Yûsiv bi bijartina navê ‘Firrîna bi baskên şikestî’ dîmeneke îhambar û pirrwate afirandiye, dîmena ku hewcetî bi çend şirove û lêhûrbûnê heye; Şiroveyeke Nêzik û Şiroveyeke Dûr. Şiroveya Nêzik amaje bi şêniyên bajarekî dike ku pirraniya wan an şehîd bûn an dane ser rêkoçeke şehîdane; û Şiroveya Dûr eşaret bi gişt hevzimanên Helîm Yûsiv dike ku yek bi yekê wan pişk û pareke xwe di beşa terkîbiya sembolîk û wênekî ya ‘Firrîna bi baskên şikestî’ da hene.

Nemaze derbarê lehengên romana Helîm Yûsiv û firrîna wan, ev gotina ‘Friedrich Nietzsche‘ hat bîra min ku dibêje: “Kesê ku dixwaze bihêvose ku rojekê bifirre, divê bihêvose ku li ser piyan raweste, bimeşe, bibeze û bazde û bireqise; bêyî derbaskirina van qonaxan, mirov nikare rasterast dest bi firrînê bike.”

Bi vî awayî ez navê romanê yanî ‘Firrînabi baskên şikestî’ di çarçova heman vegotina Nietzsche da dinirxînim. Dema ku ez li kesayetiyên romanê difikirim, giştan wiha kir, destpêkê li ser piyan rawestiyan, piştra bi rê ketin, paşê beziyan û hilbazdan û dawiya dawî firrîn.

2 – Destpêka Romanê

Her romanek bi rêbazeke anku teknîkeke ciyawaz û taybetî xwe destpê dibe. Hinek ji nuqteyekê destpê dibin û di dirêjahiya xêzeke rasterast da digihêjin nukte û têgeha dawiyê. Tevn û pêkhateya hin romanan weke xelekê ye, yanî ji nuqteyekê destpê dibin û di dawî da digihêjin heman nuqteyî. Destpêka hin romanan nişkêvayî ye, wekî teqîna volkanekê bi rûdaneke serhejîner û diltezîn destpê dibin. Ev taybetmendî gişt di romana Firrîn bi baskên şikestî da tên dîtin, lê ez bixwe navekî ji destpêbûna romana Helîm Yûsiv ra datînim: Destpêbûneke wek Aşîtê; aşîta ku berdewam bi ser naveroka romanê û lehengên wê da dihêwire û tê xwarê û wan dike bin xwe; ji aliyekî va nişkêvayî berjêr dibe û ji aliyê din va top û gilorkên wê bi dirêjahiya xêzeke bêdawî didomin û serê axir û lipeyhev li heman rûdana diltezîn a yekem vedigerin. Balkêş e ku xala destpêkê hema bêje ji bo hemî lehengên romanê bi vegereke yeksan û wekhev dixitime, çi ewên ku şehîd dibin û careke din dibin bînerê têkoşîna rêhevalên xwe û çi jî ewên ku zindî dimînin û hevpişkê şehîdbûna şehîdên xwe ne. wek ku Helîm Yûsiv dibêje, “Zindiyan li ber kamerayê qala xwe û miriyên xwe dikirin.” Ev hevok nîşana pêkvegirêdana mirina mirovan û hunera wan e.

Hadiyê fîlmçêker û dostê wî yê senaryonivîs yanî Burhan ji gorên xwe radibin da ku projeya çêkirin û nivîsandina senaryoya fîlmekê amade bikin, ne tenê ji bo Kobanê, lêbelê ji bo pêwendiya digel cîhana hunerê; Lê meger li welatê Helîm Yûsiv, derfeteke hunerê heye ku tenê ji bo hunerê bijî? Huner di vî welatî da bi êş û renc, koçandina bi darê zorê, bexwedana li hemberî destdirêjkerên wekî çeteyên DAIŞê, zîndan û awaretî, derbiderî, bêmalî, revendî û hezar û yek birînên din ên bêderman hatiye dagirtin; birînên ku carina hunerê hanî xwekujiyê didin. Hema wisa ku di destpêka romanê da, nivîskar vê rastiyê bi xwekujiya stranbêjê ji bajarê Hadî û Burhên radixe ber çavan. Mirina wî hunermendî sembola mirina hunerê ye, hunera ku DAIŞî gihîştin her derê, destpêkê ew û sembolên wê rûxandin û ji nav birin. Rabûna ji nav goran ji bo kirina xebateke hunerî ku biryar e serpêhatiya tehl a miletekî bike fîlm û senaryo, nîşaneyeke gellek berbiçav e ku mijara nîşanenasîna ‘Ferdinand de Saussure’ (zimannasê ji Swîsreyê) û ‘Roland Barthes’ (rexnekirê fransî) di warê wêje û hunerê da destnîşan dike; ev rabûna ji gorê ji bo vejiyandina mijarekê di çarçova janreke hunerî da dikare gellek mînakan temsîl bike. Ji wan yek ev e, tiştê ku cavîdan û mayînde dibe huner e, bi gotineke din ewê ku mayînde dibe, ew e ku bi şêwazeke hunermendane canê xwe kiriye goriyê gelê xwe, û ya din eva ku, mirin dawiya her tiştî nîne, dibê qey payîzek e ku bi bihareke di zikê xwe da avis e. Rabûna ji gorê di romana Helîm Yûsiv da, hulistiyan û vejiyana hêvî û mirazên gelekî ye ku baweriya wî bi rasteqîniya xwe, rewabûna mafên xwe û serketina xwe heye.

Destpêbûneke wiha ji bo romanekê ku trajediya herî xembar a cîhanê di nava xwe da dihewîne, destpêbûnek e ku ji heman seretaya gotinê da, xwîneran bi asta herî jor a şiyana romannivîsekî dide hesandin û wiha dike ku ji rêbaza wî ya afirîner û hunermendane ra bibêje, ‘Aferîn’!

3 – Konflîkta romanê

Em Konflîkta anjî milmilaneya romanê ji zimanê vebêja mayînde ya romanê, yanî ji zimanê Cîhanê dibihîzin. Balkêş e heke ez bibêjim ku vê konflîktê zemîneyeke dirêj û dîrokî heye, lê carinan bi şikl û rengekî nû li nava mirovên ku di dirêjahiya dîrokê da bêpar mane, diyar dibe û pirsgirêkan çêdike. Vê carê, wisa ku ‘Cîhan‘ dibêje, ev girêk û konflîkt, anjî ev pirsgirêka kevn a dîrokê bi diyardeyeke bi navê DAIŞê, çend qatan hovtir û tirsnaktir, yaxeya mirovna digire ku tu wextî li ser axa xwe xwediyê mala xwe nebûne û hertim jibo vî mafê xwe yê rewa şer kirine. Diyarbûna DAIŞê û êrîşên wê yên dirrindane beriya her tiştî raserî miletê kurd hat û xwîna wî mît. Di vê navberê da balkêş e ku kurdan nema bejna xwe li hemberî hovîtiya DAIŞê tewandin û ew têk birin. konflîkta sereke ya romanê di qonaxa yekem da hema ev pirsgirêka kevn û dîrokî ye ku aniha bi reng û rûyê DAIŞê, zat û cewherê xwe yê sereke nîşan dide.

Tevî ku li kêleka vê konflîktê, konflîktên normal ên çandî û jiyana kurdî jî tên hilêxistin, wek mînak evîna Rodî û Perwînê, pirsgirêka jenerêl û daxwaza wî ya tolhildanê, pirsgirêka Perîwînê û kabûsên ku ew dibîne, pirsgirêka Salimê kor û mirina jina wî û çend pirsgirêkên din ku hemî di çarçova bûyer û rûdanên ku diqewimin da, dibin destek û alîkar ku Helîm Yûsiv romanê bi başî bikemilîne. Li vir careke din xaleke balkêş heye û ew jî ev e ku konflîkt di asteke berfireh da li nav romanê tê qalkirin, li kêleka konflîktên kesane yên Rodî û Perwîn ku bixwe hewil didin girêkan vekin, her wiha pirsgirêka Salimê kor ku xwe diavêje bextê Kekê da ku çareyekê ji bo pirsgirêka xwe û yên din li romanê bibîne, konflîkta sereke ya romanê diyarbûna heman pirsgirêka dîrokî û kevn lê bi awayekî pirr xeternaktir û tirsbartir yanî DAIŞê ye ku weke girêkekê lihevaliyayî ketiye nav jiyana şêniyên bajêr; loma xelk gişt ketine tevgerê ku bi hev ra vê girêkê vekin. Hêjayî gotinê ye ku girêklêdan di romana Helîm Yûsiv da hêdî hêdî mezin û mezintir dibe; bi awayekî ku mirov difikire ev girêk her çend di cihekî romanê da dê vebibin û dawî lê were, lê wek ku lehengeke romanê (Viyan Amara) dibêje, bi van zûtiyan dê neyên vekirin.

4 – Vebêjiya romanê

Di romana Firrîna bi baskên şikestî da ravekirina serpêhatiyan dikeve ser milê çend vebêjeran (Multî narratative); takekesên ku gişt bi zimanê xwe diaxivin û ji xwîner ra qala serpêhatiyan dikin. Di rastiyê da, tu kesekî derveyî çîrokê serdestiya xwe li ser bûyeran û pêvajoya serpêhatiyan tune, ji bilî kesên ku bixwe di nava bûyeran da ne. ya balkêş ev e ku ev sê vebêjer, gişt an ji malbatekê ne, anjî li kêleka hev in. Helîm Yûsiv bi vê rêbazê dide dû du armancan: Ji aliyekî va, xwe ji gotinên perrate û bêserûber ku pêvajoyeke normal di hin romanan da ye, rizgar dike û hevgirtin û pêkvegirêdaneke dilîn dide raveyan; ji aliyê din va, bi vê cûreya vegotinê dibê qey ravekirina bûyeran şibihandiye qada cengê; cenga ku biryargeha fermandetî û operasiyona wê nuqteyeke taybet e û ev rewş jî jixwe vejendek ji têkoşîna gelê Kobanê li dijî DAIŞê ye. Vegotina Romanê dikeve ustiyê Cîhan û Rodî ku xwîşk û bira ne, her wiha Dara Gwîzê ya li hewşa mala Perwînê, keçika ku di dawiya romanê da bi Rodî ra dizewice, lê piştî bîst rojan ji daweta wan, hovên DAIŞê di reşatiya şevê da êrîşê dibin ser wan û tevî bi dehan kesên din, ew her du jî di nav xwîna xwe da digevizin û şehîd dibin. Tiştê ku hêja ye ez li ser rêbaza baş a ravekirinê bibêjim, ev e : Di dawiyê da, her sê vebêjer rola xwe didin Cîhanê, keçika ku di halê hînbûn û veguhestina hîndekariyên xwe de ye, keçika ku zindî dimîne da ku çîroka trajîk a Kobanê vebêje. Rola Jinan ne tenê di vegotina kesayetiya vebêjer a sereke anku Cîhanê da berbiçav dibe, belkî li seranserî romanê rola keçik û jinan di têkoşînê û beşdariya di çalakiyên civakî da gelekî berbiçav e. babeta din ev e ku, li kêleka Rodî û Cîhanê, pîredarek jî vegotina serpêhatiyan digire ustiyê xwe. Helîm Yûsiv bi rêbaza zindînimandin û Teşxîsê (Personafication), Dara Gwîzê, nebat û giya û her tiştê ku li Kobanê heye, wisa dide peyivandin ku dibê qey ewna jî bi qasî şêniyên Kobanê ji hebûna DAIŞê û sipaha gurên reş nefret dikin. Dara gwîzê bi dîroka Kobanê ageh e û rastiyên dîroka bajêr vedibêje. Ev dar mîna di kesayetiya helbestvanekê da şehediyên xwe bi rêya afirandinên edebî vedibêje û ev yek kêş û cezebeyeke taybet di çîrokê da diafirîne. Di dawiya çîrokê da, vebêjine nenas jî ji nav goristanê radibin da ku qedera du hunermendên şehîd yanî Hadî û Burhan ji xwîner ra ron bikin. Di beşa dawiyê da diyar dibe ku Burhan jî evîndarê lehengeke romanê bûye, lê xortên têkoşer ên Kobanê derfetek ji bo raderbirrîna evînê xwe tunebûne, ji ber ku DAIŞê ev derfet ji wan istandiye. Tiştê pirr balkêş ev e ku şêniyên bajêr bixwe jî gişt heta astekê dibin vebêjê serpêhatiyan û li ser Kobanê bi îhameke pirr watedar bi berçavxistina rola jinan wek dayîkekê, diaxivin:

(Xirecir û qelebalixî)

  • Çi bûye?
  •  “Kobanî diwelide”.
  • Ev cara yekê ye dibihîzim ku bajarek diwelide.
  • Na heyran, jina ku diwelide navê wê Kobanî ye.

5 – Hin rêbazên hunerî yên romanê

A – Ayronî (Irony): Ev rêbaz di romana ‘Firrîna bi baskên şikestî’ da bi caran hatiye bikaranîn, çi dema ku Rodî di destpêka romanê da derbarê qewimîna bûyereke xerab li Kobanê diaxive, an jî dema ku ew DAIŞiyan dişibîne kaleqijikên ku ji çend aliyên cîhanê va hatine û êrîşî ser Kobanê kirine û tu erkeke wan ji bilî xwarina goştê mirovan û wêrankirinê tuneye, çi jî dema ku Perwîn qala kabûsên xwe dike. Çi dema ku dara gwîzê behsa ziwabûna kaniya bajêr û zerbûna şelpeyên daran û hêşiniyên derdora bajêr dike, çi jî dema ku kesek bêyî ku bi rastî jeneral be, kincên leşkerî yên bavê xwe li xwe dike û mîdalî û nîşanên şanaziyê li ser sîngê xwe pêve dike; kesê ku hertim li tolhildanê difikire û şêniyên bajêr jî wî wek Jeneral bi nav dikin.

B-Bikaranîna zimanê Pêkeniyê: Helîm di romana xwe da carina jî zimanê pêkenî û qerfê bi kar tîne; gava ku jeneralê bêçek û bêleşker xortan hanî meşqa şêrr û meşa leşkerî dide, anjî çaxê ku Salimê kor bi Kekê ra dikeve galegalê û piştî mirina jina xwe, xwe davêje bextê Kekê ku jêra jinekê bibîne, her wiha dema ku Rodiyê evîndar, hezkiriya xwe dibîne û ziman lê nagerre ku tiştekî bibêje.

C – Bikaranîna sembolan û afirandina dîmenan: Di romana Helîm da afirandina sembolan bi çend cûreyan e û her yek ji wan xwedan wateyeke taybet e. Wek mînak “Kaniya Sipî” ku navê wê di dirêjahiya dîrokê da çend caran ji aliyê dagirkeran va hatiye guhertin û carê ji zimanê kurdî bûye erebî, yanî ‘Eyn ul-Ereb‘ û cara din ji zimanê erebî bûye erebiya DAIŞî, (Eyn ul-Islam), sembola dagirkirina welatekî ye ku tu kok û binaşeyeke huviyeta dagirkeran têda tune û bi guhertina navê wê dixwazin bi darê zorê huviyet û pênaseyeke sexte ji bo xwe li wir çêbikin.

Dara gwîzê wek vebêjeke romanê, sembola şehedeke çendîn salî ye ku di sîngê wê da her tişt li ser Kobanê û dîrok û şêniyên wê heye.

Veguherîna rengê çavên Rodiyê vebêjer bi rengê kesk, ku rengê çavên Perwîna hezkiriya wê ye, sembola şînbûna dubare, vejiyan, dilovanî û aştiyê ye.

Dema Perwîn li Rojê dinêre, çavên wê mîna ronahiya Rojê zer dibin. Roj bixwe Xwedayê ronahiyê ye û rengê wê jî xweşî, tebat, hêvîdarî û şahiyê temsîl dike.

Bi vî awayî, em dikarin qala sembolên din jî bikin, lê min hewil da qîma xwe bi van çend mînakan bînim, da ku zêde ji vêya dirêjiyê nedim nivîsê.

6 – Rêbaza xeyal, wehm û guman di romanê da

Xeyal, cîhana hestkirî û hestan e, lê şik û guman girêdayî bi cîhana rasteqîn e. hilêxistina berdewam a vê yekê di romanê da bûye sebeb ku carina roman ji rewşa Realîte derbasî qada Sorrealîsmê bibe. Xwînerê romanê bi caran rastî mijarên xeyal, wehm û şik û gumanê tê. kabûs û sehmexewnên Perwînê û mêrikê bihêrs ku di xewê da hicûmî wê dike, jina ku mar û dûpişk ji bisk û keziyên wê dibarin û berdewam tê nav xewna Perwînê, mêrikê lal ku Perwînê dil heye destê wî di xewê da bişewitîne, lê dema ku di xewê da wî dibîne ji tirsan zimanê wê bixwe tê girêdanê. Gişt ev xeyal û wehmên weke kabûsê bi şik û gumanên aşkira ku şêniyên Kobanê di cîhana rasteqîn da û têkildarî êrîşa DAIŞê tûşî wan dibin, bi başî di romanê da tên hilêxistin. Mirovên welatekî ku hertim bi xeyalên xweş li jiyanê û hawîrdora xwe nihêrîne, dema ku dibînin cînarên wan her dema ku xwestine çi bobelat û karesat anîne serê wan, xwezayî ye ku xeyal û hestên wan ên baş veguherin şik û gumanên beraqil û piştî vê, haya wan ji derketina diyardeyên bêyom û nebixêr ên nata DAIŞê hebe.

7 – Kurteyek li ser wergera farisî ya romanê

Wergerandina deq û nivîsên wêjeyî ji ber zimanê dijwar û lihevaliyayî yê bikarhatî di wan da bi caran dijwartir ji wergerandina nivîsên din e, vê yekê jî em dizanin ku di wergerandina nivîsên wêjeyî da, wergêr rastî gellek berbendên çandî û cuxrafyayî û derûnî yên ciyawaz di zimanên Jêwergerandî (jêderk) û Lêwergerandî (armanc) da tê. loma bi nêrîna minê xwîner, wergera romana ‘Firrîna bi baskên şikestî’ îdeal û baş e, bi awayekî ku xwîner pê nahese nivîsa li ber destê wî, ‘werger’ e û ji zimanekî din li farisiyê hatiye wergerandin. Bi nêrîna min, Wergêra romanê, ‘Sayîme Xakpûr’ di xebata xwe da tam serketîye û ez vê serketinê li wê pîroz dikim.

(Wergerandina ji farisî: Berat Qewîendam)

Li Qamişlo: Xelata Rûmetê dan Helîm Yûsiv

18.06.2021

Kongreya HRRK’ê ‘Xelata Rûmetê’ da Helîm Yûsiv

Diyarname

Roja 18.06.2021’ê 7’emîn Kongreya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li bajarê Qamişlo lidarket. Kongre ji ber rewşa koronayê çend caran hatibû lipaşxitin. Di kongreyê de Xelata Rûmetê dan nivîskarê me Helîm Yûsiv.

Kongreya HRRK’ê di bin sernavê “Serkanî û darên zeytûnê ziwa dibin, em vedigerin” li Salona Zana ya li Qamişloyê bi beşdariyeke berfireh li dar ket. Piştî kêlîkeke rawestandina li ser giyanê şehîdan û muzîkê, gotinên kesayet û dezgehên çandî û rewşenbîrî hatin pêşkêşkirin. Di kongreyê de hin gotin û pîrozbahiyên ku hatibûn şandin hatin xwendin. Di nav wan de gotina nivîskar Helîm Yûsiv jî hebû, ku wekî pîrozbahî û xatirxwestina ji HRRK hatibû xwendin. 

Di nav axaftinên hatin kirin de li ser navê kongreyê helbestvan Ehmed Huseynî behsa pêvajoya damezrandina HRRK kir. Huseynî qala rola nivîskar Helîm Yûsiv a ji destpêka 2004 û heta veguhestina navenda rêxistinê ji Ewropayê ber bi Rojava de (sala 2018) kir ku rola wî gelek  gelekî mezin bû. Ji ber vê rola wî wekî sipasî û rûmetdayînê Xelata Rûmetê dan Helîm Yûsiv. Ji ber Helîm Yûsiv li Ewropa bû li şûna wî, hevalê wî Mizgînê Gemo xelata wî wergirt. 

Di kongreyê de Serokê HRRK’ê yê niha Welîd Bekir jî axivî û got: “Ev cara sêyemîn e ku kongreya me li rojavayê Kurdistanê li dar dikeve. Ev cihê serfirazî û serbilindiyê ye. Bi rêya yekîtiyê em hewl didin zimanê kurdî bi pêş bixin.”

Bekir li ser helwesta wan a li hemberî êrîşên li dijî gelê kurd ên li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî sekinî. Her wiha Bekir ji bo dema pêş jî wisa got: “Bi rêya vê kongreyê em armanc dikin zemîna xwe firehtir bikin da ku nûnertiya hêviyên gelê kurd bikin, helwestên xwe bikin yek û destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin.”

Piştî axaftinan kongre bi awayekî fermî û bi beşdariya 61 endaman berdewam kir. Di kongreyê de rêbaza hundirîn  û rewşa rêxistinî hatin gotûbêjkirin û di dawiyê de 13 endam ji bo komîteya kargêr hatin hilbijartin. Tê pêşbînîkirin ku di van rojên pêşiya me de ji nav wan 13 endamên birêvebir serok û cîgirê wî bêne hilbijartin. 

***

Em gotina nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv ya ji bo pîrozbahiya kongreyê û xatirxwestina wî ya ji HRRK’ê diweşînin:

“Pîrozbahî û Xatirxwestin

Ji bo 7’emîn Kongreya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê li Qamişlo 

Rêhevalên hêja,

Berî 17 salan, di rojeke mîna vê rojê de, komeke xemxurên çand û wêjeya kurdî ku li derveyî welêt dijiyan, em li hev civiyan û ji ber pêdiviyên qonaxê û wekî erkeke wijdanî û rewşenbîrî rêxistina HRRK li derve hatibû damezirandin. Xalên ku em gihandin hev berî her tiştî hin xewnbûn. 

Di serî de xewna ku ji hemû kurdên di qada nivîsandin û hunerê de, di qada rewşenbîrîyê de kar dikin, bên cem hev û di bin sîwaneke hevbeş de xebata xwe bikin. Xewna din jî ew bû, ku ne tenê li derveyî welêt, lê belê li hundirê welêt jî ev sîwan bê avakirin. Ji ber ku “her dar li ser koka xwe şîn tê” divabû navenda birêvebirina vî karî ne li derve, lê li hundirê welêt be. Xewna sêyem jî ew bû, gav bi gav wêje, huner û çanda kurdî bi giştî ber bi sazîbûnê ve here û armancên ku ji bo wê HRRK hatiye damezirandin, pêk bên. 

Carcaran bi xurtî û carcaran bi sistî ji bo yekem xewn bibe rastî karekî dûrûdirêj tev li hemû astengiyan hate kirin. Wisa jî bi veguhestina navendê re, bi hatina wê ya hundirê welêt re, duyem xewna me ya wê demê jî kete qonaxa pêkanînê. HRRK vegeriya welêt û em man li derve. Bê guman di pêkanîna vê xewnê de em bi giştî deyndarên keda wan leheng û qehremanan e yên ku rê li ber vê yekê vekirin. Ji nav rêzên me jî bi taybetî em deyndarên keda mezin ya hevkarê xwe Ehmed Huseynî ne. 

Di vê navberê re, hem ji ber mana min a li derveyî welêt û hem jî ji ber hin sedemên girêdayî rewşa min a taybet, ji bo min dem hatibû ku ez xatir ji we û ji HRRK, di çarçova karê rêxistinî de, bixwazim. Ev yek ji bo min ne gaveke hesan bû, nexasim ku ezê her û her HRRK wekî projeyeke xwe bibînim û berdewamiya wê, pêşveçûna wê, her wisa serkeftina wê, wê rê li ber pêkanîna hemû armancên me yên di qada rewşenbîrî û çanda kurdî de veke.

Lidarxistina vê kongreya îro jî gaveke din e li ser vê rê ya dirêj, rêya cihbicihkirina çanda dezgeh û saziyan li şûna çanda girûp û komikan. Hêviya min ew e, ku 7’emîn Kongreya HRRK serkeftî derbas bibe. Yeko yeko silav û hezkirina xwe ji we re pêşkêş dikim û serkeftinê ji kar û barê kongreyê dixwazim.

Helîm Yûsiv – Almanya – 18.06.2021”