Author: halimyoussef
Sê roj li Misrê
Diyarname ( Nivîs ligel Vidyo)
Duşemê 18.02.2019 bû, serê sibehê zû bû li balafirgeha Qahîra paytexta Misrê daketim. Xortekî misrî ku bi rê de min naskir ew rojnameger bû li hêviya mi bû- Ji hêla birêveberên “Mîhrîcana Qahîra ya Navdewletî ya wWêjeyî” hatibû şandin. Îsal cara pêncan e ku ev festîval bi piştgiriya Wezareta Çanê ya Misrê li dar dikeve. Mijara fetîvala îsal “Wêjeya Rojhilat” bû. Ji welatên cuda yên mîna Malezya, Kûrya, Malta, Yewnanistan, Hollenda, Slovakya, Swêsre nivîskar hatibûn vexwendin. Ji bo min jî şevek hatibû veqetandin. Divabû ez li ser wêjeya kurdî ya nûjen biaxivim û romana xwe ya nû “Wehşê di hundirê min de” îmze bikim. Roman ji nav Weşanên Safsafa li Qahire nû derketibû. Rojên li pêşiya min pir hindik bûn. Lê bi tevger û hevdîtinan dagirtîbûn. Otela ku ez lê dimam piraniya mêvanên festîvalê ji nivîskarên biyanî li wir bûn. Derfeta herî baş a hevnaskirinê li wir bû. Ji bo zêde nivîs dirêj nebe ezê hin çavdêriyên xwe yên her sê rojan bi kurtayî rêz bikim:
– Hebûna kurdan ya fermî li Misrê hema hema nîn e. Nûnerên hin tevgerên kurdan ku li wir hene di bin navê rojnamegeriyê an jî navendên lêkolînê tevdigerin. Wisa jî nivîskar û lêkolînerên misrî yên ku bi mijara kurdan û dîrok û doza wan re mijûl in hejmara tiliyên destekî derbas nakin.
– Ji wan Dr. Mehmûd Zekeriya ku bi rehmetiya Duriya Ewnî û Mistefa Mihemed Ewed re pirtûkek li ser kurdên Misrê derxistine. Ev pirtûk wekî diyarî gihiîşte min. Pirtûka din jî ya ku lêkolînerê misrî yê ku bi salan li Hewlêrê jiyaye Recayî Fayid nivîsandibû. Pirtûka bîranînan e. Ez li wir bûm ev pirtûk derket û îmzekirina min û ya wî di heman rojê de bû.
– Li her deverê dibe mirov li hin misriyên ku bi eslê xwe kurd in rast bê, lê tu têkiliya wan ne bi kurdan û ne jî bi kurdî re nemaye. Hin ji wan xwe wekî kurd serbilind dibînin. Ji wan derhênerê sînemayê yê navdar Elî Bedirxan. Ez serdanake taybet çûm cem wî. Me behsa dîroka Bedirxaniyan kir, wisa jî behsa wêjeya kurdî. Elî Bedirxan bi kurdbûna xwe serbilind e. Min jêre got ku tu wekî çiyayekî me kurdan î li Misra erebî, ji ber wê ez nû hatim Qahîra çavên min li te geriyan. Bi dilgermiyeke mezin pêşwaziya min kiribû û bi kenekî sivik bersiv da û got; erê, jixwe navê keça mina biçûk Cudî ye. Min navê çiyayekî Kurdistanê li keça xwe kiriye. Elî Bedirxan gazin ji xemsariya kurdan a di warê berhevkirina belgeyên dîrokî û arşîvkirinê de dikir.
– Tevî ku nivîskarên biyanî yên mêvanê festîvala Qahîra ya wêjeyê ya navnetewî nivîskarin bijarte bûn, lê dîsa jî ji bilî semîner û axaftinên li zanîngeha “Eyn Şemis” û bi beşdarbûna xwendekaran amadebûn û guhdarîkirin pir kêm bû. Ev yek ji xalên ku birêveberên Festîvalê digotin ewê lêbikolin û wê sedeman destnîşan bikin, da ku beşdarî di salên bê de baştir bibe.
– Yek ji axaftinên balkêş di bernama festîvalê de, şeva sê nivîskarên Maltayî bû. Mijara nivîsandina wêjeyê bi zimanê maltayî û yê îngilîzî bû. Gotûbêj li ser nasnameya wêjeyê bû û li dor pirsa gelo wêjeya bi îngilîzî ya ji hêla nivîskarên maltayî ve tê nivîsandin wêjeyeke maltayî ye yan na? Gengeşiya çêbû nêzîkî vê gengeşiya li ser kurdên ku bi zimanên din dinîvisînin bû.
– Der û dorên nivîskar û rojnamegerên misrî gelek navên nivîskar û helbestvanên kurd ên ku bi erebî dinîvisînin dizanîbûn û kêm zêde ji wan agahdar bûn. Romana min a “Wehşê di hundirê min de” her çendî bi erebî derketibû lê li ser berg “romaneke kurdî” hatibû nivîsandin. Ji ber vê li her derê ez li vê hevokê rast dihatim; ev yekem car e ku em berhemeke wêjeya kurdî dixwînin. Vê yekê hem ez kêfxweş dikirim, hem jî xemgîn dikirim.
Her sê rojên li Misrê rastiyeke ku mirov nikare jê bireve careke din anîn bîra min, ew jî ev e; rê ya li pêşiya wêjevanên kurd gelekî dirêj e, barê ji wan tê xwestin ku bê hilgirtin jî pir giran e. Rêyeke dirêj li pêşiya me ye, wisa jî bi çi awayî be divê ev bar bê hilgirtin.
Sê rojên bi axaftin û danûstendinan dagirtîbûn. Di roja çaran de hin planên careke din ji bo çûna Misrê di serê min de zelaltir dibûn. Wê ew car kengî be ez nizanim, lê bê guman wê ne dûr be.
………………………..
Wêne: Bi Alî Bedirxan re. Derhênerê sînemayê yê misrî yê navdar, ku yek ji neviyên Bedirxaniyane. Çapa erebî ya “Wehşê di hundirê min de”, ku li Misrê hatibû çapkirin, di destê wî de ye.
Vidyo – Mêvandariya televizyona misrî “Nîl ya çandî” û axavtina li ser serdana mina Qahîra û roja imzekirina romanê, herweha li ser kurdan û ziman û çanda wan.
Li Qamişlo, li pêşangehê, pirtûkên herî zêde hatin firotin yên Helîm Yûsiv bûn
25-27.07.2019 – Sêyemîn pêşangeha pirtûkan ya Herekol li Qamişlo
Di navbera 20-25’ê vê mehê de li Hola Zana a li bajarê Qamişloyê 3’yemîn Pêşangeha Pirtûkan a Herekolê bi diruşma “Civak dixwîne civak pêş dikeve” li dar ket. Li gor amadekaran nêzî 10 hezar pirtûkên cur bi cur di pêşangehê de hatin pêşkêşkirin. Komîteya Çalakiyan a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) jî ji aliyê xwe ve pêşangeh nirxand. Li gor HRRK’ê li standa wan herî zêde pirtûkên Helîm Yûsiv hatine firotin.
Ji daxuyaniyê hinek rewşa pêşangehê jî zelal dibe. Di daxuyaniya HRRK’ê de pêşangeha îsal ji alî hejmara pirtûkan, weşanxane û weşangeran ve bi awayekî serkeftî û dewlemend tê nirxandin û tê gotin ku ji alî mêvan û serdanê ve jî ji hemû pêşangehên berê balkêştir bû.
HRRK’ê rewşa standa xwe xal bi xal rêz kiriye û daxuyaniya belav kiriye. Li gor daxuyaniya HRRK’ê li standa wan rewş bi vî rengî bûye:
1- Li standa HRRK’ê 15 pirtûkan bi kurdî û 7 pirtûkan bi erebî hebûn.
2- Li standê kovara Rojava hejmara diyem û kovara Deşt hejmara duyem hatin pêşandan.
3- Bi giştî nêzî 2000 pirtûk di şeş rojan de hatin danîn.
4- Nêzî 1000 pirtûk û kovar hatin belav kirin.
5- Pirtûkên zarokan “Şîniko” û “Nêrgiş” herî bêtir hatin belav kirin.
6- Pirtûkên mezinan, di serî de pirtûkên Helîm Yûsiv ên bi kurdî û bi erebî, herî bêtir hatin firotan û herî bêtir ku ew dihatin pirsîn.
7- Pirtûka “Stranên Bijartî” ya Mihemed Şêxo herî bêtir ji alî xort û keçên ciwan ve hat kirîn.
8- Pirtûka “Êzîdîtî” ya Hisên Zêdo û pirtûka “Gilgamêş” a Firas Sewah a wergera Şêrwan Yûsiv bi awayekî balkêş li wan dihate pirsîn û bi taybetî ji alî xwendevanên kurmancî ve. Di rêjeya firotinê de jî piştî pirtûkên Helîm Yûsiv û yên zarokan cih digirin.
9- Di şeş rojan de bi buhaya nêzî 400.000’ê sûrî pirtûk hatin firotin.
Diyarname – 27.07.2019
(HRRK’ê encama Pêşangeha Pirtûkan a Herekolê eşkere kir)
Ji bo ‘Firîna Bi Baskên Şikestî’ çalakiya îmzeyê
07.12.2019 – Bochum – Elmanya
Diyarname
Nivîskar Helîm Yûsiv bi çalakiyek romana xwe ya nû “Firîna Bi Baskên Şikestî” îmze dike.
Çalakî ji aliyê Navenda Lêkolînên Kurdî ya li Bochuma Almanyayê li dar dikeve. 7’ê mehê saet 14’an de Helîm Yûsiv li navendê dê pirtûka xwe îmze bike û ligel mêvanan sohbetek li dar bixe. Her wiha Rêber Hebûn ku pirtûkên rexneyî li ser roman û çîrokên Helîm Yûsiv amade kirine dê beşdarî çalakiyê bibe û ewê jî li ser pirtûkên Helîm Yûsiv biaxive.
Romana Helîm Yûsiv Bû Sedema vebûna Facebooka kurdî
www.amidakurd.com – 25.12.2008
Her tiştî ji romana Helîm Yûsiv dest pê kir. Niha 700 kurd di Facebookê de doza yek tiştî dikin, “Em Facebook Bi Kurdî Dixwazin!”.
Facebook a KurdîKom berî niha bi heftiyekê di Facebookê de vebû.
Di peyama yekem de jî sedemê vebûna komê hate nivîsandin. Sedem tiştekî balkêş bû.
Li gor agahiyan ji hemû cîhanê 1.000.000 kurd di Facebookê de endam in. Bi sedan komên wan hene. Lê endamekî Facebookê Rêzan Tovjîn ku nû bûye endam, dibîne ku taybetiyeke balkêş di Facebookê de heye. Li gor vê taybetiyê kesek bixwaze dikare kirrîn û firotinê jî li ser Facebookê bike. Tovjîn jî dibêje “bila di nav evqas alavan de tiştekî kurdî jî hebe” û romana Helîm Yûsiv a bi navê “Gava Masî Tî Dibin” di beşa firotinê de bi cih dike. Roman digel wêne, biha, agahiyên weşanxaneyê di nav pirtûkên firotinê de cih digire. Lê piştî 10 deqeyan peyamek ji Tovjîn re tê şandin. Li gor vê peyamê endamên tirk gilî li Facebook kirine û Facebookê jî pirtûka kurdî ji beşa firotinan rakiriye.
Beşa firotinê ya Facebook li gor her zimanekî cuda ye. Li gor vê yekê di tora tirkan de ji 2 milyonan zêdetir endam hene, ku di wir de kirrîn û firotinê dikin. Ji vê jî tê famkirin ku helwesta qedexeyê ne ji navenda Facebook e, lê ev helwesta Facebook a tirkî ye, ango servîsa tirkî wisa kiriye. Tovjîn li şûna ku bide pey vê û tirkan gilî bike, heman saetê di Facebook de “Koma Em Bi Kurdî Facebook Dixwazin” ava dikin. Di heftiyekê de 700 kes bûn endamê komê û niha gelek rêveberên wê jî hene.
Kom niha daxwaznameya îngilîzî amade dike ku ji navenda Facebookê re bişîne û vê armanca xwe bi wê bide qebûlkirin.
Daxwaznameya ku kom li ser nîqaşê dike jî wiha ye:
“Rêveberên Rêzdar ên Facebookê,
Em kurd li cîhanê bi qasî 40 milyonî ne. Welatê me di navbera Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê de hatiye parvekirin. Li Iraqê Herêmeke Federal a bi navê Kurdistan heye ku xwedî parlamento ye û zimanê fermî kurdî ye. Herwiha zimanê kurdî li Iraqê zimanê fermî yê duyem e. Li Îranê jî Eyaleta Kurdistan heye û kurdî ji alîyê bi milyonan kurdan ve tê bikaranîn. Li Ermenîstanê kurdî zimanê duyem e ku li dibistanan tê fêrkirin. Kurd li gelek welatên cîhanê belav bûne û li gelek welatên biyanî mîna Swêd, Rûsya, Elmanya, Fransa, Belçîka, Norwêc, Danîmarka, Kazakistan, Emerîka hwd. Li van dewletan kurdî li dibistanan tê fêrkirin.
Em facebooka kurdî dixwazin ji ber ku dema kurd bixwazin Facebookê bi kar bînin bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Mînak gelek kurd ji zimanên biyanî fam nakin û nikarin facebookê baş bi kar bînin. Lê mixabin kesên ji neteweyên serdest wekî Tirkiyeyê, naxwazin kurd di Facebookê de bi kurdî koman vekin, berheman biweşînin û bi kurdî binivîsin. Jixwe li Tirkiyeyê 20 milyon kurd hîn jî mafê perwerdeya bi kurdî bi dest nexistine. Mînak; di beşa tirkî ya Facebookê de zehmetî ji kurdên Tirkiyeyê tê derxistin. Li Tirkiye digel ku 20 milyon kurd hene jî, dema di Facebookê de berhemên kurdî têne bikaranîn ji aliyê rêvebirên tirk ve tên qedexe kirin. Divê kurd jî mîna hemû gelan xwedî mafê bikaranîna Facebookê bin. Em karin gelek mînakan wekî van bidin lê em bawer in ewqas têrê dike, ku hûn Rêvebirên Facebookê ên rêzdar ji pirsgirêka me kurdan haydar bibin.
Ji bo vê yekê me komek bi navê ”Em Facebook Bi Kurdî Dixwazin” ava kiriye. Em dixwazin bingeha ziman a Facebookê wergerînin kurdî û beşa kurdî ya Facebook bi rê ve bibin.
Em hêvîdar in ku hûn bi hestiyarî nêzîk bibin û daxwaza me qebûl bikin. Li gor texmîna me 1 milyon kurd endamê Facebook in. Heke daxwaznameya me were qebûlkirin em ê gelekî kêfxweş bibin û Facebook jî dê mezintir bibe.”
Nameyek ji Şener Ozmen
19. 01. 2008
Kêliya ku min pirtûka Helîm Yûsiv a bi navê Mirî Ranazin di sala 1996’an de ji pirtûfiroşekî li bajarê Edeneyê bi dizî(!) kirîbû û hahanka min xwe avêtibû malê û dest bi xwendina pirtûkê, li heman demê cîhana Helîm Yûsivî kiribû û 103 rûpelên “lêder” bi carekê de xwendibû û jêtêrnebûyî bi dû çavên beloq û bi peroşiyeke seyr bi gavên bezê çûbûm da pirtûkê şanî hemî heval û hogirên xwe yên tirk ku pirê wan çepgir, lîberal û demokrat bûn û mamostayên xwe yên zanîngehê re bidim û bibêjim;
“We ku digot hûn neşên bi vî zimanê belengaz çîrokên sur-realîstîk binivîsînin, ha ji we re Helîm Yûsiv!” Û min pirtûk avêtibû ser maseya mamostayê me yê studyoyê ku di wê kêlîkê de nîgarên jinên şilfîtazî çêdikirin (ez xwendekarekî beşa nîgarê bûm) û mamostayê min şaş û metel li min nihêrîbû û gotibû; “Çi ye ev!?”, min jî lê vegerandibû; “Helîm, Helîm Yûsiv… tevî ku tu nikarî bi zimanê me yê belengaz bixwînî, dîsa jî divê tu ji min û ji vê peroşiya min bawer bikî bê ev nivîskar, sînyalên balkêş didin der heqê kurteçîrokan û heke te wext hebe ez bi dil û can divêm ku pirtûkê peyv bi peyv ji te re werbigerînim…”, mamosta cixareyekî Tekel 2000 dirêjî min kiribû û cih şanî min dabû ku danişim. Û min çend rûpel ji pirtûkê wergerandibûn tirkî û te digot qey bavê min ew çîrok nivîsandine, ez wisa bextewar bûm, wisa dilzîz, wisa kelegirî… Heman rojê min pirtûk şanî çend hevalên xwe jî dabûn û tew ji evîna xwe ya ku haya wê ji bayê felekê tune bû re jî, min hey digot û digot, “Tê bîra we min ji we re gotibû piştî Calvîno Xwedê jî we re ezê serê xwe bi tu nivîskarî/ê re neêşînim lê vaye ez ji nişke ve pêrgî Helîm Yûsiv hatim û çawan bibêjim, hişê min li hev ket…”
97’an de min “Mêrê Avis” kirî, berî xwendinê, ez li nîgaran hûrbûm, yên Ahmed Mualla û pişt re min têkildariya nîgaran û çîrokan şopand, helbet ligel xwendineke bênavber. 98’an de Avestayê “Jinên Qatên Bilind” çap kir, min ji xwe re digot, “Divê piştî vê romanek bê!” û ew roman derçû, ya ku min dil xistibû, trajediya Silêman tam li gor rewşa min bû, min xwendina xwe kuta kiribû vegeriyabûm warê mirinê, Amedê û ez li Belqîsekê digeriyam da tola Silêmanî jê hilînim… Belê min bi tenê helbestên Cegerxwîn xwendibûn û ji helbestên wî zêdetir, helwesta wî bandor li min kiribû, ji ber ku yê Cegerxwîn bi min dabû naskirin, ne pirtûkên wî yên ku peyda nedibûn bû, na, Şivan Perwer bû. Pirtûkên kurdî yên ku ji çapxaneyên bizavên siyasî derketibûn û belavbûbûn, bala min nedikişand, derveyî vê, ew pirtûk mîna pirtûkên mişt-siyaset dihatin ber çavên min, lê çare nîn bû, diviya min bixwenda, Cegerxwîn, Ereb Şemo, Zeviyên Soro (yekem pirtûka kurdî ya ku min dîtibû) û “Janya”ya Rênas Jiyan, niha baş nayê bîra min, şewqek xurt dida ew xort bi ristên xwe yên serhildêr, nîhîlîst û bandorker, pê re pê re çend pirtûkên din hatin pirtûkxaneya min a xizan, Kevoka Spî (Firat Cewerî), Medenî Ferho, Ehmed Huseynî, Mehmed Uzun, paşê Saturna Remezan Alan û kovarên nû derçûyî…
Sal derbas bûn, min nifşek nas kir, helbestên Lal Laleş, Kawa Nemir, Arjen Arî, çîrokên Yaqob Tilermenî, Dilawer Zeraq, romanên Îbrahîm Seydo Aydogan, kovara NÛDEM’ê tev de hatin hawara min.
Rojeke wêjeyî û hunerî li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê. ” Şanoya mezintirîn rawestgeha cîhanê”, Xwendinên wêjeyî û muzîk.
15.05.2018 – Schauspielhaus- Wuppertal

Cêwiyê min ê êşê, Melek Şêx Bekir
Helîm Yûsiv
Dem di navbera salên 1967 û 1968 de dihejiya, diçû û dihat. Salek ber bi tariya nemanê ve diçû û yeke din berê xwe dida ronahiya jiyanê. Cih, bajarokekî kevnar, gava Xwedê ew çêkiribû bêhna wî gelekî teng bû û di nav aciziyeke mezin de bû. Ji ber vê havînan ji bilî toz û xweliyê û rokeke ku serê guriyan dişewitand, zivistanan jî ji bilî herrî û çiravê û sermayeke ku av ji bêvilên mirovan diniqutand, tiştekî din lê tunebû. Navê wî Amûdê bû. Ji bakur ve têlên rêsayî, mayîn û leşkerên tirkan li ser sînorê wî bûn. Ji rojhilat ve Qamişlo, ji başûr ve Hesekê û ji rojava ve Dirbêsiyê jê re sînor bûn. Her çendî biçûçik û jibîrbûyî xuyanî bike, lê dîsa jî hemû cîhan, bi hemû rengîniya wê, di hundirê axa wî de şax dabû. Ji bo gelek kesên ku li Amûdê dijiyan sînorê cîhanê ji bo wan sînorên Amûdê bûn. Li vî bajarokî di wê dema destnîşankirî de, min li kêleka Amûdê ji rojhilat ve û Melek li kêleka Amûdê ji rojava ve, me çavên xwe li dinyayê vekirin. Em herdu di temenekî de û zarokên yekbajarî, yekzimanî, yekmiletî û yekêşê bûn. Wisa jî em çûn heman dibistanê, li heman kolanan geriyan, wekî du hevalên biçûk, me ji keçikên ku hevalên hevdu bûn hezdikir. Di ber re jî deryaya êşan ya ku em di nav dilê wê de jidayikbibûn zarokatiya me dorpêçkiribû. Ew êş êşa welatekî dagîrkirî, perçekirî, bindest û bêxwedî bû. Êşa welatekî ku qedexekirinê navê wî bi me şêrîntir kiribû. Zimanekî qedexe ez û Melek bi dizî fêrî alfabêya wî dibûn. Min pê hestên xwe dinîvisandin û Melek bi wî zimanî distira. Zimanekî wisa ku qedexekirinê hezkirina wî di dil de ji çiya bilintir û ji deryayan mezintir kiribû. Ez wan kêlîkan jibîrnakim; yekem pirtûka mina bi wî zimanî kete destê min, hêsir xistin çavê min. Wisa jî her ku Melek stiraneke vî zimanî, kevinba jî, bi dengê xwe nû digot; pêre çavên wî tije hêsir dibûn. Mîna piraniya ciwanên Amûdê siyaseta kurdî û karê partiyan yê bi dizî bala min û Melek kişand û em ji hiş û aqil bêhtir bi dilê xwe ketin nav karê siyasî. Em pir biçûk bûn û me karê mezinan dabû ber xwe. Lê dîsa jî karê ku wê demê li rojavayê Kurdistanê dibû bêhna Melek dernedixist. Ji lidarxistina civînan û danûstendinên li paş perdeyan û di nav çar dîwaran de, herwisa xwendin û belavkirina belavokên siyasî bêhna wî dernedixist û herdem ji rewşê nerazîbû. Dixwest em karina mezin bikin. Baweriya wî ew bû ku welat ne bi civînan û ne jî bi belavokan û axavtinên siyasî hatiye dagîrkirin, ji ber vê ewê bi civîn û belavok û axavtinên siyasî rizgar nebe. Welatê ku bi zorê, bi hêzê hatiye dagîrkirin, divê zor û hêz wî rizgar bike. Herdem bi acizî digot:
– Ji bilî vê xwexapandine. Aciziya min jî ji vê yekê tê, ku em hemû vê rastiyê dizanin, lê kesek wêrekiyê nake û xwe nade ber vî barî.
Salê dida pey salê, me zarokatî li pey xwe hişt û em bûn xwendevanên lîseyê, bekelorya. Piştî wê jî ji ber tunebûna zanîngehan li Amûdê, wisa jî li Qamişlo divabû ji bo xwendinê yan em herin Helebê yan jî şamê. Sal bi ser 1986 an ket û em “xortên Amûdê” wekî ku me nav li xwe dikir bûn mîna “noka ku tu li kevir bixînî”, em belawela bûn. Ji bo xwendina mafnasiyê, hiqûq, ez çûm Helebê. Lê berê Melek ne li şamê û ne jî li Helebê bû:
– Ezê herim Stenbolê bixwînim.
Ji nişkê ve Melek ev biryara dabû. Digot ew biryara malbata wî ye û li Serxetê hin merivên wî hene ku wê alîkariya wî bikin. Di wê navberê re, çend caran min Melek li Amûdê dît. Ez ji Helebê vedigeriyam, ew jî ji Stenbolê. Cara yekem Melek bi germî behsa çalakiyên xwendekaran yên zanîngehên Turkiyê ku dijî faşîzmê lidardiketin dikir. Behsa girtina xwe ya ji hêla polîsên Tirk ve dikir û nedixwest malbata wî van agahiyan bizanibe. Wisa jî li hember merivên xwe yên li Bakur bi hêrs bû û behsa çûna wana li ber pêla pişaftinê dikir. Wisa jî behsa damezrandina komên muzîka kurdî dikir. Cara din min jê xwest ku piştî qedandina xwendinê vegere Binxetê. Melek bi yek hevokê xwesteka min red kir:
– Ez nema vedigerim vir. Ezê vegerim çi bikim?
– veger nav me. Em çi dikin tu jî wê bike.
– Hûn rûniştîne mêşan diqewirînin.
– Tu jî were alîkariya me bike û alî me mêşan biqewirîn.
Ev diyaloga me ya cidî bi vê henekê bi dawî bû. Melek soza xwe bi cih anî. Ew çû û nema li me vegeriya, em jî li cihê xwe man û me mêş qewirandin û hey qewirandin, lê ew nediqediyan.
Dîsa sal derbas bûn. Ez ber bi bayê derbideriyê ketim û bûm penaber, Melek ber bi bayê xweşikbûnê ket û bû şehîd. Ez mezin bûm û vaye hêdî hêdî kal dibim û Melek ciwan ma.
Helîm Yûsiv ji kovara Vejîn re: Ez xwedî pirojeyeke wêjeyî me. Ev zêdeyî 25 salane ku vê avahiya wêjeyî berhem bi berhem avadikim.
Hejmar 7 ji kovara Vejîn- Bihara 2020
1 Di pirtûka ku we herî dawî xwendîye de hevok an jî benda (paragrafa) ku di hişê we de maye kîjan e ?
Pirtûka herî dawî ku min xwendiye romana “Serwerê Med Aştiyago” ya Fergîn Melîk Aykoç e. Tiştê ku di hişê min de ma lihevrasthatina Aştiyago “serokê dawî yê Medan” û serekerkanê artêşa wî Herpago yê xayîn bû. Di kêlîkên hilweşandina imperatoriyê de agahdar dibe ku Herpago hemû hêzên Artêşa Medan radestî Parsan kirine û Koruşê Pars tê li ser Textê Aştiyago rûdinê û bi vî awayî xiyanet dawî li desthilatdariya Medan tîne.
Xala din ku di bîra min de maye, helwesta Mendayê ku keça Aştiyago bû û diya Koruşê Pars bû. Gava dibîne ku kurê wê Koruş desthilatdariya bavê wê hildiweşîne û nikare wî paş de vegerîne û jiyana bavê xwe ji nav pencên desthilatdariya kurê xwe rizgar bike, xwe dikuje.
Ev herdu bûyerên trajedî ji vê romanê di bîra min de mane.
2 Di wêje ya cîhanê de pirtûka ku we gotîye xwezî min nivîsandibûya heye ku hebe kîjan e ?
Erê, heye. Pirtûka “darizandin” yan jî “mehkemekirin” ya Franz Kafka ye.
3 Pirtûkên ku hûn dixwînin hûn li gor çi û çawa hildibijêrin?
Hilbijartin bi du şêweyane, yan ez nivîskarê pirtûkê nasnakim û ez dixwazim nasbikim bê çi û çawa dinîvisîne. Yan jî ez nivîskarê pirtûkê nas dikim û tiştekî nû nivîsandiye û ez dixwazim bixwînim.
4 Çend merhaleyên nivîsên we hene ?
Eger mebesta te li ser wan qonaxan be, ewên ku nivîsandin tê re derbas dibe, ez dikarim behsa du qonaxan bikim. Yek jê qonaxa jidayikbûna ramanê ye, ku ji serbore, xeyal, raman û dîmenê giştî pêktê. Mirov dikare qonaxa teyorîk binavbike. Ew qonax di hiş û rih û xeyala mirov de bi gewde dibe. Qonaxa duyem jî nivîsandine û pê re jî birêzkirin û avakirin û honandina tevna hûrgiliyane. Mirov dikare weku qonaxa piratîk binavbike.
5 Paşxanneya nivîskariya we çi ye?
Sê faktorên sereke hene. Yek jê jiyana min û serboreyên min ên takekesane ne. Ya din xeyala mine. Ya dîtir xwendina mina bê navbere ji wêjeya nivîskî re, ligel sûdwergirtina ji wêjeya devkî, ku bi salane hiş û xeyala min av dide û kesk dihêle.
6 Cara pêşî hûn kengî bi pênûsa xwe hisîyan ? Hûn kengî pê hisîyan ku pênûsa we qedera we ye ?
Ez pir zû bi vê yekê hisiyam. Ez zarok bûm. Min bi tolhildanê destpêkir. Di dibistana seretayî de mamosteyekî me yê zalim hebû. Herdem dar di destê wî de bû û li me dixist. Min çîrokeke qerfî li ser wî nivîsand û di şeveke xwendinê ya zarokên dibistanê de xwend. Her kes bi wî mamostî keniya û min bi vî awayî dilê xwe lê hênik kir. Ji wê rojê de heta niha ez bi nivîsandinê tola xwe ji zaliman, ji dîrokê, ji qedera reş û ji dijminên kîndar hiltînim.
7 Hûn dixwazin çi ava bikin an jî çi xerab bikin?
Ez xwedî pirojeyekî wêjeyî me. Zêdeyî bîst û pênc salane ku ez pirtûk bi pirtûk, berhem bi berhem, tevî hemû astengî û dijwariyan, datînim ser hev, da ku ez vê avahiya wêjeyî avabikim. Ev pirojeyê min yê jiyanê ye. Heta ez hebim wê xebata li ser bilindkirin û berfirehkirin û xweşikkirina vê avahiyê hebe.
Bi danîna stûnên vê avahiyê re û dû re bi tevgera avakirin û bilindkirin û berfirehkirinê re, ji wan avahiyên nexweşikî û xêrnexwazî û kînê re ku bi destê dijminên me di hiş û giyanên me de avakirine, wê cih nemîne û wê bêne hilweşandin.
Bi gotineke din, ez dixwazim bi wêjeya xwe avahiyên koletî, nexweşikî, kîn û nefret û nexwendinê xerab bikim û li şûna wan avahiyên xweşikbûnê, hezkirinê û xwendinê avabikim. Tuyê ji min re bibêjî ev xewn e. Ezê jî ji te re bibêjim wêje bixwe rengeke ji rengên pêkanîna xewnane.
8 Heger Helîm Yûsiv xwe wek lehengê pirtûkeke hizir kiriba ew leheng wê kîjan bûya? An jî lehengê we yê mîtolojîk kî ye?
Ev hizrên bi vî rengî bi min re nemane. Bi demê re li ber avê çûn. Gava ez biçûk bûm, xewnên min pir mezin bûn. Her ku ez bi temenê xwe mezin bûm, pêre jî xewnên min sal bi sal, roj bi roj, biçûk bûn. Niha ez ber bi payîza temenê xwe ve diçim û xewnên min, ji derveyî çarçova wêjeyê, hemû hatine baskokirin. Lehengê min ê mîtolojîk tune ye.
9 Hûn rewşa wêjeya Kurdî di nav wêjeya cîhanê de çawa dibînin? Li gor we wêjeye Kurdî heta îroj çi li xwe zêde kirîye?
Cihê mixabiniyê ye ku rewşa wêjeya zimanekî heta radeyeke mezin bi rewşa siyasî ya miletê ku bi wî zimanî daxive ve girêdayî ye. Tunebûna statuya kurdan ya siyasî li welatê wan siya xwe avêtiye ser wêjeya kurdî jî li her deverê. Wekî cihekî kurdan di nav miletên cîhanê de tune ye, wisa cihê wêjeya wan jî di nav wêjeya cîhanê de tune ye. Li cîhana îro wêje bi sûkê ve, bi bazarê ve girêdayî ye. Weşanxaneyên mezin li Ewrupayê, weku mînak, xwe nadin ber çapkirina berhemeke ku bi zimanê miletekî nayê naskirin û bê statu û bê dewlete hatiye nivîsandin. Gava behsa nasnameyê bibe, mirov dibe yan sûrî, yan tirk, yan iraqî û yan jî îranî. Gava mesele bi vî rengî tê nirxandin, wê gavê berhemên bi zimanên fermî yên wan welatan têne hilbijartin neku yên kurdî. Wêjeya ku dewletek li pey wê tune be, zehmete ku cihê xwe di nav wêjeya cîhanê de bigre.
Li gor dîtina min, wêjeya kurdî li gor rewşa ku Kurd tê de dijîn gavin baş ber bi pêş ve avêtine û nivîskarên kurd, tevî tunebûna piştgiriyê û tunebûna dewleta kurdî, berhemin pir hêja dinîvisînin. Bi serhişkî û hêza xwe ya takekesane berhemên xwe yên wêjeyî digihînin ber destên xwendevanan. Berhemên wêjeya kurdî, her çendî li gor hejmarê kêmbin, lê dîsa jî di asta xwe ya hunerî û wêjeyî de, ne kêmî berhemên wêjeyî yên zimanên din in.
10 Wek nivîskarekî ku li dîasporayê dijî, dûrbûna ji welatekî ku di nav şer de bandoreke çawa li derûnîya we dike?
Ez nikarim xwe bi temamî weku nivîskarekî diasporayê binavbikim, ji ber ku ez hinekî dereng ji welêt derketim. Gava ez derketim çar berhemên min yên çapkirî hebûn. Di heman demê de ji ber ku li diasporayê dijîm ez nikarim xwe jê bêrî bikim. Vê yekê hin taybetî bi xwe re anîn. Yek ji wan ew e, ku heta niha ez hem bûyerên rojane yên li welêt diqewimin dişopînim û hem jî jiyana xwe ya rojane li diasporayê didomînim. Vê rewşê rasterast bandora xwe li berhemên min ên vê dawiyê kirine. Hin berhem bi temamî li ser jiyana kurdan ya li diasporayê ne wekî “Auslander beg” û “99 morîkên belavbûyî” û hin jî bi temamî li ser bûyerên welêt in, wekî ” Wehşê di hundirê min de”.
Helîm Yûsiv: Her çendî serên mecaz û xeyalên min li ezmanan bin, lingên wan li erdê ne
Hevpeyvîna Ferîd Mîtan bo malpera RIATAZA
25.03.2019
Ji “Wehşê di Hundirê Min de” dest pê dikim; “Soro kurê cîranê me Siloyê terzî bû ku berî demekê di encama qezayeke tirimpêlê de, ji her du lingên xwe ve hatibû pûçkirin…” Li vê derê, yê ku lingên wî pûç bûne, Soro yan jî Silo ye; û eger ev rewşa han bi du hevokên cihê bihata şirovekirin, baştir nedibû?
Bê guman yê ku qeza kirîye û lingên wî pêç bûne Siloyê terzî ye. Gava li atolyeya resimkirinê behsa Soro dibe, ew dixwazin kar bidinê ji ber ku bavê wî di encama qezayê de bêkar maye û ew ê karibe di rêya karê xwe re alîkarîya malbata xwe bike. Di vê hevoka dirêj de ku der barê Soro de hatîye nivîsîn, “ku” dikeve navberê û agahîyek li ser bavê wî Silo tê dan. Ev hevokên wisa dirêj car caran rê li ber tevlihevîyê vedikin. Dibe ku li şûna Siloyê qeza kirîye weha bê fêmkirin ku Soro qeza kirîye, ne bavê wî. Ji ber vê, ez jî di wê bawerîyê de me ku agahîyên li ser bavê Soro di hevokeke cihê de bihatana nivîsîn baştir bû.
– Di “Wehşê di Hundirê Min de” de, hin bûyer û dîmen hene, mirov dibêje qey tu pêwîstî bi wan nîne û wateyeke ku li romanê bar bikin tune ye; wekî bipeydeçûn û çavdêrîya Soro ji Salar re, tevlêkirina Semîr di nava romanê de… wateyeke wan ya veşartî heye, yan te ev paragraf ji bo mebestine din bi kar anîne?
Çawa pîrejinên me bi tayên sipî ku “tayê rês” jê re digotin, gore ta bi ta dirêsan, wisa jî romannivîs ji hûrgilîyên rojane yên biçûçik tevna romana xwe dirêse. Gava tu li wî tayê sipî bi tena serê xwe binêrî tu yê wî wekî ta bibînî ku ti têkilîya wî bi gorê re tune ye. Lê di heman demê de ew gore ji hejmareke mezin ya wan tayan pêk tê. Ez bêm ser mînakên ku te ji romana min dane. Bi vî awayî dema mirov bi vî çavî lê binêre, mirov dikare hemû bûyerên romanê zêde bibîne. Lê di heman demê de bêyî van bûyeran jî roman dê li holê nemîne. Du sedemên gelekî girîng ji çavdêrîya Soro ji Salar re hene, yek jê ew e ku Soroyê biçûk bi çavê heyranekî li Salar dinere û wî wekî “îdol”ê xwe dibîne û ev yek dibe sedem ku her gav çavên wî li pey tevgera Salar be. Sedema din ew e ku di rêya vê çavdêrîyê re derûnîya Salar û tirsa wî ji şopandin û girtinê û çavan bi temamî xwe di vê bûyerê de dide der. Mînaka din ya ku te anîye, karekterê Semîr e ku te ew zêde dîtîye. Di bawerîya min de nebûna Semîr wê valayîyeke mezin di romanê de hiştiba. Hema hema hemû karekterên romanê bi awayekî ji awayan “erênî” ne, karekterê Semîr ê “neyênî” jî nûnertîya alîyê din yê civakê dike. Nûnertîya çavê desthilatdarîyê dike, ew çavê ku di her devera civakê de hatîye çandin.
– Şevbuhêrk û hevpeyvînên atolyeyê, xewn û kabûsên Salar ên der barê peykerî de, bûyer û rûniştinên lêpirsînê û pesinandina dirûvê endamên istixbaratan… gelekî nehatine dubarekirin?
Ez ê raz, an sireke vê romanê ji te re bibêjim. Ew raz jî di dîyarîyê de ye. Bingeha vê romanê ji projeyeke senaryoyê filmê sînemayê tê ku min û hevalê xwe yê derhêner Mehmet Aktaş bi hev re dinivîsî. Ji ber hin sedeman ev proje nîvco ma û neçû serî. Ez li destnivîsa wî senaryoyê nîvcomayî vegerîyam, li ser xebitîm û ji nû ve wekî roman nivîsand. Ji bo keda wî jî winda nebe min ev roman dîyarî dostê xwe Mehmet Aktaş kir. Min ev serpêhatî li vir got, ji bo ez balê bikşînim ser teknîka vê romanê ku gelekî ji teknîka senaryoyê filman an jî ji senaryoyê şanoyê nêzîk e. Dîmen ji hev veqetandî ne û piranîya cihên bûyeran jî destnîşankirî ne. Ji xwedubarekirinê bêhtir ez vê yekê bi teknîka honandina tevna romanê ve girê didim. Cih dubare dibe, lê axaftin dubare nabin. Her axaftineke nû ronahîyê davêje ser hin bûyerên nû û bi vî şêweyî xelekên çîrokên ku romanê dihonin didin pey hev.
– Zewaca Meryemê bi kesekî din re, her çi qas ku soza libendêmanê nedabe Salar jî, wekî xîyanetê tê zanîn; nameya Meryemê ya di sendoqa di gorna Salar de, nîşana dilpakî û evîneke xurt e. Di encamê de, yê xwîner çawa dikare Meryemê bisenifîne; xayîn e yan dilsoz e?
Heta ji min tê ez alîyê “insanî” yê mirovî ku ji gelek rengan pêk tê di karekterên xwe de didim pêş. Ez ne dozger im ku hukum li ser kesên romana xwe bikim û wan binirxînim û tesnîf bikim. Ez hewil didim ku jîyanê bi hemû kûrahîya xwe, derûnîya mirovan bi hemû tevlihevîyên xwe, zeft bikim û weku wêjeyeke xweşik veguhêzim. Rast e ez ji kes û karekterên xwe ne bêrî me, lê ez xwe tev li taybetmendîyên wan jî nakim. Ez ji kesên romana xwe hez nekim jî, dîsa jî zirarê nagihînim rastîya wan û bi wan re heta dawî dilsoz dimînim. Xwendevan çawa Meryemê bisenifîne bi kêfa xwe ye. Di jîyanê de jî weha ye. Hin kes hene kêfa te ji hin xisletên wan re tê û ji hin xisletên wan nefret dikî. Tu hem ji wan hez dikî û hem jî ji wan nefret dikî. Wisa jî hinek hene tu tenê ji wan hez dikî. Hinek jî hene tu yê tenê ji wan nefret bikî. Di jîyanê de wisa ye, di romanê de jî dê wisa be.
– Ez ji wê yekê agahdar im ku romanek li ser şerê Kobanîyê di nav destên te de heye. Gelo “Wehşê di Hundirê Min de” derbasgeh e û “Kobanîyê” jî berdewamî ye, yan tu têkilî di navbera wan de tune ye?
Xala hevbeş di navbera her du romanan de ew e ku li ser rûdanên van deh salên dawîyê ne. Di “Wehşê di hundirê min de” ez bi hovîtî û wehşîyeta ku li seranserê Sûrîyeyê rûdabû mijûl bibûm û hinekî veciniqîbûm. Ev roman weku gerrekê bû li sedemên vê veciniqandinê. Romana nû ku min qedandîye û ji weşanxanê re şandîye behsa çîrokeke hezkirinê dike û li ber sîya alên DAIŞîyan yên reş dibişkuve û ber dide. Wisa jî behsa 134 rojên berxwedana Kobanê ya dîrokî ye. Di bawerîya min de di wan rojan de tovên jîyaneke nû, qonaxeke dîrokî û nû ji bo kurdan hate avêtin. Min jî xwest di rêya serpêhatîya malbatekê re ez hin deynên giran yên bi sedên keçik û xortên me yên ciwan ku di rêya azadîyê de canên xwe dan vegerînim. Romaneke wisa ye ku serpêhatîya nivîsîna wê bi xwe dikare bibe mijara romaneke nû. Gelek tiştên ku dikarim li ser vê romanê bibêjim hene, lê niha zû ye. “Ka bera derkeve, dûre em dikarin li ser baxivin.“
– Di dawîya hemî roman û kurteçîrokên xwe de, tu pirsên bêbersiv ji xwendevanan re dihêlî, ji ber vê hindê ez ê careke din ji dawîya “99 Morîkên Belavbûyî” pirsekê bikim; ê ku Azad kuşt, Hisêno bi xwe bû?
Nizanim. Tu dikarî Hisêno bikî kujerê wî, wisa jî tu dikarî me hemûyan bi kuştina wî tawanbar bikî. Weha jî dibe kujer xortikekî elman ê xwedî ramanên rastgir û radîkal be yê ku ew dabû ber derbên kuştinê. Di romanekê de dema bersiva hemû pirsan bê dan, bandora wê romanê dê bi qedandina xwendina wê re li ser xwendevanan nemîne.
– Ji bûyîn û qewamên jîyana Azad, ên ku bi morîkan nixumandî bûn, te tenê 59 morîk tazî kirin. Ew çilên mayî, ji tunebûn û nemanê pê ve, tiştekî din li xwe digirin?
Li cem min teknîka avakirina romanê û naveroka wê heta radeyeke mezin bi hev ve girêdayî ne. Ji ber vê heta ku xwendevanek an rexnegirek romaneke min fêm bike, divê vê têkilîya harmonî ya di navbera şêwe û naverokê de ji bîr neke. Ev roman bi teknîka tizbîyê hatîye honandin. Bi gotineke din her bûyereke romanê morîkek e û tayê ku hemû libên tizbîyê digihîne hev jînenîgarîya Azad e. Wisa jî di pêvajoya çîroka jînenîgarîya Azad de, tizbîya ku dilketîya wî dide wî, weku buhatirîn dîyarîya li ber dilê wî, li destê wî gerandî ye û her tim pê re ye. Dema derba kuştinê lê dikeve, ev tizbî diqete û morîk belawela dibin. Anku tayê jîyana wî diqete û salên temenê wî ku ew morîk bi xwe ne belawela dibin. Ev roman jî hewildana berhevkirina wan morîkan e, wan serpêhatî û çîrokên salên temenê wî ye. Hejmara serpêhatî û morîkên ku ji jîyana Azad di vê romanê de hatine berhevkirin ew qase ne, 59 in. Li wan deran, di nav xirecir û qelebalixê de jî çil morîk jê winda dibin, nayên dîtin. Xwendevanê romanê dikare bi xwe wan serpêhatîyên mayî texmîn bike û wan morîkên windabûyî bibîne û berhev bike. Romannivîs dikarîbû ji 99 morîkên tizbîya jîyana Azad 59 morîkan berhev bike, ji xwendevanan jî tê xwestin vî karî bigihînin serî û 40 morîkên mayî berhev bikin. Wê gavê tenê tizbî dikemile. Ev jî dîmenekî sembolîk e li ser rola xwendevanan di romanekê de bê çawa dikarin rola nivîskarê romanê bigihînin serî.
– Di “Romana Kurdî” de tu nifşê pêşîn ê romannivîsên kurd bi partîtî û alîgirîyê, her wiha bi propogendaya ji ramanên sîyasî re bi nav dikî. “Gava Ku Masî Tî Dibin” ji alîgirî û propogndayê şûştî ye gelo?
Na, min ti kes bi partîtî û propagandayê bi nav nekirîye. Ragihadina encamên ku ez di lêkolîna xwe ya li ser dîrok û pêvajoya romana kurdî de gihiştimê bi vî awayî nîşanên tênegihiştinê ne. Dema min dest bi lêkolîna xwe ya li ser destpêka romana kurdî kir û min bala xwe da jîyana takekesane ya wan romannivîsên sereke yên destpêkê; rastyekê bala min kişand. Ew jî ev bû; her sê navên sereke di romana kurdî de ji destpêkê heta salên heftêyî Erebê şemo ( Şivanê Kurmanca), Rehîmê Qazî (Pêşmerge) û Ibrahîm Ehmed (Jana Gel) di nav birêveberîyên partîyên sîyasî de cih girtibûn. Ji qada sîyaseta partîtîyê xwe berdabûn qada nivîsîna wêjeyê. Min behsa vê dîyardeyê weku rastîyeke dîrokî kir. Jixwe wê di encamê de jî alîyê sîyasî di romanên wan de li pêş be. Ne ku min ev nivîskar bi propagandayê û bi partîtîyê tawanbar kirine. Ev yek ji taybetmendîyên pêvajoya destpêkê ya romana kurdî ye. Ne her kesê ku li ser mijara sîyasetên û şer binîvisîne, naxwe propaganda dike. Min di “Gava ku masî tî dibin” de mijara şerê kurdan yê li dijî dagirkerên welatê wan bi awayekî wêjeyî û weku roman nivîsîye. Bê guman ne ez weku romannivîs ne jî kes û karekterên min yên di vê romanê de cih digirin em ne bê alî ne. Ez dixwazim li ser helwesta xwe çend peyvan bibêjim ku di vê romanê de wekî di hemû romanên din de jî her tim û her gav alîyê min heye. Ew alî ew e yê ku ez bi çavê xwe yê sêyem pê li derûdora xwe dinerim û ji bo wêjeyeke xweşik û biast binivîsim, wî baş dibînim.
– Li Rojavayê Kurdistanê, nivîskar hêj “bêjî” ne yan bi bav bûne?
Heta dewleteke kurdan ya serbixwe û azad çênebe, yan jî hetanî ku statuyeke kurdan ya sîyasî û çandî û pê re jî aramî neyê holê, ew bêjîtî wê berdewam bike. Nivîskarên kurd li hundirê welêt, ji ber hebûna şer û tevlihevîya rewşa sîyasî bêpişt in. Wisa jî li derveyî welêt, ji ber tunebûna statuyeke sîyasî û tunebûna dezgehên çandî û tunebûna piştgirîyê, xwe bêpişt û bêkes dibînin. Di vê çarçoveyê de wê wêjeya kurdî bi giştî nikaribe ti gavên berfireh bi pêş de bavêje, lê ev nayê wê wateyê ku wê hin nivîskar an wêjevanên kurd nikaribin gavan bi pêş de bavêjin. Hemû pêşketinên ku îro ro di wêjeya kurdî de dibin bi keda takekesane ya van wêjevan û nivîskarên kurd e. Belê, nivîskar dikare bêjî be, lê di heman demê de dikare afirîner û berhemdar be jî.
– Di “Tirsa Bêdiran” de jî pirsek heye ku bala min dikişîne; Mêrê çavzer û rûnixumandî, tirsa Mûsa bû?
Belê, tirsa hundirê wî ye.
– Pîra cîrana Masî, kaloyê bilûrvan, pîra Sobartoyê, hoste Aram… hemî ne yek in?
Gava tu dakevî nav hûrgilîyan, tu yê bi rehetî bibînî ku her kesek ji van kesên te ew bi nav kirine xwedî taybetîyek e û karektereke cihê ye. Her kesek ji van ji hin kesayetîyên civaka kurd hatine girtin ku min ji nêzîk ve ew nas dikirin. Cudayîya di navbera pîra cîrana Masî û pîra Sobatoyê de wekî mînak mîna cudayîya di nav erd û ezmên de ye. Yek pîrek ji rêzê ye, ya din jî pîreke efsaneyî û sembolîk e. Wisa jî cudayîya di navbera Kaloyê bilûrvan û Hoste Aram de, ku yek jê mîratgirê dîrokeke dirêj ji serhildan û şoreşên şikestî ye, vebêjerê dîrokeke trajedî û kevin lê zindî û xwedubarekirî ye. Yê din peykerçêkerekî ermenî, sîyasetmedarekî bêhêvî û hunermendekî têkçûyî ye. Yê ku van kesan hemûyan bike yek bi çavekî li wan dinere û tenê xalên hevbeş yên di nav wan de dibîne.
– Ji “Memê Bêzîn” û bi şûn de, êdî dîmenên erotîk û erotîzmê kêm caran di berhemên te de derbas dibin û eger derbas bibin jî tu ew qasî tê de kûr naçî. Ji ber çi te xwe ji vê babetê vedaye?
Ez bawer dikim ev mesele ne bi plan û bi zanebûn çêbûye. Taybetîya pirtûka min a çîrokan “Memê bê Zîn” ew e ku nîvê çîrokên vê pirtûkê li welat hatine nivîsîn û nîv jî li derveyî welêt. Yanî hemû pirtûkên min ên din di dema mana min a li derve de hatine nivîsîn. Di vê dema tu behsa wê dikî de hin guhertinên mezin di jîyana min a takekesane de, her wisa di pêvajoya nivîsîna min de qewimîn. Weha jî li welat qonaxa Serhildana Qamişlo hat ku tê de yekem car di dîroka me de axa kolanên Rojava tev li xwînê dibe. Di wê demê de jî min romana “Tirsa bê diran” ku piştî Memê bê Zîn derketibû û mijara wê bandor û encamên vê serhildanê bû. Ez dikarim van guhertinan bi sê xalan bi çarçove bikim. Yek jê guhertina cih û derketina derveyî welat. Didu; serborîya jîyana takekesane, mezinbûna bi temen û guhertinên ku qonaxa piştî xortanîyê bi xwe re tîne. Sisê; dûrketina ji civaka kurd û gelemşeyên jîyana li xerîbîyê ku mijarên wê bi her awayî dikevin pêşîya mijarên din yên mîna erotîzmê.
– Sobartoyê, di navbera te û amûdîyan de dilmayîn çênekir?
Romana herî zêde ku di navbera min û hin amûdîyan de xera kir Sobarto bû; wisa jî romana ku têkilîyên min ên gîyanî û rûhî bi hin amûdîyan re xurt û dirust kir her ew roman bi xwe bû, Sobarto bû. Heta niha deh pirtûkên min, pênc roman û pênc pirtûkên çîrokan, derketine. Ya gelekî ji bo min balkêş, piştî dora bîst salan ji dûrketina ji Amûdê, di van serdanên min ên dawîyê de tenê behsa Sobarto dibû. Ez diçûm kû derê li xwendevanên wê rast dihatim, li pirskirina li ser mijarên wê rast dihatim û li bandora wê ya piştî van salên dirêj rast dihatim. Wisa jî di nav pirtûkên min de ya bi tenê Sobarto ye ku heta niha şeş çap jê derketine, sisê bi erebî û sisê bi kurdî û hîna jî tê xwendin. Ev cihê kêfxweşîyê ye ji bo min. Di nav amûdîyan de yên ku ji ber vê romanê bi çavên dijminan li min dinerin hene, wisa jî di nav amûdîyan de yên ku bi vê romanê û bi nivîskarê wê yê amûdî serbilind in hene.
– Her çi qas bi zimanekî nerm û herikbar hatine hûnandin jî, lê berhemên te, hema hema xwerû mecazî û xeyal in; di qada têgihiştin û nasîna mebestê de, xwendekarekî zîrek û bîrtûj divê. Te hewl nedaye ku barê xwendevanan siviktir bikî?
Her çendî serên mecaz û xeyalên di behemên min de li ezmanan bin, lê dîsa jî lingên wan li erdê ne. Weku hezkirîyekî wêjeyê wan berheman bala min nedikişandin gava ku her tişt bi awayekî realîst wisa di wan de dihatin birêzkirin, wekî ku nivîskar kamîreyek be li dora xwe bizîvire û çavdêrîyên xwe binivîse. Kêfa min ji vê wêjeya fotografîk re nedihat û min ew wêjeyeke lawaz, bêxeyal û feqîr didît. Wisa jî kêfa min ji xeyala bêsînor û bêserûber re ya di berhemên suryalîyan de nedihat. Nimûneyê herî nêzîkî min ew bû, ew ê ku hem realîst, bi çêj, tehim û bêhna civakê dagirtî bû û hem jî têrxeyal û mecaze û çêjeke hunerî û dûrbînîyeke sembolîk hildigre. Min biryara xwe wisa da ku ez her du xetan, ya realîst û ya suryalîst, bînim cem hev û wêjeyeke ku mohra min li ser bê dîtin binivîsim.
– Dixwazim meseleya şînhatina qiloç û terîyên mêran, her wiha pûrtgirtina bi çermê mirovan ve û dirêjbûna guhan fêm bikim?
Di çanda me ya devkî de gelek biwêj, serpêhatî, sembol û derbirîn hene ku dikarin bi awayekî rasterast di berhemên me yên wêjeyî de cih bigirin û wan berheman zengîn û pirwate bikin. Yek ji wan sembolan qiloç in. Dibe ku wateya “qiloçan” ji deverekê heta deverekê bê guhertin, lê hemû li dora yek wateyê diçin û tên ew jî “bênamûsî” ye. Dibêjin filankeso qiloç ji xwe re siwar kirine. Lê dema qiloç bi serê mêrekî ve şîn bên ev tê wê wateyê ku rewşek bi ser wî mêrî de hatîye, wê rewşê ew ewqasî perîşan kirîye û ew xistîye diruvê mêrekî bêçare û nikare namûsa xwe biparêze. Mesela pûrtgirtina bi çermê mirovan ve û dirêjbûna guhan ji hêla min ve pir zelal xuyanî dike. Gelek kesan di civaka me de û di nav civakên ku em di nav wan de dijîn asta lawiran “asta heywanî” derbas nekirine. Pêdivîyên heywanan xerîzî ne, dema zik û binzik têr bin, ew heta dawî razî ne û ti daxwazên wan ên din tune ne. Mirovin jî hene wisa ne. Azadî û jîyaneke birûmet nakeve nav çarçoveya pêdivîyên wan. Ev mirov in yên çermê wan pûrt digire û guhên wan hêdî hêdî di nav bêdengîya razîbûna wan de dirêj dibin.
– Di berhemên te de her timî “tolhildan”, “dilbijokî” û “xayîntî” xwî û xisletên jinê ne. Ji ber çi?
Ez vê têbînîya te di cih de nabînim. Ev xisletên te hejmartine ne tenê yên jinê ne. Di nav jinên ku min di berhemên xwe de behsa wan kirîye gelek jinên ku ti têkilîya wan bi van xisletan re tune ye jî hene. Ez bi xwe van xisletên mirovî, insanî dibînim û di vê yekê de jin û mêr ji hev cuda nabin. Ez bêhtir mirovên di rewşên xerab û awarte de dijîn ji xwe re dikim mijar, ji ber vê ev xisletên te behsa wan kirîye hem li cem jinan û hem li cem mêran peyda dibin.
– Di pirê romanên te de, çend kod û biwêjên biçûk ne tê de, derbirîn û vegotina hemî karekteran hema hema her yek e; çi pîrejin be, çi kalekî jihevketî be, çi dînekî serêxwexwarî be, çi zarokekî 9-10 salî be, çi jî şûtika mêrekî yan jî derîyê malekê be. Bi vê yekê, ew cudahîya xwezayî ya di navbera kesan de, xwî û şêwazê ku wan ji hevûdin cuda dike, binpê nabin?
Pirsgirêkeke mezin di vê pirsê de, wekî pirsa berî vê de jî heye. Pirs xwe disipêre têbînîyeke şaş. Nivîskarekî serkeftî tune ye ku derbirîn û vegotina wî ya hemû karekteran yek bin. Eger ev têbînî rast be, ev tê wê wateyê ku berhemên min ji hêla hunerî, wêjeyî û avakirina karekteran ve seqet û ketî ne. Ez vê nirxandina ku xwe nasipêre ne ti delîl û ne ti mînakan di cih de nabînim. Dibe di hin deveran de hin rûdanên wisa rûdabin, eger hebin jî wê pir kêm bin. Di nav karekterên min de zarok bi zimanê zarokan, dîn bi zimanê dînan û kal bi zimanê kalan dipeyivin.
– Reşbînî, tunebûn û jiholêrabûn, tirs, têkçûn, şikestin û rev encam û dawîya hemî berhemên te ne. Gelo tevahîya berhemên te tenê çîroka kesekî têkçûyî û şikestî, yan jî tenê rastîya miletekî bindest dibêjin?
Ez ê li vir tenê behsa mijara hezkirinê bikim. Ez wisa texmîn dikim, eger Mem bi Zînê re bizewicîya, daweteke wan a heft roj û heft şev li Cizîra Botan li dar keta û dûre jî heft zarokên wan çêbibûna, wê niha destaneke wêjeyî bi navê Mem û Zîn tunebûya. Heman tişt mirov dikare li ser Romyo û Jolyet jî bibêje. Ev mînak vê rastîyê bi bîr tîne ku pirê caran trajedî, alozî, şikestin û têkçûn dikarin bibin mijarên herî sereke yên berhemên wêjeyî. Ev alîyekî meselê ye. Alîyê din ew e ku wêjeya me pala xwe dide rewşa me û rewşa civaka me ya rasteqîne. Bi vî awayî her wêjeyek radihêje reng û xisletên civaka ku ew wêje li ser tê nivîsîn. Civaka me, miletê me heta vê gavê li hember pilanên jiholêrakirinê, tirsê, şikestin û têkçûnê heta dawî bi ser neketîye. Xwedî berxwedaneke efsûnî ye, lê heta niha bi azadî û serxwebûnê bi encam nebûye. Ev rewşa giştî sîya xwe davêje ser berhemên me yên wêjeyî jî.
– Mala te ava be.
Mala te û mala hemû xwendevanên kurdî jî ava be.
Riataza
“Helîm Yûsiv” Ji Şermola Re: Di Vê Dema Dawîyê De Firehîya Mal Û Kolanên Romanê Ez Hinekî Ji Biçûkbûna Ode Û Sikakên Çîrokê Dûr Xistime.
Aram Hesen
18.10.2020 – Kovara Şermola, hejmar 7.
Li Amûda Rojavayê Kurdistnê ji dayik bûye
Fakulteya mafnasîyê, li zanîngeha Helebê qedandîye.
Ji sala 2000’î ve li Elmanyayê dijî
Xelata romana kurdî di sala 2015’an de wergirt. Xelat ji hêla weşanxaneya Endêşe li Silêmanîyê – Başûrê Kurdistanê hate dayîn.
-Birêz Helîm Yûsiv em bixêrhatina te dikin û kêfxweş in ku te hinek ji dema xwe ji bo me veqetand.
Ez jî kêfxweş im, ku mêvanê we û mêvanê Şermola me îro. Hûn di nav xêrê de bin.
-Di serî de bi çend hevokan xwe bi xwînerên Şermola bide nasîn.
Di sala 1967’an de li Amûdê di nav malbateke kurd de jidayikbû me. Di nav çar bira û sê xwişkan de biçûkê bira bûm. Hetanî bekelorya min li Amûdê xwend û mafnasî -hiqûq- li zanîngeha Helebê xwend. Ji sala 2000′ î de li Elmanyayê dijîm. Heta niha min şeş roman û pênc pirtûkên çîrokan belavkirine.
-Tê gotin ku tişta nivîskar dinvîse encama tiştên ku xwendîye, her wiha nivîsandin ji nû ve vesazkirina peyvên ziman e, ji bo te nivîsandin çîye?
Ji bo min nivîsandin qeder bû. Qedereke weha bû, ku bêyî haya min ji min hebe hat pêşîya min. Heta niha ez carinan vê qederê reş û carinan jî spî dibînim. Ji ber ku nivîsandinê hemû jîyana min serobinoyî hev kir û heta niha ez nikarim weku kesên din bi aramî û rehetî bijîm. Nivîsandin hem dojeh e ku agirê wê bi rih û can ketîye û nema vedimre û hem jî bihuşta min e, ya ku di hemû rojên giran de, di hemû erdhej û şewatan de, xwe lêdigrim û xwe dispêrim hênikayîya wê.
-Li gor gelek wêjevan û rexnegiran niha roman di serdema xwe ya zêrîn de ye, hemû cureyên wêjeyî yên din li şûn xwe hiştine, gelo tu bi vê nerînê re yî?
Heta radeyeke mezin ev dîtin rast e. Di nav hemû celebên wêjeyî de, di vê sedsala me de hunera romanê li pêşîyê ye. Di bazara pirtûkan ya cîhanê de jî bi vî awayî ye. Eger em bala xwe bidin Ewrupayê, ku weke navendeke çanda cîhanê ya hemdem tê naskirin, gelek weşanxane hene ku ne helbestan û ne çîrokan çap nakin û naweşînin. Di bawerîya min de vê dîyardeyê roleke dualî di pêvajoya nivîsandina romanê de lîstîye. Ji alîyekî ve hunera romanê geş bû, çav hemû li ser in û li her deverê bi germayî tê nivîsandin, weşandin û xwendin. Lê ji alîyekî din ve her kesê ku dikare rahije pênûsê dev ji helbestê û çîrokê berdide û berê xwe dide nivîsandina romanê. Bi vî awayî nivîsandina romanê dikeve rengê “modeyê” û kî radibe xwe lê diceribîne. Ev yek hejmara berhemên bê ast, yan jî yên di asteke nizim de zêde dike. Di encamê de di hin derûdoran de, ku dengê rexnegirîyeke cedî tuneye, wekî derdorên Kurdan her tişt tevlihev dibe û pîvan jî winda dibe. Ev yek rê li ber tevlihevîyên mezin di vî warî de vedike.
– Ji ber ku tu çîrok û romanê jî dinîvîsî, gelo çi cudahî di navber wan de heye û tu bêhtir di kîjan cureyê de xwe dibînî?
Min bi çîrokê dest bi nivîsandinê kir û bi romanê berdewam kir. Niha jî di nivîsandina hem çîrokê û hem romanê de berdewam im. Di ciwanîya xwe de, di destpêkê de, ez pê dihisîyam ku çîrok têra min dike û ew dikare hemû xirecira hinav û gîyanê min derxîne ser rûpelên spî. Lê bi derbasbûna demê re û berfirehbûna serbore û tecrubeyê re, ez pê hisîyam ku êdî kirasê çîrokê li gewdeyê êşa min biçûk bûye û nema tê hiltê. Ji ber ku cureyê herî nêzîkî çîrokê roman bû, carekê min xwe dît ku waye ez romanan dinîvisînim. Ev veguheztin wekî pêdivîyekê û jixwebere hat. Ji roja ku min rahiştîye qelemê û heta îro min herdem rê li ber pêlên agir ên ku ji kûrahîya hinavên min derdikevin, vekirîye. Çavê min li wî agirî û guhê min li ser dengê dilê min e, ew berê min didin kuderê, ez diçim wê deverê. Di vê dema dawîyê de firehîya mal û kolanên romanê ez hinekî ji biçûkbûna ode û sikakên çîrokê dûr xistime. Lê ez carcaran bêrîya wan sikak û kuçeyên çîrokê dikim, ji ber ku dilê min ê “ewilî” ew bû, çîrok bû.
-Heta niha çend berhemên te derketine, ya destpêkê çi bû û kîjan salê derket. Her wiha ji me re behsa berhema xwe ya dawîn ”Firîna bi baskên şikestî” bike?
Heta niha di navbera çîrok û romanê de, yazdeh berhemên min derketine. Yekem berhema min a çapkirî “mêrê avis” bû, ku bi zimanê erebî di sala 1991’ê de li Şamê hate weşandin. Çîroka nivîsandina romana min a dawîyê “Firîna bi baskên şikestî” ku li ser berxwedana Kobanê ye, ji bûyerên romanê bixwe xemgîntir e. Di 2014’an de, min jî weke her kurdekî rewşa Rojava, dorpêçkirina Kobanê ji hêla Daiş ve dişopand. Di destpêka şer de min û hin keç û xortên ku li Kobanê diman, me behsa nivîsandina romanekê kir, li ser wê qonaxa dîrokî ya ku Rojava bi giştî û Kobanê bi taybetî tê re derbas dibû. Diva bû hemû çîrok û bûyerên ku li Kobanê diqewimin ji min re bişînin. Her weha di dawîya 2015′ an de min Cîhan Hesen, birayê wê Rodî û xwişka wê Gulîstan me hevdu li Stenbolê dît û li ser nîvisandina romanê me lihevkir. Ew vegerîyan Kobanê û ez jî vegerîyam Elmanyayê. Bi dehan nivîs û çîrokên ku min dixwestin ji min re hatin. Min jî dest bi nivîsandina romanê kiribû. Hetanî ew şeva ku nav lê kirin şeva xedrê bi ser Kobanê ve hat. Di wê şevê de Rodî, zavayê bîst rojan û Perwîna bûka bîst rojan û dîya Rodî û birayê wî yê mezin û ji wê malbatê tenê dora deh kesan û ji Kobanê dora sêsed kesî bi wî awayê hovane şehîd xistin. Ji nav wan û spas ji Xweda re ku Cîhan di wê tevkujîyê de sax ma. Ew bûyer bû sedem ku ez veciniqim û çar salan rawestim. Piştî wê careke din li nivîsandina wê romanê vegerîyam. Vê carê roman ne ji çîrokên ku Cîhan û Rodî û Perwîn ji min re dişandin pêk dihat, lê belê ew bi xwe bûn kesên sereke yên vê romana nû ku bi navê “Firîna bi baskên şikestî” hat nivîsandin û belavkirin.
– Romana Kurdî ji salên ku te dest bi nivîsandinê kirîye heta niha çiqasî bi pêş ketîye, û niha di çi astê de ye?
Mirov nikare behsa rewşa romana Kurdî bike, bêyî ku mirov behsa taybetîya rewşa kurdan ya sîyasî û civakî bike. Ji bo kurmancî ez dixwazim vê bêjim, ku ji sala 1995’an û vir de mirov dikare behsa qonaxeke nû ya wêjeya kurdî-kurmancî bike û roman jî di nav de. Ji ber ku wan salan li bakurê Kurdistanê û Turkîyê qedexe, heta radeyekê, ji ser kurdî hatibû rakirin û dest bi derketina kovar, rojname, pirtûk û weşanxaneyên kurdî bibû. Dibe ku şensekî min ê baş be, ku ez yek im ji wî nifşê ji salên notî ve dest bi belavkirina berhemên xwe yên bi kurdî kiribû. Ji wan salan heta niha bi dehan romanên kurdî hatine nivîsandin û belavkirin û geşbûneke berbiçav di vî warî de rûda. Dema mirov behsa asta romana kurdî bike, divê ez du tiştan ji nav hev derxînim, yek jê girêdayî rewşa kurdan, ya welatê wan û qedexekirina zimanê wan e, ku ew jî hejmare. Hejmara romanên kurdî beramberî hejmara romanên bi zimanên din, ji ber sedemên behsa wan bû, pir kêm e. Tiştê din asta wêjeyî û hunerî ye, ez wê li gor şopandina xwe baş dibînim. Di kurdî de îro bi dehan berhemên hêja yên di asteke baş de tên dîtin û mirov dikare wan bilind binirxîne. Di hemû zimanan de, li cem hemû miletan, kurd jî di nav de, weha ye. Berhem pir tên nivîsandin, lê yên ku bilind bêne nirxandin hindik in.
-Tu tevgera wêjeyî û çandî li kurdistanê bi giştî û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê çawa dinirxînî?
Ev bîst sal in ku ez ji derveyî welêt dijîm. Di van salên dawîyê de û piştî vê pêla penaberîyê ya berfireh û rewşa ku li Rojavayê Kurdistanê rûda, têkilîyên min yên civakî hêdî hêdî bi nas, heval û dostan re vegerîyan. Berî wê dûrbûn û jihevqutbûneke mezin çêbibû. Di van bîst salan de bi dehan nivîskarên nû derketin ku ez wan nasnakim, berhemên nû derketin ku negihiştine ber destê min. Ji ber vê bersiva pirseke weha pir zehmet e ji bo min û ez di der barê hûrgilîyên rewşê de ne ewqasî agahdar im.
-Dibêjin bandora jîngeha nivîskar di berhemên wî de der tê, ev bîst sal in tu li Ewrupayê dijî, kîjan berhemên te encama serpêhatî û dîtinên te yên Ewrupayê bûn?
Pirtûka min a çîrokan a bi navê “Auslander beg” di sala 2011an de derket. Ev pirtûk bi temamî li ser jîyan û serpêhatîyên kurdên Ewrupayê ye. Bûyerên romana min “99 morîkên belavbûyî” bi temamî li Elmanyayê diqewimin. Beşekî mezin ji çîrokên pirtûka min “Memê bê Zîn” ku di 2003 an de derket li Berlînê û li ser rê û rêçikên bajarên Ewrupayê diqewimin. Jixwe rexneya min a li nivîskarên kurd ên berî min herdem ev bû, ew çima li ser serpêhatîyên xwe, serpêhatîyên kurdên li Ewrupayê dijîn ku bi sedhezarane, nanîvisînin. Ji bo min, çawa ku nîvê jîyana mina li welêt jêdereke bê sînor a nivîsandinê ye, wisa jî ev nîvê din yê jîyana min a li xerîbîyê wê bimîne çavkanîyeke bê sînor ji bo nivîsandina çîrok û romanan.
-Li gor we, çiqasî girîngîya pêşangehên pirtûkan di vejandina wêje û aktîvkirina rola tevgera çandî de heye, her wiha bi giştî çi bandorê li civakê dike?
Pêşangehên pirtûkan derfeteke baş e ji bo avakirina têkilîyeke rasterast di navbera nivîskaran û xwendevanan de, di navbera pirtûkan û civakê de. Lê ji ber tunebûna bazareke berfireh a pirtûkê di nav kurdan de bandora vê çalakîyê pir bi sînor dimîne. Alîyê din ê mijarê ew e ku şêwe û awayê çêkirina van pêşangehan nêzîkî şêweyê Ereba ye. Pêşangeh bi giranî ji bo firotina pirtûkan vedibe. Lê li cem Ewrupîyan bi awayekî din e. Wekî mînak ez ê behsa pêşangeha salane ya navdewletî ya Frankfurta Elmanyayê bikim, ku her sal di meha dehan de çêdibe. Pêşangeh pênc rojan dewam dike, sê rojên destpêkê tenê ji bo weşanger, wergêr, nivîskar û pisporane û tenê herdu rojên dawîyê ku şemî û yekşem e rê li ber derbasbûna xelkê vedibe. Di her sê rojan de weşanger, weşanxane, nivîskar, wergêr, ji hemû deverên dinyayê tên û hevdu nasdikin, kontrakt û peymanan bi hev re imze dikin. Bi vî awayî berhemên wêjeyî bi hemû zimanan li hemû deverên dinyayê têne çapkirin û belavkirin. Wisa jî semîner û civatên hevnasîn û danasînê bi zimanên cuda têne lidarxistin. Piştî ev bazar di navbera pisporan de diqede, roja dawîyê xelk derbasî pêşangehê dibin û her yek berê xwe dide cihê weşanxaneya ku lê digere û dikare pirtûkan bikire. Beşdarbûna kurdan di vê pêşangeha navneteweyî de, eger hebe, vekirina standekê ye, danîna ala kurdî ye û vexwarina çayê ye.
– Wêje bi rexnegirîyê bi pêş dikeve, tu rexnegirîya kurdî çawa dibînî?
Eger mebesta te bi rexnegirîya kurdî ew be, ya ku bi zimanê kurdî dibe, mirov dikare bibêje ku ev meydan hema hema vala ye û nivîsên ku li ser pirtûkan bi kurdî belav dibin, ji danasînê biwêdetir tiştek nîne. Carcaran jî hin gotarên pesindanê yan jî biçûkxistinê têne belavkirin. Rexnegirîya ku dibe jî bi zimanê erebî dibe. Ez ê mînaka berhemên xwe bidim, heta niha di navbera çîrok û romanê de yazdeh berhemên min bi kurdî derketine, lê ji bilî gotar û nirxandinên di rojname û kovaran de ti nivîsên rexneyî li ser wan wekî pirtûk derneketine. Bi erebî, tevî ku hemû berhemên min heta niha bi erebî derneketine jî, du pirtûkên rexneyî heta niha derketine. Yek jê li ser çîrokên min ku ji hêla rexnegirê Sûrî Mihemed Mihyedîn Mîno ve di sala 2004 an de li Himsê derket û yek jî li ser romana Sobarto ji hêla Mesûd Hesen ve li Şamê di 2006 an de derket. Her weha pirtûka sêyem li ser her şeş romanên min ji hêla Rêber Hebûn ve hatîye nivîsandin, ew ê di demeke nêzîk de derkeve.
– Di der barê wergera berhemên te bo zimanên din de, çi agahî hene?
Weşanxana Endêşe li Silêmanîyê di weşandina hemû berhemên min bi soranî de, berdewam e. Berhema di dorê de û wê nêzîk bi soranî derkeve romana “Firîna bi baskên şikestî”ye.
Weşanxana Afraz li Îranê wê nêzîk dest bi weşandina berhemên min bi Farisî bike û ji bo wê “99 morîkên belavbûyî” di dorê de ye.
Piştî Ingilîzî, Erebî, Tirkî û Farisî wergera romana min “Gava ku masî tî dibin”ya îtalî qedîya ye û wê di demeke nêzîk de ronahîyê bibîne.
Wergera romana “99 morîkên belavbûyî” ya Elmanî îsal amade dibe. Ev pirojeyê wergerê ji hêla nivîsgeha çandê “kulturbüro” ya bajarê ku ez lê dijîm Wuppertal hatîye fînansekirin.
Wergera “Wehşê di hundirê min de” ya Ingilîzî tê amadekirin.
Wergera Erebî ya “99 morîkên belavbûyî” ji bo weşanxaneya Sefsafa li Misrê tê amadekirin.
Piştî “Mirî ranazin”, “Tirsa bê diran” û “Gava ku masî tî dibin” wergera Tirkî ya “Sobarto” jî amade ye û li benda çapê ye.
Bi giştî ev pirojeyên wergerê yên di derbarê berhemên min de, niha li ber destan in.
-Projeyên te yên paşerojê çi ne?
Ji 2011 an û vir de ti pirtûkên min yên çîrokan derneketine. Ez niha wan çîrokên xwe yên ku min di vê demê de nivîsandine berhev dikim û wan ji bo çapê amade dikim. Dibe ku pirtûka min a bê ne roman, lê pirtûkeke çîrokan be.
-Rêzdar Helîm Yûsiv ji bo vê hevpeyvînê gelek spas, heger gotineke te ya dawî hebe kerem bike bêje.
Gelek spas ji bo we jî, ji bo her kesê ku keda wî di amadekirin, weşandin û belavkirina Şermolayê de heye. Bi hêvîya berdewamî û pêşveçûn û serkeftinê.
