halimyoussef - Halim Youssef - Page 2

Rojeke xwendinê ku nayê jibîrkirin li Berlînê

23.05.2024, demjimêr: 18:00

Roja pêncşemê 23ê gulanê, divabû em saet şeşê êvarî dest bi danasîn û axavtina li ser çapa almanî ya „99 morîkên belavbûyî“ bikin û saet heft biqedînin. Lê ji ber beşdariya germ ya di danûstendinên li ser mijarên romanê de çêbû, axavtina me du saet û nîvan dirêjkir. Rojeke xweş, tevlêbûneke geş û beşdariyeke bê navber hebû.

Rojeke wisa bû, ku wê ji bo min neyê jibîrkirin.

Spas ji bo Yekmal e. V. ji bo birêvebera serkeftî Sozdar, herwisa spasiyên ji dil ji bo hemû kesên ku amade bûn.

Di 23ê Gulana 2024an de di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî de bi hevkariya Muzexaneya FHXB Friedrichshain-Kreuzberg Museum îvêntek taybet pêk hat.

Îvênt ji aliyê Tora Kurdî ya ku ji aliyê komeleya me Yekmalê ve tê kordînekirin, hatibû organîzekirin. Nivîskarê Kurd-Alman ê navdar Helim Yusiv romana xwe ya bi navê “99 Morîkên Belavbûyî” ku ji Kurdî bo Almanî hatiye wergerandin, pêşkêş kir.

Îvênta ku hem bi Kurdî û hem jî bi Almanî hat lidarxistin, rastî eleqeya gelek kesan hat. Nêzîkî 60 beşdaran du demjimêr û nîvan bi baldarî li çîrok û axaftinên nivîskar guhdarî kirin. Vê xwendinê nêrînek balkêş li ser hunera vegotinê ya Helîm Yûsif derxist holê. Çîrokên wî yên ku di navbera çandên cuda de piran ava dikin, temaşevan ber bi rêwîtiyek wêjeyî ya balkêş birin.

Rojên Çanda Kurdî zêdetirî 10 salane ji aliyê Yekmalê ve tê organîzekirin û ev 2 sal in li seranserê Almanyayê tê lidarxistin. Vê bernameyê avakirina qadên ji bo hevdîtin û danûstandinên çandî ji xwe re kiriye armanc. Di vî alî de xwendina Helîm Yûsif jî ji bo naskirina hev, pevguhertina ramanan û pîrozkirina cihêrengiya çandî derfeteke hêja pêşkêş kir.

Em spasiya hemû beşdaran û moderator Sozdar Jafarzadeh dikin ji bo vê êvara ku nayê jibîrkirin. Spasiyek me ya taybet ji Helîm Yûsiv re heye ji bo çîrokên wî yên balkêş ku dê demek dirêj di bîranînên me de bimînin. Herweha em spasiya “House of Resources Berlin dikin ku piştgiriya aborî ya vê îvêntê kir.

Berlin: “99 zerstreute Perlen” – Lesung mit Halim Youssef

23. Mai | 18 Uhr | Dachetage des FHXB Museums

Nûçeya roja mina xwendinê di malpera Museuma Kreuzberg de li Berlînê hat weşandin.

Wê axavtin û danasîna çapa almanî ya „99 morîkên belavbûyî“ li salona wê çêbibe.

Im Rahmen der Kurdischen Kulturtage lädt Yekmal e.V. zu einer Lesung mit Halim Youssef und zum anschließendem Gespräch mit Sozdar Jafarzadeh ins FHXB Friedrichshain-Kreuzberg Museum ein.

Halim Youssef ist ein deutsch-syrischer Schriftsteller und Übersetzer. Geboren im Norden Syriens, lebt er heute in Deutschland und schreibt Kurzgeschichten, Theaterstücke und Romane auf Kurdisch, Arabisch und Deutsch, in denen er sich mit Themen wie Identität, Migration und Heimatlosigkeit auseinandersetzt.

Sein Roman “99 Zerstreute Perlen” erzählt die seinem eigenen Lebensweg entlehnte Geschichte des Übersetzers Azados, der aus dem Norden Syriens nach Deutschland kommt. Hier begegnet er unter anderem Hamza, einem Geflüchteten aus der Türkei, der in seiner Heimat als Kurde verfolgt wurde und in Deutschland von Rechten als ‚Türke‘ beschimpft wird. In 99 Kapiteln wird das Verhältnis von Sprache, Zugehörigkeit und Selbstverwirklichung spannungsreich und einfühlsam verhandelt und gleichzeitig werden die Bedingungen deutlich, unter denen kurdische Menschen in Syrien, Türkei und Irak, aber auch hier in Deutschland leben.

Im Anschluss an die Lesung diskutieren Halim Youssef und Sozdar Jafarzadeh Perspektiven und Lebensrealitäten literarischer Arbeit und Selbstverwirklichung in der Diaspora und laden zum Gespräch mit dem Publikum ein.

Eintritt frei | Lesung in deutscher Lautsprache | Rollstuhlgerechter Zugang

https://www.fhxb-museum.de/index.php?id=31&fbclid=IwZXh0bgNhZW0CMTAAAR1urlMgrMakwIaZpvBLpsokOPwztZ35doK-iju5KcX0yStUhnR96BUpJ8c_aem_AUPuvpuAqNPfohI7JPaRS3cR-6iC7TFMukzL-5lEDKtKulDZ-MbfBYlknL851bjf6VZwlPRdDx46dfiIiHgqsrIw

“Di 100 Salî de 100 Berhemên Bijarte yên Kurdî” Sobarto – Roman

30.01.2024

Mala kurdan li Swêsrayê (Switzerland) bi piştgirîya Şaredarîya Lozanê, di sedsalîya peymana Lozanê ev proje birêvebir. Bi rêya pisporan, di 10 kategorîyan de, 100 berhem hatin bijartin.

Vidyo: 22 berhemên wêjeya kurdî, ku romana min Sobarto yek ji wane, di kategoriya wêjeyê de hatine hilbijartin.

https://100berhemenkurdi.com/berhem-list/