Şiroveyek li ser wergera farisî ya ‘Firrîna bi baskên şikestî’- Ezîz Nêmetî - Halim Youssef

Şiroveyek li ser wergera farisî ya ‘Firrîna bi baskên şikestî’- Ezîz Nêmetî

June 22, 2021

Têbînî: Ezîz Nêmetî helbestvan, nivîskar û rexnegirê wêjeyê ji herêma Ûrmiyê ye. Wî ev rexne bi zimanê farisî û li ser wergera farisî ya romana ‘Helîm Yûsiv’ a bi navê ‘Firrîna bi baskên şikestî’ ji aliyê ‘Sayîme Xakpûrê’ va ku ew bixwe jî ji vê herêmê ye, nivîsiye. Kerem bikin kurmanciya vê rexneya têr û tijî ji aliyê ‘Berat Qewîendam’, wergêr û lêkolerê ziman û edebiyata kurdî ji Xorasanê bixwînin.

1 – Navê romanê

Ez destpêkê balê dikişînim ser navê Romanê. Dema min li navê Romanê fikirî, ev pirs di mejiyê min da çêbûn: Mirov çawa dikare bi baskine şikestî bifirre? Bi rastî wateya ‘Firrîn’ê di romana Helîm Yûsiv da çî ye? Lê dema ku ez gihîştim dawiya romanê, careke din li navê romanê vegeriyam û gihîştim vê qenaetê ku Helîm Yûsiv bi bijartina navê ‘Firrîna bi baskên şikestî’ dîmeneke îhambar û pirrwate afirandiye, dîmena ku hewcetî bi çend şirove û lêhûrbûnê heye; Şiroveyeke Nêzik û Şiroveyeke Dûr. Şiroveya Nêzik amaje bi şêniyên bajarekî dike ku pirraniya wan an şehîd bûn an dane ser rêkoçeke şehîdane; û Şiroveya Dûr eşaret bi gişt hevzimanên Helîm Yûsiv dike ku yek bi yekê wan pişk û pareke xwe di beşa terkîbiya sembolîk û wênekî ya ‘Firrîna bi baskên şikestî’ da hene.

Nemaze derbarê lehengên romana Helîm Yûsiv û firrîna wan, ev gotina ‘Friedrich Nietzsche‘ hat bîra min ku dibêje: “Kesê ku dixwaze bihêvose ku rojekê bifirre, divê bihêvose ku li ser piyan raweste, bimeşe, bibeze û bazde û bireqise; bêyî derbaskirina van qonaxan, mirov nikare rasterast dest bi firrînê bike.”

Bi vî awayî ez navê romanê yanî ‘Firrînabi baskên şikestî’ di çarçova heman vegotina Nietzsche da dinirxînim. Dema ku ez li kesayetiyên romanê difikirim, giştan wiha kir, destpêkê li ser piyan rawestiyan, piştra bi rê ketin, paşê beziyan û hilbazdan û dawiya dawî firrîn.

2 – Destpêka Romanê

Her romanek bi rêbazeke anku teknîkeke ciyawaz û taybetî xwe destpê dibe. Hinek ji nuqteyekê destpê dibin û di dirêjahiya xêzeke rasterast da digihêjin nukte û têgeha dawiyê. Tevn û pêkhateya hin romanan weke xelekê ye, yanî ji nuqteyekê destpê dibin û di dawî da digihêjin heman nuqteyî. Destpêka hin romanan nişkêvayî ye, wekî teqîna volkanekê bi rûdaneke serhejîner û diltezîn destpê dibin. Ev taybetmendî gişt di romana Firrîn bi baskên şikestî da tên dîtin, lê ez bixwe navekî ji destpêbûna romana Helîm Yûsiv ra datînim: Destpêbûneke wek Aşîtê; aşîta ku berdewam bi ser naveroka romanê û lehengên wê da dihêwire û tê xwarê û wan dike bin xwe; ji aliyekî va nişkêvayî berjêr dibe û ji aliyê din va top û gilorkên wê bi dirêjahiya xêzeke bêdawî didomin û serê axir û lipeyhev li heman rûdana diltezîn a yekem vedigerin. Balkêş e ku xala destpêkê hema bêje ji bo hemî lehengên romanê bi vegereke yeksan û wekhev dixitime, çi ewên ku şehîd dibin û careke din dibin bînerê têkoşîna rêhevalên xwe û çi jî ewên ku zindî dimînin û hevpişkê şehîdbûna şehîdên xwe ne. wek ku Helîm Yûsiv dibêje, “Zindiyan li ber kamerayê qala xwe û miriyên xwe dikirin.” Ev hevok nîşana pêkvegirêdana mirina mirovan û hunera wan e.

Hadiyê fîlmçêker û dostê wî yê senaryonivîs yanî Burhan ji gorên xwe radibin da ku projeya çêkirin û nivîsandina senaryoya fîlmekê amade bikin, ne tenê ji bo Kobanê, lêbelê ji bo pêwendiya digel cîhana hunerê; Lê meger li welatê Helîm Yûsiv, derfeteke hunerê heye ku tenê ji bo hunerê bijî? Huner di vî welatî da bi êş û renc, koçandina bi darê zorê, bexwedana li hemberî destdirêjkerên wekî çeteyên DAIŞê, zîndan û awaretî, derbiderî, bêmalî, revendî û hezar û yek birînên din ên bêderman hatiye dagirtin; birînên ku carina hunerê hanî xwekujiyê didin. Hema wisa ku di destpêka romanê da, nivîskar vê rastiyê bi xwekujiya stranbêjê ji bajarê Hadî û Burhên radixe ber çavan. Mirina wî hunermendî sembola mirina hunerê ye, hunera ku DAIŞî gihîştin her derê, destpêkê ew û sembolên wê rûxandin û ji nav birin. Rabûna ji nav goran ji bo kirina xebateke hunerî ku biryar e serpêhatiya tehl a miletekî bike fîlm û senaryo, nîşaneyeke gellek berbiçav e ku mijara nîşanenasîna ‘Ferdinand de Saussure’ (zimannasê ji Swîsreyê) û ‘Roland Barthes’ (rexnekirê fransî) di warê wêje û hunerê da destnîşan dike; ev rabûna ji gorê ji bo vejiyandina mijarekê di çarçova janreke hunerî da dikare gellek mînakan temsîl bike. Ji wan yek ev e, tiştê ku cavîdan û mayînde dibe huner e, bi gotineke din ewê ku mayînde dibe, ew e ku bi şêwazeke hunermendane canê xwe kiriye goriyê gelê xwe, û ya din eva ku, mirin dawiya her tiştî nîne, dibê qey payîzek e ku bi bihareke di zikê xwe da avis e. Rabûna ji gorê di romana Helîm Yûsiv da, hulistiyan û vejiyana hêvî û mirazên gelekî ye ku baweriya wî bi rasteqîniya xwe, rewabûna mafên xwe û serketina xwe heye.

Destpêbûneke wiha ji bo romanekê ku trajediya herî xembar a cîhanê di nava xwe da dihewîne, destpêbûnek e ku ji heman seretaya gotinê da, xwîneran bi asta herî jor a şiyana romannivîsekî dide hesandin û wiha dike ku ji rêbaza wî ya afirîner û hunermendane ra bibêje, ‘Aferîn’!

3 – Konflîkta romanê

Em Konflîkta anjî milmilaneya romanê ji zimanê vebêja mayînde ya romanê, yanî ji zimanê Cîhanê dibihîzin. Balkêş e heke ez bibêjim ku vê konflîktê zemîneyeke dirêj û dîrokî heye, lê carinan bi şikl û rengekî nû li nava mirovên ku di dirêjahiya dîrokê da bêpar mane, diyar dibe û pirsgirêkan çêdike. Vê carê, wisa ku ‘Cîhan‘ dibêje, ev girêk û konflîkt, anjî ev pirsgirêka kevn a dîrokê bi diyardeyeke bi navê DAIŞê, çend qatan hovtir û tirsnaktir, yaxeya mirovna digire ku tu wextî li ser axa xwe xwediyê mala xwe nebûne û hertim jibo vî mafê xwe yê rewa şer kirine. Diyarbûna DAIŞê û êrîşên wê yên dirrindane beriya her tiştî raserî miletê kurd hat û xwîna wî mît. Di vê navberê da balkêş e ku kurdan nema bejna xwe li hemberî hovîtiya DAIŞê tewandin û ew têk birin. konflîkta sereke ya romanê di qonaxa yekem da hema ev pirsgirêka kevn û dîrokî ye ku aniha bi reng û rûyê DAIŞê, zat û cewherê xwe yê sereke nîşan dide.

Tevî ku li kêleka vê konflîktê, konflîktên normal ên çandî û jiyana kurdî jî tên hilêxistin, wek mînak evîna Rodî û Perwînê, pirsgirêka jenerêl û daxwaza wî ya tolhildanê, pirsgirêka Perîwînê û kabûsên ku ew dibîne, pirsgirêka Salimê kor û mirina jina wî û çend pirsgirêkên din ku hemî di çarçova bûyer û rûdanên ku diqewimin da, dibin destek û alîkar ku Helîm Yûsiv romanê bi başî bikemilîne. Li vir careke din xaleke balkêş heye û ew jî ev e ku konflîkt di asteke berfireh da li nav romanê tê qalkirin, li kêleka konflîktên kesane yên Rodî û Perwîn ku bixwe hewil didin girêkan vekin, her wiha pirsgirêka Salimê kor ku xwe diavêje bextê Kekê da ku çareyekê ji bo pirsgirêka xwe û yên din li romanê bibîne, konflîkta sereke ya romanê diyarbûna heman pirsgirêka dîrokî û kevn lê bi awayekî pirr xeternaktir û tirsbartir yanî DAIŞê ye ku weke girêkekê lihevaliyayî ketiye nav jiyana şêniyên bajêr; loma xelk gişt ketine tevgerê ku bi hev ra vê girêkê vekin. Hêjayî gotinê ye ku girêklêdan di romana Helîm Yûsiv da hêdî hêdî mezin û mezintir dibe; bi awayekî ku mirov difikire ev girêk her çend di cihekî romanê da dê vebibin û dawî lê were, lê wek ku lehengeke romanê (Viyan Amara) dibêje, bi van zûtiyan dê neyên vekirin.

4 – Vebêjiya romanê

Di romana Firrîna bi baskên şikestî da ravekirina serpêhatiyan dikeve ser milê çend vebêjeran (Multî narratative); takekesên ku gişt bi zimanê xwe diaxivin û ji xwîner ra qala serpêhatiyan dikin. Di rastiyê da, tu kesekî derveyî çîrokê serdestiya xwe li ser bûyeran û pêvajoya serpêhatiyan tune, ji bilî kesên ku bixwe di nava bûyeran da ne. ya balkêş ev e ku ev sê vebêjer, gişt an ji malbatekê ne, anjî li kêleka hev in. Helîm Yûsiv bi vê rêbazê dide dû du armancan: Ji aliyekî va, xwe ji gotinên perrate û bêserûber ku pêvajoyeke normal di hin romanan da ye, rizgar dike û hevgirtin û pêkvegirêdaneke dilîn dide raveyan; ji aliyê din va, bi vê cûreya vegotinê dibê qey ravekirina bûyeran şibihandiye qada cengê; cenga ku biryargeha fermandetî û operasiyona wê nuqteyeke taybet e û ev rewş jî jixwe vejendek ji têkoşîna gelê Kobanê li dijî DAIŞê ye. Vegotina Romanê dikeve ustiyê Cîhan û Rodî ku xwîşk û bira ne, her wiha Dara Gwîzê ya li hewşa mala Perwînê, keçika ku di dawiya romanê da bi Rodî ra dizewice, lê piştî bîst rojan ji daweta wan, hovên DAIŞê di reşatiya şevê da êrîşê dibin ser wan û tevî bi dehan kesên din, ew her du jî di nav xwîna xwe da digevizin û şehîd dibin. Tiştê ku hêja ye ez li ser rêbaza baş a ravekirinê bibêjim, ev e : Di dawiyê da, her sê vebêjer rola xwe didin Cîhanê, keçika ku di halê hînbûn û veguhestina hîndekariyên xwe de ye, keçika ku zindî dimîne da ku çîroka trajîk a Kobanê vebêje. Rola Jinan ne tenê di vegotina kesayetiya vebêjer a sereke anku Cîhanê da berbiçav dibe, belkî li seranserî romanê rola keçik û jinan di têkoşînê û beşdariya di çalakiyên civakî da gelekî berbiçav e. babeta din ev e ku, li kêleka Rodî û Cîhanê, pîredarek jî vegotina serpêhatiyan digire ustiyê xwe. Helîm Yûsiv bi rêbaza zindînimandin û Teşxîsê (Personafication), Dara Gwîzê, nebat û giya û her tiştê ku li Kobanê heye, wisa dide peyivandin ku dibê qey ewna jî bi qasî şêniyên Kobanê ji hebûna DAIŞê û sipaha gurên reş nefret dikin. Dara gwîzê bi dîroka Kobanê ageh e û rastiyên dîroka bajêr vedibêje. Ev dar mîna di kesayetiya helbestvanekê da şehediyên xwe bi rêya afirandinên edebî vedibêje û ev yek kêş û cezebeyeke taybet di çîrokê da diafirîne. Di dawiya çîrokê da, vebêjine nenas jî ji nav goristanê radibin da ku qedera du hunermendên şehîd yanî Hadî û Burhan ji xwîner ra ron bikin. Di beşa dawiyê da diyar dibe ku Burhan jî evîndarê lehengeke romanê bûye, lê xortên têkoşer ên Kobanê derfetek ji bo raderbirrîna evînê xwe tunebûne, ji ber ku DAIŞê ev derfet ji wan istandiye. Tiştê pirr balkêş ev e ku şêniyên bajêr bixwe jî gişt heta astekê dibin vebêjê serpêhatiyan û li ser Kobanê bi îhameke pirr watedar bi berçavxistina rola jinan wek dayîkekê, diaxivin:

(Xirecir û qelebalixî)

  • Çi bûye?
  •  “Kobanî diwelide”.
  • Ev cara yekê ye dibihîzim ku bajarek diwelide.
  • Na heyran, jina ku diwelide navê wê Kobanî ye.

5 – Hin rêbazên hunerî yên romanê

A – Ayronî (Irony): Ev rêbaz di romana ‘Firrîna bi baskên şikestî’ da bi caran hatiye bikaranîn, çi dema ku Rodî di destpêka romanê da derbarê qewimîna bûyereke xerab li Kobanê diaxive, an jî dema ku ew DAIŞiyan dişibîne kaleqijikên ku ji çend aliyên cîhanê va hatine û êrîşî ser Kobanê kirine û tu erkeke wan ji bilî xwarina goştê mirovan û wêrankirinê tuneye, çi jî dema ku Perwîn qala kabûsên xwe dike. Çi dema ku dara gwîzê behsa ziwabûna kaniya bajêr û zerbûna şelpeyên daran û hêşiniyên derdora bajêr dike, çi jî dema ku kesek bêyî ku bi rastî jeneral be, kincên leşkerî yên bavê xwe li xwe dike û mîdalî û nîşanên şanaziyê li ser sîngê xwe pêve dike; kesê ku hertim li tolhildanê difikire û şêniyên bajêr jî wî wek Jeneral bi nav dikin.

B-Bikaranîna zimanê Pêkeniyê: Helîm di romana xwe da carina jî zimanê pêkenî û qerfê bi kar tîne; gava ku jeneralê bêçek û bêleşker xortan hanî meşqa şêrr û meşa leşkerî dide, anjî çaxê ku Salimê kor bi Kekê ra dikeve galegalê û piştî mirina jina xwe, xwe davêje bextê Kekê ku jêra jinekê bibîne, her wiha dema ku Rodiyê evîndar, hezkiriya xwe dibîne û ziman lê nagerre ku tiştekî bibêje.

C – Bikaranîna sembolan û afirandina dîmenan: Di romana Helîm da afirandina sembolan bi çend cûreyan e û her yek ji wan xwedan wateyeke taybet e. Wek mînak “Kaniya Sipî” ku navê wê di dirêjahiya dîrokê da çend caran ji aliyê dagirkeran va hatiye guhertin û carê ji zimanê kurdî bûye erebî, yanî ‘Eyn ul-Ereb‘ û cara din ji zimanê erebî bûye erebiya DAIŞî, (Eyn ul-Islam), sembola dagirkirina welatekî ye ku tu kok û binaşeyeke huviyeta dagirkeran têda tune û bi guhertina navê wê dixwazin bi darê zorê huviyet û pênaseyeke sexte ji bo xwe li wir çêbikin.

Dara gwîzê wek vebêjeke romanê, sembola şehedeke çendîn salî ye ku di sîngê wê da her tişt li ser Kobanê û dîrok û şêniyên wê heye.

Veguherîna rengê çavên Rodiyê vebêjer bi rengê kesk, ku rengê çavên Perwîna hezkiriya wê ye, sembola şînbûna dubare, vejiyan, dilovanî û aştiyê ye.

Dema Perwîn li Rojê dinêre, çavên wê mîna ronahiya Rojê zer dibin. Roj bixwe Xwedayê ronahiyê ye û rengê wê jî xweşî, tebat, hêvîdarî û şahiyê temsîl dike.

Bi vî awayî, em dikarin qala sembolên din jî bikin, lê min hewil da qîma xwe bi van çend mînakan bînim, da ku zêde ji vêya dirêjiyê nedim nivîsê.

6 – Rêbaza xeyal, wehm û guman di romanê da

Xeyal, cîhana hestkirî û hestan e, lê şik û guman girêdayî bi cîhana rasteqîn e. hilêxistina berdewam a vê yekê di romanê da bûye sebeb ku carina roman ji rewşa Realîte derbasî qada Sorrealîsmê bibe. Xwînerê romanê bi caran rastî mijarên xeyal, wehm û şik û gumanê tê. kabûs û sehmexewnên Perwînê û mêrikê bihêrs ku di xewê da hicûmî wê dike, jina ku mar û dûpişk ji bisk û keziyên wê dibarin û berdewam tê nav xewna Perwînê, mêrikê lal ku Perwînê dil heye destê wî di xewê da bişewitîne, lê dema ku di xewê da wî dibîne ji tirsan zimanê wê bixwe tê girêdanê. Gişt ev xeyal û wehmên weke kabûsê bi şik û gumanên aşkira ku şêniyên Kobanê di cîhana rasteqîn da û têkildarî êrîşa DAIŞê tûşî wan dibin, bi başî di romanê da tên hilêxistin. Mirovên welatekî ku hertim bi xeyalên xweş li jiyanê û hawîrdora xwe nihêrîne, dema ku dibînin cînarên wan her dema ku xwestine çi bobelat û karesat anîne serê wan, xwezayî ye ku xeyal û hestên wan ên baş veguherin şik û gumanên beraqil û piştî vê, haya wan ji derketina diyardeyên bêyom û nebixêr ên nata DAIŞê hebe.

7 – Kurteyek li ser wergera farisî ya romanê

Wergerandina deq û nivîsên wêjeyî ji ber zimanê dijwar û lihevaliyayî yê bikarhatî di wan da bi caran dijwartir ji wergerandina nivîsên din e, vê yekê jî em dizanin ku di wergerandina nivîsên wêjeyî da, wergêr rastî gellek berbendên çandî û cuxrafyayî û derûnî yên ciyawaz di zimanên Jêwergerandî (jêderk) û Lêwergerandî (armanc) da tê. loma bi nêrîna minê xwîner, wergera romana ‘Firrîna bi baskên şikestî’ îdeal û baş e, bi awayekî ku xwîner pê nahese nivîsa li ber destê wî, ‘werger’ e û ji zimanekî din li farisiyê hatiye wergerandin. Bi nêrîna min, Wergêra romanê, ‘Sayîme Xakpûr’ di xebata xwe da tam serketîye û ez vê serketinê li wê pîroz dikim.

(Wergerandina ji farisî: Berat Qewîendam)