Sê roj li Misrê - Halim Youssef

Sê roj li Misrê

July 1, 2021

Diyarname ( Nivîs ligel Vidyo)

Duşemê 18.02.2019 bû, serê sibehê zû bû li balafirgeha Qahîra paytexta Misrê daketim. Xortekî misrî ku bi rê de min naskir ew rojnameger bû li hêviya mi bû- Ji hêla birêveberên “Mîhrîcana Qahîra ya Navdewletî ya wWêjeyî” hatibû şandin. Îsal cara pêncan e ku ev festîval bi piştgiriya Wezareta Çanê ya Misrê li dar dikeve. Mijara fetîvala îsal “Wêjeya Rojhilat” bû. Ji welatên cuda yên mîna Malezya, Kûrya, Malta, Yewnanistan, Hollenda, Slovakya, Swêsre nivîskar hatibûn vexwendin. Ji bo min jî şevek hatibû veqetandin. Divabû ez li ser wêjeya kurdî ya nûjen biaxivim û romana xwe ya nû “Wehşê di hundirê min de” îmze bikim. Roman ji nav Weşanên Safsafa li Qahire nû derketibû. Rojên li pêşiya min pir hindik bûn. Lê bi tevger û hevdîtinan dagirtîbûn. Otela ku ez lê dimam piraniya mêvanên festîvalê ji nivîskarên biyanî li wir bûn. Derfeta herî baş a hevnaskirinê li wir bû. Ji bo zêde nivîs dirêj nebe ezê hin çavdêriyên xwe yên her sê rojan bi kurtayî rêz bikim:

– Hebûna kurdan ya fermî li Misrê hema hema nîn e. Nûnerên hin tevgerên kurdan ku li wir hene di bin navê rojnamegeriyê an jî navendên lêkolînê tevdigerin. Wisa jî nivîskar û lêkolînerên misrî yên ku bi mijara kurdan û dîrok û doza wan re mijûl in hejmara tiliyên destekî derbas nakin. 

– Ji wan Dr. Mehmûd Zekeriya ku bi rehmetiya Duriya Ewnî û Mistefa Mihemed Ewed re pirtûkek li ser kurdên Misrê derxistine. Ev pirtûk wekî diyarî gihiîşte min. Pirtûka din jî ya ku lêkolînerê misrî yê ku bi salan li Hewlêrê jiyaye Recayî Fayid nivîsandibû. Pirtûka bîranînan e. Ez li wir bûm ev pirtûk derket û îmzekirina min û ya wî di heman rojê de bû.

– Li her deverê dibe mirov li hin misriyên ku bi eslê xwe kurd in rast bê, lê tu têkiliya wan ne bi kurdan û ne jî bi kurdî re nemaye. Hin ji wan xwe wekî kurd serbilind dibînin. Ji wan derhênerê sînemayê yê navdar Elî Bedirxan. Ez serdanake taybet çûm cem wî. Me behsa dîroka Bedirxaniyan kir, wisa jî behsa wêjeya kurdî. Elî Bedirxan bi kurdbûna xwe serbilind e. Min jêre got ku tu wekî çiyayekî me kurdan î li Misra erebî, ji ber wê ez nû hatim Qahîra çavên min li te geriyan. Bi dilgermiyeke mezin pêşwaziya min kiribû û bi kenekî sivik bersiv da û got; erê, jixwe navê keça mina biçûk Cudî ye. Min navê çiyayekî Kurdistanê li keça xwe kiriye. Elî Bedirxan gazin ji xemsariya kurdan a di warê berhevkirina belgeyên dîrokî û arşîvkirinê de dikir. 

– Tevî ku nivîskarên biyanî yên mêvanê festîvala Qahîra ya wêjeyê ya navnetewî nivîskarin bijarte bûn, lê dîsa jî ji bilî semîner û axaftinên li zanîngeha “Eyn Şemis” û bi beşdarbûna xwendekaran amadebûn û guhdarîkirin pir kêm bû. Ev yek ji xalên ku birêveberên Festîvalê digotin ewê lêbikolin û wê sedeman destnîşan bikin, da ku beşdarî di salên bê de baştir bibe.

– Yek ji axaftinên balkêş di bernama festîvalê de, şeva sê nivîskarên Maltayî bû. Mijara nivîsandina wêjeyê bi zimanê maltayî û yê îngilîzî bû. Gotûbêj li ser nasnameya wêjeyê bû û li dor pirsa gelo wêjeya bi îngilîzî ya ji hêla nivîskarên maltayî ve tê nivîsandin wêjeyeke maltayî ye yan na? Gengeşiya çêbû nêzîkî vê gengeşiya li ser kurdên ku bi zimanên din dinîvisînin bû.

– Der û dorên nivîskar û rojnamegerên misrî gelek navên nivîskar û helbestvanên kurd ên ku bi erebî dinîvisînin dizanîbûn û kêm zêde ji wan agahdar bûn. Romana min a “Wehşê di hundirê min de” her çendî bi erebî derketibû lê li ser berg “romaneke kurdî” hatibû nivîsandin. Ji ber vê li her derê ez li vê hevokê rast dihatim; ev yekem car e ku em berhemeke wêjeya kurdî dixwînin. Vê yekê hem ez kêfxweş dikirim, hem jî xemgîn dikirim.

Her sê rojên li Misrê rastiyeke ku mirov nikare jê bireve careke din anîn bîra min, ew jî ev e; rê ya li pêşiya wêjevanên kurd gelekî dirêj e, barê ji wan tê xwestin ku bê hilgirtin jî pir giran e. Rêyeke dirêj li pêşiya me ye, wisa jî bi çi awayî be divê ev bar bê hilgirtin.

Sê rojên bi axaftin û danûstendinan dagirtîbûn. Di roja çaran de hin planên careke din ji bo çûna Misrê di serê min de zelaltir dibûn. Wê ew car kengî be ez nizanim, lê bê guman wê ne dûr be.

………………………..

Wêne: Bi Alî Bedirxan re. Derhênerê sînemayê yê misrî yê navdar, ku yek ji neviyên Bedirxaniyane. Çapa erebî ya “Wehşê di hundirê min de”, ku li Misrê hatibû çapkirin, di destê wî de ye.

Vidyo – Mêvandariya televizyona misrî “Nîl ya çandî” û axavtina li ser serdana mina Qahîra û roja imzekirina romanê, herweha li ser kurdan û ziman û çanda wan.

https://www.youtube.com/watch?v=Kdj9IYQOv5Y