Rojeke xweş li bajarê Giessen ê Almanyayê: Danasîna çapa almanî ya “99 morîkên belavbûyî” - Halim Youssef

Rojeke xweş li bajarê Giessen ê Almanyayê: Danasîna çapa almanî ya “99 morîkên belavbûyî”

June 22, 2024

21.06.2024 Demjimêr: 19:00 Birêxistin: Kurdische Gemeinde Deutschland

Hejmara roja mina xwendinê, ya duh 21.06.2024 li bajarê Giessenê çêbû, di rêze-rojên ku piştî derketina çapa almanî ya romana min “99 morîkên belavbûyî” çêdibin de, ya 15ê bû.

Zekî Ozmen birêvebir û xanim Drosia Tanriverdi çend beş ji romanê xwendin.

Ji nav kûrahiya dil spasiya Kurdische Gemeinde Deutschland e.V. dikim ku ev roj organîzekir, herwisa spasiyên ji dil ji bo hemû kesên ku amadebûn pêşkêş dikim.

Diyarname: 21.06.2024 “Nivîskarî jiyanê bi min dide hezkirin” 

Diyarname
Nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv li Giessena Almanyayê bi xwendevanên alman û kurd re hat ba hev. Yûsiv got, “Nivîskarî ji bo min wekî oksîjenekê ye. Nivîskarî jiyanê bimin dide hezkirin.”
Romana Helîm Yûsiv “99 morîkên belavbûyî” ji bo almanî hat wergerandin. Ji bo vê li Giessena Almanyayê şeva xwendinê hat li dar xistin. Şeva ku ji aliyê Komeleya Civaka Kurd-Alman (Deutsch-Kurdische Gesellschaft Gießen e.V) ve hat organîzekirin, edîtorê Diyarnameyê Zekî Ozmen moderatoriya wê kir.
Nivîskar Helîm Yûsîv bi zimanê almanî, li ser nivîskariya xwe û serpêhatiya wergera pirtûka xwe axivî. 
Ji aliyê din ve mamosteya almanî Drosia Tanriverdi çend beşen romanê bi dengî hatin xwendin. Paşê, xwendevanên wî yên alman û kurd pirsên xwe jê re kirin. 
Helîm Yûsiv, li ser karakterên romana xwe ya ku hatiye wergerandin analîzên xwe vegotin. Yûsiv ji bo qîmeta nivîskarî bo wî jî wisa got, “Nivîskarî ji bo min wekî oksîjenê ye. Nivîskarî jiyanê bi min dide hezkirin. Ne ji nivîskariyê bûya wê ji bo min wateya jiyanê kêm bûya. Lê carinan jî nivîskarî meriv di nava xwe de asê dike.”
Piştî axaftinan Yûsiv pirtûk ji bo xwendevanên xwe yên kurd û pirtûka xwe ya wergera almanî jî ji bo xwendevanên xwe yên alman îmze kir.

https://www.diyarname.com/news.php?Idx=61499