Rojeke xwendinê ku nayê jibîrkirin li Berlînê - Halim Youssef

Rojeke xwendinê ku nayê jibîrkirin li Berlînê

June 5, 2024

23.05.2024, demjimêr: 18:00

Roja pêncşemê 23ê gulanê, divabû em saet şeşê êvarî dest bi danasîn û axavtina li ser çapa almanî ya „99 morîkên belavbûyî“ bikin û saet heft biqedînin. Lê ji ber beşdariya germ ya di danûstendinên li ser mijarên romanê de çêbû, axavtina me du saet û nîvan dirêjkir. Rojeke xweş, tevlêbûneke geş û beşdariyeke bê navber hebû.

Rojeke wisa bû, ku wê ji bo min neyê jibîrkirin.

Spas ji bo Yekmal e. V. ji bo birêvebera serkeftî Sozdar, herwisa spasiyên ji dil ji bo hemû kesên ku amade bûn.

Di 23ê Gulana 2024an de di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî de bi hevkariya Muzexaneya FHXB Friedrichshain-Kreuzberg Museum îvêntek taybet pêk hat.

Îvênt ji aliyê Tora Kurdî ya ku ji aliyê komeleya me Yekmalê ve tê kordînekirin, hatibû organîzekirin. Nivîskarê Kurd-Alman ê navdar Helim Yusiv romana xwe ya bi navê “99 Morîkên Belavbûyî” ku ji Kurdî bo Almanî hatiye wergerandin, pêşkêş kir.

Îvênta ku hem bi Kurdî û hem jî bi Almanî hat lidarxistin, rastî eleqeya gelek kesan hat. Nêzîkî 60 beşdaran du demjimêr û nîvan bi baldarî li çîrok û axaftinên nivîskar guhdarî kirin. Vê xwendinê nêrînek balkêş li ser hunera vegotinê ya Helîm Yûsif derxist holê. Çîrokên wî yên ku di navbera çandên cuda de piran ava dikin, temaşevan ber bi rêwîtiyek wêjeyî ya balkêş birin.

Rojên Çanda Kurdî zêdetirî 10 salane ji aliyê Yekmalê ve tê organîzekirin û ev 2 sal in li seranserê Almanyayê tê lidarxistin. Vê bernameyê avakirina qadên ji bo hevdîtin û danûstandinên çandî ji xwe re kiriye armanc. Di vî alî de xwendina Helîm Yûsif jî ji bo naskirina hev, pevguhertina ramanan û pîrozkirina cihêrengiya çandî derfeteke hêja pêşkêş kir.

Em spasiya hemû beşdaran û moderator Sozdar Jafarzadeh dikin ji bo vê êvara ku nayê jibîrkirin. Spasiyek me ya taybet ji Helîm Yûsiv re heye ji bo çîrokên wî yên balkêş ku dê demek dirêj di bîranînên me de bimînin. Herweha em spasiya “House of Resources Berlin dikin ku piştgiriya aborî ya vê îvêntê kir.