Piştî 25 salan dîsa ‘Jinên Qatên Bilind’
Dîrok : 08 10 2020
Helîm Yûsiv
Sal 1994 bû. Sê sal di ser derketina yekemîn pirtûka mina çîrokan “Mêrê Avis” re, bi zimanê erebî, derbas bûbûn. Hetanî mirov pirtûkek çap bikira divabû mirov erêkirinê an destûrê ji du aliyan werbigre. Yek jê Wezareta Ragihandinê û ya din Yekîtiya Nivîskarên Ereb bû.
Ji bo wê min 15 çîrokên “Mêrê Avis” dan wan, destûrwergirtin ji bo 14 çîrokan ji min re hat. Ew pirtûka yekem û ya dawî bû ku erêkirina çapkirina wê li Sûriyê didin min. Daxwaznameya min a çapkirina destnivîsa mina nû “Jinên Qatên Bilind“ hat redkirin. Ev jî tê wê wateyê ku tu weşanxane an çapxane li Sûriyê nikarin vê destnivîsê çap bikin. Her wiha çapkirina wê, wê bibe sedem ku deriyê weşanxaneyê an çapxaneyê bi mohra sor bê girtin û xwediyê wê bê cezakirin. Ji ber vê divabû ez çareyeke din bibînim.
Ez wê gavê xwendekarê fakulta mafnasiyê, hiqûqê bûm li Zanîngeha Helebê. Dostekî min Husên Biro ji Partiya Komonîst bû, ji ber ku hevalbendê partiya Baas bûn di eniya niştimanî de ya ku Xwedêgiravî Sûriyê bi rê ve dibe, destûr wergirtibû ku nivîsgeheke komputerê li zanîngehê veke. Min mîzanpaj û amadekirina destnivîsê li wir da çêkirin û gava duyem ew bû ku destnivîs yan li derveyî Sûriyê, yan jî li hundirê Sûriyê bi dizî bê çapkirin. Hewildanên min ên çapkirina destnivîsê li Libnanê hemû têkçûn û tenê rê ya çapkirina bi dizî li pêşiya min mabû. Ev rê jî ji du aliyan ve gelekî zor bû. Yek jê pereyên pir jê re diviyabûn, da ku çapxane xwe bide ber çapkirina bi dizî. Ji bo vê xwediyê çapxaneyekê li Şamê ji min re got:
– Em nîvê pereyên ji nivîskaran distînin didin hin kesayetên muxaberatan yên me ji girtinê diparêzin û nîvê din ji me re dimîne.
Aliyê din ê dijwar ew bû, ku xwediyê pirtûka qedexe tê hesibandin, dibe nêçîreke rehet ji bo muxaberatan û ji bo girtineke bê dadgeh û demdirêj.
Pereyên min ji bavê xwe sitendibûn têra çapkirina bi dizî nekirin, ji ber vê ez neçar mam hin pereyan ji birayekî xwe jî bistînim, da ku karibim destnivîsê bidim çapkirin. Bi vî awayî bi pereyên ku têra sê pirtûkan dikirin, pirtûka “Jinên Qatên Bilind“ sala 1995’an derket. Li ser bergê wê ku tabloyeke Salvador Dalî li ser bû, Beyrût – Libnan hatibû nivîsandin, lê ew bi xwe bi dizî li Şamê hat çapkirin û wisa bi destan hezar dane hat belavkirin. Yekem qurbaniyê çapkirina qedexe, berî min, nivîsgeha Husên Biro bû. Nivîsgeh girtin. Ji wan re gotibû; wî nizanîbû ew pirtûk wê qedexe be û haya wî yekcar ji çapkirina wê tunebû û wî bi pereyan ew kar kiriye. Lê axaftinên wî nikarîbûn rê li ber girtina deriyê nivîsgeha wî bigrin. Bi belavbûna pirtûkê re lêpirsîna muxaberatan bi min re jî dest pê kir. Bi vî awayî dîsa bûm “mêvanekî heftane” li cem beşê muxaberatên leşkerî li taxa Siryan li Helebê.
Li şûna sûcekî, çapkirina pirtûkeke qedexe, serbazê lêpirsîn dikir, gelek sûcên min ji min re rêzkirin:
– Tu sûkayetî û sivikayiyê li jinên berpirsiyarê dewleta me dikî. Mebesta te ji “Jinên Qatên Bilind“ ev e.
– Çapkirin û belavkirina pirtûkekê bê destûrwergirtin.
– Têkilî bi rêxistinên siyasî yên qedexe re li hundir û derveyî welêt.
– Nivîsandina bi gelek navên sexte û belavkirina di weşanên qedexe de.
– Dijminayiya bi fikir û ramanên serok re.
– ….
Cara yekem gava min li sûcên xwe yên rêzkirî guhdarî kir, min wisa guman kir ku êdî ezê hemû temenê xwe yê mayî di hebsa bin wê avahiya lêpirsîn têde bi min re dibû, derbas bikim. Lê wisa nebû, kurtkurmancî 25 sal di ser vê çîrokê re derbas bûn, piştî du çapên kurdî ji pirtûkê, yek ji Avesta û yek ji Peywend, niha nû çapa duyem bi zimanê erebî ji wê pirtûka ku bi salan jiyana min tevlihev kiribû, ji nav Weşanên AVA’yê derdikeve.
25 sal, mîna tu 25 caran çavên xwe bigre û vekî, wisa zû û bilez û bez derbas bûn.