Nameyek ji Şener Ozmen
19. 01. 2008
Kêliya ku min pirtûka Helîm Yûsiv a bi navê Mirî Ranazin di sala 1996’an de ji pirtûfiroşekî li bajarê Edeneyê bi dizî(!) kirîbû û hahanka min xwe avêtibû malê û dest bi xwendina pirtûkê, li heman demê cîhana Helîm Yûsivî kiribû û 103 rûpelên “lêder” bi carekê de xwendibû û jêtêrnebûyî bi dû çavên beloq û bi peroşiyeke seyr bi gavên bezê çûbûm da pirtûkê şanî hemî heval û hogirên xwe yên tirk ku pirê wan çepgir, lîberal û demokrat bûn û mamostayên xwe yên zanîngehê re bidim û bibêjim;
“We ku digot hûn neşên bi vî zimanê belengaz çîrokên sur-realîstîk binivîsînin, ha ji we re Helîm Yûsiv!” Û min pirtûk avêtibû ser maseya mamostayê me yê studyoyê ku di wê kêlîkê de nîgarên jinên şilfîtazî çêdikirin (ez xwendekarekî beşa nîgarê bûm) û mamostayê min şaş û metel li min nihêrîbû û gotibû; “Çi ye ev!?”, min jî lê vegerandibû; “Helîm, Helîm Yûsiv… tevî ku tu nikarî bi zimanê me yê belengaz bixwînî, dîsa jî divê tu ji min û ji vê peroşiya min bawer bikî bê ev nivîskar, sînyalên balkêş didin der heqê kurteçîrokan û heke te wext hebe ez bi dil û can divêm ku pirtûkê peyv bi peyv ji te re werbigerînim…”, mamosta cixareyekî Tekel 2000 dirêjî min kiribû û cih şanî min dabû ku danişim. Û min çend rûpel ji pirtûkê wergerandibûn tirkî û te digot qey bavê min ew çîrok nivîsandine, ez wisa bextewar bûm, wisa dilzîz, wisa kelegirî… Heman rojê min pirtûk şanî çend hevalên xwe jî dabûn û tew ji evîna xwe ya ku haya wê ji bayê felekê tune bû re jî, min hey digot û digot, “Tê bîra we min ji we re gotibû piştî Calvîno Xwedê jî we re ezê serê xwe bi tu nivîskarî/ê re neêşînim lê vaye ez ji nişke ve pêrgî Helîm Yûsiv hatim û çawan bibêjim, hişê min li hev ket…”
97’an de min “Mêrê Avis” kirî, berî xwendinê, ez li nîgaran hûrbûm, yên Ahmed Mualla û pişt re min têkildariya nîgaran û çîrokan şopand, helbet ligel xwendineke bênavber. 98’an de Avestayê “Jinên Qatên Bilind” çap kir, min ji xwe re digot, “Divê piştî vê romanek bê!” û ew roman derçû, ya ku min dil xistibû, trajediya Silêman tam li gor rewşa min bû, min xwendina xwe kuta kiribû vegeriyabûm warê mirinê, Amedê û ez li Belqîsekê digeriyam da tola Silêmanî jê hilînim… Belê min bi tenê helbestên Cegerxwîn xwendibûn û ji helbestên wî zêdetir, helwesta wî bandor li min kiribû, ji ber ku yê Cegerxwîn bi min dabû naskirin, ne pirtûkên wî yên ku peyda nedibûn bû, na, Şivan Perwer bû. Pirtûkên kurdî yên ku ji çapxaneyên bizavên siyasî derketibûn û belavbûbûn, bala min nedikişand, derveyî vê, ew pirtûk mîna pirtûkên mişt-siyaset dihatin ber çavên min, lê çare nîn bû, diviya min bixwenda, Cegerxwîn, Ereb Şemo, Zeviyên Soro (yekem pirtûka kurdî ya ku min dîtibû) û “Janya”ya Rênas Jiyan, niha baş nayê bîra min, şewqek xurt dida ew xort bi ristên xwe yên serhildêr, nîhîlîst û bandorker, pê re pê re çend pirtûkên din hatin pirtûkxaneya min a xizan, Kevoka Spî (Firat Cewerî), Medenî Ferho, Ehmed Huseynî, Mehmed Uzun, paşê Saturna Remezan Alan û kovarên nû derçûyî…
Sal derbas bûn, min nifşek nas kir, helbestên Lal Laleş, Kawa Nemir, Arjen Arî, çîrokên Yaqob Tilermenî, Dilawer Zeraq, romanên Îbrahîm Seydo Aydogan, kovara NÛDEM’ê tev de hatin hawara min.