Livestream: Li sirgûnê wêje, li malê berxwedan / Literatur im Exil, Widerstand zu Hause« mit Yildiz Çakar, Hesen Ildiz, Fatma Savci, Karosh Taha und Helîm Yûsiv - Halim Youssef

Livestream: Li sirgûnê wêje, li malê berxwedan / Literatur im Exil, Widerstand zu Hause« mit Yildiz Çakar, Hesen Ildiz, Fatma Savci, Karosh Taha und Helîm Yûsiv

July 25, 2021

Berlin: Samstag, 24. Juli 2021, 17:00 Uhr – 19:00 Uhr

https://www.youtube.com/watch?v=E8FFj4-DHzA

Moderation: Bilal Ata Aktaş

Wêjeya kurdî ber bi dawiya sedsala 20an ve li sirgûnê vejiya. Zimanê kurdî bi xwe ji perwerdeyeke sazumanî bêpar bû. Pêşvebirin, bikaranîn û belavkirina zimên hate astengkirin û carina qedexekirin jî. Ji bo Kurdan, yek ji sedemên sereke yên şerê dij-mêtingeh jî ev bû. Zimanê kurdî serdema xwe ya vejînê li diyasporayê bi komek mirovên di siyasetê de têkçûyî lê berxwedêr re da destpêkirin. Lêbelê nasnameya xwe ya newekhev lê hertim mayînde hîn jî diparêzê. Weke zimanekî wêjeyî li diyasporayê berhemdar û hîn “rehettir“, li Kurdistanê, li welatê xwe hîn jî tê marjînalkirin. Ji ber vê yekê siya berxwedanê, li ser wêjeya kurdî ya ku bi çavekî dij-mêtinger li civaka xwe dinêre, weke têgehekê dimîne.

Di çarçoveya »bê welat – the unexpected storytellers« de Yildiz Çakar, Hesen Ildiz, Fatma Savci, Karosh Taha û Helim Yûsiv – hemû nivîskarên ji nifş û paşxaneyên cûda – dê li hev bicivin, beşên ji xebatên xwe bixwînin û li ser rûyê başbûn, veguherîner lê di heman demê de bêserûber ê wêjeyê jî danûstendinan bikin. Axaftina bi Kurdî-Kurmancî dê bi awayekî zindî were weşandin.