Li Qamişlo, li pêşangehê, pirtûkên herî zêde hatin firotin yên Helîm Yûsiv bûn - Halim Youssef

Li Qamişlo, li pêşangehê, pirtûkên herî zêde hatin firotin yên Helîm Yûsiv bûn

July 1, 2021

25-27.07.2019 – Sêyemîn pêşangeha pirtûkan ya Herekol li Qamişlo

Di navbera 20-25’ê vê mehê de li Hola Zana a li bajarê Qamişloyê 3’yemîn Pêşangeha Pirtûkan a Herekolê bi diruşma “Civak dixwîne civak pêş dikeve” li dar ket. Li gor amadekaran nêzî 10 hezar pirtûkên cur bi cur di pêşangehê de hatin pêşkêşkirin. Komîteya Çalakiyan a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) jî ji aliyê xwe ve pêşangeh nirxand. Li gor HRRK’ê li standa wan herî zêde pirtûkên Helîm Yûsiv hatine firotin.

Ji daxuyaniyê hinek rewşa pêşangehê jî zelal dibe. Di daxuyaniya HRRK’ê de pêşangeha îsal ji alî hejmara pirtûkan, weşanxane û weşangeran ve bi awayekî serkeftî û dewlemend tê nirxandin û tê gotin ku ji alî mêvan û serdanê ve jî ji hemû pêşangehên berê balkêştir bû.

HRRK’ê rewşa standa xwe xal bi xal rêz kiriye û daxuyaniya belav kiriye. Li gor daxuyaniya HRRK’ê li standa wan rewş bi vî rengî bûye:

1- Li standa HRRK’ê 15 pirtûkan bi kurdî û 7 pirtûkan bi erebî hebûn.

2- Li standê kovara Rojava hejmara diyem û kovara Deşt hejmara duyem hatin pêşandan.

3- Bi giştî nêzî 2000 pirtûk di şeş rojan de hatin danîn.

4- Nêzî 1000 pirtûk û kovar hatin belav kirin.

5- Pirtûkên zarokan “Şîniko” û “Nêrgiş” herî bêtir hatin belav kirin.

6- Pirtûkên mezinan, di serî de pirtûkên Helîm Yûsiv ên bi kurdî û bi erebî, herî bêtir hatin firotan û herî bêtir ku ew dihatin pirsîn.

7- Pirtûka “Stranên Bijartî” ya Mihemed Şêxo herî bêtir ji alî xort û keçên ciwan ve hat kirîn.

8- Pirtûka “Êzîdîtî” ya Hisên Zêdo û pirtûka “Gilgamêş” a Firas Sewah a wergera Şêrwan Yûsiv bi awayekî balkêş li wan dihate pirsîn û bi taybetî ji alî xwendevanên kurmancî ve. Di rêjeya firotinê de jî piştî pirtûkên Helîm Yûsiv û yên zarokan cih digirin.

9- Di şeş rojan de bi buhaya nêzî 400.000’ê sûrî pirtûk hatin firotin.


Diyarname – 27.07.2019
(HRRK’ê encama Pêşangeha Pirtûkan a Herekolê eşkere kir)