Ji bo ‘Firîna Bi Baskên Şikestî’ çalakiya îmzeyê - Halim Youssef

Ji bo ‘Firîna Bi Baskên Şikestî’ çalakiya îmzeyê

July 1, 2021

07.12.2019 – Bochum – Elmanya

Diyarname

Nivîskar Helîm Yûsiv bi çalakiyek romana xwe ya nû “Firîna Bi Baskên Şikestî” îmze dike.

Çalakî ji aliyê Navenda Lêkolînên Kurdî ya li Bochuma Almanyayê li dar dikeve. 7’ê mehê saet 14’an de Helîm Yûsiv li navendê dê pirtûka xwe îmze bike û ligel mêvanan sohbetek li dar bixe. Her wiha Rêber Hebûn ku pirtûkên rexneyî li ser roman û çîrokên Helîm Yûsiv amade kirine dê beşdarî çalakiyê bibe û ewê jî li ser pirtûkên Helîm Yûsiv biaxive.