Hevpeyvînek li ser romana “Tirsa bê diran” - Halim Youssef

Hevpeyvînek li ser romana “Tirsa bê diran”

May 15, 2021

Cemîl oguz

1-Tirs ji bo te çi ye? Tu çima ew qas li ser tirsê disekinî?

 Tirs  roleke mezin di jiyana me de dilîze.Ev rol ji zarotiyê de destpêdike û bi mirinê bidawî dibe.Tirsa ji bav,ji xwedê,ji civakê,ji polîs û girtîgehan,ji bobelatên ku weke qanûn hatine bicihkirin,ji nexweşî û tenêtiyê,ji evînê,ji pêşeroja nediyar,ji kalbûn û pîrbûnê,û berî hemûyan tirsa ji mirinê.Ev hemû dikevin nav hev û mîna mişkê ku di xew de têkeve paşila mirov,bêyî ku hayê mirov jê hebe veciniqandin û bêhna xapandinê li pey xwe dihêle.Taybetiya rewşa me,weke Kurd,hiştiye ku tirs di havînan de bibe siya mirov û di zivistanan de bibe ewrê ku her kêlîkê bibe zîpikên kevirî,û giyanê mirov birîn bikin.Min bala xwe dayê ku di jiyana her kesekî ji me de tirseke weha heye,veşartî ye,nayê dîtin,û li ser nayê axavtin jî.Di hundirê her mirovekî ji me de termê miriyekî heye,min xwest ez bela xwe di wî termî bidim û wî şiyar bikim.Min xwest ez balê bikşînim ser vî niştecihê xwîngiran yê ku mohra xwe di kûraniya dilê welatê me yê perçebûyî de kolaye.Her kes wî nas dike lê kesek bi ser de nayê.Di vê romanê de min xwest ez navnîşana tirsê destnîşan bikim.Dê û bavên wê nasbikim.Tirs dijminekî xedar yê jiyanê ye,jiyanê xeradike,mirovan bê şeref û bê heysiyet dike,wan pûç û bê rol dike.Min xwest ku ez vî dijminê çermqalind weha tazîbikim û bê kiras û perde wî deynim ber neynikan.Dîsa jî ez ditirsim ku li vê navnîşanê neyê zeftkirin û hewildana min bi avê de here.

 2- Ma kurd bi rastî jî ditirsin… Ger ditirsin çima û çawa her gav serî hildidin?

Divê mirov vê meselê hinekî ji nav hev derxîne.Tirs li her deverê heye.Cihê ku mirov lê heye tirs jî heye.Cudayiya me ji kesên din ewe ku tirsê,li welatê me, konin berfireh vegirtine.Di hundirê me de cih girtiye bi awayekî ku rabûn û rûniştina me,çûn û hatina me, helwest û tevgerên me li gora wê têne destnîşankirin.Du faktorên sereke hene, yek bindestiya demdirêj û ya din jî dûrbûna desthilatdarên welatê me ji şaristanî û medeniyetê.Van her du faktoran hiştine ku li ber deriyê her malbatekê, her kesekî-ê ji me,begçiyekî porgijik,xwîntal,devbixwîn û hov bê danîn.Ev begçiyê ku jiyana malbatê serobinoyî hev dike û di hundir her yekî-ê ji me de şikefteke tije gumgumok vedike, tirse.Tirseke wehaye ku bi mirov re diçe herderê û tenê mirin dikare bêhna wê ji bin çermê mirov derxîne.Di dîrokê de qonaxin hene ku pêwîstiya herifandina van şikeftên hundirê mirovan tê holê.Di nav her miletî de,Kurd jî di nav de, yên ku dijî berfirehkirina wan şikeftan bi wêrekî li ber xwe didin hene.Dem tê û hêza hemû berxwedêran digihêje ser hev û dibe serhildan.Ji ber ku tirsê şaxên xwe di xaka Kurdistanê de kûr avêtine, serhildanên kurdan jî yan bi sînorin û yan jî temenkinin.Li hêla din jî,li hember serhildêrekî deh xwefiroş û xayîn û (itirafçî) derdikevin.Dema tu bingeha xwefiroşî û xiyanetê bikole,dê tirs derkeve holê.

 3- Karakterên te balkêş in. Yek ji wan jî Tûtino ye. Tûtino, gelo anarşîst e?

Tûtino mirovekî xwedî felsefeye,gihijtye wê baweriyê ku êdî hêz tenê dikare rewşa mirovan biguhere.Hêz bi wateya xwe ya aborî her tişte,weha jî dibe jêdera hêzeke leşkerî ku dengê wê ji hemû dengan bilindtire.Li hember rola hêza aborî, ji ber ku perê wî tunene, siloganên felsefeya xwe bilind dike û li hember guregura hêzên leşkerî jî şûrê xwe yê textikî.Ev aliyekî wî ye.Ji aliyên din de,dibe ku hinek anarşîstî li cem Tûtino hebe,lê ew bixwe ne anarşîste.

 4- Cihê “Kalo” taybet e di romanê de. Kî ye Kalo?

Kalo pireke di navbera duh û îro de.Di navbera bûyerên dîrokî yên jibîrbûyî û yên dema me de.Xwediyê çîroka serhildana Şêx Ubêdulahê Nehrî dijî herdu rêjîmên Îran û Turkiyê( Osmaniyên wê demê)ye ku doza welatekî serbixwe û azad dikir.Kalo çîrokên xwe berdewam dike hetanî ku li ber çavên wî û bi destê zilamên rêjîma Sûryê xwîn dirije,ji wê kêlîkê de gotina çîrokan radiwestîne, ji ber ku dengê serhildana Adarê ya kurdên îro bilind dibe.Kalo dizane ku xwîn dawiya gotinan tîne.Her dem dengê çekan û yê kuştinê li welatê wî ji yê xeberdan û axavtinê bilindtire.Kalo nîşana wî tayî ye,ewê ku dîrokê mîna çîrokeke dubarebûyî dirêse.Kalo xwediyê xewnên mezin yên şikestî ye.Dixwaze bi wê turumpe ya xwe ba bide nexşeya cîhanê û wê binepixîne û wê mîna wê li xwezayiya wê girover vegerîne,lê binê cîhanê bi qule û girover û mezin nabe.

Li Amûdê,dema ez zarokbûm,kalekî rihsipî ku herdem çîrokên xwe û sultan Evdilhemîd digotin hebû.Navê wî Osê Şaro bû.Her gav,li ser riya çûn û hatina dibistanê,em zarok lê diciviyan. Wî geh li bilûrê dixist û geh jî qala sultan Evdilhemîd dikir, yê ku – li gor gotina wî – ew welat hemû dabû bi jinekê bi navê Fatima Muxrubî.

Di romanê de her ku ez li Kalo rast dihatim,ew dîmenên Osê Şaro dihatin ber çavên min.

 5- Di gelek çîrokên te de dîn hene. Kî ne dîn ku tu her bikar tînî?

Dînbûna ku bala min dikişîne ew dînbûna felsefîke.Di vê romanê de dîn bi vî awayê ku her kes nasdike,tunene.Dibe ku mirov li Kalo yan li Tûtino weke dînan binêre,lê her yek ji wan felsefeyeke wî ya jiyanê heye.Bi nerîneke kûr,rewşa me çawa tê dîtin gelo?.Têgeh hemû hatine berevajîkirin.Ango kî dîne,kî bi aqile,ev pirs bixwe cihê danûstendinê ye.Di civaka me de rola aqil qelse.Paşdemayîna me li hember cîhana rojava,weke mînak,hiştiye ku cih li bikaranîna aqil teng bibe û rê ji afirandinê re nemîne.Li şûna wê cûtin  serî hildide.Tiştê ku aqilê xelkê afirandiye li cem me dibe benîşt û em wî tiştî hazir û bi derengî dicûn.Tiştekî din jî heye,yan bi paş de yan bi pêş de,em direvin.Yan çavên me li duh in yan jî li sibe ne.Em nikarin di roja xwe de bijîn.Ev rewş me dajo ber baweriyeke weha ku êdî welatê me ji her tiştî bêtir dişibe nexweşxana dînan û em jî mîna nexweşên ku dermanê wan di destê xelkê de be.Weha li me hatiye.Ji lew re,di civaka me de, mirov çiqasî xwezayiya xwe biparêze,ewqasî tê tawanbarkirin.Ez dixwazim çend mînakan bidim.Mirovek dema ji xwendinê hezdike – xwendina pirtûk,kovar û rojnameyan – dibe cihê tinaziyan û jê tê xwestin ku here karekî ji xwe re bike û dev ji vî karê dînan berde.Mirovek gava,vekirî, li hember zordaran serî hilde û bi wêrekî xwedî li rastiya xwe derkeve.Bê guman, dê mîna dînekî lê binerin.Mirovê bi xwe û rastiya xwe re dirust, di rewşeke çewt û şaş de, mîna kesekî bê aqil,ehmeq û dîn tê nirxandin.Di vê çarçovê de ez li bînbûnê dinerim.Dînên ku li hember vê rewşa ku biaqilan em tê de hiştine,dengê xwe bilind dikin,hêjayîne ku bibin mijara roman û çîrokên me.

 6- Lehengê te dibêje, “Bi destxistina dilê keçikekê li zanîngehê, ji bidestxistina serxwebûna Kurdistanê zehmetir e” Ma bidestxistina dilê keçikekê ew qas zehmet e?

Di nav vê tevlihevî û wêraniyê de ya ku tirs wê li pey xwe dihêle,ben li qirika evînê jî tê hev.Mirovê tirsiyayî mirovekî têkçûyî,qels,xapînok û durû ye.Dema ku pêla evînê tê û mirovên weha dide ber xwe,kelem li pey kelem di riya wan de derdikevin.Mirovê tirsiyayî nikare evîndarekî serkeftî be, ji ber ku evîn,di civakeke qatil wek civaka me de,bi hewceyî wêrekiyeke mezine.Tirsê,derba xwe ya xedar, ji mêr-xort bêtir li jinê-keçê dixîne, ji ber ku zora li ser wê dijwartir û girantire.Weha jî şikeftên tirsê di hundirê wê de kûrtir û firehtirin.Deriyê dilê wê jî bi ser de tê girtin.Di civaka mêran de,kilîtên derî di destên mêran de ne.Îca dema ku evîn tê mêrekî tîne hember mêrekî din.Ev rewşeke pir aloz bi xwe re tîne û bi sedan çîrokên evînê têne binaxkirin.Îca di hundir serdestiya van bend û rêdanên ku me gotin de,dibe ku rewşeke awarte rû bide û mêrê evîndar li jineke evîndar, ne ku li mêrekî din, rast bê.Tenê wê gavê dibe ku evîn bi zewacê encam bide.

Evîn tiştekî wehaye ku ne tenê dema di dil de be zore,belê dema li ser zimên be jî axavtina li ser dîsa zore.

 7- Lehengê te dibêje “Li vî welatê hezkirin naçe serî” Ma ev çi hezkirin e ku naçe serî?

Di romanê de, hezkirina Leyla û Mûsa heye.Leyla di hezkirina xwe de ji Mûsa reyalîstire.Dizane ku lawê apê wê di devê riya wê de ye,dizane ku rewşa Mûsa li gor şert û mercên zewacê ne amade ye,dizane ku ew tevliheviya siyasî ya kambax ya ku tê de dijîn êdî ne zemîneke pake ji bo berdewamiya hezkirinê.Leyla zanîbû ku wê hezkirina wê di pêçekê de bimre,ji lew re xwe heta dawî nedida dest evîndarê xwe.Çawa ku şer tê û diqewime,agir gur dibe, û her aliyekî şer dixwaze bi kêmtirîn zirar ji wî şerî derkeve, hezkirin jî wehaye.Destpêkirin ne bi destê mirove lê gava tê û diqewime mirov nema dizane xwe çawa ji nav derxîne.Leyla dikarîbê rêzên pêşerojê yên hezkirina xwe bixwenda û li gor wê bi Mûsa re ketibû têkiliyê.Encam jî ew bû ku hezkirin li welatekî weha naçe serî.Eger bav û ap û pismam bihêlin,feqîrî nahêle.Eger feqîrî bihêle,hebs û zindanên dewletê nahêle,eger zordar bihêlin xwedê nahêle.Li xakeke weha ku dengê kuştin û qedexekirinê lê bilinde,hezkirin serîşikestî ji meydanê paş de vedikişe.Hezkirin dikare her gav û her kêlîk çê bibe,lê dikare her gav û her kêlîk bê kuştin jî.

 8- Pirtûk li ser tirsê ye, lê her mirovan dide kenandin. Tirs û ken… Ma ev ne nakokî ye?

Jiyan li ser van nakokiyan avabûye.Li her cihê ku zordarî lê serdeste û diktator desthilatdarin bejna ken jî bilind e.Mirov dikare ji pirbûna pêkenokan û pêşketina wêjeya qerfî û hunera karîkatur vê yekê nasbike.Di nav van tirajediyan de yên ku tirs li pey xwe dihêle, hinek bûyer û rûdan hene ku kenê guran – weke ku dibêjin – bi wan tê.Dema tu şûrê Tûtino yê textikî û silogana wî ya dijî cîhanê deyne ber tang û top û çekên giran yên generalên ku êrîşan dibin ser xelkên me li welêt û zarokên me dikujin,bê guman dîmeneke karîkaturîk tê resimkirin û dibe mirov ji dil bikene,lê kenekî çawa?.Hetanî bi rengê ken tê guhertin.Ev kenekî reşe,weha wî bi navdikin.Ji hêla din de jî ji bilî ku temenê mirovan dirêj dike, ken bixwe metodeke berxwedana li hember çewtiyên mezin û mirinê ye.Ew serobinoyîbûna ku me qalkir,ew berevajîbûna têgehan hemû mijarên ken in.Yek ji sedemên ku kurd heta niha neqeliyane,tev ku ji her miletî bêtir têne kuştin, ewe ku heta vê gavê dikarin bi dengekî bilind û ji dil bikenin.Di zimanê me yê gelêrî de jî cêwîtiya ken û girî,ken û mirinê bala mirov dikşîne.( Ez ji kena fetisîm).(Ez keniyam û keniyam heta ku ez mirim..Ez mirim hingî ez keniyam).Bala xwe bidê, çawa ken bi fetisandin û mirinê bi dawî dibe.

Naxwe di dara jiyanê de xemgînî qurme,koke,û ken şaxekî darê ye.

 9- Axaftineke di navbera Sykes û lehengê te de tê gotin, “Kurd hêjî mehkûmê duh ne”. Gelo hê jî wisa ne? Ev dibe sedema çi?

Têkçûn bi dû de ye. Ji bo miletekî têkçûyî du nîşanên berz hene.Yek jê çavên wî ber bi paş de zîvirî mane.Bi şev û roj serê xwe bi qehremanên berê re, bi imperatorî û mîrnişînên berê re,bi dîrok û bermayiyên berê re,çi rast, çi derew û herwisa.Ya din jî çêkirina sembolên pîroz û gera li xweda û pêxemberane.Kesekî ji nav xwe bi awayekî seyr wî bilind û mezin dikin ku ji çermê mirovan derdixînin.Bi mezinbûna wî kesî re,girse û herkes pêre biçûk dibe.Ango kes dikeve şûna xweda yê ku xelasî ya her kesî li ser destê wî ye û kilîta bihuşta gel jî di  bêrîka wî de ye.Ev yek jî encameke sereke ye ji encamên têkçûnê û xeyalên şikestî ku di riya girêdana hêviyan bi kesekî re xeylaên xwe dicebirînin.Ji xwe re li serokekî dewleteke Ewrupa ya rojava binere,ku mîna karmendekî ji karmendên wê dewletê ye,bi hesanî di riya qanûn û hilbijartina re tê guhertin.Ez li Elmanyayê dijîm û li seranserê vî welatî posterekî serokê Elmanyayê daleqandî nîne.Pêşniyara çêkirina peykerekî jê re wê li Elmanyayê mîna pêkenokekê be ku kesek pê nekene.Vê rewşê bide ber rewşa dewleteke rojhilata navîn.Yan jî mirov gava hejmara peykerên Ataturkê mirî li Turkiyê û peykerên Hafiz Esedê mirî li Sûryê bîne bîra xwe û li çûn û hatina serokan ser desthilatdariyê li Ewrupayê binere mirov dikare wê cudayiya di navbera miletên têkçûyî û miletên jîndar de nasbike.Eger rewşa milet û dewletên ku li welatê kurdan serdestin wehabe,dê rewşa kurdên bindest çawabe?.Nexasim ku mirovê bindest herdem serdestê xwe ji xwe re weke (îdol)mînak dibîne.

Ev nayê wê wateyê ku mirov xwe ji dîrok û bermayiyên xwe qut bike,yan jî wan paşguh bike.Xwestek ewe ku mirov karibe bi awayekî zanistî bi paşeroj û pêşeroja xwe re têkeve têkiliyê,da ku karibe serdestê roja xwe ya îrobe.Mîdiyan,horiyan,kotiyan,sobariyan çi kirin,çi nekirin ew ji min re nabin cihê serbilindiyê.Cihê min îro ro li cîhanê li kuye.Ez kîme û çi dikim,giringtirîn pirs eve.Bersiva vê pirsê dibe ku bibe cihê serbilindiya min an bibe cihê xemgîniya min.

…………………………………………………………………………………………………………………

Romana „Tirsa bê diran“ yekem car di sala 2006 an de derket.