“Helîm Yûsiv” Ji Şermola Re: Di Vê Dema Dawîyê De Firehîya Mal Û Kolanên Romanê Ez Hinekî Ji Biçûkbûna Ode Û Sikakên Çîrokê Dûr Xistime.
Aram Hesen
18.10.2020 – Kovara Şermola, hejmar 7.
Li Amûda Rojavayê Kurdistnê ji dayik bûye
Fakulteya mafnasîyê, li zanîngeha Helebê qedandîye.
Ji sala 2000’î ve li Elmanyayê dijî
Xelata romana kurdî di sala 2015’an de wergirt. Xelat ji hêla weşanxaneya Endêşe li Silêmanîyê – Başûrê Kurdistanê hate dayîn.
-Birêz Helîm Yûsiv em bixêrhatina te dikin û kêfxweş in ku te hinek ji dema xwe ji bo me veqetand.
Ez jî kêfxweş im, ku mêvanê we û mêvanê Şermola me îro. Hûn di nav xêrê de bin.
-Di serî de bi çend hevokan xwe bi xwînerên Şermola bide nasîn.
Di sala 1967’an de li Amûdê di nav malbateke kurd de jidayikbû me. Di nav çar bira û sê xwişkan de biçûkê bira bûm. Hetanî bekelorya min li Amûdê xwend û mafnasî -hiqûq- li zanîngeha Helebê xwend. Ji sala 2000′ î de li Elmanyayê dijîm. Heta niha min şeş roman û pênc pirtûkên çîrokan belavkirine.
-Tê gotin ku tişta nivîskar dinvîse encama tiştên ku xwendîye, her wiha nivîsandin ji nû ve vesazkirina peyvên ziman e, ji bo te nivîsandin çîye?
Ji bo min nivîsandin qeder bû. Qedereke weha bû, ku bêyî haya min ji min hebe hat pêşîya min. Heta niha ez carinan vê qederê reş û carinan jî spî dibînim. Ji ber ku nivîsandinê hemû jîyana min serobinoyî hev kir û heta niha ez nikarim weku kesên din bi aramî û rehetî bijîm. Nivîsandin hem dojeh e ku agirê wê bi rih û can ketîye û nema vedimre û hem jî bihuşta min e, ya ku di hemû rojên giran de, di hemû erdhej û şewatan de, xwe lêdigrim û xwe dispêrim hênikayîya wê.
-Li gor gelek wêjevan û rexnegiran niha roman di serdema xwe ya zêrîn de ye, hemû cureyên wêjeyî yên din li şûn xwe hiştine, gelo tu bi vê nerînê re yî?
Heta radeyeke mezin ev dîtin rast e. Di nav hemû celebên wêjeyî de, di vê sedsala me de hunera romanê li pêşîyê ye. Di bazara pirtûkan ya cîhanê de jî bi vî awayî ye. Eger em bala xwe bidin Ewrupayê, ku weke navendeke çanda cîhanê ya hemdem tê naskirin, gelek weşanxane hene ku ne helbestan û ne çîrokan çap nakin û naweşînin. Di bawerîya min de vê dîyardeyê roleke dualî di pêvajoya nivîsandina romanê de lîstîye. Ji alîyekî ve hunera romanê geş bû, çav hemû li ser in û li her deverê bi germayî tê nivîsandin, weşandin û xwendin. Lê ji alîyekî din ve her kesê ku dikare rahije pênûsê dev ji helbestê û çîrokê berdide û berê xwe dide nivîsandina romanê. Bi vî awayî nivîsandina romanê dikeve rengê “modeyê” û kî radibe xwe lê diceribîne. Ev yek hejmara berhemên bê ast, yan jî yên di asteke nizim de zêde dike. Di encamê de di hin derûdoran de, ku dengê rexnegirîyeke cedî tuneye, wekî derdorên Kurdan her tişt tevlihev dibe û pîvan jî winda dibe. Ev yek rê li ber tevlihevîyên mezin di vî warî de vedike.
– Ji ber ku tu çîrok û romanê jî dinîvîsî, gelo çi cudahî di navber wan de heye û tu bêhtir di kîjan cureyê de xwe dibînî?
Min bi çîrokê dest bi nivîsandinê kir û bi romanê berdewam kir. Niha jî di nivîsandina hem çîrokê û hem romanê de berdewam im. Di ciwanîya xwe de, di destpêkê de, ez pê dihisîyam ku çîrok têra min dike û ew dikare hemû xirecira hinav û gîyanê min derxîne ser rûpelên spî. Lê bi derbasbûna demê re û berfirehbûna serbore û tecrubeyê re, ez pê hisîyam ku êdî kirasê çîrokê li gewdeyê êşa min biçûk bûye û nema tê hiltê. Ji ber ku cureyê herî nêzîkî çîrokê roman bû, carekê min xwe dît ku waye ez romanan dinîvisînim. Ev veguheztin wekî pêdivîyekê û jixwebere hat. Ji roja ku min rahiştîye qelemê û heta îro min herdem rê li ber pêlên agir ên ku ji kûrahîya hinavên min derdikevin, vekirîye. Çavê min li wî agirî û guhê min li ser dengê dilê min e, ew berê min didin kuderê, ez diçim wê deverê. Di vê dema dawîyê de firehîya mal û kolanên romanê ez hinekî ji biçûkbûna ode û sikakên çîrokê dûr xistime. Lê ez carcaran bêrîya wan sikak û kuçeyên çîrokê dikim, ji ber ku dilê min ê “ewilî” ew bû, çîrok bû.
-Heta niha çend berhemên te derketine, ya destpêkê çi bû û kîjan salê derket. Her wiha ji me re behsa berhema xwe ya dawîn ”Firîna bi baskên şikestî” bike?
Heta niha di navbera çîrok û romanê de, yazdeh berhemên min derketine. Yekem berhema min a çapkirî “mêrê avis” bû, ku bi zimanê erebî di sala 1991’ê de li Şamê hate weşandin. Çîroka nivîsandina romana min a dawîyê “Firîna bi baskên şikestî” ku li ser berxwedana Kobanê ye, ji bûyerên romanê bixwe xemgîntir e. Di 2014’an de, min jî weke her kurdekî rewşa Rojava, dorpêçkirina Kobanê ji hêla Daiş ve dişopand. Di destpêka şer de min û hin keç û xortên ku li Kobanê diman, me behsa nivîsandina romanekê kir, li ser wê qonaxa dîrokî ya ku Rojava bi giştî û Kobanê bi taybetî tê re derbas dibû. Diva bû hemû çîrok û bûyerên ku li Kobanê diqewimin ji min re bişînin. Her weha di dawîya 2015′ an de min Cîhan Hesen, birayê wê Rodî û xwişka wê Gulîstan me hevdu li Stenbolê dît û li ser nîvisandina romanê me lihevkir. Ew vegerîyan Kobanê û ez jî vegerîyam Elmanyayê. Bi dehan nivîs û çîrokên ku min dixwestin ji min re hatin. Min jî dest bi nivîsandina romanê kiribû. Hetanî ew şeva ku nav lê kirin şeva xedrê bi ser Kobanê ve hat. Di wê şevê de Rodî, zavayê bîst rojan û Perwîna bûka bîst rojan û dîya Rodî û birayê wî yê mezin û ji wê malbatê tenê dora deh kesan û ji Kobanê dora sêsed kesî bi wî awayê hovane şehîd xistin. Ji nav wan û spas ji Xweda re ku Cîhan di wê tevkujîyê de sax ma. Ew bûyer bû sedem ku ez veciniqim û çar salan rawestim. Piştî wê careke din li nivîsandina wê romanê vegerîyam. Vê carê roman ne ji çîrokên ku Cîhan û Rodî û Perwîn ji min re dişandin pêk dihat, lê belê ew bi xwe bûn kesên sereke yên vê romana nû ku bi navê “Firîna bi baskên şikestî” hat nivîsandin û belavkirin.
– Romana Kurdî ji salên ku te dest bi nivîsandinê kirîye heta niha çiqasî bi pêş ketîye, û niha di çi astê de ye?
Mirov nikare behsa rewşa romana Kurdî bike, bêyî ku mirov behsa taybetîya rewşa kurdan ya sîyasî û civakî bike. Ji bo kurmancî ez dixwazim vê bêjim, ku ji sala 1995’an û vir de mirov dikare behsa qonaxeke nû ya wêjeya kurdî-kurmancî bike û roman jî di nav de. Ji ber ku wan salan li bakurê Kurdistanê û Turkîyê qedexe, heta radeyekê, ji ser kurdî hatibû rakirin û dest bi derketina kovar, rojname, pirtûk û weşanxaneyên kurdî bibû. Dibe ku şensekî min ê baş be, ku ez yek im ji wî nifşê ji salên notî ve dest bi belavkirina berhemên xwe yên bi kurdî kiribû. Ji wan salan heta niha bi dehan romanên kurdî hatine nivîsandin û belavkirin û geşbûneke berbiçav di vî warî de rûda. Dema mirov behsa asta romana kurdî bike, divê ez du tiştan ji nav hev derxînim, yek jê girêdayî rewşa kurdan, ya welatê wan û qedexekirina zimanê wan e, ku ew jî hejmare. Hejmara romanên kurdî beramberî hejmara romanên bi zimanên din, ji ber sedemên behsa wan bû, pir kêm e. Tiştê din asta wêjeyî û hunerî ye, ez wê li gor şopandina xwe baş dibînim. Di kurdî de îro bi dehan berhemên hêja yên di asteke baş de tên dîtin û mirov dikare wan bilind binirxîne. Di hemû zimanan de, li cem hemû miletan, kurd jî di nav de, weha ye. Berhem pir tên nivîsandin, lê yên ku bilind bêne nirxandin hindik in.
-Tu tevgera wêjeyî û çandî li kurdistanê bi giştî û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê çawa dinirxînî?
Ev bîst sal in ku ez ji derveyî welêt dijîm. Di van salên dawîyê de û piştî vê pêla penaberîyê ya berfireh û rewşa ku li Rojavayê Kurdistanê rûda, têkilîyên min yên civakî hêdî hêdî bi nas, heval û dostan re vegerîyan. Berî wê dûrbûn û jihevqutbûneke mezin çêbibû. Di van bîst salan de bi dehan nivîskarên nû derketin ku ez wan nasnakim, berhemên nû derketin ku negihiştine ber destê min. Ji ber vê bersiva pirseke weha pir zehmet e ji bo min û ez di der barê hûrgilîyên rewşê de ne ewqasî agahdar im.
-Dibêjin bandora jîngeha nivîskar di berhemên wî de der tê, ev bîst sal in tu li Ewrupayê dijî, kîjan berhemên te encama serpêhatî û dîtinên te yên Ewrupayê bûn?
Pirtûka min a çîrokan a bi navê “Auslander beg” di sala 2011an de derket. Ev pirtûk bi temamî li ser jîyan û serpêhatîyên kurdên Ewrupayê ye. Bûyerên romana min “99 morîkên belavbûyî” bi temamî li Elmanyayê diqewimin. Beşekî mezin ji çîrokên pirtûka min “Memê bê Zîn” ku di 2003 an de derket li Berlînê û li ser rê û rêçikên bajarên Ewrupayê diqewimin. Jixwe rexneya min a li nivîskarên kurd ên berî min herdem ev bû, ew çima li ser serpêhatîyên xwe, serpêhatîyên kurdên li Ewrupayê dijîn ku bi sedhezarane, nanîvisînin. Ji bo min, çawa ku nîvê jîyana mina li welêt jêdereke bê sînor a nivîsandinê ye, wisa jî ev nîvê din yê jîyana min a li xerîbîyê wê bimîne çavkanîyeke bê sînor ji bo nivîsandina çîrok û romanan.
-Li gor we, çiqasî girîngîya pêşangehên pirtûkan di vejandina wêje û aktîvkirina rola tevgera çandî de heye, her wiha bi giştî çi bandorê li civakê dike?
Pêşangehên pirtûkan derfeteke baş e ji bo avakirina têkilîyeke rasterast di navbera nivîskaran û xwendevanan de, di navbera pirtûkan û civakê de. Lê ji ber tunebûna bazareke berfireh a pirtûkê di nav kurdan de bandora vê çalakîyê pir bi sînor dimîne. Alîyê din ê mijarê ew e ku şêwe û awayê çêkirina van pêşangehan nêzîkî şêweyê Ereba ye. Pêşangeh bi giranî ji bo firotina pirtûkan vedibe. Lê li cem Ewrupîyan bi awayekî din e. Wekî mînak ez ê behsa pêşangeha salane ya navdewletî ya Frankfurta Elmanyayê bikim, ku her sal di meha dehan de çêdibe. Pêşangeh pênc rojan dewam dike, sê rojên destpêkê tenê ji bo weşanger, wergêr, nivîskar û pisporane û tenê herdu rojên dawîyê ku şemî û yekşem e rê li ber derbasbûna xelkê vedibe. Di her sê rojan de weşanger, weşanxane, nivîskar, wergêr, ji hemû deverên dinyayê tên û hevdu nasdikin, kontrakt û peymanan bi hev re imze dikin. Bi vî awayî berhemên wêjeyî bi hemû zimanan li hemû deverên dinyayê têne çapkirin û belavkirin. Wisa jî semîner û civatên hevnasîn û danasînê bi zimanên cuda têne lidarxistin. Piştî ev bazar di navbera pisporan de diqede, roja dawîyê xelk derbasî pêşangehê dibin û her yek berê xwe dide cihê weşanxaneya ku lê digere û dikare pirtûkan bikire. Beşdarbûna kurdan di vê pêşangeha navneteweyî de, eger hebe, vekirina standekê ye, danîna ala kurdî ye û vexwarina çayê ye.
– Wêje bi rexnegirîyê bi pêş dikeve, tu rexnegirîya kurdî çawa dibînî?
Eger mebesta te bi rexnegirîya kurdî ew be, ya ku bi zimanê kurdî dibe, mirov dikare bibêje ku ev meydan hema hema vala ye û nivîsên ku li ser pirtûkan bi kurdî belav dibin, ji danasînê biwêdetir tiştek nîne. Carcaran jî hin gotarên pesindanê yan jî biçûkxistinê têne belavkirin. Rexnegirîya ku dibe jî bi zimanê erebî dibe. Ez ê mînaka berhemên xwe bidim, heta niha di navbera çîrok û romanê de yazdeh berhemên min bi kurdî derketine, lê ji bilî gotar û nirxandinên di rojname û kovaran de ti nivîsên rexneyî li ser wan wekî pirtûk derneketine. Bi erebî, tevî ku hemû berhemên min heta niha bi erebî derneketine jî, du pirtûkên rexneyî heta niha derketine. Yek jê li ser çîrokên min ku ji hêla rexnegirê Sûrî Mihemed Mihyedîn Mîno ve di sala 2004 an de li Himsê derket û yek jî li ser romana Sobarto ji hêla Mesûd Hesen ve li Şamê di 2006 an de derket. Her weha pirtûka sêyem li ser her şeş romanên min ji hêla Rêber Hebûn ve hatîye nivîsandin, ew ê di demeke nêzîk de derkeve.
– Di der barê wergera berhemên te bo zimanên din de, çi agahî hene?
Weşanxana Endêşe li Silêmanîyê di weşandina hemû berhemên min bi soranî de, berdewam e. Berhema di dorê de û wê nêzîk bi soranî derkeve romana “Firîna bi baskên şikestî”ye.
Weşanxana Afraz li Îranê wê nêzîk dest bi weşandina berhemên min bi Farisî bike û ji bo wê “99 morîkên belavbûyî” di dorê de ye.
Piştî Ingilîzî, Erebî, Tirkî û Farisî wergera romana min “Gava ku masî tî dibin”ya îtalî qedîya ye û wê di demeke nêzîk de ronahîyê bibîne.
Wergera romana “99 morîkên belavbûyî” ya Elmanî îsal amade dibe. Ev pirojeyê wergerê ji hêla nivîsgeha çandê “kulturbüro” ya bajarê ku ez lê dijîm Wuppertal hatîye fînansekirin.
Wergera “Wehşê di hundirê min de” ya Ingilîzî tê amadekirin.
Wergera Erebî ya “99 morîkên belavbûyî” ji bo weşanxaneya Sefsafa li Misrê tê amadekirin.
Piştî “Mirî ranazin”, “Tirsa bê diran” û “Gava ku masî tî dibin” wergera Tirkî ya “Sobarto” jî amade ye û li benda çapê ye.
Bi giştî ev pirojeyên wergerê yên di derbarê berhemên min de, niha li ber destan in.
-Projeyên te yên paşerojê çi ne?
Ji 2011 an û vir de ti pirtûkên min yên çîrokan derneketine. Ez niha wan çîrokên xwe yên ku min di vê demê de nivîsandine berhev dikim û wan ji bo çapê amade dikim. Dibe ku pirtûka min a bê ne roman, lê pirtûkeke çîrokan be.
-Rêzdar Helîm Yûsiv ji bo vê hevpeyvînê gelek spas, heger gotineke te ya dawî hebe kerem bike bêje.
Gelek spas ji bo we jî, ji bo her kesê ku keda wî di amadekirin, weşandin û belavkirina Şermolayê de heye. Bi hêvîya berdewamî û pêşveçûn û serkeftinê.