Helîm Yûsiv ji Kurdistani Nwe re: Ti sînor di navbera min û karekterên min de tune ne.
18.10.2019 – Ferhad Çomanî
1- Di serî de em weke xwendevanên Kurmanciya jêrîn, me Helîm Yûsiv bi saya wergerandina romana “Gava ku masî tî dibin” naskir. piştî wê çîrok û romanên din li pey hatin. ez dixwazim wê bêjim vê yekê çi delîve li ber berhemên te yên nivîskî vekir?
Veguheztina “Gava ku masî tî dibin” û dû re jî pirtûkên min ên din bo kurmancîya jêrîn, ya wekî soranî di nav kurmancan de tê binavkirin, rê li ber wê yekê vekir ku şaşitiyeke dîrokî bê sererastkirin. Ti şek û guman bi min re tuneye ku em yek milet in û zarokên yek welatî ne ku navê wî Kurdistane, lê zaravayên me cuda ne. Tunebûna dewleteke neteweyî bû sedem ku miletê me hem di hundir perçeyên cografîk de û hem jî di hundir zarava û alfabêyên cuda de asê bimîne û hayê her beşekî ji beşê din tune be. Ev neheqiyeke dîrokî mezine ku li Kurdan hatiye. Baca vê yekê nivîskarê kurd jî dide, ku xwe nikare bigihîne hemû beşên civaka kurd, li her çar perçeyên Kurdistanê. Bi veguheztina zaravayan re rê li ber nivîskarê kurd vedibe ku xwe bigihîne hemû beşên civaka xwe û li seranserê welatê xwe yê perçekirî bê xwendin. Ji bo min jî vebûna vê delîveyê derfeteke cihê şanazî û kêfxweşiyê bû ku berhemên min van sînorên asê yên vê qedera me ya dîrokî ya reş derbasbikin û bigihên xwendevanên wêjeyê li başûrê Kurdistanê. Ez her gav û her dem pesindarê keda wan kesa me yên ku vê rêyê li ber berhemên kurdî vedikin ku bigihêjin hemû kurdan, bi hemû zaravayên xwe.
2-Nivîsandina romanê an çîrokê an jî pirtûkekê bi awayeke sûryalî ji xwe ne rîskeke ji bo nivîskarî?
Ji bo vê pirsê ez dixwazim bi kurtayî behsa sê xalan bikim. Yek jê ew e ku“Surrealism” perçeyeke ji jiyana me ya rojane ye. Dibe ku li hinek deverên cîhanê bûyer û rûdanên ku hene xwe bispêrin aqil û mentiq, lê li welatê me mentiq tuneye. Her tişt serobinoyî heve, mirovê herî sextekar û ketî li jore, yê herî têgihiştî li jêre. Qedir û qîmetê soleke kevin ji yê pirtûkeke herî bi nirx bêhtir heye û herweha..Ev hemû ne rewşeke surreale gelo?
Xala din, aliyê me yê rûhî, giyanî, yê veşartî. Xewn û xeyal û binhişê me. Ev hemû perçeyekin ji tevgera me ya rojane. Rojê bi kêmanî em pênc demjimêran di xewê de diqedînin. Ew bûyerên şevê ku di xew de diqewimin, gelek caran rastiya me bi awayekî hunerî tînin holê. Ew kêlîkên ku mirov di xew û xewnan û xeyalan de dibîne, divê cihê xwe di berhemên me yên wêjeyî de bibînin. Yana emê xiyanetê bi rastiya xwe re bikin û bi çavekî li jiyanê binerin ne bi dudiyan.
Xala sisiyan û ya dawî ez ê behsa çavê sêyem bikim, ku ew bixwe çavê yê nivîskare. Ev rewşa heyî her kes bi herdu çavên xwe dibîne. Bi ya min yê nivîskar hetanî ku karibe kûrahiya rewşê derxîne holê divê bi çavekî sêyem li jiyanê binere û binîvisîne. Wan tiştan binîvisîne ewên ku li ber çavane, kesek bala xwe nade wan, lê ew tenê dikare bibîne. Dibe mebesta Salvador Dalî jî ev be, dema digot: “ Gava ez herdu çavên xwe digrim, ez bêhtir dikarim cîhanê bibînim”.
3- Di çîrokan de Helîm wisa xûyaye gelek digel êş û elemên xwe yên taybet û veşartî de ye. ne wek romanan ku dikarim bêjim piranî eş û serpêhatiyên dilbijok yên milletek an her mirovekî ne, ev çawa ye?
Dibe ji te ve wisa xuya bike, lê li cem min ne di çîrokan û ne jî di romanan de ti sînor di navbera min û karekterên min de tune ne. Her karektereke min yê çîrokê be yan yê romanê be perçeyek ji rihê min di bedena wî de diçe û tê. Her karekterek tiştek ji min tê de heye, lê di heman demê de ti têkiliya çîrok û romanên min rasterast bi jînanîgariya min tune ye. Sînorê min li cem taybetiyên wan karekteran diqede. Erê, hinek ji xwîna min di damarên wan de diçe û tê, lê dawiya dawî ew ew in û ez ez im. Ev mijareke gelekî tirsnak û xetere. Eger nivîskar wî sînorê destnîşankirî derbas bike, zirareke mezin digihîne hunera honandina berhema xwe. Heta ji min tê ez di vê yekê de balder û hestiyar im û ji mafê karekterê mine ku wekî xwe tevbigere û bifikire û rabe û rune, ne wekî min.
4- Di nava romanên te de karakterek ji hemiya heye wekî reşiyê xûya nabe lê hertim heye. di her romanekê de bi awayekî, lê bi giştî weke destekî ezmanî carna tê û di tengasiyê de bi destê karakterê belengaz û bêçare digre.. ev bangeke mîtafîzîkiye an jî di jiyana te de hertim keseke/î wisa heye?
Hebûna wî karekterê nediyar xwe dispêre mijokî û nezelaliya jiyana me. Gelek tişt di jiyanê de hene bi awayekî ji awayan dişibihin wî karekterê wekî reşiyê. Ezê wî wekî hêza veşartî binavbikim. Mirov nizane ji sedî sed ev yek çiye, lê mirov dizane ku heye. Gelek caran bûyerin diqewimin, te dît yê li hember te, eger bawermend be, dibêje: Te dît çawa Xwedê jê re nehişt. Yê bawermend wê hêza veşartî vedigerîne qudreta Xwedê. Yê nebawermend be, şîroveyeke din dide wê rûdana ne zelal. Ji bo min bicihkirina wê hêza veşartî di wêjeyê de alaveke hunerî û wêjeyî ye û dûrî şîroveyên mîtafîzîqî ye. Çawa di jiyanê de hin tiştên ku tu wan dibînî, lê baş nayên fêmkirin hene, wisa dixwazim di tekstên min de jî hebin. Hebûna vê hêza veşartî ezmûneke baş e ji xwendevanan re jî, da ku bêhtir bifikirin û bipirsin ka ev çiye. Li vir rê li ber pirrengiya xwendinê û şîrovekirinê jî vedibe û bêhtir xwendevan didehfîne ber bi hewildanên naskirin û têgihiştinê de. Ji ber vê xwendevanên min bêhtir ewên jîr û mejîçalak û tî yên zanînê ne. Xwendevanên mejîvêl yên li tiştên sivik û tenê li dagirtina dema xwe digerin nikarin dakevin nav kûrahiya berhemên min.
5- kak Helîm asta edebiyata kurdî, li her parçeyekê an derve be çawa dibînî? em dikarin bi edebiyatê şer ji bo doza milletê xwe bikin?
Şervanê herî baş yê di qada edebiyatê de ew e, yê ku berhemên xweşik dinîvisîne. Yek ji stûnên sereke yên hebûna miletan û asta şaristaniya wan, berî ku partiyên wan ên siyasî bin, berî ku artêş û hêza wan ya leşkerî be, çand û kultûra wane. Ez nivîsandina bi kurdî bi serê xwe wekî berxwedaneke mezin li dijî hewildanên dijminan yên qirkirin û jiholêrakirinê dibînim.
Di derbarê asta edebiyata kurdî bi giştî de, ez ne xwedî agahdariyên berfireh im, ji ber ku dema peyva edebiyata kurdî tê gotin, edebiyata bi hemû zaravayên kurdî tê bîra mirov. Bi giştî û di çarçova agahdariyên min de edebiyata kurdî di van bîst salên dawiyê de li ser asta berhemdariya nivîskaran pir gavin baş avêtine û berhemên serkeftî derdikevin. Lê cihê mixabiniyê ye, di asta siyasî, aborî û civakî de kurd heta niha nebûne xwedî statuyeke sazkar ku bibe bingeha geşkirin û pêşveçûna ziman û edebiyatê. Li her çar perçeyên kurdistanê û li derve jî, ji ber tunebûna dewleta kurdan hemû imkanên aborî yên hene di destên siyasetê de ne û siyaseta kurdan jî bi hemû reng û aliyên xwe ve li hember pirsa ziman û edebiyata kurdî xemsar û bêkêre. Li ser asta takekesane xweşbînim, lê li ser asta giştî reşbînim.
6- Helîm yûsiv bi gelek zimanan tê xwendin, kîjan ji wan xewna te bû?
Xewna mina yekem hêdî hêdî pêk tê, ku berhemên min hemû ji kurmancî bo zaravayên kurdî yên din bêne veguheztin. Ji ber ku berî her kesî ez xwe li vir dibînim. Ev qada mina bingehîn û ya sereke ye. Heta niha berhemên min bi erebî, farisî û heta radeyekê bi tirkî jî derketine. Tevî ku heta niha berhemeke min bi ingilîzî û yek jî bi elmanî derketiye, lê ji weşanxaneyên biçûk derketine. Hewildan hene ku di demeke nêzîk de ev rewş bê guhertin û rê bi berfirehî li ber berhemên min bi zimanê ewrupayî jî vebe.
7- Nivîsandin bi Kurdî wekiriye ku nivîskarên Kurd hetanî astekî bi pêş de herin û bisekinin, an heke şiyan hebe ziman nabe pirsgirêk li hember wê çendê nivîsarên Kurdan li dunyayê bên naskirin?
Ev mijareke dirêj û piralî ye. Di çarçova mijara wergerandin û belavkirin û naskirina li dinyayê de ji bo nivîskarekî, kurdbûn barekî girane û vê meselê zehmettir dike, wisa jî rêya wî dirêjtir dike. Ez ê hinekî bilez behsa hin aliyan bikim. Statuya kurdan ya siyasî çiye, li cîhanê jî wisa li nivîskarê kurd tê nerîn. Li vir, ji ber tunebûna dewleta kurdan, nivîskarê kurd ji hemû derfetên têkiliyên di navbera sazî û dezgehên dewletan de çêdibin bêpare. Li ziman û çandeke qedexekirî û birîndar ya miletekî perçebûyî û bê statu, bi çavekî ciddî nayê nerîn. Tunebûna dezgehên wergerê yên pispor û pêre jî tunebûna çavkaniyên temwîl û fînansekirinê, pêre jî tunebûna wergêrên pispor vî karî nêzîkî peravên pûçbûnê dike. Ji ber vê, di kurdî de mînakên serkeftî ku hebin hemû ji encamên keda takekesane ya nivîskaran bi xwe ye. Ev yek dihêle, ji dehên nivîskarên kurd ku hêjayî ne li cîhanê bêne naskirin, tenê çend kesên ku derfet bi dest wan dikeve biserdikevin. Di nav kurdan de gelek nivîskarên serkeftî ku hêjayîne berhemên wan li zimanên cîhanî bêne wergerandin hene, lê yên ku ev rewş ji wan re pêk tê gelekî hindik in.
8- Helîm Yûsiv ne nivîskar buya wê em ew çawa nasdikir, wê bi çi paşnavek bihata nasîn?
Kêfa min gelekî ji muzîk û stiranan re tê. Xwezî dengê min xweşbûya. Piştî edebiyatê stiranên kurdî bêhna min derdixînin.
9- kareke nû li destê te heye gelo?
Belê heye. Piştî deh salan ji derketina pirtûkeke min a çîrokan ku bi navê “Auslander beg” bû, 2011 derketibû, min destnivîsa xwe ya nû ya çîrokan berî çend rojan, şand ji weşanxaneya Peywendê re li Wanê. Ew ê di demeke nêzîk de derkeve. Pirtûka mina nû vê salê wê pirtûka çîrokan be.