Helîm Yûsiv ji kovara Vejîn re: Ez xwedî pirojeyeke wêjeyî me. Ev zêdeyî 25 salane ku vê avahiya wêjeyî berhem bi berhem avadikim.
Hejmar 7 ji kovara Vejîn- Bihara 2020
1 Di pirtûka ku we herî dawî xwendîye de hevok an jî benda (paragrafa) ku di hişê we de maye kîjan e ?
Pirtûka herî dawî ku min xwendiye romana “Serwerê Med Aştiyago” ya Fergîn Melîk Aykoç e. Tiştê ku di hişê min de ma lihevrasthatina Aştiyago “serokê dawî yê Medan” û serekerkanê artêşa wî Herpago yê xayîn bû. Di kêlîkên hilweşandina imperatoriyê de agahdar dibe ku Herpago hemû hêzên Artêşa Medan radestî Parsan kirine û Koruşê Pars tê li ser Textê Aştiyago rûdinê û bi vî awayî xiyanet dawî li desthilatdariya Medan tîne.
Xala din ku di bîra min de maye, helwesta Mendayê ku keça Aştiyago bû û diya Koruşê Pars bû. Gava dibîne ku kurê wê Koruş desthilatdariya bavê wê hildiweşîne û nikare wî paş de vegerîne û jiyana bavê xwe ji nav pencên desthilatdariya kurê xwe rizgar bike, xwe dikuje.
Ev herdu bûyerên trajedî ji vê romanê di bîra min de mane.
2 Di wêje ya cîhanê de pirtûka ku we gotîye xwezî min nivîsandibûya heye ku hebe kîjan e ?
Erê, heye. Pirtûka “darizandin” yan jî “mehkemekirin” ya Franz Kafka ye.
3 Pirtûkên ku hûn dixwînin hûn li gor çi û çawa hildibijêrin?
Hilbijartin bi du şêweyane, yan ez nivîskarê pirtûkê nasnakim û ez dixwazim nasbikim bê çi û çawa dinîvisîne. Yan jî ez nivîskarê pirtûkê nas dikim û tiştekî nû nivîsandiye û ez dixwazim bixwînim.
4 Çend merhaleyên nivîsên we hene ?
Eger mebesta te li ser wan qonaxan be, ewên ku nivîsandin tê re derbas dibe, ez dikarim behsa du qonaxan bikim. Yek jê qonaxa jidayikbûna ramanê ye, ku ji serbore, xeyal, raman û dîmenê giştî pêktê. Mirov dikare qonaxa teyorîk binavbike. Ew qonax di hiş û rih û xeyala mirov de bi gewde dibe. Qonaxa duyem jî nivîsandine û pê re jî birêzkirin û avakirin û honandina tevna hûrgiliyane. Mirov dikare weku qonaxa piratîk binavbike.
5 Paşxanneya nivîskariya we çi ye?
Sê faktorên sereke hene. Yek jê jiyana min û serboreyên min ên takekesane ne. Ya din xeyala mine. Ya dîtir xwendina mina bê navbere ji wêjeya nivîskî re, ligel sûdwergirtina ji wêjeya devkî, ku bi salane hiş û xeyala min av dide û kesk dihêle.
6 Cara pêşî hûn kengî bi pênûsa xwe hisîyan ? Hûn kengî pê hisîyan ku pênûsa we qedera we ye ?
Ez pir zû bi vê yekê hisiyam. Ez zarok bûm. Min bi tolhildanê destpêkir. Di dibistana seretayî de mamosteyekî me yê zalim hebû. Herdem dar di destê wî de bû û li me dixist. Min çîrokeke qerfî li ser wî nivîsand û di şeveke xwendinê ya zarokên dibistanê de xwend. Her kes bi wî mamostî keniya û min bi vî awayî dilê xwe lê hênik kir. Ji wê rojê de heta niha ez bi nivîsandinê tola xwe ji zaliman, ji dîrokê, ji qedera reş û ji dijminên kîndar hiltînim.
7 Hûn dixwazin çi ava bikin an jî çi xerab bikin?
Ez xwedî pirojeyekî wêjeyî me. Zêdeyî bîst û pênc salane ku ez pirtûk bi pirtûk, berhem bi berhem, tevî hemû astengî û dijwariyan, datînim ser hev, da ku ez vê avahiya wêjeyî avabikim. Ev pirojeyê min yê jiyanê ye. Heta ez hebim wê xebata li ser bilindkirin û berfirehkirin û xweşikkirina vê avahiyê hebe.
Bi danîna stûnên vê avahiyê re û dû re bi tevgera avakirin û bilindkirin û berfirehkirinê re, ji wan avahiyên nexweşikî û xêrnexwazî û kînê re ku bi destê dijminên me di hiş û giyanên me de avakirine, wê cih nemîne û wê bêne hilweşandin.
Bi gotineke din, ez dixwazim bi wêjeya xwe avahiyên koletî, nexweşikî, kîn û nefret û nexwendinê xerab bikim û li şûna wan avahiyên xweşikbûnê, hezkirinê û xwendinê avabikim. Tuyê ji min re bibêjî ev xewn e. Ezê jî ji te re bibêjim wêje bixwe rengeke ji rengên pêkanîna xewnane.
8 Heger Helîm Yûsiv xwe wek lehengê pirtûkeke hizir kiriba ew leheng wê kîjan bûya? An jî lehengê we yê mîtolojîk kî ye?
Ev hizrên bi vî rengî bi min re nemane. Bi demê re li ber avê çûn. Gava ez biçûk bûm, xewnên min pir mezin bûn. Her ku ez bi temenê xwe mezin bûm, pêre jî xewnên min sal bi sal, roj bi roj, biçûk bûn. Niha ez ber bi payîza temenê xwe ve diçim û xewnên min, ji derveyî çarçova wêjeyê, hemû hatine baskokirin. Lehengê min ê mîtolojîk tune ye.
9 Hûn rewşa wêjeya Kurdî di nav wêjeya cîhanê de çawa dibînin? Li gor we wêjeye Kurdî heta îroj çi li xwe zêde kirîye?
Cihê mixabiniyê ye ku rewşa wêjeya zimanekî heta radeyeke mezin bi rewşa siyasî ya miletê ku bi wî zimanî daxive ve girêdayî ye. Tunebûna statuya kurdan ya siyasî li welatê wan siya xwe avêtiye ser wêjeya kurdî jî li her deverê. Wekî cihekî kurdan di nav miletên cîhanê de tune ye, wisa cihê wêjeya wan jî di nav wêjeya cîhanê de tune ye. Li cîhana îro wêje bi sûkê ve, bi bazarê ve girêdayî ye. Weşanxaneyên mezin li Ewrupayê, weku mînak, xwe nadin ber çapkirina berhemeke ku bi zimanê miletekî nayê naskirin û bê statu û bê dewlete hatiye nivîsandin. Gava behsa nasnameyê bibe, mirov dibe yan sûrî, yan tirk, yan iraqî û yan jî îranî. Gava mesele bi vî rengî tê nirxandin, wê gavê berhemên bi zimanên fermî yên wan welatan têne hilbijartin neku yên kurdî. Wêjeya ku dewletek li pey wê tune be, zehmete ku cihê xwe di nav wêjeya cîhanê de bigre.
Li gor dîtina min, wêjeya kurdî li gor rewşa ku Kurd tê de dijîn gavin baş ber bi pêş ve avêtine û nivîskarên kurd, tevî tunebûna piştgiriyê û tunebûna dewleta kurdî, berhemin pir hêja dinîvisînin. Bi serhişkî û hêza xwe ya takekesane berhemên xwe yên wêjeyî digihînin ber destên xwendevanan. Berhemên wêjeya kurdî, her çendî li gor hejmarê kêmbin, lê dîsa jî di asta xwe ya hunerî û wêjeyî de, ne kêmî berhemên wêjeyî yên zimanên din in.
10 Wek nivîskarekî ku li dîasporayê dijî, dûrbûna ji welatekî ku di nav şer de bandoreke çawa li derûnîya we dike?
Ez nikarim xwe bi temamî weku nivîskarekî diasporayê binavbikim, ji ber ku ez hinekî dereng ji welêt derketim. Gava ez derketim çar berhemên min yên çapkirî hebûn. Di heman demê de ji ber ku li diasporayê dijîm ez nikarim xwe jê bêrî bikim. Vê yekê hin taybetî bi xwe re anîn. Yek ji wan ew e, ku heta niha ez hem bûyerên rojane yên li welêt diqewimin dişopînim û hem jî jiyana xwe ya rojane li diasporayê didomînim. Vê rewşê rasterast bandora xwe li berhemên min ên vê dawiyê kirine. Hin berhem bi temamî li ser jiyana kurdan ya li diasporayê ne wekî “Auslander beg” û “99 morîkên belavbûyî” û hin jî bi temamî li ser bûyerên welêt in, wekî ” Wehşê di hundirê min de”.