Helîm Yûsiv: Her çendî serên mecaz û xeyalên min li ezmanan bin, lingên wan li erdê ne - Halim Youssef

Helîm Yûsiv: Her çendî serên mecaz û xeyalên min li ezmanan bin, lingên wan li erdê ne

June 26, 2021

Hevpeyvîna Ferîd Mîtan bo malpera RIATAZA

25.03.2019

Ji “Wehşê di Hundirê Min de” dest pê dikim; “Soro kurê cîranê me Siloyê terzî bû ku berî demekê di encama qezayeke tirimpêlê de, ji her du lingên xwe ve hatibû pûçkirin…” Li vê derê, yê ku lingên wî pûç bûne, Soro yan jî Silo ye; û eger ev rewşa han bi du hevokên cihê bihata şirovekirin, baştir nedibû?

Bê guman yê ku qeza kirîye û lingên wî pêç bûne Siloyê terzî ye. Gava li atolyeya resimkirinê behsa Soro dibe, ew dixwazin kar bidinê ji ber ku bavê wî di encama qezayê de bêkar maye û ew ê karibe di rêya karê xwe re alîkarîya malbata xwe bike. Di vê hevoka dirêj de ku der barê Soro de hatîye nivîsîn, “ku” dikeve navberê û agahîyek li ser bavê wî Silo tê dan. Ev hevokên wisa dirêj car caran rê li ber tevlihevîyê vedikin. Dibe ku li şûna Siloyê qeza kirîye weha bê fêmkirin ku Soro qeza kirîye, ne bavê wî. Ji ber vê, ez jî di wê bawerîyê de me ku agahîyên li ser bavê Soro di hevokeke cihê de bihatana nivîsîn baştir bû.

– Di “Wehşê di Hundirê Min de” de, hin bûyer û dîmen hene, mirov dibêje qey tu pêwîstî bi wan nîne û wateyeke ku li romanê bar bikin tune ye; wekî bipeydeçûn û çavdêrîya Soro ji Salar re, tevlêkirina Semîr di nava romanê de… wateyeke wan ya veşartî heye, yan te ev paragraf ji bo mebestine din bi kar anîne?

Çawa pîrejinên me bi tayên sipî ku “tayê rês” jê re digotin, gore ta bi ta dirêsan, wisa jî romannivîs ji hûrgilîyên rojane yên biçûçik tevna romana xwe dirêse. Gava tu li wî tayê sipî bi tena serê xwe binêrî tu yê wî wekî ta bibînî ku ti têkilîya wî bi gorê re tune ye. Lê di heman demê de ew gore ji hejmareke mezin ya wan tayan pêk tê. Ez bêm ser mînakên ku te ji romana min dane. Bi vî awayî dema mirov bi vî çavî lê binêre, mirov dikare hemû bûyerên romanê zêde bibîne. Lê di heman demê de bêyî van bûyeran jî roman dê li holê nemîne. Du sedemên gelekî girîng ji çavdêrîya Soro ji Salar re hene, yek jê ew e ku Soroyê biçûk bi çavê heyranekî li Salar dinere û wî wekî “îdol”ê xwe dibîne û ev yek dibe sedem ku her gav çavên wî li pey tevgera Salar be. Sedema din ew e ku di rêya vê çavdêrîyê re derûnîya Salar û tirsa wî ji şopandin û girtinê û çavan bi temamî xwe di vê bûyerê de dide der. Mînaka din ya ku te anîye, karekterê Semîr e ku te ew zêde dîtîye. Di bawerîya min de nebûna Semîr wê valayîyeke mezin di romanê de hiştiba. Hema hema hemû karekterên romanê bi awayekî ji awayan “erênî” ne, karekterê Semîr ê “neyênî” jî nûnertîya alîyê din yê civakê dike. Nûnertîya çavê desthilatdarîyê dike, ew çavê ku di her devera civakê de hatîye çandin.

– Şevbuhêrk û hevpeyvînên atolyeyê, xewn û kabûsên Salar ên der barê peykerî de, bûyer û rûniştinên lêpirsînê û pesinandina dirûvê endamên istixbaratan… gelekî nehatine dubarekirin?

Ez ê raz, an sireke vê romanê ji te re bibêjim. Ew raz jî di dîyarîyê de ye. Bingeha vê romanê ji projeyeke senaryoyê filmê sînemayê tê ku min û hevalê xwe yê derhêner Mehmet Aktaş bi hev re dinivîsî. Ji ber hin sedeman ev proje nîvco ma û neçû serî. Ez li destnivîsa wî senaryoyê nîvcomayî vegerîyam, li ser xebitîm û ji nû ve wekî roman nivîsand. Ji bo keda wî jî winda nebe min ev roman dîyarî dostê xwe Mehmet Aktaş kir. Min ev serpêhatî li vir got, ji bo ez balê bikşînim ser teknîka vê romanê ku gelekî ji teknîka senaryoyê filman an jî ji senaryoyê şanoyê nêzîk e. Dîmen ji hev veqetandî ne û piranîya cihên bûyeran jî destnîşankirî ne. Ji xwedubarekirinê bêhtir ez vê yekê bi teknîka honandina tevna romanê ve girê didim. Cih dubare dibe, lê axaftin dubare nabin. Her axaftineke nû ronahîyê davêje ser hin bûyerên nû û bi vî şêweyî xelekên çîrokên ku romanê dihonin didin pey hev.

– Zewaca Meryemê bi kesekî din re, her çi qas ku soza libendêmanê nedabe Salar jî, wekî xîyanetê tê zanîn; nameya Meryemê ya di sendoqa di gorna Salar de, nîşana dilpakî û evîneke xurt e. Di encamê de, yê xwîner çawa dikare Meryemê bisenifîne; xayîn e yan dilsoz e?

Heta ji min tê ez alîyê “insanî” yê mirovî ku ji gelek rengan pêk tê di karekterên xwe de didim pêş. Ez ne dozger im ku hukum li ser kesên romana xwe bikim û wan binirxînim û tesnîf bikim. Ez hewil didim ku jîyanê bi hemû kûrahîya xwe, derûnîya mirovan bi hemû tevlihevîyên xwe, zeft bikim û weku wêjeyeke xweşik veguhêzim. Rast e ez ji kes û karekterên xwe ne bêrî me, lê ez xwe tev li taybetmendîyên wan jî nakim. Ez ji kesên romana xwe hez nekim jî, dîsa jî zirarê nagihînim rastîya wan û bi wan re heta dawî dilsoz dimînim. Xwendevan çawa Meryemê bisenifîne bi kêfa xwe ye. Di jîyanê de jî weha ye. Hin kes hene kêfa te ji hin xisletên wan re tê û ji hin xisletên wan nefret dikî. Tu hem ji wan hez dikî û hem jî ji wan nefret dikî. Wisa jî hinek hene tu tenê ji wan hez dikî. Hinek jî hene tu yê tenê ji wan nefret bikî. Di jîyanê de wisa ye, di romanê de jî dê wisa be.

– Ez ji wê yekê agahdar im ku romanek li ser şerê Kobanîyê di nav destên te de heye. Gelo “Wehşê di Hundirê Min de” derbasgeh e û “Kobanîyê” jî berdewamî ye, yan tu têkilî di navbera wan de tune ye?

Xala hevbeş di navbera her du romanan de ew e ku li ser rûdanên van deh salên dawîyê ne. Di “Wehşê di hundirê min de” ez bi hovîtî û wehşîyeta ku li seranserê Sûrîyeyê rûdabû mijûl bibûm û hinekî veciniqîbûm. Ev roman weku gerrekê bû li sedemên vê veciniqandinê. Romana nû ku min qedandîye û ji weşanxanê re şandîye behsa çîrokeke hezkirinê dike û li ber sîya alên DAIŞîyan yên reş dibişkuve û ber dide. Wisa jî behsa 134 rojên berxwedana Kobanê ya dîrokî ye. Di bawerîya min de di wan rojan de tovên jîyaneke nû, qonaxeke dîrokî û nû ji bo kurdan hate avêtin. Min jî xwest di rêya serpêhatîya malbatekê re ez hin deynên giran yên bi sedên keçik û xortên me yên ciwan ku di rêya azadîyê de canên xwe dan vegerînim. Romaneke wisa ye ku serpêhatîya nivîsîna wê bi xwe dikare bibe mijara romaneke nû. Gelek tiştên ku dikarim li ser vê romanê bibêjim hene, lê niha zû ye. “Ka bera derkeve, dûre em dikarin li ser baxivin.“

– Di dawîya hemî roman û kurteçîrokên xwe de, tu pirsên bêbersiv ji xwendevanan re dihêlî, ji ber vê hindê ez ê careke din ji dawîya “99 Morîkên Belavbûyî” pirsekê bikim; ê ku Azad kuşt, Hisêno bi xwe bû?

Nizanim. Tu dikarî Hisêno bikî kujerê wî, wisa jî tu dikarî me hemûyan bi kuştina wî tawanbar bikî. Weha jî dibe kujer xortikekî elman ê xwedî ramanên rastgir û radîkal be yê ku ew dabû ber derbên kuştinê. Di romanekê de dema bersiva hemû pirsan bê dan, bandora wê romanê dê bi qedandina xwendina wê re li ser xwendevanan nemîne.

– Ji bûyîn û qewamên jîyana Azad, ên ku bi morîkan nixumandî bûn, te tenê 59 morîk tazî kirin. Ew çilên mayî, ji tunebûn û nemanê pê ve, tiştekî din li xwe digirin?

Li cem min teknîka avakirina romanê û naveroka wê heta radeyeke mezin bi hev ve girêdayî ne. Ji ber vê heta ku xwendevanek an rexnegirek romaneke min fêm bike, divê vê têkilîya harmonî ya di navbera şêwe û naverokê de ji bîr neke. Ev roman bi teknîka tizbîyê hatîye honandin. Bi gotineke din her bûyereke romanê morîkek e û tayê ku hemû libên tizbîyê digihîne hev jînenîgarîya Azad e. Wisa jî di pêvajoya çîroka jînenîgarîya Azad de, tizbîya ku dilketîya wî dide wî, weku buhatirîn dîyarîya li ber dilê wî, li destê wî gerandî ye û her tim pê re ye. Dema derba kuştinê lê dikeve, ev tizbî diqete û morîk belawela dibin. Anku tayê jîyana wî diqete û salên temenê wî ku ew morîk bi xwe ne belawela dibin. Ev roman jî hewildana berhevkirina wan morîkan e, wan serpêhatî û çîrokên salên temenê wî ye. Hejmara serpêhatî û morîkên ku ji jîyana Azad di vê romanê de hatine berhevkirin ew qase ne, 59 in. Li wan deran, di nav xirecir û qelebalixê de jî çil morîk jê winda dibin, nayên dîtin. Xwendevanê romanê dikare bi xwe wan serpêhatîyên mayî texmîn bike û wan morîkên windabûyî bibîne û berhev bike. Romannivîs dikarîbû ji 99 morîkên tizbîya jîyana Azad 59 morîkan berhev bike, ji xwendevanan jî tê xwestin vî karî bigihînin serî û 40 morîkên mayî berhev bikin. Wê gavê tenê tizbî dikemile. Ev jî dîmenekî sembolîk e li ser rola xwendevanan di romanekê de bê çawa dikarin rola nivîskarê romanê bigihînin serî.

– Di “Romana Kurdî” de tu nifşê pêşîn ê romannivîsên kurd bi partîtî û alîgirîyê, her wiha bi propogendaya ji ramanên sîyasî re bi nav dikî. “Gava Ku Masî Tî Dibin” ji alîgirî û propogndayê şûştî ye gelo?

Na, min ti kes bi partîtî û propagandayê bi nav nekirîye. Ragihadina encamên ku ez di lêkolîna xwe ya li ser dîrok û pêvajoya romana kurdî de gihiştimê bi vî awayî nîşanên tênegihiştinê ne. Dema min dest bi lêkolîna xwe ya li ser destpêka romana kurdî kir û min bala xwe da jîyana takekesane ya wan romannivîsên sereke yên destpêkê; rastyekê bala min kişand. Ew jî ev bû; her sê navên sereke di romana kurdî de ji destpêkê heta salên heftêyî Erebê şemo ( Şivanê Kurmanca), Rehîmê Qazî (Pêşmerge) û Ibrahîm Ehmed (Jana Gel) di nav birêveberîyên partîyên sîyasî de cih girtibûn. Ji qada sîyaseta partîtîyê xwe berdabûn qada nivîsîna wêjeyê. Min behsa vê dîyardeyê weku rastîyeke dîrokî kir. Jixwe wê di encamê de jî alîyê sîyasî di romanên wan de li pêş be. Ne ku min ev nivîskar bi propagandayê û bi partîtîyê tawanbar kirine. Ev yek ji taybetmendîyên pêvajoya destpêkê ya romana kurdî ye. Ne her kesê ku li ser mijara sîyasetên û şer binîvisîne, naxwe propaganda dike.  Min di “Gava ku masî tî dibin” de mijara şerê kurdan yê li dijî dagirkerên welatê wan bi awayekî wêjeyî û weku roman nivîsîye. Bê guman ne ez weku romannivîs ne jî kes û karekterên min yên di vê romanê de cih digirin em ne bê alî ne. Ez dixwazim li ser helwesta xwe çend peyvan bibêjim ku di vê romanê de wekî di hemû romanên din de jî her tim û her gav alîyê min heye. Ew alî ew e yê ku ez bi çavê xwe yê sêyem pê li derûdora xwe dinerim û ji bo wêjeyeke xweşik û biast binivîsim, wî baş dibînim.

– Li Rojavayê Kurdistanê, nivîskar hêj “bêjî” ne yan bi bav bûne?

Heta dewleteke kurdan ya serbixwe û azad çênebe, yan jî hetanî ku statuyeke kurdan ya sîyasî û çandî û pê re jî aramî neyê holê, ew bêjîtî wê berdewam bike. Nivîskarên kurd li hundirê welêt, ji ber hebûna şer û tevlihevîya rewşa sîyasî bêpişt in. Wisa jî li derveyî welêt, ji ber tunebûna statuyeke sîyasî û tunebûna dezgehên çandî û tunebûna piştgirîyê, xwe bêpişt û bêkes dibînin. Di vê çarçoveyê de wê wêjeya kurdî bi giştî nikaribe ti gavên berfireh bi pêş de bavêje, lê ev nayê wê wateyê ku wê hin nivîskar an wêjevanên kurd nikaribin gavan bi pêş de bavêjin. Hemû pêşketinên ku îro ro di wêjeya kurdî de dibin bi keda takekesane ya van wêjevan û nivîskarên kurd e. Belê, nivîskar dikare bêjî be, lê di heman demê de dikare afirîner û berhemdar be jî.

– Di “Tirsa Bêdiran” de jî pirsek heye ku bala min dikişîne; Mêrê çavzer û rûnixumandî, tirsa Mûsa bû?

Belê, tirsa hundirê wî ye.

– Pîra cîrana Masî, kaloyê bilûrvan, pîra Sobartoyê, hoste Aram… hemî ne yek in?

Gava tu dakevî nav hûrgilîyan, tu yê bi rehetî bibînî ku her kesek ji van kesên te ew bi nav kirine xwedî taybetîyek e û karektereke cihê ye. Her kesek ji van ji hin kesayetîyên civaka kurd hatine girtin ku min ji nêzîk ve ew nas dikirin. Cudayîya di navbera pîra cîrana Masî û pîra Sobatoyê de wekî mînak mîna cudayîya di nav erd û ezmên de ye. Yek pîrek ji rêzê ye, ya din jî pîreke efsaneyî û sembolîk e. Wisa jî cudayîya di navbera Kaloyê bilûrvan û Hoste Aram de, ku yek jê mîratgirê dîrokeke dirêj ji serhildan û şoreşên şikestî ye, vebêjerê dîrokeke trajedî û kevin lê zindî û xwedubarekirî ye. Yê din peykerçêkerekî ermenî, sîyasetmedarekî bêhêvî û hunermendekî têkçûyî ye. Yê ku van kesan hemûyan bike yek bi çavekî li wan dinere û tenê xalên hevbeş yên di nav wan de dibîne.

– Ji “Memê Bêzîn” û bi şûn de, êdî dîmenên erotîk û erotîzmê kêm caran di berhemên te de derbas dibin û eger derbas bibin jî tu ew qasî tê de kûr naçî. Ji ber çi te xwe ji vê babetê vedaye?

Ez bawer dikim ev mesele ne bi plan û bi zanebûn çêbûye. Taybetîya pirtûka min a çîrokan “Memê bê Zîn” ew e ku nîvê çîrokên vê pirtûkê li welat hatine nivîsîn û nîv jî li derveyî welêt. Yanî hemû pirtûkên min ên din di dema mana min a li derve de hatine nivîsîn. Di vê dema tu behsa wê dikî de hin guhertinên mezin di jîyana min a takekesane de, her wisa di pêvajoya nivîsîna min de qewimîn. Weha jî li welat qonaxa Serhildana Qamişlo hat ku tê de yekem car di dîroka me de axa kolanên Rojava tev li xwînê dibe. Di wê demê de jî min romana “Tirsa bê diran” ku piştî Memê bê Zîn derketibû û mijara wê bandor û encamên vê serhildanê bû. Ez dikarim van guhertinan bi sê xalan bi çarçove bikim. Yek jê guhertina cih û derketina derveyî welat. Didu; serborîya jîyana takekesane, mezinbûna bi temen û guhertinên ku qonaxa piştî xortanîyê bi xwe re tîne. Sisê; dûrketina ji civaka kurd û gelemşeyên jîyana li xerîbîyê ku mijarên wê bi her awayî dikevin pêşîya mijarên din yên mîna erotîzmê.

– Sobartoyê, di navbera te û amûdîyan de dilmayîn çênekir?

Romana herî zêde ku di navbera min û hin amûdîyan de xera kir Sobarto bû; wisa jî romana ku têkilîyên min ên gîyanî û rûhî bi hin amûdîyan re xurt û dirust kir her ew roman bi xwe bû, Sobarto bû. Heta niha deh pirtûkên min, pênc roman û pênc pirtûkên çîrokan, derketine. Ya gelekî ji bo min balkêş, piştî dora bîst salan ji dûrketina ji Amûdê, di van serdanên min ên dawîyê de tenê behsa Sobarto dibû. Ez diçûm kû derê li xwendevanên wê rast dihatim, li pirskirina li ser mijarên wê rast dihatim û li bandora wê ya piştî van salên dirêj rast dihatim. Wisa jî di nav pirtûkên min de ya bi tenê Sobarto ye ku heta niha şeş çap jê derketine, sisê bi erebî û sisê bi kurdî û hîna jî tê xwendin. Ev cihê kêfxweşîyê ye ji bo min. Di nav amûdîyan de yên ku ji ber vê romanê bi çavên dijminan li min dinerin hene, wisa jî di nav amûdîyan de yên ku bi vê romanê û bi nivîskarê wê yê amûdî serbilind in hene.

– Her çi qas bi zimanekî nerm û herikbar hatine hûnandin jî, lê berhemên te, hema hema xwerû mecazî û xeyal in; di qada têgihiştin û nasîna mebestê de, xwendekarekî zîrek û bîrtûj divê. Te hewl nedaye ku barê xwendevanan siviktir bikî?

Her çendî serên mecaz û xeyalên di behemên min de li ezmanan bin, lê dîsa jî lingên wan li erdê ne. Weku hezkirîyekî wêjeyê wan berheman bala min nedikişandin gava ku her tişt bi awayekî realîst wisa di wan de dihatin birêzkirin, wekî ku nivîskar kamîreyek be li dora xwe bizîvire û çavdêrîyên xwe binivîse. Kêfa min ji vê wêjeya fotografîk re nedihat û min ew wêjeyeke lawaz, bêxeyal û feqîr didît. Wisa jî kêfa min ji xeyala bêsînor û bêserûber re ya di berhemên suryalîyan de nedihat. Nimûneyê herî nêzîkî min ew bû, ew ê ku hem realîst, bi çêj, tehim û bêhna civakê dagirtî bû û hem jî têrxeyal û mecaze û çêjeke hunerî û dûrbînîyeke sembolîk hildigre. Min biryara xwe wisa da ku ez her du xetan, ya realîst û ya suryalîst, bînim cem hev û wêjeyeke ku mohra min li ser bê dîtin binivîsim.

– Dixwazim meseleya şînhatina qiloç û terîyên mêran, her wiha pûrtgirtina bi çermê mirovan ve û dirêjbûna guhan fêm bikim?

Di çanda me ya devkî de gelek biwêj, serpêhatî, sembol û derbirîn hene ku dikarin bi awayekî rasterast di berhemên me yên wêjeyî de cih bigirin û wan berheman zengîn û pirwate bikin. Yek ji wan sembolan qiloç in. Dibe ku wateya “qiloçan” ji deverekê heta deverekê bê guhertin, lê hemû li dora yek wateyê diçin û tên ew jî “bênamûsî” ye. Dibêjin filankeso qiloç ji xwe re siwar kirine. Lê dema qiloç bi serê mêrekî ve şîn bên ev tê wê wateyê ku rewşek bi ser wî mêrî de hatîye, wê rewşê ew ewqasî perîşan kirîye û ew xistîye diruvê mêrekî bêçare û nikare namûsa xwe biparêze. Mesela pûrtgirtina bi çermê mirovan ve û dirêjbûna guhan ji hêla min ve pir zelal xuyanî dike. Gelek kesan di civaka me de û di nav civakên ku em di nav wan de dijîn asta lawiran “asta heywanî” derbas nekirine. Pêdivîyên heywanan xerîzî ne, dema zik û binzik têr bin, ew heta dawî razî ne û ti daxwazên wan ên din tune ne. Mirovin jî hene wisa ne. Azadî û jîyaneke birûmet nakeve nav çarçoveya pêdivîyên wan. Ev mirov in yên çermê wan pûrt digire û guhên wan hêdî hêdî di nav bêdengîya razîbûna wan de dirêj dibin.

– Di berhemên te de her timî “tolhildan”, “dilbijokî” û “xayîntî” xwî û xisletên jinê ne. Ji ber çi?

Ez vê têbînîya te di cih de nabînim. Ev xisletên te hejmartine ne tenê yên jinê ne. Di nav jinên ku min di berhemên xwe de behsa wan kirîye gelek jinên ku ti têkilîya wan bi van xisletan re tune ye jî hene. Ez bi xwe van xisletên mirovî, insanî dibînim û di vê yekê de jin û mêr ji hev cuda nabin. Ez bêhtir mirovên di rewşên xerab û awarte de dijîn ji xwe re dikim mijar, ji ber vê ev xisletên te behsa wan kirîye hem li cem jinan û hem li cem mêran peyda dibin.

– Di pirê romanên te de, çend kod û biwêjên biçûk ne tê de, derbirîn û vegotina hemî karekteran hema hema her yek e; çi pîrejin be, çi kalekî jihevketî be, çi dînekî serêxwexwarî be, çi zarokekî 9-10 salî be, çi jî şûtika mêrekî yan jî derîyê malekê be. Bi vê yekê, ew cudahîya xwezayî ya di navbera kesan de, xwî û şêwazê ku wan ji hevûdin cuda dike, binpê nabin?

Pirsgirêkeke mezin di vê pirsê de, wekî pirsa berî vê de jî heye. Pirs xwe disipêre têbînîyeke şaş. Nivîskarekî serkeftî tune ye ku derbirîn û vegotina wî ya hemû karekteran yek bin. Eger ev têbînî rast be, ev tê wê wateyê ku berhemên min ji hêla hunerî, wêjeyî û avakirina karekteran ve seqet û ketî ne. Ez vê nirxandina ku xwe nasipêre ne ti delîl û ne ti mînakan di cih de nabînim. Dibe di hin deveran de hin rûdanên wisa rûdabin, eger hebin jî wê pir kêm bin. Di nav karekterên min de zarok bi zimanê zarokan, dîn bi zimanê dînan û kal bi zimanê kalan dipeyivin.

– Reşbînî, tunebûn û jiholêrabûn, tirs, têkçûn, şikestin û rev encam û dawîya hemî berhemên te ne. Gelo tevahîya berhemên te tenê çîroka kesekî têkçûyî û şikestî, yan jî tenê rastîya miletekî bindest dibêjin?

Ez ê li vir tenê behsa mijara hezkirinê bikim. Ez wisa texmîn dikim, eger Mem bi Zînê re bizewicîya, daweteke wan a heft roj û heft şev li Cizîra Botan li dar keta û dûre jî heft zarokên wan çêbibûna, wê niha destaneke wêjeyî bi navê Mem û Zîn tunebûya. Heman tişt mirov dikare li ser Romyo û Jolyet jî bibêje. Ev mînak vê rastîyê bi bîr tîne ku pirê caran trajedî, alozî, şikestin û têkçûn dikarin bibin mijarên herî sereke yên berhemên wêjeyî. Ev alîyekî meselê ye. Alîyê din ew e ku wêjeya me pala xwe dide rewşa me û rewşa civaka me ya rasteqîne. Bi vî awayî her wêjeyek radihêje reng û xisletên civaka ku ew wêje li ser tê nivîsîn. Civaka me, miletê me heta vê gavê li hember pilanên jiholêrakirinê, tirsê, şikestin û têkçûnê heta dawî bi ser neketîye. Xwedî berxwedaneke efsûnî ye, lê heta niha bi azadî û serxwebûnê bi encam nebûye. Ev rewşa giştî sîya xwe davêje ser berhemên me yên wêjeyî jî.

– Mala te ava be.

Mala te û mala hemû xwendevanên kurdî jî ava be.

Riataza