Gera li Turkiyê û li bakurê Kurdistanê - Halim Youssef

Gera li Turkiyê û li bakurê Kurdistanê

May 15, 2021

Piştî 25 sal ji nivîskariyê

Helîm Yûsiv

Di 24.03.1988, hejmar 109, ji rojnameya -Elusbû eledebî- “hefteya wêjeyî” de, ku yekîtiya nivîskarên Sûriyê derdixist, yekem çîroka min hate weşandin. çîrok bi sernavê “Tîsikên kerê sipî”bû û li bin çîrokê “Amûdê 1987” hatibû nivîsandin. Di jiyana min de, ev bûyera biçûk bû destpêka mijûliyeke rojane û bê navber bi xwendin û nivîsandina wêjeyê re. Îsal 25 sal di ser vê yekê re derbas bûne. Ev aliyekî meselê bû. Aliyê din ew bû ku çapa yekem ji hemû pirtûkên min ên bi kurdî qediyabû û weşanxaneya Peywend dest bi weşandina çapa duyem ji hemû berhemên min kiribû. Sê pirtûk derketibûn û yên din jî di dorê de ne. Gava min vexwendina xwendekarên beşê sînemayê ji navenda Aramê Tîgran li Amedê pejirand û minê berê xwe daba Amedê ji bo atolyeya çîrokê ku wê hefteyekê berdewam bike, pêşniyaza lidarxistina çend panelan ji hêla birêveberên weşanxaneya Peywendê, ji wan Dawud Rêbiwar û Remezan Alan, hat. Bi vî awayî divabû ku destpêk 25.12.2013 Stenbol be, dû re 28.12.2013 Amed be û li dawiyê jî 02.01.2014 Mêrdînê be.

Li Stenbolê şeveke xweş:25.12.2013

Roja 24.12.2013 serê sibehê min ji bajarê Düsseldorfê ya Elmanyayê berê xwe da Stenbolê. Wê êvarê, li qehwexaneyekê min çend dost û hevalên ku ji pazde salan ve min ew nedîtibûn, dîtin. Piştî vê xirecira Sûriyê piraniya wan berê xwe dabûn Stenbolê, da ku ji wir ber bi Ewrupayê ve herin. Heysem Hisên û Ehmed Umer, herdu nivîskarên kurd ên erebînivîs, ligel helbestvan Fêsel elqadirî. Wisa jî rojnamevan Hisên Cimmo ku ji Îmarat hatibû û li wir mêvan bû. Axavtineke germ li ser Amûdê, rewşa Rojava, Sûriyê û jiyana li Ewrupayê bû. Bi hev re me berê xwe da “heca” nivîskarên kurd li Stenbolê, mebesta min jê “Medyakitabevi” ye pirtûkxana nivîskarê kurd Selahedîn Bulut ku li kolana Istiqlalê mîna heca her kurdekî hezkiriyê wêjeyê ye. çûna kesekî ya Stenbolê bêyî ku biçe pirtûkxana Selahedîn Bulut mîna çûna Siûdiyê ye, çawa ku heca mirov bêyî çûna Mekkeyê qebûl nabe, wisa jî heca her kurdî ya Stenbolê bêyî çûna Medyakitabevi qebûl nabe. Êvara roja din, weşanxaneya Peywend, bi alîkariya koma şêwra xwendina wêjeya kurdî ya Stenbolê û diyarname.com li weqfa Ismaîl Beşikçî amadekariyên yekem panelê ji bo bîstûpêncsaliya nivîskariya min kiribûn.

Li weqfa Isaîl Beşikçî hejmareke komeke wisa balkêş ji nivîskar, xwendevan û hezkiriyên wêjeya kurdî hatibûn cem hev, bi awayekî ku dilê mirov dibijand axavtin û danûstendinên dûdirêj li ser nivîsandina bi kurdî, êşa wê, kelemên li pêşiya wê, dorpêçkirina wê ya ji hêla paşguhkirin û nirxnedayînê ve, wisa jî kêfxweşî û serbilindiya ku nivîsandina bi vî zimanê şêrîn û qedexe bi mirov re çêdike. şevbuhêrk bi birêvebirina Miraz Ronî bû, ku berî demeke kin ji girtîgehê derketibû. Her tişt bi lez û bez, bi germahiyeke mezin û di atmosfereke wêjeyî de, ku bi dilê min bû, zû derbas bû. Divabû roja din, serê sibeha zû, xatir ji herdu dostên delal Cemîl Oguz û Dawud Rêbiwar bixwazim û berê xwe bidim Amedê.

Amed 28.12. 2014

Roja din li Amedê berf li erdê bû. Her kesî ji vê serma ku bi ser Amedê de hatibû û vê berfa ku du heftene li erdê ye, gazin dikir. Tev wilo jî min dikarîbû dostên delal bibînim û wê roja sar di nav dilgermiya wan de derbas bikim. Roja dîtir li navenda Aramê Tîgran ya çand û hunerê, bi xwendekarên beşê sînemayê ve atolyeya me ya çîrokê destpêkir. Hejmara xwendekarên ku beşdarî atolyeya çîrokê dibûn geh bilind dibû çil  kesî û geh jî dadiket bîstan. Hinek ji xwendekarên navenda Cegerxwîn jî beşdarî karûbarê atolyeyê bûn. Berî ez bêm Amedê, sê çîrokên ku xwendekaran bi xwe nivîsandibûn, ji min re hatibûn şandin. Ji bilî axavtinên li ser teyoriya çîrokê, dîroka wê, çawatiya honandin û nîvisandina wê, divabû em li ser wan her sê çîrokên di nav destên me de jî bixebitin. Panel li salona şaredariya bajarê mezin ya Amedê çêbû. Min xwest ku axavtina min li ser du şaxan parve bibe. Yek jê aliyê giştî yê girêdayî rewşa nivîskariya kurdî li Sûriyê bi tevayî û li rojavayê Kurdistanê bi taybetî. Aliyê din jî, di riya pêşkêşkirina çend mînakan ji serboreya mina bi nivîskariya kurdî re, min xwest ez rewşa van sîh salên dawiyê bi çend serpêhatiyên min bi qaçaxçiyên ser sînorên Turkiyê û Libnanê re, ji bo derbaskirina pirtûkên xwe bo Sûriyê, li ber çavan raxînim.

Mêrdîn 02.01. 2014

Sibeha sersalê li Mêrdînê bûm. Piştî gera li Mêrdîna kevin, ligel nivîskarê kurd Remezan Alan, ku li zanîngeha Mêrdînê, beşê zimanên zindî, mamostetiya bi dehan xwendevanên ziman û wêjeya kurdî dike, me berê xwe da kafêya Leylan, ku hem kafê û hem pirtûkxane ye. Lihevrasthatineke xweş bû gava xwediyê Leylanê ji me re got; ku lêkolînerê kurd Abas Welî jî li wire. Ew jî ji Stenbolê bi mêvandarî hatibû wir. Hêdî hêdî şev herikî ber bi kuçe û kolanên Mêrdîna kevin ve û rojeke din daqurtand. Li zanîngeha “Artuklu”yê, berî panelê min gelek ji mamosteyên û xwendekarên zimanê kurdî dîtin. Tevgereke germ û çûnûhatineke bi kelecan hebû. Mamoste bi karê xwe yê di xizmeta kurdî de serbilindin, wisa jî xwendekar bi xwendina xwe ya bi kurdî kêfxweş in. Her çendî çarçoveyeke teng be, lê dîsa jî ne tenê rûyê Mêrdînê, belê yê Bakur î kurdewar bi temamî di wan kêlîkan de diçirisî. Ji axavtinên bi Prof.Dr.Kadrî Yildirim, serokê beşê kurdî,re hetanî bi mamoste Serdar Şengül û Remezan Alan û yên din re eşkere bû, ku zemîneke baş ji bo pêşdeçûna karûbarê bi zimanê kurdî li vê zanîngehê hatiye holê. Cihê mixabiniyê ye ku ev kar di çarçoveya vê zanîngehê tenê de bi sînor maye. Dema axavtina di panelê de ji bo xwendekar û xwendevanên zanîngehê ji bo min demeke pir taybet û xwedî çêjeke cihê bû. Ji ber ku xweştirîn salên jiyana xwe min di dema xwendevaniyê de û li zanîngeha Helebê derbaskirine. Panelê ez vegerandim dema ciwaniyê û bi germayî û danûstendina li ser wêjeya kurdî re ji hêla xort û keçên ciwan ve hêzeke din da dilê min î ku ji roja roj ve ye ji bo hezkirina peyva kurdî ya resen û xweşik lêdide.

Herdu rojên li Mêrdînê mîna birûskekê bilez derbasbûn. Divabû vegerim Amedê, da ku em karê xwe yê li ser çîrokê nîvcomayî bidawî bikin. Xatirxwestineke giran bû ji xweşiktirîn keçik û xortên kurd ên ku bi guhê wê xewna me ya kevin ya salên ciwaniyê girtine û dixwazin lingên wê xewnê bigihînin erda welêt û şaxên dara rihê me yê ku qedexekirinê ew zuha kiribû hinekî bişkivînin. Wisa jî xwendekarên ciwan yên beşê sînemayê, ku ji bo pêkanîna xewnên me yên hevbeş û xweşikkirina jiyana me ketine rêzê.

Di encama wan hevdîtinên germ yên li weqfa Ismaîl Beşikçî li Stenbolê, li salona şaredariya Amedê û li salona zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê de, hestên xweşik û nû di hundirê min de peyda bûn û baweriyeke wisa xurt bi serkeftina wêjeya kurdî di dilê min de meya. Ne jixwebere bav û kalan gotine”giha di bin keviran de namîne”. Ev giha zimanê me ye, peyva kurdî ya resen e û kevir jî kevirên qedexekirin û zordariyê ne, ev zordariya ku niha bi kela dilê ciwanên me, destpêkiriye serê xwe dixwe û diherife. Sipas ji bo her kesê ku keda wî di biserkeftina vê gerê de hebû û bi taybetî ji bo birêveberên beşê sînemayê li navenda Aramê Tîgran li Amedê û ji bo xwediyên weşanxana Peywendê, koma şêwra xwendinê ya Stenbolê û ya Amedê û wisa jî ji bo her kesê ku zehmetî kişand û deriyê dilê xwe, li ber xirecira rêwîtiya vî giyanê tî, vekir.