Cêwiyê min ê êşê, Melek Şêx Bekir - Halim Youssef

Cêwiyê min ê êşê, Melek Şêx Bekir

June 26, 2021

Helîm Yûsiv

Dem di navbera salên 1967 û 1968 de dihejiya, diçû û dihat. Salek ber bi tariya nemanê ve diçû  û yeke din berê xwe dida ronahiya jiyanê. Cih, bajarokekî kevnar, gava Xwedê ew çêkiribû bêhna wî gelekî teng bû û di nav aciziyeke mezin de bû. Ji ber vê havînan ji bilî toz û xweliyê û rokeke ku serê guriyan dişewitand, zivistanan jî ji bilî herrî û çiravê û sermayeke ku av ji bêvilên mirovan diniqutand, tiştekî din lê tunebû. Navê wî Amûdê bû. Ji bakur ve têlên rêsayî, mayîn û leşkerên tirkan li ser sînorê wî bûn. Ji rojhilat ve Qamişlo, ji başûr ve Hesekê û ji rojava ve Dirbêsiyê jê re sînor bûn. Her çendî biçûçik û jibîrbûyî xuyanî bike, lê dîsa jî hemû cîhan, bi hemû rengîniya wê, di hundirê axa wî de şax dabû. Ji bo gelek kesên ku li Amûdê dijiyan sînorê cîhanê ji bo wan sînorên Amûdê bûn. Li vî bajarokî di wê dema destnîşankirî de, min li kêleka Amûdê ji rojhilat ve û Melek li kêleka Amûdê ji rojava ve, me çavên xwe li dinyayê vekirin. Em herdu di temenekî de û zarokên yekbajarî, yekzimanî, yekmiletî û yekêşê bûn. Wisa jî em çûn heman dibistanê, li heman kolanan geriyan, wekî du hevalên biçûk, me ji keçikên ku hevalên hevdu bûn hezdikir. Di ber re jî deryaya êşan ya ku em di nav dilê wê de jidayikbibûn zarokatiya me dorpêçkiribû. Ew êş êşa welatekî dagîrkirî, perçekirî, bindest û bêxwedî bû. Êşa welatekî ku qedexekirinê navê wî bi me şêrîntir kiribû. Zimanekî qedexe ez û Melek bi dizî fêrî alfabêya wî dibûn. Min pê hestên xwe dinîvisandin û Melek bi wî zimanî distira. Zimanekî wisa ku qedexekirinê hezkirina wî di dil de ji çiya bilintir û ji deryayan mezintir kiribû. Ez wan kêlîkan jibîrnakim; yekem pirtûka mina bi wî zimanî kete destê min, hêsir xistin çavê min. Wisa jî her ku Melek stiraneke vî zimanî, kevinba jî, bi dengê xwe nû digot; pêre çavên wî tije hêsir dibûn. Mîna piraniya ciwanên Amûdê siyaseta kurdî û karê partiyan yê bi dizî bala min û Melek kişand û em ji hiş û aqil bêhtir bi dilê xwe ketin nav karê siyasî. Em pir biçûk bûn û me karê mezinan dabû ber xwe. Lê dîsa jî karê ku wê demê li rojavayê Kurdistanê dibû bêhna Melek dernedixist. Ji lidarxistina civînan û danûstendinên li paş perdeyan û di nav çar dîwaran de, herwisa xwendin û belavkirina belavokên siyasî bêhna wî dernedixist û herdem ji rewşê nerazîbû. Dixwest em karina mezin bikin. Baweriya wî ew bû ku welat ne bi civînan û ne jî bi belavokan û axavtinên siyasî hatiye dagîrkirin, ji ber vê ewê bi civîn û belavok û axavtinên siyasî rizgar nebe. Welatê ku bi zorê, bi hêzê hatiye dagîrkirin, divê zor û hêz wî rizgar bike. Herdem bi acizî digot:

– Ji bilî vê xwexapandine. Aciziya min jî ji vê yekê tê, ku em hemû vê rastiyê dizanin, lê kesek wêrekiyê nake û xwe nade ber vî barî.

Salê dida pey salê, me zarokatî li pey xwe hişt û em bûn xwendevanên lîseyê, bekelorya. Piştî wê jî ji ber tunebûna zanîngehan li Amûdê, wisa jî li Qamişlo divabû ji bo xwendinê yan em herin Helebê yan jî şamê. Sal bi ser 1986 an ket û em “xortên Amûdê” wekî ku me nav li xwe dikir bûn mîna “noka ku tu li kevir bixînî”, em belawela bûn. Ji bo xwendina mafnasiyê, hiqûq, ez çûm Helebê. Lê berê Melek ne li şamê û ne jî li Helebê bû:

– Ezê herim Stenbolê bixwînim.

Ji nişkê ve Melek ev biryara dabû. Digot ew biryara malbata wî ye û li Serxetê hin merivên wî hene ku wê alîkariya wî bikin. Di wê navberê re, çend caran min Melek li Amûdê dît. Ez ji Helebê vedigeriyam, ew jî ji Stenbolê. Cara yekem Melek bi germî behsa çalakiyên xwendekaran yên zanîngehên Turkiyê ku dijî faşîzmê lidardiketin dikir. Behsa girtina xwe ya ji hêla polîsên Tirk ve dikir û nedixwest malbata wî van agahiyan bizanibe. Wisa jî li hember merivên xwe yên li Bakur bi hêrs bû û behsa çûna wana li ber pêla pişaftinê dikir. Wisa jî behsa damezrandina komên muzîka kurdî dikir. Cara din min jê xwest ku piştî qedandina xwendinê vegere Binxetê. Melek bi yek hevokê xwesteka min red kir:

– Ez nema vedigerim vir. Ezê vegerim çi bikim?

– veger nav me. Em çi dikin tu jî wê bike.

– Hûn rûniştîne mêşan diqewirînin.

– Tu jî were alîkariya me bike û alî me mêşan  biqewirîn.

Ev diyaloga me ya cidî bi vê henekê bi dawî bû. Melek soza xwe bi cih anî. Ew çû û nema li me vegeriya, em jî li cihê xwe man û me mêş qewirandin û hey qewirandin, lê ew nediqediyan.

Dîsa sal derbas bûn. Ez ber bi bayê derbideriyê ketim û bûm penaber, Melek ber bi bayê xweşikbûnê ket û bû şehîd. Ez mezin bûm û vaye hêdî hêdî kal dibim û Melek ciwan ma.