Wehşê di hundirê min de - Halim Youssef

Wehşê di hundirê min de

May 15, 2021

Wehşê di hundirê min de – Roman 2018

Romana “wehşê di hundirê min de”
yek ji deh pirtûkên kurdî ye ku di 2019 de herî zêde hatiye firotin.

2019: Ji ser online re pirtûkên kurdî yên herî zêde hatine firotin

06 01 2020

Ji ser online re hin pirtûkfiroş hene ku bi kurdî pirtûkan difroşin. Yek ji wan jî “pirtukakurdi.com” e. Pirtûka kurdî ku di heman demê de xwedî weşanxaneyek e û ew bi xwe di bin banê Weşanên Dara de pirtûkan çap dikin. Niha Pirtûka Kurdî lîsteya 10 pirtûkên bi kurdî yên ku di sala 2019’an de hatine weşandin eşkere kir.

Di nav 10 pirtûkên ku “pirtûkakurdi.com” herî zêde firotine de 4 jê bi ziman re eleqedar in, yek çîrok, du helbest û sê jî roman in. Di rêza yekemîn de “Serê Şevî Çîrokek” ku Selîm Temo amade kiriye cih girtiye.
Di nav lîsteyê de 2 pirtûkên helbestan ên Rênas Jiyan hene ku her du jî kev in; yek ji wan “Janya” ye ku bûye klasîkek. Bi romanên xwe Ereb Şemo, Mehmed Uzun û Helîm Yûsiv cih girtine.
Ji aliyê weşanxaneyan ve Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi 3 pirtûkên xwe wekî weşanxaneya herî zêde pirtûkên wê hatine firotin cih girtiye.

Vane ew 10 pirtûkên ku herî zêde hatine firotin:

1- Serê Şevê Çîrokek / Amadekar Selîm Temo / Weşanên Dara / Çîrok

2- Hînker-1 / Ronayî Onen, Samî Tan / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê / Ziman

3- Rêbera Rastnivîsînê / Komxebata Kurmanciyê / Weşanên Weqfa Mezopotamyayê / Ziman

4- Janya / Rênas Jiyan / Weşanên Belkî / Helbest

5- Ferheng (Ya navincî) / Zana Farqînî / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê / Ziman

6- Rêzimana Kurmancî / Samî Tan / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê / Ziman

7- Şivanê Kurmanc / Ereb Şemo / Weşanên Lîs / Roman

8- Diêşiya / Rênas Jiyan / Weşanên Belkî / Helbest

9- Bîra Qederê / Mehmed Uzun / Weşanên Îthakî / Roman

10- Wehşê di hundirê min de / Helîm Yûsiv / Weşanên Peywend / Roman

Diyarname