Mêrê ku li teriya xwe digere – Serdema Qazîmazî - Halim Youssef

Mêrê ku li teriya xwe digere – Serdema Qazîmazî

May 15, 2021

Mêrê ku li teriya xwe digere-Serdema Qazîmazî – Çîrok 2021

Helîm Yûsiv piştî 10 salan pirtûkeke din a çîrokan pêşkêş kir: “Serdema Qazîmazî…. Mêrê ku li terîya xwe digere”.

Nivîskar herî dawî di sala 2011’an de pirtûka xwe ya çîrokan “Auslander Beg” pêşkêş kiribû. Piştê wê çend roman nivîsandibûn û niha carek din bi pirtûkeke çîrokan li pêşberî hezkiriyên xwe ye.

Pirtûka Helîm Yûsiv li Rojava ji aliyê Weşanên Ava ve hat weşandin û demek paşê li Bakur dê ji aliyê Peywendê ve jî bê derxistin. 

Ev 6’emîn pirtûka çîrokan a Helîm Yûsiv e û çîrokên di vê pirtûkê de berê xwe didin 10 salên dawî.

16  ÇÎROK, KARAKTERÊN NAS

Di pirtûkê de 16 çîrok hene. Yûsiv di van çîrokan de berê xwe daye qonaxa herî hestîyar ya ku li Sûrîyê û rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe. Qazîmazî berî ku kêzikeke xweşik û rengînî be, bi xwequlipandinê tê naskirin.

Karakterên çîrokan nas dixuyin, wekî li cem mirov, yan hemberî mirov bin. Carinan mirov dibê qey behsa hinekan dike ku mirov wan baş nas dike, lê di heman demê da kesên xeyalî ne, wekî mirov ew di xewnekê da dîtibin.

KARAKTERÊN SURALÎST

Karakter suralîst in, lê di heman demê de wekî kedkaxwarên welat jî dixuyin

Di çîrokan de xeyal û rastî bi hev re dimeşin, geh ji hev dûr dikevin û geh jî ew tayê di navbera wan da diqete û her du tevlihev dibin. Bi vê tevlihevbûnê re çîrokine balkêş derdikvin holê.

Diyarname 15.02.2021