Firîna bi baskên şikestî - Halim Youssef

Firîna bi baskên şikestî

May 15, 2021

Firîna bi baskên şikestî – Roman 2019

“Dawiya sala 2014 bû, li Stenbolê li qehwexana Şahmaran min Rodî û herdu xwişkên wî Cîhan û Gulîstan dîtin. Şerê Kobaniyê û berxwedana wê ya efsaneyî li dar bû. Me behsa nivîsandina vê romanê kir. Rodî, diya xwe, xwişka xwe Gulîstan û hezkiriya xwe Perwîn hemuyan di şeveke xedrê de li ser destên xwediyên alên reş pişta xwe dan jiyanê û çûn.
Bi hezaran çîrokên hezkirinê li pey xwe hiştin. Ev roman jî yek ji wan e.