Menaf Osman li ser”Jiyan herêmeke qedexekirî bû” nîvisand
Diyarname.com 19.11.2026

Jiyan herêmeke qedexekirî bû:
Ji jînenîgariya kesekî ber bi jînenîgariya miletekî ve
Menaf Osman
Xwendineke rexneyî ji romana Helîm Yûsiv re û ji cihê wê re di pêvajoya romana kurdî ya nûjen de.
Bi destpêkirina xwendina romana “Jiyan herêmeke qedexe bû“ re, mirov wisa guman dike ku ew jînenîgariya nivîskarê xwe Helîm Yûsiv e. Wê tê de behsa hin rawestgehên girîng di jiyana xwe de bike, her wiha wê behsa serboreya xwe ya takekesane bike. Lê bi berdewamiya xwendinê re û bi noqbûna nav kûrahiya cîhana vê romanê re, derdikeve holê ku mijar ji jînenîgariya kesekî biwêdetire. Ev roman tevneke vebêjiyê ye, tê de jînenîgariya nivîskar tev li jînenîgariyên sê nifşên li pey hev dibe. Wisa jî tev li bîreweriya dîrokî û civakî ya miletê kurd dibe, ku bi dehên salan di bin siya dagîrkerî, mêtingehî û şer û perçebûnê de dijî. Her wiha bêyî destûra wî, ew di nav sînorên mayînkirî û cografiyeke bi wêraniyê dorpêkirî hatiye parvekirin.
Mayîn di romanê de ne tenê alavên şer in ên di bin axê de veşartîne û ne jî tenê sembolên sînorên ku cografiya kurdî dike çar perçe. Wateya wan sînorên cografyayê û siyasetê derbasdike û ber bi navendeke binyata zor û jihevketinê ve diçe, jihevketina civaka kurd ya di hemû astan de. Ev mayînên Helîm Yûsiv hewil dide wan derbas bike, ne tenê li ser sînorên ku Kurdistanê ji hev perçe dikin de hene. Lê ew hem di nav tax û kolanên bajaran de ne û hem jî di nav kûrahiya hinavên kesên tevna romanê dihonin de ne. Mayînin wiha ne ku siyasetên zordarî, koledarî û serdestiyê ew di nav dilê civakê de çandine. Di bin bandora van siyasetan de mirovê kurd bi hin sînorên ku bi çavan nayêne dîtin, tê dorpêçkirin. Sînorên di navbera kes û civakê de, mirov û bîrdanka wî de, bawerî û rûyê wan ê rastî û rûyê ku divê ji derve de pê bên xuyakirin de. Herwisa di navbera nasnameya wî ya rastî û wî wêneyî de, yê desthilatdarî li ser wî ferz dike.
Bi vî awayî cografya di romanê de dibe rewşeke derûnî û civakî û çûna ji deverekê ji bo devereke din dibe rengek ji rengên pevçûna bi dîrok, bîrewerî û nasnameyê re.
Di vê çarçovê de, derbaskirina mayînan ne tenê rizgariya gewde ji mirinê ye, lê dibe hewildaneke derbaskirina bi hezarên berbend û dijwariyên siyasî, çandî û derûnî yên di rêya azadiya mirov de dibin kelem. Bi gotineke din, metirsî ne ji wê mayînê ye ewa di bin erdê de veşartîye. Lê di wê mayîna di hişmendiya mirov de çandî ye, ya dihêle mirovek ji yê din bitirse û rê li ber digre ku ew ji qeyd û bendên hundirê xwe rizgar bibe.
Ji kêlîkên destpêkê de romana „Sed sal ji tenêtiyê“ ya Gabriel Gacia Marqeuz hat bîra min. Binavkirina vê romanê li vir ne ji ber beramberiyeke bileze, ne jî hewildaneke da navekî ji wêjeya cîhanî bînim û nirxeke bilind bidim romanê. Lêbelê sedemên vê yekê girêdayî honandina tevna vebêjiyê ne, herwisa girêdayî romanekê ne ku bîreweriya takekesane bilind dike asta bîreweriyeke komî û dîrokeke herêmî bilind dike asta cîhanî ya berfireh.
Di rexneya wêjeyî de, beramberiya navbera du romanan xwe dispêre hin alavên hunerî û wêjeyî yên hevbeş di nav wan de, ne ku romanek ji ya din baştire yan xerabtire. Ji hêla min ve ev beramberiya di navbera romana Helîm Yûsiv û ya Gabriel Garcia Marquez re, ne ji bo wê yekê ye ez vê bi wê ve girêbidim yan jî ez vê romanê li gor pîvanên ya din binirxînim. Ji vê bêhtir ez dixwazim balê bikşînim ser wê yekê ku her yek ji wan dikare cîhaneke romanê ya serbixwe avabike. Di vê cîhana avakirî de û di qonaxên dîrokî de, tayên qedera karekteran tev li tayên qedera seranserê civakê dibin û bi vî awayî tevneke resen û xwegirtî tê honandin.
Çawa Marquez gundikê Makondo kir qada tevneke wêjeyî ku hemû guherandin û aloziyên dîrokî û siyasî yên civaka kolombî di hundir xwe de dicivîne, wisa jî Helîm yûsiv serboreya kurdan dike qada tevneke wêjeyî ku bîreweriya takekesane bi trajedîya miletekî re dibe yek. Di herdu romanan de dîrok ne tenê paşxaneya bûyerane, lê ew dibe hêzeke bi bandor di destnîşankirina qedera karekterên romanê de û di şîrovekirina nakokiyên di nav wan de. Bi vî awayî cîhana Helîm Yûsiv taybetiyên xwe ji reyalîteyeke dîrokî ya cihê werdigre, ku tê de perçebûna neteweyî, zordariya siyasî, jihevketin û hilweşandinên civakî û qirkirina çandî tên cem hev.
EV ROMAN JI “SED SAL JI TENÊTIYÊ” NE KÊMTIR E
Eger behsa nirxandinê bikim, ez dikarim bêjim ku “Jiyan herêmeke qedexekirî bû” ji hêla asta xwe ya hunerî û dewlemendiya cîhana wêjeyî ne kêmî “Sed sal ji tenêtiyê” ye. Bi dîtina min, ev roman di hin aliyên vebêjiyê de, ji hêla avakirina tevna wêjeyî, cihêrengiya kesan û honandina hûrgiliyên bûyeran û pêşveçûna wan, di asta xwe ya hunerî de ji ya din biwêdetir e.
Ev roman di hundir xwe de hejmareke mezin ji kesan, her wisa ji bûyerên bi hev ve girêdayî dihewîne. Hem kes û hem bûyer bi hostayî di cihê xwe yê guncaw de, dûrî tevliheviyê û bi harmoniyeke berbiçav di hundir deqeke xwebihevgirtî de hatine bicihkirin. Tev li pirbûna bûyeran û pêvajoyên wan yên cihê, vegotin rehet, herikbar û bi balkêşî birêve diçe û xwendevanan bi mereqeke mezin ber bi cîhana kesên romanê û qedera wan ve dikşîne.
KESÊN ROMANÊ XWEDÎ CIHANEKE HUNDIRÎN IN
Ya herî zêde di vê romanê de balê dikşîne ew e ku, kes ne weku alavên honandina tevneke wêjeyî hatine bikaranîn, jê bêhtir ev kesên romanê xwedî cîhaneke hundirîn ya taybetin, dikevin nav nakokiyên cihêreng û di astên cihê de. Ji hêlekê ve bi civakê û desthilatdariyê û qonaxa dîrokî re di nav nakokiyan de ne û ji hêla din ve bi xwe û tirs û dilbijokî û daxwazên xwe re di nav şerekî de ne. Ji ber vê teşwîq û mereqa ev roman bi xwe re tîne, ji şopandina encamên bûyeran bêhtir ji wan nakokiyên berdewam yên hundirê karekterên romanê tê. Nakokiyên navbera xewnên kesan yên xweş û rastiya jiyanê ya tehil, her wiha nakokiyên navbera jiyana kesan ya eşkere û jiyana wan ya veşartî. Wisa jî jiyana derbasbûyî ya wan kesan ku dev ji wan bernade û siberoja wan ya ew didin pey wê.
Di vê çarçoveyê de ya me behsa wê kir, mirov dikare behsa hin berhemên wêjeyî yên mezin bike yên di dîroka romanê de cih girtine, bi taybetî “Tawan û Ceza” ya Fiodor Dostojewski. Li vir nakokiyên derûnî û exlaqî yên di hundir kesên romanê de dibin stûna sereke di pêşveçûna bûyeran de. Wiha jî “Karkerên Deryayê” ya Victor Hugo, li vir nakokiyên mirov yên hundirîn pala xwe didin sertbûna xweristê û qederê û rewşa derveyî. Ev mînakên min behsa wan kirin ne ji bo beramberiyê ye, ne jî ji ber wê yekê ye ku Helîm Yûsiv serboreyên van romannivîsan dubare dike. Mesele ew e, ku ev romana wî xwe dispêre şopa wan romanan ewên nakokiyên mirovan, qelsiya wan û hewildanên wan ên berxwedanê dikin navenda cîhana xwe ya wêjeyî.
Di encama xwendin û şopandina berhemên Helîm Yûsiv de, gihîştim vê baweriyê ku roman û çîrokên wî bi hemû mijar û kes û karekterên xwe ve perçeyên yek pirojeya wêjeyî û ramangirî ne. Ev proje bi vê yekê bi gewde dibe, vejandina wêneyê mirovê kurd ê di bin zora dagîrkerî û paşguhkirin û stemkariyê de hatiye perçiqandin, lê ew bi xezeb û hêrs û serhişkî li ber xwe dide û dixwaze toza dagîrkeriyê ji ser xwe daweşîne û ji bin banê wê zora dîrokî û civakî ya dijwar derkeve û derbasî qonaxeke din bibe.
MIROV NE WEKÎ QURBANÎ, WEKÎ RIZGARKIRINÊ TÊ PÊŞKÊŞKIRIN
Ev mirov di berhemên wî de ne wekî qurbaniyê li benda rizgarkirinê tê pêşkêşkirin, lê wekî bûnewerekî tevlihev û nakok e ku berdem li rê ya xwe ya taybet ya ber bi azadiyê ve diçe, digere. Mirovekî li dijî wê rewşê ye ya li ser hatiye ferzkirin û ne xwedî alternatîveke zelal e. Hem li hember qeyd û bendan serhildêre û hem jî hin raman û nirxên ku wan qeyd û bendan sazdikin û wan xurt dikin di hundirê xwe de hildigre. Di van xalên derbasbûyî bi xwe de hin xalên hêzê di nivîskariya Helîm Yûsiv de tên destnîşankirin. Karekterên îdeal, erênî an jî modelên exlaqî yên amade pêşkêş nake. Karekterên wî bi xwe re di nav nakokiyan de ne û xwedî wî mafî ne ku geh şaş bibin, geh dudilî bibin û geh jî qels bibin û bêne guherandin. Ev dîtin di pirbûna awayên serhildêriya di berhemên wî de xuyanî dibe. Gelek rêyên ber bi azadiyê ve diçin hene û erda bin lingên karekteran tim diheje. Hinek ji karekterên wî di rêya dijayetiya desthilatdariya siyasî re li azadiya xwe digerin. Hinekên din hewil didin xwe ji bendên civakî û ji urfûadetên kevin rizgarbikin. Hinekên dîtir jî bi xwe re û bi baweriyên xwe yên di derbarê ol û cins û exlaq û nasnameya xwe re di nav şerekî mezin de ne.
Ev pirrengî ne tenê di sazkirina karekteran de ye, lêbelê xwe berdide nav kûrahiyeke raman û hişmendiyê jî. Veguheztineke di nirxandina mirov de, ji dîtineke komî ya girtî ber bi nûjeniyê ve diçe. Bi gotineke din, ev nerîn xwe dispêre naskirina takekesiyê û rêzgirtina mafê her takekesî di hilbijartina tiştên ew dixwaze de. Azadî di cîhana wî ya romannivîsînê de ne sloganeke siyasî ya giştî ye û ne nirxeke sade ye ku bi çend gotinên amade bê danasîn. Lê ew serboriyeke mirovahî ya pirhêle, ji kesekî heta bi kesekî din û ji rewşekê heta bi rewşeke din tê guherandin.
Ji ber vê em dikarin projeya wêjeyî ya Helîm Yûsiv di çarçoveya veguherîneke giring di hişmendiya romannivîsîna kurdî ya hemdem de binirxînin. Veguhertineke wisa ne tenê desthilatdariyê, lêbelê hemû binyatên civakî û kultûrî yên kevin ku zemîna zordariyê di civakê de berfireh dike, dajo ber deriyê lêpirsîneke giran. Zordarî li gor vê dîtinê ne tenê di dezgeh û saziyên dewletê de dijî, lê wê reh û şaxên xwe berdane nav malbatê û têkiliyên civakî û ziman û awayê ramangiriyê. Wisa jî bû ye beşek jiyana rojane û ji derûniya takekesane ya her kesî.
Romanên mîna „Sobarto“* û „Gava ku masî tî dibin“** gelek aliyên vê projeya wêjeyî eşkere dikin. Lê çi ji hêla teknîka hunerî ve be yan jî ji hêla naverokê û kûrahiya civakî û derûnî ve be, romana „Jiyan herêmeke qedexekirî bû“*** berdewamiyeke berfirehtir û bihêztire ya vê projeya wêjeyî ya demdirêje. Projeyeke wiha ye, ku ji berhemekê heta berhemeke din, em berfirehbûnekê di çarçoveya ceribandinên vegotinê de, cihêrengiyeke di celebên karakteran de, û dûrketineke zêdetir ji avahiyên romannivîsînê yên kevneşop dibînin. Giringiya Helîm Yûsiv di pêvajoya wêjeya kurdî ya hemdem de ji vê yekê tê.
Beşeke mezin ji berhemên wêjeya kurdî û ji ber sedemên dîrokî, siyasî û çandî yên cuda, ji hêla honandin û derbirînê ve, mane girêdayî şêwe û awa û qalibên klasîkî û kevneşop. Bê guman ev kêmbûna di afirandina kurdî de ne ji kêmbûna afirênerên kurd tê, lêbelê ew encama hin mercên dîrokî ye yên ev ziman ji dezgehên serbixwe yên çandê û ragihandinê û perwerdeyê bêpar kirine. Herwisa rê li ber vejîn û pêşveçûnên wêjeyî bi temamî girtine. Ji hêleke din ve, divê bandora wêjeyên zimanên dewletên Kurdistan di nav xwe de perçe dikin, berbiçav bêne girtin û beşek ji berhemdariya kurdan xistine bin baskên xwe. Serdestiya wan bû sedem ku hinek nivîskar ji ber rewşa desthilatdariya wan û zimanê wan û qedexekirina kurdî, berê xwe bidin bicihbûna di bin konê desthilatdariya ziman û wêjeya wan de û xwe wekî beşeke nasname, netewe û civaka wan bibînin. Ji hilbijartineke ji dil bêhtir ev rewş wekî encama qedexekirin û paşguhkirina kurdî û tunebûna dezgeh û saziyên wêjeya kurdî dihat holê.
Ziman û wêjeya kurdî xwedî dîrokeke dirêje ji paşguhkirin, qedexekirin û hewildanên jiholêrakirin û qirkirinê. Li ser piraniya xaka Kurdistanê kurdî nedibû ne zimanê çapemeniyê û perwerdê û ne jî dibû zimanê ragihandinê û yê dezgeh û saziyên çanda fermî. Di encamê de ne tenê zimanê kurdî asteng û qedexe dikirin, lêbelê ew şert û mercên dibin sedema vejîn û pêşveçûna wî jî ji holê dihatin rakirin. Bi her awayî rê li ber dihat girtin, ku ew bibe zimanê zanîn, ramangirî, felsefe û wêjeya nûjen.
Di vê çarçoveyê de jî mirov dikare behsa giringiya projeya Yûsiv a wêjeyî bike. Ew li ber deriyê desthilatdariyê li naskirin û rewabûna xwe û projeya xwe ya wêjeyî nagere, herwisa ew hem bi zimanê xwe û hem jî bi serbore û taybetiyên xwe yên wêjeyî, bawere. Ji bo ew wêjeya wî rewa be, ti pêdiviya wî bi razîkirina saziyên wêjeyî yên girêdayî çanda serdestan tune ye. Rewabûna wêjeya wî xwe dispêre avakirina cîhaneke wêjeyî ya taybet ku pala xwe dide hêza xwe ya afirandinê ya hundirîn, hostayiya bikaranîna alavên xwe yên vebêjiyê û dîtineke wiha xwe dispêre hemû mirovahiyê.
Divê em du mijaran ji nav hev derxînin. Yek jê, vebûna bi ser wêjeya cîhanî ve, wekî merceke bingehîn ji mercên pêşveçûn û dewlemendkirina serboreya wêjeyî tê naskirin. Ya din, li ber siya serdestiya çanda desthilatdar û girêdana bi wan ve, nivîsandina wêjeyî hem xweserî ya xwe û hem jî taybetiya xwe winda dike. Encam, li aliyekî çandeke rola wê ya pêşvebirinê heye û li aliyê din çandeke rola wê ya wêrankirinê heye.
KARAKTER DI BÎRA XWENDEVAN DE DIMÎNIN
Wêjeya nûjen, bi bisînorkirina di “hundir” xwe de yan jî bi teqlîdkirina bi korayî ji yên “derve” re, nayê holê. Berevajî wê, pêdiviya vê wêjeyê bi danûstendineke çalak di navbera serboreya herêmî û çûna ber bi asoyên mirovahiyê yên hevbeş ve, heye. Li gor şopandina min, wêjeya Helîm Yûsiv balanseke, ragiriyeke wiha pêk tîne.
Karekterên wî helwest û paşxaneyên wan çi bin jî, piştî xwendinê di bîra xwendevanên xwe de dimînin. Ev bi serê xwe dikare wekî pîvaneke serkeftina romanê bê nirxandin. Her roman bi qedandina xwendina wê re bidawî nabe. Ji hêlekê ve, di hişê xwendevanan de zindî dimîne û ji hêla din ve jî pirsên nû di derbarê mirov û civak û jiyanê de bi xwe re tîne. Carinan jî hin karekterên wî bi hemû nakokî û kêmaniyên xwe beşdarî wê pirskirinê dibin. Li şûna bersivên pêbawer û amade, ew bi xwe deriyên nû li ber hizirkirin û danûstendinê vedikin.
Di berhemên xwe de Helîm Yûsiv ji pêşkêşkirina nirxandinên amade bêhtir bi jihevxistin û hejandina bîr û baweriyên sade mijûl dibe. Gelek caran mirov di nirxandina karekterên wî de diheyire û nikarin di kategoriyeke destnîşankirî de bêne nirxandin. Xwendevanên xwe datîne hember pirsên wiha giran ku yên xwedî paşxaneyên îdolojîk bin, nikarin tu bersivê ji wan pirsan re bibînin. Bi vî awayî romanên wî xwedî nasnameyeke rexneyî ne û xwe dispêrin asoyên mirovahiyê, bêyî ew ji rehên xwe yên di axa dîrokê de kûr çûne, bên qutkirin.
Taybetiya serboreya kurdan di wêjeya wî de, di pêşiya pirsên giştî de yên mirovahî li her derê ji xwe dike, nabe asteng. Pirsa azadiyê, nasnamê, dadwerîyê, bîrdankê, havîbûnê û têkiliyên di navbera takekes û desthilatdariyê de, herwisa yên di navbera kes û civakê de. Aliyê herêmî di romanên wî de, li ber berzbûna aliyê cîhanî nabe kelem. Lêbelê ew rê li ber wê yekê vedike ku wê serboreya taybet bibe ber bi asoyên mirovahiyê yên fireh ve.
Ez bi xwe baş nizanim bê pîvanên dezgeh û saziyên Xelata Nobelê ya Wêjeyê di hilbijartina nivîskarên berbijêr de çi ne. Çiqasî xelateke cîhanî ya bi nirx be, lê dîsa jî nirxên wêjeyê bi nirxê xelateke wêjeyê nayê bisînorkirin. Di dîroka wêjeyê de gelek berhemên mezin hene ku tu xelat bi dest nexistine. Ji biryarên komîteyên xelatan bêhtir, roman bi bandora xwe ya li ser hişê xwendevanan û bi beşdariya di avakirina hişmendiya wan de, dimînin û dibin malê dîrokê.
EV HÊJAYÎ WERGERANDINA GELEK ZIMANÊN SEREKE YÊN DINYAYÊ YE
Di baweriya min de “Jiyan herêmeke qedexekirî bû” berhemeke wêjeyî ya wisa ye, ku hêjayî wergerandina gelek zimanên sereke yên cîhanê ye. Wisa jî hêja ye ku di çarçoveya wêjeya cîhanî de bibe cihê danûstendinê.
Bi dîtina min, serboreya Helîm Yûsiv ya wêjeyî bi hemû berhemên xwe, ji ber teknîkên nivîsandinê, nûkirina şêweyên vebêjiyê yên xwe dispêrin mijarên têkiliya wan bi hundirê her mirovî re hene, hêja ye ku li kêleka giringtirîn serboreyên romana hemdem bê xwendin û nirxandin.
Mafê kesekî li ser rûyê erdê tune ye ku wêjeya kurdî ji derveyî çarçoveya wêjeya cîhanî bihêle. Wêjeya kurdî jî mîna wêjeya her zimanî xwedî wî mafê rewa ye ku bibe beşek ji wêjeya cîhanê. Herwisa ew dûrî dorpêçkirina sînorên siyasî û qeyd û bendên bêdewletî tîne pêşiya wê, li her devera dinyayê bê wergerandin, bê xwendin, bê gotûbêjkirin û nirxandin.
Di dawiyê de ez dikarim bêjim, ewê di nav mayînên herêma qedexekirî re ya romana„Jiyan herêmeke qedexekirî bû“ derbas dibe, ji kesekî biwêdetir mileteke, geleke. Gelekî dixwaze dîroka xwe bi mirin û perçekirin û tirsê dagirtî derbas bike. Li hêlekê digere da bikaribe tê de wekî xwe û bi hemû taybetiyên xwe, azad bijî. Wisa jî dûrî mayînên di erd û hiş û mejî û têgihiştina wî de hatine çandin, rê li ber siberoja xwe veke.
Derbasbûna di nav mayînên herêma qedexekirî ya jiyana Helîm Yûsiv re, ne bertekeke ku karekterê sereke xwe ji ber mirinê bide alî, lêbelê hewildaneke bidestxistina jiyanê bi xwe ye.
……..
*Sobarto – roman – Helîm Yûsiv (Yekem car sala 1999 derket)
**Gava ku masî tî dibin–roman–Helîm Yûsiv (Yekem car sala 2008 derket)
***Jiyan Herêmeke qedexekirî bû – roman – Helîm Yûsiv – weşanên SAR 2026
https://diyarname.com/news.php?Idx=65550