Rojeke xweş li bajarê Kiel li Elmanyayê

October 1, 2026

27.09.2026 15:00 Kulturbiennale 2026

Duh 27.09.2026 rojeke taybet bû di jiyana Kurdên herêma Schleswig Holstein. Kurd mêvanê Kulturbiennale 2026 ya bajarokê Plön bûn.

Bername rengînî bû: muzîk û stiranên zarokên kurd, axavtinên wêjeyî û çandî, xwarinên kurdî. Di beşa wêjeyî de, bi moderatoriya Suzana Alî, li ser çapa elmanî ya romana xwe axivîm.

Spas ji bo muzîkjenê hêja Brâhîm Şêxo, ne wî ba ev roj weha xweş û serkeftî nediçû serî. Herwisa spas ji bo hemû kesên ku hazirbûn.

Hêjayî gotinê ye ku tu alavên ragihandinê yên kurdan di vê rojê de amade nebibûn.