Hevpeyvîn bi romannivîs Helîm Yûsiv re (Di kêlîkên nîvisandinê de, ez rê li ber binhişî û kûrahiya giyan û bîrmendiya xwe vedikim) - Halim Youssef

Hevpeyvîn bi romannivîs Helîm Yûsiv re (Di kêlîkên nîvisandinê de, ez rê li ber binhişî û kûrahiya giyan û bîrmendiya xwe vedikim)

June 26, 2021

11.2018

WELAT- Ferîd Mîtan

 – Nivîskarîya te, encam û berhema destpêkeke çawa ye?

Ez jî baş nizanim çawa nivîskariyê jiyana min bi temamî mîna qederekê bi xwe ve girêda. Meselê pir zû û bê pilankirin destpêkir. xirecir û aloziyên vê axa ku ez li ser jidayikbûm zarotiya min dorpêçkiribûn û roj bi roj ben li qirika min teng dikir û bêhn li min diçikand. Yan divabû mirov bêdeng mirar here û xwe bispêre jiyaneke bê wate, yan jî divabû mirov li çareyekê bigere û rihê xwe ji nav pencên mirinê rizgar bike. Ji bo min nivîsandin ew oksejîn bû, ya ku ji bo berdewamkirina jiyanê pêdiviya min pê hebû. Bi gotineke din, nivîsandin alternatîvê bitenê yê mirinê bû.

– Babet û naveroka berhemên te, ji ku tên û çawa peyda dibin?

Sê jêderên sereke yên babetên berhemên min hene, yek jê jiyana mina takekesane û serboreyên min in. Ya din cîhana xewn û xeyal û fantaziyên min in û ya dîtir jî paşxaneya mina ku ji xwendina wêjeya nivîskî û ji guhdarîkirina wêjeya devkî dagirtiye. Ev hemû bi hev re naveroka berhemên min bi gewde dikin. Wisa jî çi li jiyanê hebe dikare ji berhemên min re bibe babet, ti sînor ji vê çavkaniyê re tune ne.

– Rengê derûnî di berhemên te de serdest e. Serdestîyeke wisa, bi zanebûn e yan jixweber e?

bizava nivîsandinê bixwe, li cem min, ji mejî û pilankirinê bêhtir bi hestan ve girêdayiye. Di kêlîkên nivîsandinê de ez rê li ber kaniya binhiş û kûrahiya giyan û bîrmendiya xwe vedikim. Bi mijarên xwe re heta dawî dilsoz im û agirekî ku serê tiliyên min neşewitîne, ez nikarim li ser binîvisînim. Nivîsandin dengê wan hestên kûre, ewên ku di nav tariya hiş û giyanê mirov de veşartiye. Dibe sedema ku dihêle rengê derûnî li pêş be ev be.

– Her çi qas babetên romanên te ji hev cuda bin jî, lê dîsa -heta astekê- xwî û bawerîne wekhev, lehengên te digihînin hev. Kesayeta Helîm Yûsiv, çi qasî desttêwerdanê di tevgerandina lehengan de dike?

 Carinan kêm, carinan zêde, tiştekî min di hemû kesên sereke yên çîrok û romanên min de heye. Ez beşek ji wan im û ew beşek ji giyanê min in. Bi xemgîniya wan xemgîn dibim û bi kêfxweşiya wan dilê min şa dibe. Têkiliyeke giyanî di nav min û wan de heye. Lê ev rê li ber wê yekê nagire ku ew ew in û ez ez im. Di her deqekî wêjeyî de mentiqek heye, tevneke hunerî heye, ji bo ew mentiq neyê şikenandin û ew tevin birêkûpêk bê honandin ez ne ji dûr ne ji nêzîk desttêwerdana jiyana wan û rabûn û rûniştina wan nakim. Hinek ji wan hene ku ez ji xisletên wan ên xerab û bêhişiya wan pir zivêr û acizim. Hinek jî hene ez ji taybetmendiyên wan hezdikim. Lê ji herdu cureyan jî, weku nivîskar, ez bi mesafet im. Navbereke berbiçav û pêwîst di navbera me de heye. Heta ji min tê ez karekter û kesên berhemên xwe serbest û azad dihêlim. Ew li gor xwe û li gor pêdiviya rola xwe û ne li gor daxwaza min di berhemên min de tevdigerin. 

– Di roja îroj de, tu xerîkî çi xebatê yî, çi di nav destên te de heye?

Ji dema şerê Kobanê de, ji 2014 an de romanek li ser wî şerî di nav destê min de ye. Min bi alîkariya hin kesên ku li Kobanê diman dest bi wê romanê kiribû. Gava Daiş kete Kobanê, di wê tevkujiya xedar de hin ji wan kesan bixwe şehîd ketin. Ez neçar mam ku rawestim. Berî salekê careke din li wê romana xwe ya nîvcomayî vegeriyam û ew şehîd bixwe bûn vebêjerên romanê. Min nivîsandina wê qedand û niha tê sererastkirin. Wê di sala pêşiya me de bê weşandin.

– “Çûna ber bi romanê ve ji bo min destpêkê wekî çûna bajêr bû.” Di nirxandina xwe de, te çîroknivîs bi gundîyan nimandine û romannivîs jî bi bajarîyan. Di qada wêjeyê de, nirxê romanê ji yê çîrokê bilindtir e?

Ez bawerdikim hinekî jihevnefêmkirin heye. Bajarîbûn û gundîbûna ez li vêderê behsa wan dikim girêdayî mezinbûn û biçûkbûnê ye û ti têkiliya wê bi nirxên bajarvaniyê û gundîtiyê ve tune ye. Ji hêla nirxên wêjeyî û hunerî ve ti cudayî di navbera romanê û çîrokê de nîne. Wêje nirxên xwe ji asta xwe ya hunerî digre û ne ji celebê xwe. Roman be, çîrok be, dikare wêjeyeke nirxbilind be, dibe jî bênirx û bêast be.

– Zimannas Bahoz Baran dibêje: “WEHŞÊ DI HUNDIRÊ MIN DE, 99 MORÎKÊN BELAVBÛYÎ, AUSLANDER BEG, ji gelek alîyan ve û bi taybetî ji alîyê zimanî ve pirtûkên qels in…” Ji bo rexneya Baranî, tu çi dibêjî?

Ez ti qîmetê nadim “rexneyên” weha, ji ber ku ji rexneyê bêhtir nêzîkî dijûnan û biçûkxistinê ye.

Ez dixwazim li vir behsa hin xalên girêdayî vê mijarê bikim. Heta berî demekê, li Bakur diyardeyeke weha hebû, hema kesekî pirtûkeke nû bidest xwe ve digirt, dest bi zimên dikir. Ev hevok weha, ev peyv weha û dihat jibîrkirin ku ev pirtûk romaneke çawa ye yan çîrokeke çawaye û herwisa her kesî şûrê standartê xwe li wê berhemê dikişand û dida ber derbên xedar. Ew diyarde çû, diyardeya zimanzan û zimannasan hat. Her ji demekê kesek derdikeve û xwe weku zimannas nîşan dide. Standartê wî devoka gundê wî ye û di nav gund de jî devoka pîrka wî ye û destpêdike her kesî  û her berhemê li serrada pîrka xwe dixîne û li gor wê li cem wî berhem yan qels yan jî xurt derdikeve. Niha ev diyarde jî hêdî hêdî ber bi nemanê ve diçe. Bêguman, ev hemû encamên tunebûna standartekî yekgirtî ji bo kumanciya nivîskî ne.

Ji bo min, ji ber ku li Bakur pirtûkên min tên weşandin, heta ji min tê ez bi kurmanciyeke nêzîkî vî standartê ku hêdî hêdî jixwebere ji bo kurmanciya nivîskî çêdibe, dinîvisînim. Wisa jî carekê û carinan zêdeyî carekê, berhemên min ji hêla weşanxaneyê ve têne sererastkirin.

Îca, eger ku nêta wî ji van gotinan baş be, bela birêz Bahoz Baran kerem bike wê qelsiyê destnîşan bike, da ku em di çapên bê de, van berheman bê qelsî biweşînin.

– Di kurmancîyê de hêmana ku hema hema peyda nabe, ya ku nayê pejirandin, a ku dilmayîn û dubendîyê bi xwe re tîne: Rexne ye. Vekirina evê girêkê, çawa dikare pêk were?

Di baweriya min de pirsgirêk ne di rexneyê de ye, wekî ku te di pirsa xwe de gotiye, lê di tunebûna rexneyê de ye. Bi giştî, tiştê ku heye ev e; hin nirxandinên ku xwe dispêrin pîvanên ne wêjeyî û ne jî rexneyî. Bala xwe bidê, dema berhemeke nû derdikeve, hema hema hemû nirxandinên nivîskî û yên devkî jî xwe dispêrin pîvanên siyasî yan jî civakî, ku girêdayî têkiliyên takekesane ne. Ev pîvan di navbera du rengan tenê de diçin û tên. Yan reşe yan jî sipî ye û di navbera herdu rengan de nirxandin yan pir kêm yan jî tune ne. Ev perçebûna di navbera du rengan de, di van salên dawiyê de, di civaka me de li Rojava bi dubendiya siyasî re kûrtir û xerabtir bû.

– Li Rojavayê Kurdistanê, dîyardeyeke tirsnak û birîsk xwe dide pêş; ne tenê peyrewên partî û rêxistinên sîyasî, lê “zimanhezên” ku di rojên qedexe û tirsê de dest jê zimanê xwe de bernedida, îro bi tundî şerê perwerdeya bi zimanê kurdî dikin. Li alîyê din, birêveberîya deverê (Rêveberîya Xweser) êdî biryarên radîkal ji bo sepandina branş û rêbazên dibistanan dide. Zimanê ku îroj dibe qurabnê nakokîyên sîyasî, paşerojeke çawa li bendê ye?  

Di ezmûna rojavayê Kurdistanê de, ji bo pêncî salên dawiyê dibêjim, du gavên dîrokî yên giring hatin avêtin. Yek jê avakirina hêzeke leşkerî ji bo kurdane (mebesta min jê ypk û ypj ye) û ya din perwerdekirina bi zimanê kurdî ye. Lidijderketina hin kurdan, behane çi dibe bela bibe, bo perwerda bi kurdî xwe dispêre aloziyeke kûr ya civaka kurd, ku ew jî tunebûna têgihiştina neteweyî û lawazbûna hestên neteweyî ye.

Heta niha û piştî derbasbûna zêdeyî dused salî di ser qonaxa netewîbûnê û avakirina dewletên neteweyî re, hîna jî Kurd nebûne xwedî têgihiştineke neteweyî ya hevbeş. Guherandina ku di zihniyeta kurdî de bûye ew e ku eşîre, êl bi partiyê guherandiye û banê herî jor ji girêdanê re partî ye û ne netewe ye. Ji ber vê jî herdem berjewendiyên neteweyî dikin qurbana berjewendiyên partiyên xwe. wisa jî nirxên netewa xwe dikin qurbana nirx û fermanên partiya xwe û aliyên xwe yên siyasî. Tiştê li Rojava bû ev bû û tiştê ku heta roja îro li Başûr jî dibe ev e û lihevnekirina Rojava û Başûr jî her ev e. Perwerdekirina kurdî qezenceke neteweyî ye û di xizmeta berjewendiyên netewa kurd yên stratejîk de ye. Divabû Kurd bi hemû partî û aliyên xwe yên siyasî li vî karî xwedî derkevin.

– Tu rewşa wêjeyê li Rojavayê Kurdistanê çawa dinirxînî?

Hindik maye bibe bîst sal ku ji Rojavayê Kurdistanê dûr ketime. Di derbarê berhemên ku di van salan de derketine ez ne zêde agahdar im. Ji ber vê ezê nikaribim baş rewşa wêjeyê li wêderê binirxînim. Tiştê min xemgîn dike ku heta niha serdestiya zimanê erebî li van derûdoran desthilatdare û zêde li nivîsandina bi kurdî xwedî dernakevin. Baweriya min ew e, ku pêdiviya hemû wêjekarên rojavayê Kurdistanê bi wê yekê heye ku li xwe vegerin, kumên xwe deynin ber xwe û bifikirin. Eger em tiştekî ji zimanê xwe re û ji wêjeya xwe re nekin, wê kî bike?. Nivîsandina bi erebî tiştekî li wêjeya kurdî zêde nake. Wisa jî wêjekarên ereb ne bi hewceyî me ne ku em bên û wêjeya wan ji wan re lipêşxînin. Ez doza wê yekê nakim ku dev ji nivîsandina bi erebî berdin, na. Ew jî dikare hebe, lê berî her tiştî divê em li xwe, li rastiya xwe, li zimanê dayika xwe, vegerin û pê binîvisînin.

– Di civata nivîskarên Rojavayê Kurdistanê de dengê gilî û gazinan bilind e. Ji bo nivîskarekî, tu gazinan çawa dibînî?

Her çendî nivîskar di gelek gazinên xwe de mafdar bin, lê dîsa jî ez vê diyardeyê baş nabînim. Ji ber ku gazin tenê demwindakirine. Tu yê gazinan ji kê bikî?. Ne dewlet heye. Ne saziyên wêjeyî yên xwedî imkan hene. Ne statuyeke siyasî ya rewa heye. Tenê berxwedana ji bo mana li jiyanê li wê navê heye. Welatek dema şer lê hebe, kuştin hebe, dengê çekan lê bilind be, wê dengê gazinên nivîskaran neyên bihîstin. Li şûna gilî û gazinan kar divê û li şûna mijûlbûna bi bazdana li pey rewrewkan afirandin divê.

– Ji romalkirina nûçeyên sîyasî û bûyeran biwêdetir, ragihandina kurdî di milê wêjeyê de xwe gihandiye ku derê, xebateke çawa pêşkêş dike?

Aliyê wêjeyî ji ragihandina kurdî bi giştî nayê veqetandin. Nakokiyên siyasî yên di navbera aliyan de siya xwe davêjin ser karê wêjeyî jî. Ez dikarim ji ezmûneya xwe ya dirêj di vî warî de mînakekê bidim. Ji sala 2000 î ve ku ji welêt derketime min dest bi amadekirin û pêşkêşkirina bernameyeke wêjeyî kir. Destpêkê di MadyaTV de, dû re RojTV û niha jî RonahîTV. Di van hijde salan de, ji bilî pirtûkan û mijarên çandî û wêjeyî behsa tiştekî nebûye. Lê tev wilo jî, hinek ji nivîskarên kurd, ji ber hesabên siyasî, nedihatin beşdarî vê bernama wêjeyî nedibûn, da ku bi kurdî behsa pirtûkên xwe  bikin. Ya balkêş ew bû, heman nivîskarên kurd dema TRTa kurdî vebû bi kêfxweşî diçûn bernameyên wan yên wêjeyî.

Ji viyalî de, li gor şopandina min, di ragihandina kurdî de derfeteke pir mezin ji wêjekaran re vekiriye. Her nivîskarek jî bi dehên caran dibe mêvanê van alavên ragihandinê û behsa xwe û berhemên xwe dike. Ev bernameyên wêjeyî ku hene derfeteke baş in ji bo hevnaskirina wêjekarên kurd û wisa jî ji bo danasîna berhemên wêjeya kurdî. Herweha rê yeke baş e ji bo jiholêrakirina sînorên ku siyasetê û zaravayan di nav kurdan de çêkirine.